XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | YÛHENNA 18-19
Îsa ji bo Rastiyê Şahidî Dikir
Îsa ji bo rastiya der heqê mexsedên Xwedê de şahidî dikir
- BI GOTINÊN XWE: Wî rastiya der heqê Padîşahiya Xwedê de bi xîret belav dikir 
- BI KIRINÊN XWE: Jiyana wî eyan kir ku pêxembertiyên Xwedê rast in 
Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, gerek em jî ji bo rastiyê şahidiyê bikin
- BI GOTINÊN XWE: Eger mirov qerfên xwe bi me bikin jî, em mizgîna ku Padîşahiya Xwedê hatiye saz kirin û Îsa bûye Padîşah, bi xîret belav dikin 
- BI KIRINÊN XWE: Gerek em hem bi hal û hereketên xwe hem jî bi vê ku em tev li siyasetê nabin, eyan bikin ku em piştgiriya Padîşahiya Îsa dikin