-
Yehowa ji Kesên Berdar Hez DikeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Gulan
-
-
7. (a) “Rezvan”, “mêw” û “şivik” kî ne? (b) Em dixwazin cewaba kîjan pirsê bistînin?
7 Yûhenna 15:1-5, 8 bixwîne. Li van ayetan, Îsa ji şandiyên xwe re wisa got: “Bi zêde fêkî [yanî “ber”] dayîna xwe û bi şagirtbûna min, hûnê bavê min bi rûmet bikin.” Îsa Bavê xwe Yehowa wek “rezvan”, xwe wek “mêwa rastîn” û şagirtên xwe wek “şivik” bi nav kirin.b Lê belê, Îsa rasterast negot ku “ber” çi ye. Em çawa dikarin fehm bikin ku wî behsa çi cure “ber” kir?
8. (a) Di vê meselê de, “ber” çima nayê maneya şagirtên nû? (b) Em der heqê daxwazên Yehowa de çi dizanin?
8 Îsa der heqê Xwedê de wisa got: “Ew her şivika min a ku fêkî nade dibire.” Yanî, ji ber ku Yehowa me wek xizmetkarên xwe qebûl bike, lazim e ku em “ber” bidin (Met. 13:23; 21:43). Loma di vê meselê de, “ber” nayê maneya şagirtên nû (Met. 28:19). Eger wisa bûya, Şahidên dilsoz ên ku nikarin kesekî bikin şagirt ji ber ku tu kes guhdariya wan nake wê bibûna wek şivikên bêber. Gelo ev rast e? Helbet na! Em nikarin mirovan bi zorê bikin şagirt. Yehowa ji me hez dike, û ew me seba tiştekî ku em nikarin bikin, red nake. Daxwazên Yehowa her tim maqûl in (5. Mû. 30:11-14).
9. (a) Ji bo ku em “ber” bidin, lazim e ku em kîjan xebatê bikin? (b) Niha emê bala xwe bidin kîjan meselê? Çima?
9 Madem ku wisa ye, lazim e ku em çi cure “ber” bidin? Xuya ye ku “ber” tê maneya xebateke ku ji destê me tê. Îsa behsa kîjan xebatê kir? Bîlhesa xebata belavkirina mizgîna Padîşahiya Xwedêc (Met. 24:14). Mesela Îsa ya li ser cotkar jî vêya îsbat dike. Niha emê bala xwe bidin vê meselê.
-
-
Yehowa ji Kesên Berdar Hez DikeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2018 | Gulan
-
-
b Şivikên vê meselê kesên ku wê li ezmanan bijîn temsîl dikin. Dîsa jî, hemû xizmetkarên Xwedê dikarin ji vê meselê dersên muhîm bistînin.
c Ji bo ku em “ber” bidin, helbet lazim e ku em “berê Ruh” jî pêk bînin. Lê belê ev du meqale bala me dikişînin li ser pêkanîna ‘fêkiyê lêvan’, yanî li ser belavkirina mizgîna Padîşahiyê (Gal. 5:22, 23; Îbr. 13:15).
-