KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 26. Piştî ku belayek hat serê kurê wan, dê û bav li nexweşxaneyê li ber serê wî rûniştine.

      DERS 26

      Çima Ew Qas Kul û Derd Hene?

      Gava ku tiştekî pir xerab tê serê me, em ji xwe dipirsin: “Xwedê! Çima ev bela hat serê min?” Kitêba Pîroz bi zelalî dibêje ku çima ew qas kul û derd hene. Cewaba Kitêba Pîroz dikare dilê me rihet bike.

      1. Îblîs çawa bûye sebebê kul û derdên dinyayê?

      Şeytan Îblîs li hemberî Xwedê serî hilda. Ew dixwaze her kesî bixe bin hukmê xwe. Loma, wî bi vir û derewan dest danî ser Adem û Hewayê ku li hemberî Xwedê serî rakin (1. Mûsa 3:1-5). Gelo wî ev yek çawa kir? Pêşî wî bi Hewayê da bawerkirin ku Xwedê tiştekî qenc ji wê vedişêre. Wî di ber Hewayê re avêt û îdîa kir ku eger însan guh nedin Xwedê, halê wan wê xweştir bûya. Û derewa pêşîn a tarîxê jî ev bû: Îblîs ji Hewayê re got ku ewê qet nemire. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz dibêje ku Îblîs “derewkar e û bavê derewan e” (Yûhena 8:44).

      2. Adem û Hewayê çawa bela anîn serê xwe?

      Xwedê ji Adem û Hewayê re gelekî comerd û destvekirî bû. Wî gotibû ku ji xeynî darekê, ew dikarin ji hemû daran bixwin (1. Mûsa 2:15-17). Lê wan bi ya Xwedê nekir. Wan li gor daxwaza dilê xwe hereket kir. Hewa “rabû fêkiyek jê kir û xwar.” Paşê, Adem “jî xwar” (1. Mûsa 3:6, Mizgînî). Çi heyf e ku ew ji gotina Xwedê derketin. Adem û Hewa bêqisûr û kamil bûn, û ji bo wan pir hêsan bû ku ew ya rast bikin. Lê ew bi hemdê xwe ji rêya Xwedê derketin. Îcar wan guneh kir û Xwedê wek hukimdarê xwe red kir. Ji ber ku wan qerareke şaş da, wan belayên mezin anîn serê xwe (1. Mûsa 3:16-19).

      3. Adem û Hewayê çi belayên mezin anîn serê însanan?

      Ji ber ku Adem û Hewayê guneh kir, ew bûn însanên qisûrdar. Û wan ev qisûrdariya xwe derbasî hemû zarokên xwe kir. Kitêba Pîroz li ser Adem wisa dibêje: “Loma ka çawa bi saya yek mirovî guneh ket dinyayê û ji guneh mirin hat, wisa jî mirin derbasî hemû mirovan bû” (Romayî 5:12).

      Îro sebebên kul û derdan pir in. Carinan, ji ber ku em qerarên xerab didin, em êşê dikişînin. Carinan, ji ber ku kesên din qerarên xerab didin, em êşê dikişînin. Carinan jî, ji ber ku em di wexteke nebaş de li cihekî nebaş dimînin, em dikevin belayê û êşê dikişînin (Waiz 9:12 bixwîne).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Em ji ku dizanin ku Xwedê ne sebebê kul û derdên dinyayê ye? Gava ku em êşê dikişînin, gelo dilê wî bi halê me dişewite?

      4. Kî sebebê kul û derdên me ye?

      Gelek însan bawer dikin ku dinya di bin hukmê Xwedê de ye. Ma ev rast e? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Dinya di Destê Kê de ye? (1:24)

      Aqûb 1:13 û 1. Yûhena 5:19 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Gelo Xwedê sebebê kul û derdên dinyayê ye?

      5. Hukmê Îblîs çi bela anîne serê me?

      VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Xwedê Çima Îznê Dide ku Kul û Derd Hebin? (Bi Qismî) (3:07)

      1. Mûsa 3:1-6 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Îblîs çi derew kir? (Li ayetên 4 û 5an binêre.)

      • Îblîs bi kîjan gotinan di ber re avêt û îdîa kir ku Yehowa tiştên qenc ji me vedişêre?

      • Li gor Îblîs, ji bo ku însan dilxweş bin, gelo lazim e ku Yehowa hukimdarê wan be?

      Waiz 8:9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ji wexta ku Yehowa ne hukimdarê vê dinyayê ye û vir ve, çi hatiye serê însanan?

      Albûm: Hin dîmen nîşan didin ku halê dinyayê ji roja çêbûna wê ve heta ceneta di pêşerojê de çawa ye. A. Ceneta li ser rûyê erdê. B. Hukûmetên dinyayê di tarîxê de bûne sebebê belavkirina dînên sexte, şeran û lewitandina dinyayê. Hin hêzên cîhanî yên ku tên nîşandayîn ev in: Misir, Çîn, Yûnan, Rom, Britanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. C. Dinya ji nû ve bûye cenet û însan tê de dijîn.
      1. Adem û Hewa bêqisûr û kamil bûn û di cenetê de dijiyan. Lê wan guh da Îblîs û li hemberî Yehowa serî rakir

      2. Piştî serhildana li baxçeyê Adenê, guneh, kul û derd û mirin li her dera dinyayê belav bûne

      3. Yehowa wê guneh, kul û derd û mirinê ji kokê ve rake. Însan wê ji nû ve bêqisûr û kamil bin û di cenetê de bijîn

      6. Dilê Yehowa bi halê me dişewite

      Gelo Xwedê xema kul û derdên me dixwe? Ka binêre ku Dawid Padîşah û Petrûsê şandî çi gotibûn. Zebûr 31:7 û 1. Petrûs 5:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa kul û derdên me dibîne û xema me dixwe. Ev yek li ser dilê te çawa tesîr dike?

      7. Xwedê wê hemû kul û derdên însanan ji holê rake

      Îşaya 65:17 û Peyxam 21:3, 4 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Gelo fikra ku Yehowa wê hemû tiştên xerab tune bike, dilê te xweş dike?

      Hêjayî gotinê ye

      Gava ku Îblîs fesadiya pêşîn kir, wî bêbextî li Yehowa kir. Wî got ku Yehowa ne hukimdarekî qenc û adil e. Lê, gava ku Yehowa di wexteke nêzîk de hemû kul û derdên însanan tune bike, ewê xwe heq û heqdar derxe. Yanî, ewê îsbat bike ku hukimdariya wî ya herî baş e. Belê, pîrozkirina navê Yehowa daweya herî mezin a gerdûnê ye (Meta 6:9, 10).

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Xwedê me bi belayan îmtihan dike.”

      • Teyê çi cewab bidaya?

      BI ÇEND GOTINAN

      Şeytan, Adem û Hewa, ew gişt sebebên esasî yên kul û derdên dinyayê ne. Yehowa dibîne ku em çi qas kul û derdan dikişînin û dilê wî bi halê me pir dişewite. Di wexteke nêzîk de, ewê hemû kul û derdan tune bike.

      Tu çi elimî?

      • Îblîs çi derew ji Hewayê re got?

      • Serhildana Adem û Hewayê çi bela anîn serê me hemûyan?

      • Em ji ku dizanin ku Yehowa xema êş û derdên me dixwe?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Li gor Kitêba Pîroz, guneh çi ye?

      “Guneh Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

      Îblîs di baxçeyê Adenê de çi dawe vekir?

      “Xwedê Çima Dihêle ku Kul û Derd Hebin?” (Birca Çavdêriyê, 1 Çile 2014)

      Cewaba pirseke giran teseliyê dide me.

      “Çima Komkujiya Cihûyan Çêbû? Çima Xwedê Tiştek Nekir?” (Meqaleya Înternetê)

      Zilamekî fehm kir ku çima ew qas kul û derd hene.

      Ez Êdî Ne bi Tenê Me (5:09)

  • Mirina Îsa Mesîh Dikare Me ji Çi Xelas Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ji ber ku însanên pêşîn, yanî Adem û Hewa, ji rêya Xwedê derketin, em îro gunehkar in, êşê dikişînin û dimirin.a Halê me pir zor e, lê Yehowa ji me re çareyek dîtiye. Ew dixwaze bi destê Îsa Mesîh me ji guneh û mirinê xelas bike. Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh canê xwe wek fîdye daye. Maneya fîdyeyê ev e: Ji bo ku kesekî girtî serbest bê berdan, lazim e ku berdêl, yanî fîdye, bê dayîn. Îcar fîdyeya ku Îsa Mesîh dabû, jiyana wî ya bêqisûr bû (Meta 20:28 bixwîne). Heqê Îsa Mesîh hebû ku ew heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijiya, lê wî ji bo xatirê me jiyana xwe feda kir. Bi vî awayî, wî ji me re rê vekir ku em tiştên ku Adem û Hewayê winda kirine dîsa bi dest bixin. Wexta ku Îsa Mesîh canê xwe da, wî nîşan da ku ew û Yehowa ji me pir hez dikin. Ev ders alî me dike ku em şikurdariya xwe ji bo mirina Îsa Mesîh nîşan bidin.

      1. Îro, çi xêra mirina Îsa Mesîh ji bo me heye?

      Ji ber ku em gunehkar in, em gelek caran bi gotin û kirinên xwe dilê Yehowa diêşînin. Lê dîsa jî, em dikarin bibin dostên Yehowa Xwedê. Gelo çawa? Ya yekê, gerek em ji dil ji gunehên xwe tobe bikin. Ya diduyan, gerek em bi navê Îsa Mesîh ji Xwedê rica bikin ku ew me efû bike. Ya sisêyan jî, gerek em xîret bikin ku gunehên berê dîsa nekin (1. Yûhena 2:1). Kitêba Pîroz dibêje: “Mesîh jî bi carekê ji bo gunehan cefa kişand, da ku me bigihîne Xwedê. Yê rast ji bo yên nerast mir” (1. Petrûs 3:18).

      2. Di pêşerojê de, çi xêra mirina Îsa Mesîh ji bo me heye?

      Yehowa Xwedê, Îsa Mesîh şand ser rûyê erdê ku ew jiyana xwe ya bêqisûr ji bo însanan bide. Bi vî awayî, wê “her kesê ku baweriyê bi wî [Îsa Mesîh] bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhena 3:16). Ji ber ku Îsa Mesîh canê xwe ji bo me da, Yehowa wê di demeke nêzîk de hemû belayên ku Adem anîne serê me, ji holê rake. Eger em îmana xwe bi qurbanbûna Îsa Mesîh bînin, rê li ber me vedibe ku em heta bi hetayê di ceneta li ser rûyê erdê de bijîn (Îşaya 65:21-23).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Îsa Mesîh çima canê xwe ji bo me însanan daye, û çi xêra mirina wî ji bo me heye?

      3. Mirina Îsa Mesîh me ji guneh û mirinê xelas dike

      VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Îsa Mesîh Çima Mir? (Par 1) (2:01)

      • Ji ber ku Adem guh neda Yehowa Xwedê, çi ji destê wî çû?

      Romayî 5:12 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çi tesîra gunehê Adem li ser me heye?

      Yûhena 3:16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima Yehowa Xwedê Kurê xwe şand ser rûyê erdê?

      A. Albûm: 1. Adem, piştî ku ji gotina Xwedê derket. 2. Tabût hilgirtine û diçin ser mezel. Albûm: A. Adem, piştî ku ji gotina Xwedê derket. B. Îsa Mesîh. B. Albûm: 1. Îsa Mesîh. 2. Însanên ji cûre cûre esil û fesil, emir û kulturan.
      1. Adem yekî bêqisûr bû, wî guh neda Xwedê û em xistin ser rêya guneh û mirinê

      2. Îsa Mesîh yekî bêqisûr bû, wî guh da Xwedê û em xistin ser rêya jiyana bêdawî

      4. Mirina Îsa Mesîh ji bo xêra her kesî ye

      VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Îsa Mesîh Çima Mir? (Par 2) (2:00)

      • Hemû însan çawa dikarin ji mirina yek kesekî xêrê bibînin?

      1. Tîmotêyos 2:5, 6 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Adem yekî bêqisûr û kamil bû, lê wî em xistin ser rêya guneh û mirinê. Îsa Mesîh jî yekî bêqisûr û kamil bû. Wî çawa “xwe ji bo hemûyan kir berdêl” yanî fîdye?

      5. Fîdye diyariya Yehowa ya ji bo te ye

      Dostên Yehowa fîdyeya Îsa Mesîh wek diyariyeke şexsî dibînin. Galatî 2:20 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Pawlosê şandî çawa anî zimên ku fîdye ji bo wî diyariyeke şexsî ye?

      Gava ku Adem guneh kir, ew û hemû zarokên wî bûn mehkûmên mirinê. Lê ji bo ku fersenda jiyana bêdawî bikeve destê te, Yehowa Xwedê Kurê xwe şand dinyayê.

      Van ayetan bixwîne û xeyal bike ku gava Kurê wî êş dikişand, Yehowa çi hîs dikir. Yûhena 19:1-7, 16-18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ev tiştên ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo te kirine, çawa li ser te tesîr dikin?

      BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Mirina yek kesekî çawa dikare hemû însanan xelas bike?”

      • Teyê çawa cewab bidaya?

      BI ÇEND GOTINAN

      Îsa Mesîh bi mirina xwe bingeh danî ku Yehowa gunehên me efû bike. Û mirina wî rêya jiyana bêdawî li ber me vekir.

      Tu çi elimî?

      • Îsa Mesîh çima mir?

      • Jiyana Îsa Mesîh a bêqisûr çawa bûye fîdye, yanî berdêl?

      • Çi feydeya mirina Îsa Mesîh ji bo te heye?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Ji jiyana Îsa Mesîh a bêqisûr û kamil re çima “fîdye” tê gotin?

      “Îsa Mesîh Çawa ji bo Gelekan Fîdye Daye?” (Meqaleya Înternetê)

      Ji bo ku em sax bimînin, gerek em çi bikin?

      “Îsa Mesîh Me Çawa Xelas Dike?” (Meqaleya Înternetê)

      Yehowa dikare gunehên giran jî efû bike.

      “Pirsên li ser Kitêba Pîroz” (Birca Çavdêriyê, 1 Gulan 2013)

      Binêre ku fîdyeya Îsa Mesîh çawa alî zilamekî kiriye ku ew bibe mirovekî baştir.

      “Min Terka Zordariyê kir” (Meqaleya Înternetê)

      a Li gor Kitêba Pîroz, wexta ku însan tiştekî xerab dike, jê re “guneh” tê gotin. Wekî din, guneh ew halê gunehkar e ku em ji roja çêbûna xwe ve tê de ne.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne