KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 5. Qedrê wijdanê kesên din bigire

      Çawa ku însan ji hev cuda ne, qerarên wan jî ji hev cuda ne. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê qerar û wijdanê kesên din digirin? Bala xwe bide du mîsalan:

      Mîsal 1: Xwişkeke me pir jê hez dike ku xwe makyaj bike. Rojekê, ew mala xwe bar dike û diçe civateke din. Li wir xwişkên me ji makyaja zêde aciz dibin.

      Romayî 15:1 û 1. Korîntî 10:23, 24 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Li ser esasê van ayetan, xwişka me belkî qerareke çawa bide? Eger wijdanê te tiştekî qebûl dike, lê wijdanê kesekî din qet qebûl nake, gelo teyê çi bikira?

      Mîsal 2: Birayekî me dizane ku Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe nake. Lê dîsa jî, wî qerar daye ku alkolê venexwe. Rojekê, ew diçe mêvandariya birayekî û dibîne ku xwişk û bira alkolê vedixwin.

      Waiz 7:16 û Romayî 14:1, 10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Li ser esasê van ayetan, birayê me belkî qerareke çawa bide? Eger te bidîta ku kesekî din tiştekî dike ku wijdanê te jê aciz dibe, gelo teyê çi bikira?

      Çi dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî?

      Jinikek dua dike.

      1. Ji Yehowa re dua bike. Alîkariyê ji wî bixwaze (Aqûb 1:5).

      Eynî jinik bi alîkariya Kitêba Pîroz, weşanên li ser Kitêba Pîroz û kompîturekê lêkolînê dike.

      2. Lêkolîn bike. Di Kitêba Pîroz û weşanên me de li pîvan û prensîpên ku dikarin alî te bikin, bigere. Tu dikarî bi xwişk yan birayekî bitecrûbe bişêwirî.

      Eynî jinik difikire.

      3. Li ser netîceyê bifikire. Gelo qerara te wê li ser wijdanê te û yê kesên din çawa tesîr bike?

  • Jin û Mêr Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 6. Problemên xwe bi hev re safî bikin

      Zewaceke bê problem tune ye. Loma gerek jin û mêr problemên xwe bi hev re safî bikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Zewaca Xwe Xurt Bike (5:44)

      • Di vê vîdeoyê de, dilê jin û mêrekî çima ji hev sar bû?

      • Çi alî wan kir ku ew dîsa nêzîkî hev bibin?

      1. Korîntî 10:24 û Kolosî 3:13 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Tu çawa dikarî li gor vê şîretê zewaca xwe xurttir bikî?

      Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji hev re hurmetê nîşan bidin. Romayî 12:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Çima ne baş e, eger em bêjin gerek pêşîn jin yan mêrê me qedir û hurmetê nîşanî me bide?

  • Em Çima Bala Xwe Didin Şeklê Xwe û Kincên Xwe?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Her kes li gor dilê xwe kincan li xwe dike û xwe dixemilîne. Eger em guh bidin çend pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz, emê hem bi ya dilê xwe bikin û hem jî dilê Yehowa xweş bikin. Ka em bala xwe bidin çend pîvanan.

      1. Kîjan pîvan alî me dikin ku em li ser şeklê xwe û kincên xwe qerarên baş bidin?

      Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em kincên “sade, lê li gor edebê û bi awayekî pîvangî” li xwe bikin (1. Tîmotêyos 2:9, KP). Şekl û şemala me nîşan dide ku em “di riya Xwedê de diçin” (1. Tîmotêyos 2:10). Bala xwe bide van çar pîvanan: (1) Gerek kincên me “sade” bin. Wek di civînên me de tê dîtin, her xizmetkarekî Yehowa xwe bi rengekî dixemilîne. Lê her kes bi xemla kinc û porê xwe ji Xwedê re qedir û hurmetê nîşan dide. (2) Gerek kincên me “li gor edebê” bin. Yanî gerek cil û kincên me bala kesên din zêde nekişînin ser me û nebin sebeb ku hişên wan herin ser bêexlaqiyê. (3) Gerek em xwe “bi awayekî pîvangî” bixemilînin. Yanî gerek em xwe li gor her modaya vê dinyayê nexemilînin. (4) Şekl û şemala me nîşan dide ku em “di riya Xwedê de diçin”, yanî ku em ji Xwedayê rast re îbadetê dikin (1. Korîntî 10:31).

      2. Şeklê me û kincên me li ser xwişk û birayan çawa tesîr dikin?

      Helbet her kes dikare li gor dilê xwe kincan li xwe bike. Lê gerek em bala xwe bidinê ku şeklê me li ser kesên din tesîreke çawa dihêle. Em qet naxwazin ku kesên din ji şeklê me aciz bibin. Kitêba Pîroz dibêje: “Bila her yek ji me ji bo qenciya cîranê xwe dilê wî xweş bike, da ku ew bê avakirin” (Romayî 15:1, 2 bixwîne).

      3. Şeklê me û kincên me çawa dikarin dilê însanan ji bo îbadeta rast vekin?

      Em xîret dikin ku tim kincên minasib li xwe bikin. Gava em diçin xizmet û civînan, em hê zêdetir bala xwe didin kincên xwe. Em naxwazin ku şeklê me ji kesên din re bibe asteng ku ew bala xwe nedin xebera xêrê. Li şûna vê yekê, em dixwazin ku şeklê me û kincên me ‘hînkirina xelaskarê me Xwedê bixemilîne’ û dilê kesên din ji bo rastiyê veke (Tîtos 2:10).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Gelo em çawa dikarin bi şeklê xwe û kincên xwe nîşan bidin ku em xizmetkarên Yehowa ne?

      Du zilam li ber hakimekî disekinin. Yekî taximek li xwe kiriye, yê din jî kincên qetiyayî û kumek li xwe kiriye.

      Kesên mezin û meqambilind ji şeklê me û ji kincên me dibînin ku em hurmetê didin wan yan na. Bê guman Yehowa dibîne ku di dilê me de çi heye, lê gerek em bi şekl û şemala xwe ya baş qedir û hurmetê ji wî re nîşan bidin

      4. Şeklê me û kincên me qedir û hurmetê ji Yehowa re nîşan didin

      Sebeba herî muhîm ku em bala xwe didin şeklê xwe û kincên xwe çi ye? Peyxam 4:11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gelo kincên ku em li xwe dikin nîşan didin ku em Yehowa temsîl dikin?

      • Tu çi difikirî, gava em diçin xizmet yan civînan, gelo muhîm e ku em baş li şeklê xwe û kincên xwe binêrin?

      5. Baş bala xwe bide şeklê xwe û kincên xwe

      VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: “Her Tiştî ji bo Rûmeta Xwedê Bikin” (10:18)

      Kincên me çi biha çi erzan bin, tiştê herî muhîm ev e ku ew paqij, maqûl û minasib bin. 1. Korîntî 10:24 û 1. Tîmotêyos 2:9, 10 bixwîne. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Çima gerek em kincên gemarî, qetiyayî yan bêedeb li xwe nekin?

      • Çima gerek em kincên ku fikrên cinsî hişyar dikin, yanî kincên pir teng û vekirî li xwe nekin?

      Xizmetkarên Xwedê her çi qas ne di bin qanûna Mûsa de bin jî, ew ji wê dielimin ku Yehowa li ser hin meseleyan çawa difikire. 5. Mûsa 22:5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima gerek mêr kincên jinan, û jin jî kincên mêran li xwe nekin?

      1. Korîntî 10:32, 33 û 1. Yûhena 2:15, 16 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Çima gerek em ji xwe bipirsin, ka xwişk û birayên civata me û kesên din şeklê me û kincên me çawa dibînin?

      • Li cem we, însan xwe li gor kîjan modayê dixemilînin?

      • Gelo dibe ku hin ji wan modayan ji bo xizmetkarekî Xwedê ne minasib bin? Tu çima wisa difikirî?

      Em dikarin xwe li gor dilê xwe bixemilînin û di eynî wextê de dilê Yehowa jî şa bikin

      Jin û mêrên ku ji emir, qewm û miletên cuda ne, porê xwe li gor dilê xwe şeh kirine û kincên cuda li xwe kirine. Şekl û şemala wan hemûyan ji bo xizmetkarên Xwedê minasib e.

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez çi bixwazim, ezê li xwe bikim! Ev heqê minî şexsî ye.”

      • Gelo tu jî wisa difikirî? Çima erê, çima na?

      BI ÇEND GOTINAN

      Em bi şeklê xwe û kincên xwe qedir û hurmetê ji Yehowa Xwedê û ji kesên din re nîşan didin.

      Tu çi elimî?

      • Şeklê me û kincên me ji bo Yehowa çima muhîm in?

      • Kîjan pîvan alî me dikin ku em li ser şeklê xwe û kincên xwe qerarên baş bidin?

      • Gava kesên din şeklê me û kincên me dibînin, gelo ew li ser îbadeta rast çi difikirin?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Gelo kincên min di heqê min de çi îfade dikin?

      “Gelo Ez Xweşik û Rindik Xuya Dikim?” (Meqaleya Înternetê)

      Berî ku tu xwe deq bikî, çima baştir e ku tu li ser vê meseleyê kûr bifikirî?

      “Kitêba Pîroz li ser Deqkirinê Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

      Pîvanên Kitêba Pîroz alî me dikin ku em qerarên baş bidin.

      “Gelo Şekl û Şemala Te Rûmetê Dide Xwedê?” (Birca Çavdêriyê, Îlon 2016)

      Jineke dîndar elimî ku li ser şekl û şemala kesên din bi awayekî maqûl bifikire.

      “Ez ji Şekl û Şemala Kesên Din Pir Aciz Dibûm” (Hişyar Bin!, 22 Kanûn 2003)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne