-
Kitêba Pîroz li ser Alkolê Çi Dibêje?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
Kitêba Pîroz li ser Alkolê Çi Dibêje?
Li seranserê dinyayê, însan li ser vexwarina alkolê wek hev nafikirin. Hin kes car caran bi hevalên xwe re bi kêfxweşî alkolê vedixwin. Hin kes qet alkolê venaxwin. Hin kes jî heta serxweşbûnê alkolê vedixwin. Gelo Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê çi dibêje?
1. Gelo Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe dike?
Na, Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe nake. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê gelek tiştên xweş dane me. Yek ji wan jî ev e: “Şeraba ku dilê mirov şa dike” (Zebûr 104:14, 15). Di Kitêba Pîroz de tê gotin ku hin jin û mêrên dilsoz jî alkol vedixwar (1. Tîmotêyos 5:23).
2. Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê kîjan şîretan dide?
Yehowa vexwarina zêde ya alkolê û serxweşiyê qedexe dike (Galatî 5:21). Kitêba Pîroz dibêje: “Bi yên ku xemra zêde vedixwin … hevaltiyê meke” (Methelokên Silêman 23:20). Eger em bi tena serê xwe jî alkolê vexwin, gerek em hay jê hebin ku çi qas vedixwin. Yanî, gerek em ew qas alkolê venexwin ku em nikaribin bi zelalî bifikirin yan gotin û kirinên xwe kontrol bikin. Wekî din, gerek em zerarê nedin siheta xwe. Eger em nikaribin vexwarina alkolê kontrol bikin, gerek em bi temamî dev jê berdin.
3. Em çawa dikarin di meseleya alkolê de qedrê kesên din bigirin?
Her kes gerek xwe bi xwe qerarê bide ka ew alkolê vexwe yan na. Gerek em kesekî ku bi maqûlî alkolê vedixwe mehkûm nekin û gerek em zorê nedin tu kesî ku ew alkolê vexwe (Romayî 14:10). Eger wijdanê kesekî din ji vexwarina alkolê aciz bibe, emê hazir bin ku li ber wî alkolê venexwin (Romayî 14:21 bixwîne). “Bila her kes ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din bigere” (1. Korîntî 10:23, 24 bixwîne).
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em qerarê bidin, ka em alkolê vexwin yan na? Gelo em dikarin çi qas alkolê vexwin? Eger tu derdê alkolê dikişînî, gelo tu çawa dikarî jê xelas bibî?
4. Alkolê vexwim yan venexwim?
Gelo Îsa Mesîh li ser vexwarina alkolê çi difikirî? Ka bala xwe bide mucîzeya wî ya pêşîn. Yûhena 2:1-11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Gelo Îsa Mesîh li ser alkolê û li ser kesên ku alkol vedixwar, çi difikirî? Em ji vê mucîzeyê çi dielimin?
Wek ku me dît, Îsa Mesîh vexwarina alkolê qedexe nedikir. Gerek Mesîhiyên rast li ser kesên ku alkolê vedixwin, çawa bifikirin?
Erê rast e, xizmetkarên Xwedê dikarin alkolê vexwin, lê ev nayê maneya ku ev her tim qerareke baş e. Methelokên Silêman 22:3 bixwîne û bifikire ka teyê di van hal û rewşan de alkol vexwara yan na:
Tu erebeyekê dajoyî yan li ser makîneyekê kar dikî.
Tu ducanî yî.
Doktor dibêje ku gerek tu alkolê venexwî.
Vexwarina alkolê bûye belaya serê te.
Qanûna dewletê vexwarina alkolê qedexe dike.
Kesekî ku berê derdê alkolê dikişand, qerar daye ku qet alkolê venexwe. Rojekê tu pê re wext derbas dikî.
Gelo em dikarin di dawet yan di kêf û şahiyan de alkolê îkram bikin? Çi dikare alî te bike ku tu qerareke baş bidî? VÎDEOYÊ vêxe.
Romayî 13:13 û 1. Korîntî 10:31, 32 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Ev gotin çawa dikarin alî te bikin ku tu bi qerarên xwe dilê Yehowa şa bikî?
Vexwarin yan venexwarina alkolê qerareke şexsî ye. Kesekî ku carinan alkolê vedixwe jî, belkî qerarê dide ku carinan alkolê venexwe
5. Ez çi qas alkolê vexwim?
Yê ku dixwaze alkolê vexwe, bila vê yekê ji bîr neke: Yehowa îznê dide me ku em alkolê vexwin, lê ew vexwarina zêde qedexe dike. Gelo çima? Hoşeya 4:11, 18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Wexta ku kesek zêde alkolê vexwe, çi dikare biqewime?
Çi dikare alî me bike ku em zêde alkolê venexwin? Gerek em bi hedê xwe bizanin û jê derbas nebin. Methelokên Silêman 11:2 bixwînea û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima baş e ku em di wexta vexwarina alkolê de ji xwe re sînorekî maqûl deynin?
6. Tu dikarî ji derdê alkolê xelas bibî
Çi alî zilamekî kir ku ew ji derdê alkolê xelas bibe? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Di vê vîdeoyê de, vexwarina alkolê li ser Dimîtrî çawa tesîr dikir?
Gelo wî dikaribû zû dev ji vexwarina alkolê berde?
Gelo çi alî wî kir ku ew dev ji vexwarina alkolê berde?
1. Korîntî 6:10, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Serxweşî çima derdekî giran e?
Ev ayet çawa nîşan dide ku kesek dikare dev ji vexwarina alkolê berde?
Meta 18:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Bi vê mesela jêkirina dest, Îsa Mesîh dixwest bigota, ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em fedakariyê bikin. Eger tu hewl didî ku dev ji alkolê berdî, tu dikarî çi bikî?b
1. Korîntî 15:33 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Eger hevalên te pir alkolê vedixwin, ew dikarin li ser te çawa tesîr bikin?
BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Ma vexwarina alkolê ne guneh e?”
Teyê çawa cewab bidaya?
BI ÇEND GOTINAN
Alkol tiştekî xweş e ku Yehowa daye me, lê ew vexwarina zêde û serxweşiyê qedexe dike.
Tu çi elimî?
Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê çi dibêje?
Vexwarina zêde ya alkolê çima bizerar e?
Em çawa dikarin di meseleya alkolê de qedrê kesên din bigirin?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Keç û xort çawa dikarin li ser alkolê qerarên baş bidin?
Kîjan gav dikarin alî te bikin ku tu ji derdê alkolê xelas bibî?
“Alkolê bi Awayekî Maqûl Vexwe” (Birca Çavdêriyê, 1 Çile 2010)
Kitêba Pîroz li ser hildan û lihevdana qedehan çi dibêje?
Di meqaleya “Ez Bîdoneke Bêbinî Bûm” de bixwîne ku zilamekî çawa dev ji vexwarina zêde ya alkolê berda.
“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Gulan 2012)
-
-
Em Çima Bala Xwe Didin Şeklê Xwe û Kincên Xwe?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
DERS 52
Em Çima Bala Xwe Didin Şeklê Xwe û Kincên Xwe?
Her kes li gor dilê xwe kincan li xwe dike û xwe dixemilîne. Eger em guh bidin çend pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz, emê hem bi ya dilê xwe bikin û hem jî dilê Yehowa xweş bikin. Ka em bala xwe bidin çend pîvanan.
1. Kîjan pîvan alî me dikin ku em li ser şeklê xwe û kincên xwe qerarên baş bidin?
Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em kincên “sade, lê li gor edebê û bi awayekî pîvangî” li xwe bikin (1. Tîmotêyos 2:9, KP). Şekl û şemala me nîşan dide ku em “di riya Xwedê de diçin” (1. Tîmotêyos 2:10). Bala xwe bide van çar pîvanan: (1) Gerek kincên me “sade” bin. Wek di civînên me de tê dîtin, her xizmetkarekî Yehowa xwe bi rengekî dixemilîne. Lê her kes bi xemla kinc û porê xwe ji Xwedê re qedir û hurmetê nîşan dide. (2) Gerek kincên me “li gor edebê” bin. Yanî gerek cil û kincên me bala kesên din zêde nekişînin ser me û nebin sebeb ku hişên wan herin ser bêexlaqiyê. (3) Gerek em xwe “bi awayekî pîvangî” bixemilînin. Yanî gerek em xwe li gor her modaya vê dinyayê nexemilînin. (4) Şekl û şemala me nîşan dide ku em “di riya Xwedê de diçin”, yanî ku em ji Xwedayê rast re îbadetê dikin (1. Korîntî 10:31).
2. Şeklê me û kincên me li ser xwişk û birayan çawa tesîr dikin?
Helbet her kes dikare li gor dilê xwe kincan li xwe bike. Lê gerek em bala xwe bidinê ku şeklê me li ser kesên din tesîreke çawa dihêle. Em qet naxwazin ku kesên din ji şeklê me aciz bibin. Kitêba Pîroz dibêje: “Bila her yek ji me ji bo qenciya cîranê xwe dilê wî xweş bike, da ku ew bê avakirin” (Romayî 15:1, 2 bixwîne).
3. Şeklê me û kincên me çawa dikarin dilê însanan ji bo îbadeta rast vekin?
Em xîret dikin ku tim kincên minasib li xwe bikin. Gava em diçin xizmet û civînan, em hê zêdetir bala xwe didin kincên xwe. Em naxwazin ku şeklê me ji kesên din re bibe asteng ku ew bala xwe nedin xebera xêrê. Li şûna vê yekê, em dixwazin ku şeklê me û kincên me ‘hînkirina xelaskarê me Xwedê bixemilîne’ û dilê kesên din ji bo rastiyê veke (Tîtos 2:10).
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Gelo em çawa dikarin bi şeklê xwe û kincên xwe nîşan bidin ku em xizmetkarên Yehowa ne?
Kesên mezin û meqambilind ji şeklê me û ji kincên me dibînin ku em hurmetê didin wan yan na. Bê guman Yehowa dibîne ku di dilê me de çi heye, lê gerek em bi şekl û şemala xwe ya baş qedir û hurmetê ji wî re nîşan bidin
4. Şeklê me û kincên me qedir û hurmetê ji Yehowa re nîşan didin
Sebeba herî muhîm ku em bala xwe didin şeklê xwe û kincên xwe çi ye? Peyxam 4:11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Gelo kincên ku em li xwe dikin nîşan didin ku em Yehowa temsîl dikin?
Tu çi difikirî, gava em diçin xizmet yan civînan, gelo muhîm e ku em baş li şeklê xwe û kincên xwe binêrin?
5. Baş bala xwe bide şeklê xwe û kincên xwe
Kincên me çi biha çi erzan bin, tiştê herî muhîm ev e ku ew paqij, maqûl û minasib bin. 1. Korîntî 10:24 û 1. Tîmotêyos 2:9, 10 bixwîne. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima gerek em kincên gemarî, qetiyayî yan bêedeb li xwe nekin?
Çima gerek em kincên ku fikrên cinsî hişyar dikin, yanî kincên pir teng û vekirî li xwe nekin?
Xizmetkarên Xwedê her çi qas ne di bin qanûna Mûsa de bin jî, ew ji wê dielimin ku Yehowa li ser hin meseleyan çawa difikire. 5. Mûsa 22:5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima gerek mêr kincên jinan, û jin jî kincên mêran li xwe nekin?
1. Korîntî 10:32, 33 û 1. Yûhena 2:15, 16 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Çima gerek em ji xwe bipirsin, ka xwişk û birayên civata me û kesên din şeklê me û kincên me çawa dibînin?
Li cem we, însan xwe li gor kîjan modayê dixemilînin?
Gelo dibe ku hin ji wan modayan ji bo xizmetkarekî Xwedê ne minasib bin? Tu çima wisa difikirî?
Em dikarin xwe li gor dilê xwe bixemilînin û di eynî wextê de dilê Yehowa jî şa bikin
HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez çi bixwazim, ezê li xwe bikim! Ev heqê minî şexsî ye.”
Gelo tu jî wisa difikirî? Çima erê, çima na?
BI ÇEND GOTINAN
Em bi şeklê xwe û kincên xwe qedir û hurmetê ji Yehowa Xwedê û ji kesên din re nîşan didin.
Tu çi elimî?
Şeklê me û kincên me ji bo Yehowa çima muhîm in?
Kîjan pîvan alî me dikin ku em li ser şeklê xwe û kincên xwe qerarên baş bidin?
Gava kesên din şeklê me û kincên me dibînin, gelo ew li ser îbadeta rast çi difikirin?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Gelo kincên min di heqê min de çi îfade dikin?
Berî ku tu xwe deq bikî, çima baştir e ku tu li ser vê meseleyê kûr bifikirî?
“Kitêba Pîroz li ser Deqkirinê Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)
Pîvanên Kitêba Pîroz alî me dikin ku em qerarên baş bidin.
“Gelo Şekl û Şemala Te Rûmetê Dide Xwedê?” (Birca Çavdêriyê, Îlon 2016)
Jineke dîndar elimî ku li ser şekl û şemala kesên din bi awayekî maqûl bifikire.
“Ez ji Şekl û Şemala Kesên Din Pir Aciz Dibûm” (Hişyar Bin!, 22 Kanûn 2003)
-