- 
	                        
            
            Ji Birayê Îsa Mesîh ê Biçûk Hîn BibeBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2022 | Çile
- 
                            - 
                                        WEK AQÛB DILNIZM BEGava Îsa ji Aqûb re xuya bû, Aqûb ew wek Mesîh qebûl kir û ji wê wextê û pê ve bû şagirtê wî (Li paragrafên 5 heta 7an binêre) 5. Vê yekê ku Îsa Mesîh piştî rabûna ji mirinê ji Aqûb re xuya bû li ser Aqûb çawa tesîr kir? 5 Gelo Aqûb kengê bû şagirtê Îsa Mesîh? Piştî ku Îsa ji mirinê rabû, ew “ji Aqûb re xuya bû, piştre jî ji hemû Şandiyan re” (1. Korîntî 15:7). Ji wê rojê û pê ve, Aqûb bû şagirtê Îsa Mesîh. Gava şandiyên Îsa Mesîh li odeyeke jorîn li Orşelîmê li benda ruhê pîroz bûn, Aqûb jî li wê derê bû (Karên Şandiyan 1:13, 14). Paşê, Aqûb bû endamê koma rêberiyê ya sedsala yekê (Karên Şandiyan 15:6, 13-22; Galatî 2:9). Çendek berî sala 62yan a P.M., wî bi îlhama Xwedê ji şagirtên meshkirî re nameyek nivîsî. Hêviya me her çi be jî – jiyana li ezmanan yan li rûyê erdê – ev name ji bo me bifeyde ye (Aqûb 1:1). Li gor dîrokzan Josephus, Aqûb bi emrê Serokkahîn Hananyayê Biçûk hat îdamkirin. Belê, Aqûb heta dawiya jiyana xwe ji Yehowa re dilsoz ma. 
 
-