KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Gelo Xwedê ji Hemû Eyd û Cejnan Razî ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Efesî 5:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Berî ku em qerarê bidin ka em eyd û cejnekê pîroz bikin yan na, gerek em çi bizanibin?

      • Li hêla te, însan kîjan eyd û cejnan pîroz dikin?

      • Tu çi difikirî, gelo Yehowa ji van eyd û cejnan razî ye yan na?

      Gelo Yehowa li ser cejna rojbûnê çi difikire? Di Kitêba Pîroz de qet nayê gotin ku xizmetkarekî Yehowa rojbûna xwe pîroz kiriye. Lê ew behsa rojbûnên du kesên ku ne xizmetkarên Yehowa bûn, dike. 1. Mûsa 40:20-22 û Meta 14:6-10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Di van her du cejnan de çi qewimîbû?

      • Tu ji van ayetan çi dielimî? Gelo Yehowa li ser pîrozkirina rojbûnê çi difikire?

      Belkî tu ji xwe dipirsî: “Eger ez rojbûna kesekî pîroz bikim yan herim cejneke din a ku ne li gor Kitêba Pîroz e, ma çi xema Yehowa ye?” 2. Mûsa 32:1-8 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Eyd û Cejnên ku Yehowa ji Wan ne Razî ye (5:07)

      • Çima gerek em fehm bikin ku Yehowa li ser eyd û cejnekê çawa difikire?

      • Em çawa dikarin vê yekê bizanibin?

      Em ji ku dizanin ka Yehowa ji eyd û cejnekê razî ye yan na?

      • Koka wê cejnê ji ku tê? Lêkolîn bike ka ev cejn li gor Kitêba Pîroz e yan na.

      • Gelo ew rûmetê dide însan, teşkîlat yan nîşanên welatî? Berî her kesî, em rûmetê didin Yehowa û bawer dikin ku tenê ew dikare derdên dinyayê safî bike.

      • Gelo ew cejn û adet li gor qanûnên Kitêba Pîroz in? Gerek em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin.

  • Dema Tu li Kêf û Rihetiya Xwe Dinêrî, Dilê Yehowa Xweş Bike
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 53. Dê, bav û keçika hûr garisên teqandî dixwin û li televîzyonê temaşe dikin.

      DERS 53

      Dema Tu li Kêf û Rihetiya Xwe Dinêrî, Dilê Yehowa Xweş Bike

      Yehowa “Xwedayê dilxweş” e (1. Tîmotêyos 1:11, NWT). Ew dixwaze em dilxweş bin û carinan li kêf u rihetiya xwe jî binêrin. Gava ew dibîne em xwe rihet dikin, ew şa dibe. Gelo em çawa dikarin di dema xwe ya vala de kêf bikin, xwe rihet bikin û dîsa jî dilê Yehowa xweş bikin?

      1. Em çawa dikarin dema xwe ya vala bihîkmet derbas bikin?

      Gava tu xwe rihet dikî, tu sebra xwe bi çi tînî? Her kes dema xwe ya vala bi rengekî derbas dike. Hin kes dema xwe bi kêfxweşî li malê derbas dikin. Mesela, ew ji xwe re kitêbekê dixwînin, li muzîkê guhdarî dikin, li rêzefîlman mêze dikin yan dikevin Înternetê. Hin kesên din jî hez dikin ku dema xwe bi heval û hogirên xwe re derbas bikin. Mesela, ew ji xwe re digerin, diçin şevbihêrka hevdû yan bi topê dilîzin. Em çi bikin jî, gerek em tenê “tiştê ku li xweşa Xudan diçe” bikin (Efesî 5:10). Ev yek pir muhîm e, çimkî îro gelek însan wexta xwe bi tiştên xerab re derbas dikin. Mesela, yên wek zordarî, bêexlaqiya cinsî yan cindarî. Yehowa ji van tiştan nefret dike (Zebûr 11:5 bixwîne). Çi dikare alî te bike ku tu wexta xwe bihîkmet derbas bikî?

      Dostên ku ji Yehowa hez dikin dikarin tesîreke baş li ser te û kêf û rihetiya te bikin. Wek em elimîn, “kesê bi şehrezayan re digere şehreza dibe”. Lê gelek kes hene ku ji qanûnên Yehowa hez nakin. Eger em wexta xwe bi wan re derbas bikin, emê zerarê bibînin (Methelokên Silêman 13:20).

      2. Çima gerek em dema xwe bi zêdeyî ji bo kêf û rihetiyê derbas nekin?

      Belkî em sebra xwe bi tiştên baş tînin, lê gerek em bala xwe bidinê ku em wexta xwe bi zêdeyî ji bo kêf û rihetiyê derbas nekin. Eger em bala xwe nedin vê yekê, wexta me ji bo tiştên herî muhîm namîne. Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku gerek em wexta xwe bi awayê herî baş derbas bikin (Efesî 5:15, 16 bixwîne).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Wexta tu li kêf yan rihetiya xwe dinêrî, tu çawa dikarî sebra xwe bi tiştên qenc bînî?

      3. Dema xwe bi tiştên xerab re derbas neke

      Çima gerek em hay ji xwe hebin ku dema xwe bi çi re derbas dikin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Gelo Ez Dema Xwe bi Çi re Derbas Dikim? (4:39)

      • Lîstikên şervanên li Romaya berê, yanî yên gladyatoran çawa dişibin tiştên ku însan îro sebra xwe bi wan tînin?

      • Danny li ser tiştên ku sebra xwe pê dianî, çi elimî?

      Romayî 12:9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Ev ayet çawa alî te dike ku tu dema xwe bi tiştên qenc re derbas bikî?

      Hin tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, çi ne? Methelokên Silêman 6:16, 17 û Galatî 5:19-21 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Wek di van ayetan de tê gotin, îro însan bi kîjan tiştan re mijûl dibin?

      Li ser kêf û rihetiya xwe qerarên baş bide

      Li ser van pirsan bifikire:

      • Ez wexta xwe bi çi re derbas dikim? Gelo Yehowa ji wan tiştan nefret dike?

      • Ez wexta xwe kengê derbas dikim? Gelo ew tişt cihê tiştên muhîmtir digirin?

      • Ez wexta xwe bi kê re derbas dikim? Gelo ew kes ji Yehowa hez dikin?

      Gerek em xwe ji bo saxî û selametiya xwe ji cihên bixeter û talûke dûr bigirin. Bi eynî awayî, gerek em xwe ji tiştên ku dikarin zerarê bidin me jî, dûr bigirin

      Erebeyek li qeraxa rêyeke çiyayî tê ajotin. Pişta erebeyê hema bêje dike ji rê derkeve.

      4. Dema xwe bi awayekî baş derbas bike

      VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Çi Dema Te Kontrol Dike? (2:45)

      • Di vê vîdeoyê de, birayê me li tu tiştekî xerab mêze nedikir, lê wexta wî li ser çi çû?

      Filîpî 1:10 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Li gor vê ayetê, gerek em çi qas wexta xwe ji bo kêf û rihetiyê veqetînin?

      5. Dema xwe bi tiştên baş re derbas bike

      Yehowa ji hin kêf û şahiyan ne razî ye. Dîsa jî, em dikarin wexta xwe bi gelek tiştên xweş re derbas bikin. Waiz 8:15 û Filîpî 4:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Tu wexta xwe ya vala bi kîjan tiştên xweş re derbas dikî?

      Albûm: Mirovên ku emrên wan ji hev cuda ne, dema xwe ya vala bi tiştên xweş re derbas dikin. 1. Keçikek li muzîkê guhdarî dike û resmekî xêz dike. 2. Sê xort bi goga destan dilîzin. 3. Du kurik bisîkletê dajon. 4. Kurikek erebeyeke pêlîstokê ava dike. 5. Zilamek li def û daholê dide. 6. Kurikek bi bavê xwe re lîstika kompîturê dilîze. 7. Jinikek wêneyekî digire.

      Em dikarin di dema xwe ya vala de gelek tiştên xweş bikin

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Tiştên ku tê de zordarî, bêexlaqiya cinsî yan cindarî heye, bi eslê xwe bêzerar in. Em dikarin sebra xwe pê bînin.”

      • Teyê çi bigota?

      BI ÇEND GOTINAN

      Yehowa dixwaze ku em li kêf û rihetiya xwe binêrin û sebra xwe bi tiştên qenc bînin.

      Tu çi elimî?

      • Gerek xizmetkarên Xwedê dema xwe çawa derbas nekin?

      • Çima gerek em hay ji xwe hebin ku em çi qas wexta xwe ji bo kêf û rihetiyê derbas dikin?

      • Tu çima dixwazî di dema xwe ya vala de jî dilê Yehowa xweş bikî?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Gelo kesekî din dikare li şûna min qerarê bide ka ez dema xwe ya vala çawa derbas bikim?

      “Gelo Şahidên Yehowa Hin Fîlm, Pirtûk yan Stranan Qedexe Dikin?” (Meqaleya Înternetê)

      Tu çawa dikarî dema xwe ya vala bi awayekî baş derbas bikî?

      “Ji Dema Kêf û Rihetiyê Feydeyê Bistîne” (Birca Çavdêriyê, 15 Cotmeh 2011)

      Xortek tîne zimên ku ew çima êdî wexta xwe bi tiştên xerab re derbas nake. Meqaleya “Ez Êdî li Hemberî Tu Kesî Nînim” bixwîne.

      “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Sibat 2010)

      Jinikek qerarê dide ku li fîlmên li ser cindariyê temaşe neke.

      Di Wexta Kêf û Rihetiyê de ji Cindariyê Dûr Bikeve (2:02)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne