-
Tu Çawa Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Zêdetir Feydeyê Bistînî?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
3. Tu çawa dikarî wexta xwe ji bo xwendina Kitêba Pîroz veqetînî?
Li gelek kesan zor tê ku ji bo xwendina Kitêba Pîroz wexta xwe veqetînin. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji fersenda vê demê îstifade bikin” (Efesî 5:16). Tu dikarî wexta xwe wisa eyar bikî ku tu her roj Kitêba Pîroz bixwînî. Mesela, hin kes serê sibê dixwînin. Hin kes di hundirê rojê de dixwînin. Û hin kes jî êvarê, berî raketinê dixwînin. Gelo ji bo te kîjan wext baş e?
-
-
Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
3. Li gor rêberiya Kitêba Pîroz bimeşe
Gava ku em qeraran didin, pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin rê nîşanî me bidin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Îradeya azad çi ye?
Çima Yehowa îradeya azad daye me?
Ji bo ku em qerarên baş bidin, Yehowa çi daye me?
Ji bo mîsaleke li ser pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz, Efesî 5:15, 16 bixwîne. Paşê sohbetê bikin ka tu çawa dikarî “ji fersenda vê demê îstifade” bikî …
ku tu her roj Kitêba Pîroz bixwînî.
ku tu bibî jin, mêr, dê, bav, keç yan kurekî baştir.
ku tu herî îbadetên Şahidên Yehowa.
-
-
Dema Tu li Kêf û Rihetiya Xwe Dinêrî, Dilê Yehowa Xweş BikeHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
2. Çima gerek em dema xwe bi zêdeyî ji bo kêf û rihetiyê derbas nekin?
Belkî em sebra xwe bi tiştên baş tînin, lê gerek em bala xwe bidinê ku em wexta xwe bi zêdeyî ji bo kêf û rihetiyê derbas nekin. Eger em bala xwe nedin vê yekê, wexta me ji bo tiştên herî muhîm namîne. Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku gerek em wexta xwe bi awayê herî baş derbas bikin (Efesî 5:15, 16 bixwîne).
-
-
Dema Tu li Kêf û Rihetiya Xwe Dinêrî, Dilê Yehowa Xweş BikeHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
-
-
4. Dema xwe bi awayekî baş derbas bike
VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Di vê vîdeoyê de, birayê me li tu tiştekî xerab mêze nedikir, lê wexta wî li ser çi çû?
Filîpî 1:10 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Li gor vê ayetê, gerek em çi qas wexta xwe ji bo kêf û rihetiyê veqetînin?
-