KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Rêberiya Civatê Çawa Tê Kirin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Yehowa Xwedayê rêz û tertîbê ye (1. Korîntî 14:33, 40). Ji ber vê yekê, cemaeta xizmetkarên wî jî bi rêz û tertîb e. Rêberiya civatê çawa tê kirin? Gelo em dikarin ji bo rêz û tertîba civatê çi bikin?

      1. Serê civatê kî ye?

      “Mesîh serê Civînê [civatê, NWT] ye” (Efesî 5:23). Ji ezmanan, Îsa Mesîh li seranserê dinyayê rêberiya fealiyetên Şahidên Yehowa dike. Wî komeke biçûk a rîspiyên bitecrûbe, yanî “xulamê dilsoz û bihîkmet” tayîn kiriye, û jê re Koma Rêberiyê jî tê gotin (Meta 24:45-47 ji NWT bixwîne). Di sedsala yekê de, şandî û rîspiyên li Orşelîmê rêberiya Mesîhiyên pêşîn dikir. Îro Koma Rêberiyê civatên li seranserê dinyayê bi rê ve dibe (Karên Şandiyan 15:2). Lê belê, ev zilam ne serokên teşkîlata me ne. Ji bo ku ew fehm bikin ka Yehowa dixwaze ew çi bikin, ew Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Û ew her tim hazir in ku li gor rêberiya Îsa Mesîh hereket bikin.

      2. Wezîfeya rîspiyên civatê çi ye?

      Rîspî, zilamên Mesîhî yên dilsoz û bitecrûbe ne, û ew ji Kitêba Pîroz dielimînin. Wek şivanekî baş, ew alîkariyê didin xizmetkarên Yehowa û dilê wan ava dikin. Ew ji bo wezîfeyên xwe pereyan nastînin. Ew vê yekê “ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî” dikin (1. Petrûs 5:1, 2). Di civatê de, alîkarên civatê jî hene. Ew zilam destekê didin rîspiyên civatê. Piştî wextekê, eger ew şert û şîretên Kitêba Pîroz bînin cih, ew dikarin wek rîspiyên civatê bên tayînkirin.

      Koma Rêberiyê hin rîspiyên civatê wek nazirên herêmê, yanî çavdêrên herêmê, tayîn dike. Ji bo ku çavdêrên herêmê rêberî û dilxweşiyê bidin xwişk û birayan, ew diçin serdana civatan. Gava ku ew dibînin ku zilam li gor şert û şîretên Kitêba Pîroz hereket dikin, ew wan wek rîspî yan alîkarên civatê tayîn dikin (1. Tîmotêyos 3:1-10, 12; Tîtos 1:5-9).

      3. Mesûliyeta her Şahidekî Yehowa çi ye?

      Di civatê de, her kes “pesnê navê Xudan” dide. Yanî, gava ku civînên me çêdibin, em kilaman dibêjin, cewaban didin û wezîfeyên xwe tînin cih. Wekî din, heta ku ji destê me tê, em xebera xêrê jî belav dikin (Zebûr 148:12, 13 bixwîne).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Îsa Mesîh rêberekî çawa ye? Rîspî çawa dikarin wek wî hereket bikin? Û em çawa dikarin li gor rêberiya Îsa Mesîh bimeşin û bi rîspiyan re hevkariyê bikin?

      4. Rêberiya Îsa Mesîh dilê me rihet dike

      Îsa Mesîh me ji bo tiştekî pir xweş dawet dike. Meta 11:28-30 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Îsa Mesîh serokekî çawa ye û rêberiya wî li ser me çawa tesîr dike?

      Rîspî çawa wek Îsa Mesîh hereket dikin? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Piştî Erdhejîna li Nepalê Rîspî Alîkariyê Didin (4:56)

      Kitêba Pîroz bi zelalî dibêje ku rîspî gerek wezîfeyên xwe çawa bikin.

      Îşaya 32:2 û 1. Petrûs 5:1-3 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Rîspî dixwazin wek Îsa Mesîh dilê kesên din xweş ava bikin. Ev yek li ser te çawa tesîr dike?

      • Wekî din, rîspî çawa dikarin wek Îsa Mesîh tevbigerin?

      5. Rîspî bi gotin û kirinên xwe dielimînin

      Îsa Mesîh dixwaze ku rîspî li mesûliyeta xwe çawa binêrin? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Rîspî Rêberiyê Dikin! (7:39)

      Îsa Mesîh ji bo kesên ku rêberiya civatê dikin, qanûn û pîvan danîne. Meta 23:8-12 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Îsa Mesîh ji bo rîspiyan çi qanûn û pîvan danîne? Gelo rêberên dînên din li gor gotinên Îsa Mesîh hereket dikin?

      A. Albûm: Rîspiyek bala xwe dide hewcedariyên xwe yên ruhî û yên malbata xwe. 1. Ew berî lêkolîna Kitêba Pîroz dua dike. 2. Ew û jina xwe, keça xwe di heqê Kitêba Pîroz de hîn dikin. B. Eynî rîspî û jina xwe diçin serdana xwişkeke nexweş a civata xwe li nexweşxaneyê. C. Eynî rîspî li mala zilamekî mizgînê dide wî. D. Albûm: 1. Eynî rîspî li civînê gotarekê dide. 2. Ew Salona Îbadetê paqij dike.
      1. Rîspî îmana xwe û maliyên xwe xurt dikin

      2. Rîspî li xwişk û birayên civatê xwedî derdikevin

      3. Rîspî tim xebera xêrê belav dikin

      4. Rîspî mamosteyên Kitêba Pîroz in. Ew paqijiyê û wezîfeyên din jî dikin

      6. Em dikarin bi rîspiyan re hevkariyê bikin

      Kitêba Pîroz zelal dike ku çima muhîm e ku em bi rîspiyan re hevkariyê bikin. Îbranî 13:17 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Kitêba Pîroz dilê me xurt dike ku em guh bidin rîspiyên civatê û bi ya wan bikin. Bi dîtina te, gelo ev tiştekî rind e?

      Lûqa 16:10 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima muhîm e ku em di tiştên biçûk de jî bi rîspiyan re hevkariyê bikin?

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez bi Xwedê bawer dikim. Dîn ji min re ne lazim e.”

      • Li gor te, çima bifeyde ye ku em tevî civatê ji Xwedê re îbadetê bikin?

      BI ÇEND GOTINAN

      Îsa Mesîh serê civatê ye. Rîspiyên civatê li gor rêberiya wî hereket dikin. Ew bi gotin û kirinên xwe me dielimînin û dilrihetiyê didin me. Loma, em bi kêfxweşî bi wan re hevkariyê dikin.

      Tu çi elimî?

      • Serê civatê kî ye?

      • Rîspî çawa alîkariya civatê dikin?

      • Mesûliyeta her Şahidekî Yehowa çi ye?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Bibîne ku Koma Rêberiyê û rîspiyên civatê ji xwişk û birayan çi qas hez dikin.

      Xurtkirina Xwişk û Birayên di bin Qedexeyan de (4:22)

      Çavdêrekî herêmê behsa karê xwe dike.

      Jiyana Çavdêrekî Herêmê li Giravên Brezîlê (4:51)

      Rola jinan di civatê de çi ye?

      “Gelo di nav Şahidên Yehowa de Jin jî Weazê Didin?” (Birca Çavdêriyê, 1 Îlon 2012)

      Rîspiyên civatê wext û qeweta xwe ji bo xwişk û birayan xerc dikin.

      “Rîspiyên Civatê – ‘Alîkarên Şahiya Me’” (Birca Çavdêriyê, 15 Çile 2013)

  • Jin û Mêr Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 1. Kitêba Pîroz çi şîretê dide mêran?

      Yehowa mêr kiriye serê malê (Efesî 5:23 bixwîne). Ew dixwaze ku mêr ji bo malbata xwe qerarên baş bide. Kitêba Pîroz vê şîretê dide mêran: “Ji jina xwe hez bike” (Efesî 5:25). Maneya vê çi yê? Mêrekî dilovan hem li malê hem li derve ji jina xwe re qenc e. Ew saxî û selametiya jina xwe diparêze, dilê wê xweş dike û çi ji wê re lazim be jî dide wê (1. Tîmotêyos 5:8). Ya herî muhîm jî ev e: Mêr alî jina xwe dike ku dostaniya wê ya bi Yehowa re xurt bimîne (Meta 4:4). Mesela, ew bi jina xwe re dua dike û Kitêba Pîroz dixwîne. Mêrê ku ji dil li jina xwe xwedî derdikeve bi eslê xwe nîşan dide ku ew ji Yehowa jî hez dike (1. Petrûs 3:7 bixwîne).

  • Xulamê Dilsoz û Bihîkmet Kî ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Îsa Mesîh serê civata Mesîhiyên rast e (Efesî 5:23). Îro Îsa Mesîh ji ezmanan bi destê “xulamê dilsoz û bihîkmet” rêberiya xizmetkarên Xwedê yên li ser rûyê erdê dike (Meta 24:45 ji NWT bixwîne). Îsa Mesîh bi xwe ev “xulam” tayîn kiriye û îzin daye wî ku ew rêberiya xizmetkarên Xwedê bike. Lê dîsa jî, ev xulam guh dide Îsa Mesîh û ew ji birayên Mesîh re xizmetê dike. Gelo ev xulam kî ye? Û ew çawa li me xwedî derdikeve?

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne