-
Fikrên Dinyayê Red Bike!Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2019 | Hezîran
-
-
“DI RUH Û HIŞÊ XWE DE NÛ BIBIN”
7. Em çawa dikarin “di ruh û hişê xwe de nû bibin”?
7 Gelo em dikarin şexsiyeta xwe biguherînin? Peyva Xwedê wisa dibêje: “Di ruh û hişê xwe de nû bibin û mirovê nû li xwe bikin ê ku di rastdarî û pîroziya rastiyê de li gor Xwedê hatiye afirandin” (Ef. 4:23, 24). Belê, em dikarin şexsiyeta xwe biguherînin, lê ev yek helbet ne hêsan e. Ne bes e ku em xwestek û kirinên nerast tenê kontrol bikin. Gerek em “di ruh û hişê xwe de nû bibin”. Ev tê maneya ku gerek em bi dewamî xîret bikin ku em xwestek, meyl û niyetên xwe biguherînin.
8-9. Serpêhatiya birayekî me çawa nîşan dide ku gerek em “ruh û hişê xwe” biguherînin?
8 Birayekî me berê mirovekî zordar bû. Piştî ku wî dev ji vexwarin û şeroktiyê berda, ew bin av bû û li gundê xwe bû emsaleke baş. Lê belê êvarekê, tiştekî nehêvîkirî hat serê wî. Zilamekî serxweş hat mala wî û dixwest bi wî şer bikira. Di serî de, birayê me xwe girt û şer nekir. Lê gava zilam çêrî navê Yehowa kir, birayê me xwe winda kir û lê xist. Problem çi bû? Birayê me bi saya kursa Kitêba Pîroz her çi qas dev ji zordariyê berdabû jî, ew “di ruh û hişê xwe de” hê nû nebûbû, yanî wî şexsiyeta xwe bi temamî neguherandibû.
9 Dîsa jî, birayê me dev ji xîreta xwe berneda ku xwe biguherîne (Mtl. 24:16). Bi alîkariya kalên civatê, ew hêdî hêdî pêş ve çû. Bi zeman re, ew bû kalê civatê. Paşê, êvarekê, li ber Salona Îbadetê dîsa tiştek hat serê wî. Zilamekî serxweş kir ku li birayekî din bixe. Lê îcar, birayê me bi dilnizmî bi zilamê serxweş re peyivî, hêrsa vî zilamî danî û alî wî kir ku ew here malê. Belê, birayê me “ruh û hişê xwe” êdî guherandibû. Ew êdî bûbû mirovekî aştîhez û dilnizm, ê ku bi hal û hereketên xwe Yehowa birûmet dikir.
10. Ji bo ku em xwe biguherînin, gerek em çi bikin?
10 Guhertinên wisa ji nişka ve an bi otomatîk çênabin. Belkî gerek em bi salan “xîretkêşiyê bi kar bînin” (2. Ptr. 1:5). Tiştê herî muhîm ne ev e ku em çend sal “di rastiyê de” bin, lê ev e ku em bi dil û can xîret bikin ku “ruh û dilê xwe” biguherînin. Niha emê bibînin ku em çawa dikarin vêya bikin.
EM ÇAWA DIKARIN “RUH Û HIŞÊ XWE” BIGUHERÎNIN?
11. Dua çawa dikare alî me bike ku em “ruh û hişê xwe” biguherînin?
11 A yekê, dua pir muhîm e. Gerek em wek zebûrbêj dua bikin: “Ey Xwedê, tu dilekî pak bide min, nû û zexim bike, ruhê hundirê min” (Zeb. 51:10). Gerek em “ruh û hişê xwe” biguherînin û dua bikin ku Yehowa alî me bike. Gelo Yehowa wê alî me bike ku em xwe biguherînin? Helbet! Li rojên Hêzekîêl, Yehowa di heqê Îsraêliyên serhişk de wisa soz da: “Ez ê yek dilekî bidim wan û ez ê ruhekî nû bixim hundirê [wan] ... û dilekî ji goşt bidim wan [yanî dilekî ku rêberiya Xwedê qebûl dike]” (Hêz. 11:19). Yehowa hazir bû ku alî Îsraêliyan bike ku ew xwe biguherînin, û ew hazir e ku alî me jî bike.
12-13. (a) Li gor Zebûr 119:59, gerek em li ser çi kûr bifikirin? (b) Wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?
12 A diduyan, fikirîna kûr jî pir muhîm e. Lazim e ku em Peyva Xwedê her roj bixwînin û kûr bifikirin ka gerek em kîjan fikir û hîsan biguherînin (Zebûr 119:59 bixwîne; Îbr. 4:12; Aqûb 1:25). Gelo felsefeyên dinyayê li me xweş tên? Eger wisa be, gerek em vê zeîfiyê bi duristî qebûl bikin û xîret bikin ku ji wê bifilitin.
13 Mesela, ji xwe bipirse: “Gelo di dilê min de piçikek dexesî an çavnebarî heye?” (1. Ptr. 2:1). “Gelo ez xwe seba kok, xwendin an mal û milkê xwe ji kesên din bilindtir dibînim?” (Mtl. 16:5). “Gelo ez kesên ku bi qasî min dewlemend nînin an ji miletekî din in, kêm dibînim?” (Aqûb 2:2-4). “Gelo tiştên ku dinyaya Îblîs pêşkêşî min dike li min xweş tên?” (1. Yûh. 2:15-17). “Gelo ez ji muzîk, fîlm û lîstikên bêexlaq û zordar kêfê distînim?” (Zeb. 97:10; 101:3; Amos 5:15). Bi alîkariya pirsên wisa, tu dikarî fehm bikî ku gerek tu li kîjan waran hê zêdetir xîret bikî. Gava tu serî bi fikrên nerast re derdixînî, yên ku li dilê te kûr rûniştine, Xwedê wê ji te razî bibe (Zeb. 19:14).
14. Çima ew qas muhîm e ku em ji xwe re hevalên baş hilbijêrin?
14 A sisêyan, gerek em ji xwe re hevalên baş hilbijêrin. Bivê nevê, hevalên te wê li ser te tesîr bikin (Mtl. 13:20). Piraniya hevalders û hevalkarên me ji fikrên Xwedê dûr in. Lê belê em dikarin li civatê ji xwe re hevalên baş bibînin. Xwişk û birayên me wê me “ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin” (Îbr. 10:24, 25).
-