- 
	                        
            
            Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Cinsî Çi Dibêje?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
- 
                            - 
                                        4. Tu dikarî li hemberî ceribandinên cinsî dilsoz bimînîKengê ji bo me zor e ku em ji aliyê cinsî ve paqij bimînin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin: - Gava birayê me fehm kir ku fikir û kirinên wî dikarin bibin sebeb ku ew ji jina xwe re dilsoz nemîne, wî çi kir? 
 Ji bo Mesîhiyên dilsoz jî carinan zor e ku xwe ji fikrên pîs dûr bigirin. Gelo em çawa dikarin fikrên bêexlaq ji hişê xwe derxin? Filîpî 4:8 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin: - Gerek em li ser kîjan tiştan bifikirin? 
- Xwendina Kitêba Pîroz û xizmeta Yehowa çawa alî me dikin ku em li hemberî ceribandinan bisekinin û guneh nekin? 
 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Bi Gotinên Xwe Dilê Yehowa Xweş BikeHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
- 
                            - 
                                        3. Çi alî me dike ku em bi zimanekî xweş xeber bidin?Gotinên ku ji devê me derdikevin eşkere dikin ku dilê me û hişê me li ser çi ye (Lûqa 6:45). Loma, gerek em xwe bielimînin ku em bala xwe bidin ser tiştên baş. Yanî gerek em li ser tiştên rast, paqij, delal û hêjayî pesindanê bifikirin (Filîpî 4:8). Ji ber vê yekê, gerek em hay ji xwe hebin ku em sebra xwe bi çi tînin, di televîzyonê de li çi mêze dikin û wexta xwe bi dostên baş re derbas bikin (Methelokên Silêman 13:20). Wekî din, gerek em pêşî baş bifikirin û paşê xeber bidin. Bila haya te ji gotinên te hebe ku ew li ser kesên din çawa tesîr dikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Gotinên bêfikar wekî birîna şûr e, lê zimanê şehrezayan şifa ye” (Methelokên Silêman 12:18, Mizgînî). 
 
-