- 
	                        
            
            Tu Çawa Dikarî ji Kesên Din re Behsa Xebera Xêrê Bikî?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
- 
                            - 
                                        1. Tu çawa dikarî ji kesên din re behsa tiştên ku tu dielimî bikî?Şagirtên Îsa Mesîh wisa gotibû: “Em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (Karên Şandiyan 4:20). Wan ji rastiyê ew qas hez dikir ku wan dixwest bi her kesî re li ser wê sohbetê bikin. Gelo dilê te jî vêya dixwaze? Erê, tu dikarî li rê û fersendan bigerî ku tu ji malbat û hevalên xwe re bi xweşikahî behsa Kitêba Pîroz bikî (Kolosî 4:6 bixwîne). Tu çawa dikarî dest bi xeberdanê bikî?- Gava ku tu bi malbata xwe re sohbetê bikî, tu dikarî bi van gotinan bala wan bikişînî ser Kitêba Pîroz: “Vê heftiyê ez elimîm tiştekî pir xweş ku bala min kişand.” 
- Eger hevalekî te nexweş yan xemgîn be, jê re ayeteke xweş bixwîne. 
- Dema ku hevalkarên te ji te bipirsin, ka heftiya te çawa derbas bûye, tu dikarî ji wan re behsa kursa Kitêba Pîroz yan civînê bikî. 
- Ji hevalên xwe re malpera jw.org nîşan bide. 
- Kesekî din dawetî kursa xwe ya Kitêba Pîroz bike, yan nîşanî wan bide ku ew çawa dikarin xwe bi xwe li ser jw.org kursa Kitêba Pîroz bixwazin. 
 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Tu Çawa Dikarî ji Kesên Din re Behsa Xebera Xêrê Bikî?Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
- 
                            - 
                                        4. Bi xeberdana xwe qedrê kesên din bigireGava ku tu xebera xêrê belav dikî, bala xwe bidê ku tu çi çawa dibêjî. 2. Tîmotêyos 2:24 û 1. Petrûs 3:15 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin: - Ev ayet çawa alî te dikin ku tu bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz bipeyivî? 
- Eger hin ferdên malbata te yan hevalên te wek te nefikirin, gelo tu dikarî çi bikî? Gerek tu çi nekî? 
- Li şûna ku em ji wan re bi hişkî behsa Kitêba Pîroz bikin, çima çêtir e ku em bi alîkariya pirsên maqûl bi wan re sohbetê bikin? 
 
 
-