-
Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Bihîkmet Bibin û Xelas BinBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Kanûn
-
-
3. (a) Tîmotêyos rastî çawa bihîst û paşê çi kir? (b) Pawlos bala Tîmotêyos kişand li ser kîjan sê xusûsiyetên hînbûnê?
3 Bi îhtimaleke mezin, Tîmotêyos rastî li sala 47an a P.M. bihîst, gava Pawlos cara pêşîn hat Lîstrayê. Emrê Tîmotêyos li wê demê hê biçûk bû, lê xuya ye ku ew rind bi pêş ve diçû. Du sal piştî vê, ew tevî Pawlos bi rê ket. Kêm zêde 16 sal bi şûn de, Pawlos ji Tîmotêyos re wisa nivîsî: “Di nav wan tiştên ku tu hîn bûyî û te qenc bawerî bi wan aniye de bimîne. Çimkî tu dizanî tu ji kê û kê hîn bûyî. Tu ji zaroktiya xwe ve bi Nivîsarên Pîroz [ên Îbranî] dizanî û ew dikarin te şehreza bikin, da ku tu bi baweriya ku bi Mesîh Îsa ye xilas bibî” (2. Tîm. 3:14, 15). Li vir Pawlos got ku Tîmotêos (1) Nivîsarên Pîroz dizane, (2) ku wî bi tiştên ku ew elimiye bawerî aniye û (3) ku ew bi saya baweriya xwe ya bi Îsa Mesîh ji bo xelasbûnê şehreza, yanî bihîkmet bûye.
-
-
Dê û Bavno, Alî Zarokên Xwe Bikin ku Ew Bihîkmet Bibin û Xelas BinBirca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê) – 2017 | Kanûn
-
-
“TE QENC BAWERÎ BI WAN ANIYE”
5. (a) Ji xeynî ku zarokên me Kitêba Pîroz bizanin, çi lazim e? (b) Em ji ku dizanin ku Tîmotêyos bi mizgîna li ser Îsa Mesîh bawerî anî?
5 Pir muhîm e ku zarokên me Nivîsarên Pîroz bizanin. Lê belê perwerdekirina ruhî ne tenê ev e ku em ji zarokên xwe re behsa şexs û hadîseyên Kitêba Pîroz bikin. Tîmotêyos “bawerî bi wan anî”. Di zimanê eslî de, ev gotin tê maneya “emîn bûn” an “îqna bûn ku tiştek rast e”. Tîmotêyos Nivîsarên Pîroz ên Îbranî ji zaroktiya xwe ve dizanibûn. Paşê, ew bi saya îsbatan îqna bû ku Îsa bi rastî Mesîh e. Baweriya Tîmotêyos ew qas xurt bû ku ew hat bin av kirin û paşê tevî Pawlos çû xizmetê.
6. Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew îqna bin?
6 Hûn çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew wek Tîmotêyos baweriyê bînin, yanî îqna bin? Ji her tiştî zêdetir sebir lazim e. Însan ji nişka ve îqna nabe. Wekî din, ev yek ku hûn baweriyê tînin bi otomatîk nayê maneya ku zarokên we jî wê baweriyê bînin. Ji bo ku zarok îqna bin, lazim e ku ew Kitêba Pîroz xwe bi xwe lêkolîn bikin û “qencî û xerabiyê ji hev derxin” (Îbranî 5:14 bixwînin). Di vî warî de, mesûliyeta dê û bavan bi rastî jî mezin e, bîlhesa gava zarok pirsan dipirsin. Niha emê li mîsalekê binêrin.
7, 8. (a) Thomas keçika xwe çawa bi sebir perwerde dike? (b) Gelo ji bo perwerdekirina zarokên we jî sebir lazim e?
7 Thomas – bavê keçikeke 12 salî – wisa dibêje: “Keçika min carinan wisa dipirse: ‘Gelo dibe ku Yehowa jiyan bi destê tekamûlê afirandiye? Em çima tiştekî nakin ji bo ku meseleyên civakî hel bin? Mesela, em çima di hilbijartinê de deng nadin?’ Carinan lazim dibe ku ez xwe bigirim da ku ez cewabên dogmatîk nedim wê. Piraniya însanan ne bi rastiyeke mezin, lê bi gelek îsbatên biçûk îqna dibin.”
8 Thomas rind dizane ku ji bo perwerdekirina zarokan sebir lazim e. Jixwe, sebir ji hemû şagirtên Îsa re lazim e (Kol. 3:12). Thomas dizane ku ji bo ku keçika wî îqna be, lazim e ku ew gelek caran pê re sohbet bike û li ser Nivîsarên Pîroz muhakeme bike. Thomas wisa dibêje: “Ez û pîreka min, em dixwazin bizanin ku ka keçika me bi tiştên ku ew dielime – bîlhesa bi tiştên mezin – bawer dike an na. Gava ew pirsan dipirse, em şa dibin. Eger keçika me her tişt bê pirs û sual qebûl bikira, meyê endîşe bikira.”
9. Hûn çawa dikarin Peyva Xwedê bixin dilê zarokên xwe?
9 Eger dê û bav zarokên xwe bi sebir perwerde bikin, zarok wê bi zeman re “firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya” rastiyê fehm bikin (Ef. 3:18). Gerek em wan li gor emir û qabiliyeta wan perwerde bikin. Her ku ew bi tiştên ku ew dielimin îqna dibin, ewê karibin baweriya xwe li ber dershevalên xwe û li ber kesên din mudefa bikin (1. Ptr. 3:15). Mesela, gelo zarokên we dikarin îzah bikin ku li gor Kitêba Pîroz halê miriyan çi ye? Gelo îzahata Kitêba Pîroz ji wan re bimantiq tê?a Belê, ji bo ku hûn Peyva Xwedê bixin dilê zarokên xwe, sebir lazim e (5. Mû. 6:6, 7).
10. Ji bo ku em zarokên xwe perwerde bikin, gerek em çi bikin?
10 Wekî din, lazim e ku hûn jî ji zarokên xwe re bibin emsal da ku baweriya wan xurttir bibe. Stephanie, dayikeke sê keçikan, wisa dibêje: “Ji wexta ku zarokên min pir biçûk bûn û vir de, ez her tim ji xwe wisa dipirsim: ‘Gelo ez ji zarokên xwe re dibêjim ku ez çima bawer im ku Yehowa heye, ku ew ji me hez dike û ku kirinên wî rast in? Gelo ji zarokên min re xuya ye ku ez bi rastî ji Yehowa hez dikim?’ Heta ku ez îqna nebim, ez nikarim li hêviyê bim ku zarokên min îqna bin.”
-