KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Cinsî Çi Dibêje?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 41. Jin û mêrek destê hev digirin.

      DERS 41

      Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Cinsî Çi Dibêje?

      Gelek însan şerm dikin ku li ser seksê, yanî eleqeya cinsî, xeber bidin. Lê, Kitêba Pîroz bi zimanekî zelal û bi hurmet behsa vê meseleyê dike. Şîretên Kitêba Pîroz ji bo me baş in. Yehowa Xaliqê me ye û ew dizane ku ji bo me çi baş e û çi xerab e. Eger em guh bidin şîretên wî, emê dilê wî xweş bikin û heta bi hetayê dilşad bin.

      1. Yehowa li ser eleqeya cinsî çi difikire?

      Eleqeya cinsî tiştekî xweş e ku Yehowa daye însanan. Ew dixwaze jin û mêrê ku bi hev re zewicî ne, bi hev şa bibin. Bi vî awayî, jin û mêr dikarin hem zarokan çêkin û hem jî eşq û evîna xwe bi awayekî xweş nîşan bidin. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz dibêje: “Bi jina xortaniya xwe re şa be” (Methelokên Silêman 5:18, 19, Mizgînî). Yehowa ji xizmetkarên xwe yên zewicî dixwaze ku ew ji hev re dilsoz bimînin û qet zînayê nekin (Îbranî 13:4 bixwîne).

      2. Bêexlaqiya cinsî çi ye?

      Kitêba Pîroz dibêje, “yên ku fuhûşê [bêexlaqiya cinsî] dikin … Padîşahiya Xwedê mîras nastînin” (1. Korîntî 6:9, 10). Nivîskarên Kitêba Pîroz, ên ku bi zimanê Yûnanî nivîsandibû, peyva pornêya ji bo bêexlaqiya cinsî bi kar anîbû. Ev gotin tê maneya eleqeyên cinsîa yên di navbera (1) kesên ku bi hev re nezewicî ne, (2) kesên hemcins û (3) însan û heywanan de. Gava em xwe ji bêexlaqiya cinsî dûr digirin, Yehowa ji me razî dibe û ev yek ji bo me jî baş e (1. Selanîkî 4:3).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Em çawa dikarin ji bêexlaqiya cinsî dûr bisekinin? Çima ji bo me baş e ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin?

      Ûsiv ji jina Potîfar direve. Ew xiftanê Ûsiv di destê xwe de digire.

      3. Ji bêexlaqiya cinsî bireve

      Zilamekî dilsoz ê bi navê Ûsiv pir xîret dikir ku ji aliyê exlaqî ve paqij bimîne. 1. Mûsa 39:1-12 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Ûsiv çima reviya? (Li ayeta 9an binêre.)

      • Tu çi dibêjî, qerara Ûsiv baş bû? Gelo çima?

      Keç û xort çawa dikarin xwe wek Ûsiv ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin? VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Ji Bêexlaqiya Cinsî Birevin (5:06)

      Yehowa dixwaze ku em gişt ji bêexlaqiya cinsî dûr bisekinin. 1. Korîntî 6:18 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Kîjan hal û rewş dikarin bibin sebeb ku kesek bêexlaqiya cinsî bike?

      • Tu çawa dikarî ji bêexlaqiya cinsî birevî?

      4. Tu dikarî li hemberî ceribandinên cinsî dilsoz bimînî

      Kengê ji bo me zor e ku em ji aliyê cinsî ve paqij bimînin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Bi Alîkariya Kitêba Pîroz li Hemberî Ceribandinan Bisekine (3:02)

      • Gava birayê me fehm kir ku fikir û kirinên wî dikarin bibin sebeb ku ew ji jina xwe re dilsoz nemîne, wî çi kir?

      Ji bo Mesîhiyên dilsoz jî carinan zor e ku xwe ji fikrên pîs dûr bigirin. Gelo em çawa dikarin fikrên bêexlaq ji hişê xwe derxin? Filîpî 4:8 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gerek em li ser kîjan tiştan bifikirin?

      • Xwendina Kitêba Pîroz û xizmeta Yehowa çawa alî me dikin ku em li hemberî ceribandinan bisekinin û guneh nekin?

      5. Şîretên Yehowa ji bo me baş in

      Yehowa dizane ku ya herî baş ji bo me çi ye. Ew ji me re dibêje ku em çawa dikarin ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin û çi feydeya vê ji bo me heye. Methelokên Silêman 7:7-27 bixwîne yan VÎDEOYÊ vêxe. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

      VÎDEO: Ji Xortê Bêaqil Dersan Bistîne (9:31)

      • Vî xortî çawa serê xwe xist belayê? (Li Methelokên Silêman 7:8, 9 binêre.)

      • Li gor Methelokên Silêman 7:23, 26, di netîceya bêexlaqiya cinsî de tiştên xerab dikarin bên serê me. Eger em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin, emê derdê çi nekişînin?

      • Paqijiya exlaqî çawa dikare alî me bike ku em heta bi hetayê dilşad bin?

      Hin kes difikirin ku gotinên Kitêba Pîroz ên li ser eleqeya hemcinsî pir hişk in. Lê Yehowa, yanî Xwedayê hezkirinê, dixwaze ku her kes heta bi hetayê dilşad be. Ji bo ku em bigihîjin vê armancê, gerek em li gor qanûnên wî bimeşin. 1. Korîntî 6:9-11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Gelo Xwedê tenê xwestekên hemcinsî qedexe dike?

      Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em gişt li gor qanûnên wî bimeşin. Gelo ev yek hêjayî xîreta me ye? Zebûr 19:8, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gelo qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê maqûl in? Tu çima wisa difikirî?

      Albûm: 1. Qîzek li kêleka hevalê xwe rûniştiye û ne dilşad e. Ew bi hevalên xwe re li klûba şevê vedixwe û cixareyê dikişîne. 2. Eynî qîz li Salona Îbadetê bi xwişkan re bi dilxweşî dipeyive.

      Yehowa alî gelek kesan kiriye ku ew li gor qanûnên wî yên li ser exlaqê bimeşin. Bêguman ewê alî te jî bike

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Du kesên ku ji hev hez dikin dikarin bi hev re rakevin.”

      • Teyê çi bigota?

      BI ÇEND GOTINAN

      Eleqeya cinsî tiştekî xweş e ku Yehowa daye jin û mêrê ku bi hev re zewicî ne.

      Tu çi elimî?

      • Bêexlaqiya cinsî çi ye?

      • Em çawa dikarin ji bêexlaqiya cinsî dûr bikevin?

      • Qanûnên Yehowa yên li ser exlaqê çima ji bo me baş in?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Xwedê çima dixwaze ku jin û mêr bi resmî bi hev re bizewicin?

      “Kitêba Pîroz li ser Kesên ku Bê Zewaceke Resmî bi Hev re Dijîn Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

      Ka bixwîne ku Kitêba Pîroz li ser eleqeya hemcinsî çi dibêje.

      “Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Hemcinsî Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

      Qanûnên Xwedê yên li ser eleqeya cinsî me çawa diparêzin?

      “Kitêba Pîroz li ser Eleqeya Cinsî ya Oral Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

      Zilamek tîne zimên ku wî çima dev ji eleqeya hemcinsî berdaye. Bala xwe bide meqaleya “Wan Qedrê Min Digirt”.

      “Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Nîsan 2011)

      a Ev gotin tê maneya hemû cureyên bêexlaqiya cinsî, eleqeya cinsî ya oral, eleqeya cinsî ya anal û bi niyeta cinsî destavêtina organên cinsî yên kesekî din.

  • Kitêba Pîroz li ser Kesên Zewicî û Nezewicî Çi Dibêje?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Ders 42. Xwişkeke nezewicî û cotekî zewicî li qehwexaneyê bi kêfxweşî sohbetê dikin.

      DERS 42

      Kitêba Pîroz li ser Kesên Zewicî û Nezewicî Çi Dibêje?

      Di hin kulturan de tê gotin ku eger kesek nezewice, ew nikare dilxweş bibe. Lê ya rast ev e ku ne hemû kesên zewicî kêfxweş in û ne jî hemû kesên nezewicî bêkêf in. Kitêba Pîroz dibêje ku hem azibî û hem jî zewac tiştekî xweş e ku Yehowa daye me.

      1. Jiyana kesên nezewicî çima xweş e?

      Pawlosê şandî gotibû: “Ez dixwazim ku hûn bê xem bin” (1. Korîntî 7:32, 33 bixwîne). Çima em dikarin bibêjin ku kesên nezewicî “bê xem” in? Ne lazim e ku ew bala xwe bidin hewcedariyên jin yan mêrê xwe. Ew bi tena serê xwe ne û zêdetir serbest in. Ew dikarin ji Yehowa re zêdetir xizmetê bikin. Mesela, hin kes dikarin ji bo belavkirina xebera xêrê herin welatekî din. Di ser de jî, zêdetir wexta wan heye ku ew dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin.

      2. Zewaca li gor qanûnên dewletê çima bifeyde ye?

      Çawa ku jiyana kesên nezewicî xweş e, jiyana kesên zewicî jî xweş e. Kitêba Pîroz dibêje ku “du kes ji kesekî çêtir in” (Waiz 4:9, Mizgînî). Ev gotinên hanê bi xisûsî li ser jin û mêrên ku li gor prensîpên Kitêba Pîroz dimeşin, tê gotin. Jin û mêrên ku bi qanûnî bi hev re dizewicin, soz didin hev ku ewê ji hevdû hez bikin, qedrê hevdû bigirin û ji hev re dilsoz bimînin. Ji ber vê yekê, cotên zewicî ji cotên nezewicî dilrihettir in. Û zewac ji bo avakirina malbatekê esasekî baş e.

      3. Yehowa li ser zewacê çi difikire?

      Gava ku Yehowa zewaca pêşîn ava kir, wî got: “Ji ber vê yekê wê mêr dev ji dê û bavê xwe berde, [û] xwe li jina xwe bigire” (1. Mûsa 2:24, Mizgînî). Yehowa dixwaze ku jin û mêr ji hev hez bikin û heta dawiya emrê xwe li cem hev bimînin. Li gor Yehowa, tenê zîna dikare bibe sebeba hevberdana jin û mêran. Di halekî wisa de, Yehowa heqê hevberdanê dide jin yan mêrê ku zîna nekiriyea (Meta 19:9). Yehowa qebûl nake ku xizmetkarên wî bi gelek kesan re bizewicin (1. Tîmotêyos 3:2).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Kesên zewicî û nezewicî çawa dikarin dilxweş bin û dilê Yehowa şa bikin?

      4. Kesên nezewicî dikarin wexta xwe baş derbas bikin

      Îsa Mesîh gotibû ku azibî dayîna ji Xwedê ye (Meta 19:11, 12). Meta 4:23 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Îsa Mesîh nezewicî bû. Wî wexta xwe ji bo xizmeta Bavê xwe û ji bo alîkariya kesên din çawa derbas dikir?

      Xizmetkarên Xwedê yên nezewicî dikarin wek Îsa Mesîh di jiyana xwe de kêfxweş bin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Kesên Nezewicî yên Dilsoz (3:11)

      • Di destê kesên nezewicî de kîjan îmkanên xweş hene?

      Hêjayî gotinê ye

      Kitêba Pîroz nabêje ku gerek însan di çend saliya xwe de bizewice. Lê, ew dibêje ku bila kesek bisekine heta ku “bihara ciwaniyê” derbas bibe, yanî wexta ku xwestina cinsî zêde xurt e û keseskî ciwan nikare bi zelalî bifikire (1. Korîntî 7:36, NWT).

      5. Jin yan mêrê xwe bihîkmet hilbijêre

      Hilbijartina jin yan mêrekî qerareke pir muhîm e. Meta 19:4-6, 9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima gerek em zû nezewicin?

      Kitêba Pîroz dibêje ku gerek jin yan mêrekî baş çawa be. Berî her tiştî, gerek ew ji Yehowa hez bike.b 1. Korîntî 7:39 û 2. Korîntî 6:14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Çima gerek em tenê bi xizmetkarekî Yehowa re bizewicin?

      • Tu çi difikirî, eger em bi kesekî re bizewicin ku ji Yehowa hez nake, gelo Yehowa vê yekê çawa dibîne?

      Gayekî xurt û kerekî biçûk di bin nîrekî de li ber xwe didin.

      Eger du heywanên cuda di bin nîrekî de bin, ewê êşê bikişînin. Eger xizmetkarekî Yehowa bi kesekî re bizewice ku ji Yehowa re îbadetê nake, ewê gelek derdan bikişîne

      6. Li ser zewacê wek Yehowa bifikire

      Li Îsraêla berê, hin mêran jinên xwe ji bo kêf û menfaeta xwe berdidan. Maleyaxî 2:13, 14, 16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima Yehowa ji hevberdana ne li gor qanûnên wî nefret dike?

      Jinikeke dilşikestî li zilamê xwe, yê ku ji malê cihê dibe, dinêre. Keça wan digirî û xwe bi lingên dayikê ve dizeliqîne.

      Zîna û hevberdan dilê kesê bêsûc û zarokan pir diêşîne

      VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Zewac Peymaneke Timî ye (4:30)

      • Eger jin yan mêrê te ne xizmetkarekî Yehowa be, gelo tu dikarî çi bikî ku hûn bi hev re jiyaneke xweş derbas bikin?

      7. Li gor qanûnên Yehowa yên li ser zewacê bimeşe

      Ji bo kesekî ku dixwaze li gor qanûnên Yehowa yên li ser zewacê bimeşe, belkî ked û xîreteke mezin lazim be.c Lê Yehowa bereketa xwe dide kesên xîretkêş. VÎDEOYÊ vêxe.

      VÎDEO: Tu Dikarî li Gor Qanûnên Yehowa yên li ser Zewacê Bimeşî (4:14)

      Îbranî 13:4 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Gelo qanûnên Yehowa yên li ser zewacê maqûl in? Tu çima wisa difikirî?

      Yehowa ji xizmetkarên xwe dixwaze ku ew zewac yan hevberdana xwe bi resmî qeyd bikin. Tîtos 3:1 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Eger tu zewicî bî, gelo zewaca te bi resmî hatiye qeydkirin?

      BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Ma çênabe ku jin û mêr bê zewaca resmî bi hev re bijîn?”

      • Teyê çawa cewab bidaya?

      BI ÇEND GOTINAN

      Hem azibî û hem jî zewac tiştekî xweş e ku Yehowa daye me. Eger kesên zewicî û nezewicî li gor qanûnên Yehowa bimeşin, ewê kêfxweş bin.

      Tu çi elimî?

      • Kesên nezewicî çawa dikarin wexta xwe baş derbas bikin?

      • Kitêba Pîroz çima dibêje ku gerek em tenê bi xizmetkarekî Yehowa re bizewicin?

      • Li gor Kitêba Pîroz, sebeba hevberdanê tenê çi ye?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Li gor 1. Korîntî 7:39, Yehowa li ser zewacê çi difikire?

      “Pirsên Xwendevanan” (Birca Çavdêriyê, 1 Tîrmeh 2004)

      Tu çawa dikarî li ser hevnasîn û zewacê qerarên baş bidî?

      Xwe ji bo Zewacê Hazir Bike (11:53)

      Birayek behs dike ku wî çawa qerareke muhîm daye û Yehowa ew çawa bi bereket kiriye.

      Ez Bihêvî Bûm ku Ewê Rastiyê Nas Bike (1:56)

      Berî ku kesek qerara hevberdanê yan cihêbûnê bide, gerek ew li ser çi bifikire?

      “Qîmetê Bide Zewacê” (Birca Çavdêriyê, Kanûn 2018)

      a Kitêba Pîroz li ser jin û mêrên ku bê sebeba zînayê ji hev vediqetin, çi dibêje? Li Zanîna zêde 4 binêre.

      b Di hin kulturan de, dê û bav zarokên xwe li gor dilê xwe dizewicînin. Gava ku hal mesele wisa be, gerek dê û bavên dilovan bala xwe nedin pere yan meqamê kesekî, lê gerek ew bala xwe bidinê ka ew kes ji Yehowa hez dike yan na.

      c Eger tu bê zewaca resmî bi kesekî re dijî; qerara ku tu bi resmî pê re bizewicî yan jê veqetî, qerareke şexsî ye.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne