KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Xwedê Kî ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • 5. Yehowa dixwaze ku tu wî baştir nas bikî

      Dema ku jinikeke bi navê Soten navê Xwedê nas kir, dilê wê pir şa bû. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Ez li Xwedê Digeriyam (8:18)

      Albûm: Dîmenên ji vîdeoya ‘Ez li Xwedê Digeriyam’. 1. Soten li bin darekê rûniştiye, li ezmanan mêze dike û ji Xwedê re dua dike. 2. Herold ji Sotenê re dibêje ku navê Xwedê Yehowa ye.
      • Dema ku Sotenê navê Xwedê bihîst, wê ji dil çi got?

      Gava ku tu xwe bi kesekî din didî naskirin, helbet tu jê re navê xwe dibêjî. Aqûb 4:8a bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Yehowa ji te dixwaze ku tu çi bikî?

      • Tu niha dizanî ku navê Xwedê çi ye. Gelo tu dixwazî wî baştir nas bikî?

  • Yehowa Dixwaze ku Tu Bibî Dostê Wî
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
    • Yehowa Dixwaze ku Tu Bibî Dostê Wî

      Yehowa dixwaze ku tu wî baştir nas bikî. Gelo çima? Çimkî dilê wî pir dixwaze ku tu sifetên wî, rêya wî û xwestina wî baştir nas bikî û bibî dostê wî. Gelo bi rastî çêdibe ku tu bibî dostê Xwedê? (Aqûb 2:23 bixwîne). Ji bo ku tu bibî dostê Xwedê, gerek tu çi bikî? Kitêba Pîroz cewabên van pirsan dide û ji me re dibêje ku çima Yehowa ji bo me dostê herî baş e.

      1. Yehowa dixwaze ku tu çi bikî?

      “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe” (Aqûb 4:8). Maneya van gotinan çi ye? Yehowa dixwaze ku tu bibî dostê wî. Ji ber ku em nikarin Xwedê bi çavên xwe bibînin, hin kes bawer nakin ku ew dikarin bibin dostên Xwedê. Lê belê, ji bo ku em Yehowa û sifetên wî baş nas bikin, wî Kitêba Pîroz daye me. Rast e, em nikarin Xwedê bi çavên xwe bibînin. Lê gava ku em Kitêba Pîroz dixwînin, em Yehowa baştir nas dikin û dostaniya xwe ya bi wî re ava dikin.

      2. Çima Yehowa dostê herî baş e?

      Wekî ku Yehowa ji te hez dike, tu kes ji te hez nake. Yehowa dixwaze ku tu dilxweş bî û jê alîkariyê bixwazî. Kitêba Pîroz ji me re dibêje: “Hemû xemên xwe bavêjin ser wî, çimkî ew xema we dixwe” (1. Petrûs 5:7). Yehowa her tim hazir e ku alî dostên xwe bike, dilê wan rihet bike û guh bide duayên wan (Zebûr 94:18, 19 bixwîne).

      3. Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze?

      Jixwe Yehowa ji însanan hez dike, “lê belê hevaltiya wî bi rastan re ye” (Methelokên Silêman 3:32). Yehowa ji dostên xwe dixwaze ku ew xîret bikin ku qenciyê bikin û xerabiyê nekin. Hin kes dibêjin ku ew nikarin her tim bi ya Xwedê bikin. Lê belê, ji bîr neke ku Yehowa dilrehm e û ji kêmasiyên me fehm dike. Yehowa her kesê ku bi rastî jê hez dike û dixwaze dilê wî şa bike, wek dostê xwe qebûl dike (Zebûr 147:11; Karên Şandiyan 10:34, 35).

      HÛR Û KÛR BIFIKIRE

      Gelo tu çawa dikarî bibî dostê Yehowa? Çima ew dostê herî baş e?

      4. Birahîm pêxember dostê Yehowa bû

      Kitêba Pîroz behsa jiyana Birahîm pêxember dike (jê re Avram jî dihat gotin). Mîsala wî nîşan dide ku em çawa dikarin bibin dostên Xwedê. Li ser Birahîm pêxember 1. Mûsa 12:1-4 bixwîne. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Yehowa ji Birahîm pêxember xwestibû ku ew çi bike?

      • Yehowa çi soz dabû wî?

      • Birahîm pêxember çi kir?

      5. Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze?

      Helbet, em ji dostên xwe hêvî dikin ku ew ji bo me tiştinan bikin.

      • Tu dixwazî ku dostên te ji bo te çi bikin?

      1. Yûhena 5:3 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Yehowa ji dostên xwe çi dixwaze?

      Ji bo ku em dilê Yehowa xweş bikin, belkî lazim e ku em jiyana xwe serrast bikin yan jî sifetên xwe biguherînin. Îşaya 48:17, 18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      • Çima Yehowa ji dostên xwe dixwaze ku ew guh bidin wî û jiyana xwe serrast bikin?

      Xebatkarek kumzirxekî dide hevalkarê xwe.

      Çawa ku dostekî baş qenciya dostên xwe dixwaze, Yehowa jî her tim qenciya dostên xwe dixwaze

      6. Yehowa çawa alî dostên xwe dike?

      Yehowa alî dostên xwe dike ku ew derdên xwe safî bikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

      VÎDEO: Yehowa Pir Alî Min Kiriye (3:20)

      • Yehowa çawa alî jinikê kir ku ew fikrên reş û tarî ji hişê xwe derxîne û dilteng nebe?

      Îşaya 41:10, 13 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Yehowa ji dostên xwe re çi soz dide?

      • Gelo tu dixwazî ku Yehowa bibe dostê teyî herî baş? Çima?

      Albûm: Dostên baş alî hev dikin 1. Zilamek alî zilamekî din dike û ew bi hev re maseyekê mezin bar dikin. 2. Jinikek dilê xwe ji jinikeke din re vedike. 3. Zilamek alî zilamekî birîndar dike ku ew bimeşe.

      Dostên baş her tim hazir in ku alî hev bikin. Yehowa jî her tim hazir e ku alî te bike

      7. Dostên Yehowa jê re dua dikin û guh didin wî

      Dostên baş bi hev re sohbetê dikin. Zebûr 86:6, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

      • Çawa em dikarin bi Yehowa re xeber bidin?

      • Yehowa çawa bi me re xeber dide?

      Albûm: 1. Jinikek dua dike. Bi ser wê re îşareta rimeke berbijor heye. 2. Jinikek Kitêba Pîroz dixwîne. Bi ser wê re îşareta rimeke berbijêr heye.

      Em bi destê duayê bi Yehowa re dipeyivin û ew bi destê Kitêba Pîroz bi me re dipeyive

      HINEK WISA DIBÊJIN: “Na, na! Çênabe ku em bibin dostên Xwedê.”

      • Teyê kîjan ayet nîşan bidaya ku em dikarin bibin dostên Yehowa?

      BI ÇEND GOTINAN

      Yehowa dixwaze bibe dostê te, û ewê alî te bike ku tu bibî dostê wî.

      Tu çi elimî?

      • Yehowa çawa alî dostên xwe dike?

      • Çima Yehowa dixwaze ku dostên wî jiyana xwe biguherînin?

      • Bi dîtina te, gelo pir zor û zehmet e ku em bibin dostên Yehowa? Tu çima wisa dibêjî?

      Hedef

      ZÊDETIR HÎN BIBE

      Dostaniya bi Xwedê re çawa dikare alî te bike?

      “Hêja ye ku Em Yehowa Xwedê Nas Bikin” (Birca Çavdêriyê, 15 Sibat 2003)

      Hîn bibe ku tu çawa dikarî bibî dostê Xwedê.

      “Ez Çawa Dikarim Bibim Dostê Xwedê?” (Pirsên Ciwanan û Cewabên Maqûl, Cîld 2, beş 35)

      Jinikek dibêje ku dostaniya wê ya bi Yehowa re çawa jiyana wê xweştir kiriye.

      “Min Nedixwest Bimirim!” (Birca Çavdêriyê No. 1 2017)

      Bibihîze ku hin ciwan li ser Yehowa çi dibêjin.

      Ez Çawa Dikarim Bibim Dostê Xwedê? (1:46)

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne