- 
	                        
            
            Rastiya li ser MelekanHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
- 
                            - 
                                        2. Îblîs û cinên wî kî ne?Hin melek ji Yehowa Xwedê re dilsoz neman. Melekê ku pêşîn li hemberî Xwedê serî hildaye, “jê re Îblîs û Şeytan tê gotin … ê ku hemû dinya xapandiye” (Peyxam 12:9). Îblîs dixwaze her kesî bixe bin hukmê xwe. Loma wî însanên pêşîn û paşê melekên din jî xapandin ku li hemberî Xwedê serî rakin. Ji wan melekên serhildêr re cin tê gotin. Yehowa ew ji ezmanan qewirandin û avêtin ser rûyê erdê, û ewê wan rojekê helak bike (Peyxam 12:9, 12 bixwîne). 3. Îblîs û cinên wî çawa hewl didin ku me bixapînin?Îblîs û cinên wî hewl didin ku însanan bi destê cindariyê bixapînin. Cindarî ew adeta xerab e ku însan dixwaze bi ruh û cinan re xeber bide. Mesela, hin kes xwe diavêjin ber bextê falbaz, stêrknas yan kesên ku dibêjin ew dikarin cinan biqewirînin. Hin kes ji bo îlac û tedawiyên tibî sêhrbaziyê bi kar tînin. Hin kes jî bi vê baweriyê tên xapandin ku ew dikarin bi miriyan re bipeyivin. Lê Yehowa vê şîretê dide me: “Berê xwe nedin cinbazan û kesên bi ruhan dişêwirin. Li wan negerin” (3. Mûsa 19:31, Mizgînî). Belê, Yehowa dixwaze me ji Îblîs û cinên wî biparêze. Ew dijminên Xwedê ne û dixwazin zerarê bidin me. 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Rastiya li ser MelekanHeta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
- 
                            - 
                                        6. Tu dikarî li hemberî Îblîs û cinên wî bi ser bikevî!Îblîs serokê cinan e. Lê serokê melekên dilsoz serekmelek Mîxayîl e. Mîxayîl navekî din ê Îsa Mesîh e. Ew yekî çi qas xurt û qewî ye? Peyxam 12:7-9 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin: - Kî ji kê xurttir e? Mîxayîl û melekên wî yan Îblîs û cinên wî? 
- Tu çi dibêjî, ma hewce dike ku şagirtên Îsa Mesîh ji Îblîs û cinên wî bitirsin? 
 Tu dikarî di şerê li hemberî Îblîs û cinên wî de bi ser bikevî. Aqûb 4:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin: - Tu çawa dikarî xwe ji tesîra Îblîs û cinan biparêzî? 
 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Padîşahiya Xwedê Niha Hukim Dajo!Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
- 
                            - 
                                        2. Ji sala 1914an û vir ve, halê dinyayê û halê însanan çawa bûye?Şagirtên Îsa Mesîh ji wî pirs kir: “Çi wê bibe nîşana hatina te û dawiya dinyayê?” (Meta 24:3). Îsa Mesîh ji wan re gotibû ku gava ew wek Padîşahê Padîşahiya Xwedê hukim bajo, gelek tişt wê li ser rûyê erdê biqewimin. Mesela, wî gotibû ku şer, xela û erdhejîn wê çêbin (Meta 24:7 bixwîne). Wekî din, Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku ji ber kirin û hereketên însanên xerab ên “di rojên dawîn de”, jiyan wê gelekî zor û zehmet be (2. Tîmotêyos 3:1-5). Bi taybetî ji sala 1914an û vir ve, ev halê dinyayê û sifetên însanan bi zelalî tên dîtin. 3. Ji wexta ku Padîşahiya Xwedê hukim dajo û vir ve, çima halê dinyayê ew qas xerab bûye?Wexteke kin piştî ku Îsa Mesîh bû Padîşah, wî li ezmanan bi Îblîs û cinên wî re şer kir. Di vî şerî de, Îsa Mesîh zora Îblîs û cinên wî bir. Kitêba Pîroz li ser Îblîs dibêje ku “ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê” (Peyxam 12:9, 10, 12). Îcar xezeba Îblîs pir rabûye, çimkî ew dizane ku ewê bê tunekirin. Loma, ew bûye sebebê kul û derdên dinyayê. Ji ber vê yekê, em ecêbmayî nabin ku halê dinyayê ew qas xerab e! Lê Padîşahiya Xwedê wê ji hemû kul û derdan re bibe derman. 
 
- 
                                        
- 
	                        
            
            Padîşahiya Xwedê Niha Hukim Dajo!Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
- 
                            - 
                                        5. Ji sala 1914an û vir ve, halê dinyayê xerabtir dibeÎsa Mesîh ji berê ve gotibû ku, piştî ku ew bibe Padîşah halê dinyayê wê çawa be. Lûqa 21:9-11 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin: - Gelo te di emrê xwe de tiştên wisa dîtine yan bihîstine? 
 Pawlosê şandî gotibû ku însanên di rojên dawîn de wê çawa bin. 2. Tîmotêyos 3:1-5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin: - Gelo te di emrê xwe de însanên wisa dîtine? 
 
 
-