DERS 3
Bikaranîna Pirsan
Metta 16:13-16
BI KURTASÎ: Bi alîkariya pirsên nazik bala guhdaran bikişîne, bi wan re muhakeme bike û fikrên muhîm diyar bike.
ÇAWA:
- Bala guhdaran bikişîne. Bi alîkariya pirsan alî wan bike ku ew zêdetir bifikirin û meraq bikin. 
- Li ser mijarekê muhakeme bike. Bi alîkariya pirsan alî guhdaran bike ku ew gotinên te gav bi gav fehm bikin. 
- Fikrên muhîm diyar bike. Ji bo diyarkirina fikreke sereke, pirseke balkêş bipirse. Piştî şêwirîna li ser fikreke muhîm an li dawiya gotar an sohbetê, pirsên dubarekirinê bi kar bîne.