KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Ordiya Yehowa ya ji Agir
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Êlîşa û xulamê wî ji aliyê ordiya Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin

      DERS 52

      Ordiya Yehowa ya ji Agir

      Padîşahê Sûriyeyê Ben-Hadad şerê xwe yê li dijî Îsraîlê dewam dikir. Lê ji ber ku Êlîşa pêxember her car padîşahê Îsraîlê hişyar dikir, wî xwe diparast. Loma Ben-Hadad qerar da ku Êlîşa bigire. Gava wî xeber stand ku Êlîşa li bajarê Dotanê ye, wî ordiya Sûriyeyê şand ku wî bigire.

      Eskerên Sûriyeyê bi şev hatin Dotanê. Roja din serê sibê xulamê Êlîşa derket derve û dît ku ordiyeke mezin bajar dorpêç kiriye. Ew tirsiya û wî bang kir: ‘Êlîşa, em çi bikin?’ Êlîşa ji wî re got: ‘Yên ku bi me re ne ji yên ku bi wan re ne bêtir in.’ Wê gavê Yehowa çavê xulamê Êlîşa vekir ku ew ordiya melekan bibîne. Hemû çiyayên li derdora bajêr bi hesp û erebeyên ji agir tije bûn.

      Êlîşa û xulamê wî ordiya melekan li dora xwe dibînin

      Gava eskerên Sûriyeyê xwest ku Êlîşa bigirin, Êlîşa wisa dua kir: ‘Yehowa, ji kerema xwe re wan kor bike.’ Yehowa tiştekî balkêş kir. Eskeran dikaribû bibînin, lê wan nizanibû bû ku ew li ku derê bûn. Êlîşa ji eskeran re got: ‘Hûn li bajarê şaş in. Li pey min werin. Ezê we bibim cem zilamê ku hûn lê digerin.’ Esker ji wir heta Sameriyayê li dû Êlîşa çûn. Li wê derê Padîşahê Îsraîlê dijiya.

      Eskerên Sûriyeyê pir dereng fehm kir ku ew li ku derê bûn. Padîşahê Îsraîlê ji Êlîşa pirsî: ‘Ez wan bikujim?’ Gelo Êlîşa ji bo ku heyfa xwe ji wan bistîne ev fersend bi kar anî? Na. Êlîşa got: ‘Wan nekujin. Xwarinê bide wan û wan bişîne welatê wan.’ Loma padîşah ji bo wan cejneke mezin çêkir û piştre esker şandin malên wan.

      Eskerên Sûriyeyê li Sameriyayê xwarinê dixwin

      “Cesareta me ya li ber wî ev e: Çaxê em tiştekî li gor daxwaza wî bixwazin, ew guhê xwe dide me” (1. Yûhena 5:14, Mizgînî).

      Pirs: Yehowa çawa Êlîşa û xulamê wî parastin? Tu çi difikirî: Gelo Yehowa dikare te jî biparêze?

      2. Qiralan 6:8-24

  • Dilxurtiya Yehoyada
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Kahînê Mezin Yehoyada Padîşahê ciwan Yoaş ji xelkê re pêşkêş dike

      DERS 53

      Dilxurtiya Yehoyada

      Keça Îzebelê ya bi navê Atalya wek dayika xwe dilxerab bû. Atalya bi padîşahê Cihûdayê re zewicî bû. Gava zilamê wê mir, kurê wê bû padîşah. Lê gava kurê wê mir, Atalyayê xwe kir hukimdara Cihûdayê. Wê xwest ku koka temamiya zuriyeta padîşah tune bike. Wê her kesê ku dikaribû li şûna wê bibûya padîşah kuşt, heta neviyên xwe jî. Her kes ji wê ditirsiya.

      Kahînê Mezin Yehoyada û jina wî Yehoşebayê dizanibû ku tiştên ku Atalyayê dikirin pir xerab bûn. Ji bo ku ew neviyekî Atalyayê veşêrin, wan jiyana xwe xist xeterê. Navê wî Yoaş bû û ew hê bebek bû. Wan ew li îbadetgehê mezin kir.

      Gava Yoaş heft salî bû, Yehoyada hemû sersedên eskeran û Lêwî li hev kom kirin û ji wan re got: ‘Li ber deriyên îbadetgehê bisekinin û tu kesî derbasî hundir nekin.’ Piştre Yehoyada tac danî ser serê Yoaş û ew kir padîşahê Cihûdayê. Xelkê Cihûdayê bi dengekî bilind got: ‘Her bijî padîşah!’

      Melîke Atalya diqîre

      Melîke Atalyayê qelebalixa xelkê bihîst û bi ecele çû îbadetgehê. Gava wê padîşahê nû dît, wê bang kir: “Ev xiyanet e! Xiyanet!” Sersedên eskeran melîkeya dilxerab girt, ew bir û kuşt. Lê tesîra wê ya xerab ya li ser milet çawa bû?

      Yehoyada alî milet kir ku ew bi Yehowa re peymanekê çêke. Wan soz da ku ewê tenê ji Yehowa re îbadetê bikin. Yehoyada ji wan re got ku gerek ew îbadetgeha Baal hilweşînin û pûtan parçe parçe bikin. Wî kahîn û Lêwî tayîn kirin ku ew di îbadetgehê de kar bikin. Bi vî awayî xelkê dîsa li wir îbadet dikir. Ji bo ku tu kesekî nepaqij derbasî hundirê îbadetgehê nebe, wî nobedar danîn ber îbadetgehê. Di dawiyê de Yehoyada û sersedên nobedaran Yoaş bir qesrê û ew danî ser textê padîşah. Xelkê Cihûdayê kêfxweş bû. Ew ji Atalyaya dilxerab û ji îbadeta Baal xelas bûn. Êdî wan dikaribû ji Yehowa re xizmetê bikin. Gelo te fehm kir ku dilxurtiya Yehoyada çawa alî gelek kesan kir?

      “Ji kesên ku dikarin bedenê bikujin, lê nikarin can bikujin, netirsin. Lê ji wî bitirsin, ê ku dikare hem canê we û hem jî bedena we di Gehenayê de helak bike” (Meta 10:28).

      Pirs: Yehoyada çawa nîşan da ku ew yekî dilxurt bû? Bi dîtina te, gelo Yehowa dikare alî te bike ku tu yekî dilxurt bî?

      2. Qiralan 11:1–12:12; 2. Dîrokan 21:1-6; 22:10-12; 23:1–24:16

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne