KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Yehowa li Ûnis Sebir Dikir
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Ûnis noqî avê dibe û masiyekî mezin ber bi wî ve diçe

      DERS 54

      Yehowa li Ûnis Sebir Dikir

      Li bajarê Asûrê Nînewayê mirovên pir xerab dijiyan. Yehowa ji pêxemberê xwe Ûnis re got ku here Nînewayê û wan hişyar bike ku gerek ew ji rêya xwe ya xerab vegerin. Lê Ûnis ber bi aliyekî din ve reviya. Ew li gemiyekê siwar bû û ber bi Tarşîşê ve bi rê ket.

      Wexta ku gemî li ser behrê bû, firtoneyeke xurt rabû û gemîvan pir tirsiyan. Wan ji îlahên xwe re dua kir û got: ‘Ev yek çima hat serê me?’ Di dawiyê de Ûnis ji wan re got: ‘Ev yek sûcê min e. Ez ji ber tiştê ku Yehowa ji min xwest direvim. Min bavêjin behrê û firtone wê bisekine.’ Gemîvanan nedixwest Ûnis ji gemiyê bavêjin behrê, lê wî israr dikir ku ew wî bavêjin. Gava wan Ûnis avêt behrê, firtone sekinî.

      Ûnis fikirî ku ewê bimire. Gava ew dadiket kûrahiya behrê, wî ji Yehowa re dua kir. Piştre Yehowa masiyekî mezin şand. Masiyê mezin Ûnis daqurtand, lê ew nemir. Ûnis di zikê masî de dua kir: ‘Yehowa ez soz didim te ku ezê her tim bi ya te bikim.’ Yehowa Ûnis sê rojan di zikê masî de parast. Dûre wî kir ku masî Ûnis bavêje ser erdê ziwa.

      Yehowa Ûnis xelas kir. Gelo hewce bû ku Ûnis hê jî here Nînewayê? Belê. Yehowa dîsa ji Ûnis re got ku here wir. Vê carê Ûnis bi ya Xwedê kir. Ew çû Nînewayê û wî ji wan mirovên xerab re got: ‘40 roj bi şûn de Nînewa wê bê tunekirin.’ Paşê tiştekî ku ew ne li bendê bû çêbû. Xelkê Nînewayê li Ûnis guhdarî kir û dev ji gunehên xwe berda. Padîşahê Nînewayê ji xelkê xwe re got: ‘Bangî Xwedê bikin û tobe bikin. Belkî ew li me bê rehmê.’ Gava Yehowa dît ku xelkê tobe kiriye, wî Nînewa wêran nekir.

      Ûnis digihîje Nînewayê

      Ji ber ku bajar nehat wêrankirin, Ûnis qehirî. Ka bifikire: Yehowa li Ûnis sebir dikir û ji wî re dilrehm bû, lê Ûnis ji xelkê Nînewayê re ne dilrehm bû. Li şûna vê yekê, ew ji bajêr derket û di bin siya şînahiyekê de rûnişt û xwest bibîne ka wê çi bê serê bajêr. Paşê şînahî hişk bû û Ûnis ji ber vê yekê pir aciz bû. Loma Yehowa ji wî re got: ‘Wek tu ji bo vê şînahiyê diqehirî tu ji bo xelkê Nînewayê ew qas naqehirî. Ez li wan hatim rehmê û ew sax man.’ Yehowa dixwest çi bigota? Ji bo Yehowa xelkê Nînewayê ji her şînahiyekê biqîmettir bû.

      “Xudan … bîhna xwe li we fireh dike û naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9, Mizgînî)

      Pirs: Yehowa çi ders da Ûnis? Em dikarin ji serpêhatiya Ûnis çi bielimin?

      Ûnis 1:1–4:11

  • Melekê Yehowa Hîzkiya Parast
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Melekek êrîşî kampa ordiya Asûriyan dike

      DERS 55

      Melekê Yehowa Hîzkiya Parast

      Împaratoriya Asûrê zora padîşahiya deh eşîrên Îsraîlê bir. Padîşahê Asûrê Sanherîb êdî dixwest padîşahiya du eşîrên Îsraîlê jî bindest bike. Wî bajarên Cihûdayê yek bi yek standin. Lê bajarê ku wî herî zêde dixwest Orşelîm bû. Tiştê ku Sanherîb nizanibû ew bû ku Yehowa Orşelîm diparast.

      Padîşahê Cihûdayê Hîzkiya ji bo ku Sanherîb hicûmî Orşelîmê neke gelek pere da wî. Sanherîb pere bir, lê wî dîsa jî ordiya xwe ya xurt şand ku bi Orşelîmê re şer bike. Asûrî her ku diçû nêzîktir dibûn. Xelkê bajêr di nava tirs û xofê de bû. Hîzkiya ji xelkê re got: ‘Netirsin. Asûrî xurt in, lê Yehowa ji wan xurttir e. Ewê alî me bike.’

      Sanherîb qasidê xwe Rabşake şand Orşelîmê ku kêfa xelkê xera bike. Rabşake li derveyî bajêr sekinî û bang kir: ‘Yehowa nikare alî we bike. Ji gotinên Hîzkiya bawer nekin. Tu xweda nikare we ji destê me xelas bike.’

      Hîzkiya ji Yehowa pirsî ku gerek ew çi bike. Yehowa cewab da: ‘Ji gotinên Rabşake netirsin. Sanherîb wê Orşelîmê nestîne.’ Piştre Sanherîb çend name ji Hîzkiya re şandin. Di nameyan de wisa hat gotin: ‘Teslîm bibin. Yehowa nikare we xelas bike.’ Hîzkiya dua kir: ‘Yehowa, ji kerema xwe re me xelas bike. Bi vî awayî her kes wê fehm bike ku tu Xwedayê rast î.’ Yehowa ji wî re got: ‘Padîşahê Asûrê wê nekeve Orşelîmê. Ezê bajarê xwe biparêzim.’

      Sanherîb bawer dikir ku ewê Orşelîmê di demeke nêzîk de bistîne. Lê şevekê Yehowa melekê xwe şand kampa ordiya Asûrê. Tenê melekekî 185.000 esker kuştin! Sanherîb Padîşah şervanên xwe yên herî xurt winda kirin. Ji ber vê yekê, padîşah mecbûr ma ku vegere welatê xwe. Wek ku Yehowa soz dabû, wî Hîzkiya û Orşelîm parastin. Eger tu wê demê li Orşelîmê bûyayî, gelo teyê jî ew qas baweriya xwe bi Yehowa bianiya?

      “Dora yên ku jê ditirsin, dipêçe milyaketê Xudan, û xelas dike wan” (Zebûr 34:7).

      Pirs: Yehowa çawa Orşelîm parast? Gelo Yehowa dikare te jî biparêze?

      2. Qiralan 17:1-6; 18:13-37; 19:1-37; 2. Dîrokan 32:1-23

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne