-
Padîşahiya Wek Dareke MezinDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 62
Padîşahiya Wek Dareke Mezin
Şevekê Nebûkadnetsar xewnek dît û pir tirsiya. Ji bo ku maneya xewna xwe fehm bike, wî gazî aqilmendên xwe kir. Lê tu kesî nikaribû xewna wî şîrove bikira. Di dawiyê de padîşah ji Danîêl re behsa xewna xwe kir.
Nebûkadnetsar ji Danîêl re got: ‘Min di xewna xwe de darek dît. Dar mezin bû û gihîşt ezmanan. Ji her dera dinyayê ve dihat dîtin. Pelên wê xweşik bûn û fêkiyên wê pir bûn. Heywanên çolê diketin bin siya wê û çivîkan hêlînên xwe di çiqilên wê de çêdikirin. Piştre melekek ji ezmanan daket xwarê û bang kir: “Darê bibirin û çiqilên wê jêkin. Lê qurm û koka wê bihêlin û dora wê bi hesin û bi sifir bipêçin. Dilê mirov wê bê guhertin û di şûna wî de dilê heywanekî wê ji wî re bê dayîn. Heft dem wê di ser re derbas bibin. Hemû mirov wê bielimin ku Xwedê Hukimdarê Herî Mezin e û ew kê bixwaze dikare wî bike padîşah.”’
Yehowa maneya xewnê ji Danîêl re eşkere kir. Dema ku Danîêl xewn fehm kir, ew pir tirsiya. Wî got: ‘Ya padîşah, xwezî ev xewn li ser dijminên te bûya, lê ew li ser te ye. Ew dara mezin a ku hat birrîn tu yî. Tuyê padîşahiya xwe ji dest bidî û tuyê wek heywanekî çolê giya bixwî. Lê ji ber ku melek got ku gerek qurm û koka darê bimîne, tuyê dîsa bibî padîşah.’
Piştî salekê Nebûkadnetsar li ser qesra xwe dimeşiya, bi heyranî li Babîlê nêrî û got: ‘Li vî bajarê mezin ê ku min ava kiriye binêrin. Ez çi qas mezin im!’ Dema ku wî hê xeber dida, dengekî ji ezmanan got: ‘Nebûkadnetsar! Niha padîşahiya te ji destê te çû.’
Wê gavê Nebûkadnetsar hişê xwe winda kir û bû wek heywanekî çolê. Ew mecbûr ma ku ji qesrê derkeve û bi heywanên çolê re bijî. Porê Nebûkadnetsar wek perên teyrekî dirêj bûn û neynûkên wî bûn wek lepên çivîkan.
Piştî ku heft sal derbas bûn, Nebûkadnetsar hat ser hişê xwe û Yehowa ew kir padîşahê Babîlê. Nebûkadnetsar got: ‘Ez pesnê padîşahê ezmanan Yehowa didim. Niha ez dizanim ku Yehowa Hukimdarê Herî Mezin e. Ew pozbilindan nizm dike û kê bixwaze dike padîşah.’
“Beriya hilweşînê pozbilindî, beriya ketinê jî ruhê quretiyê tê” (Methelokên Silêman 16:18).
-
-
Nivîsa li ser DîwêrDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 63
Nivîsa li ser Dîwêr
Bi zeman re Belşatsar bû padîşahê Babîlê. Şevekê wî bi hezaran mirovên herî muhîm ên welêt dawetî ziyafeteke mezin kirin. Wî emir da xulamên xwe ku ew tasên zêrîn ên ku Nebûkadnetsar ji îbadetgeha Yehowa anîbûn bînin. Belşatsar û mêvanên wî ji van tasên zêrîn şerab vexwar û pesnê îlahên xwe da. Ji nişka ve destê mirovekî li ser dîwarê salona xwarinê xuya bû û dest bi nivîsandina gotinên bisir kir.
Belşatsar pir tirsiya. Wî gazî sêrbazên xwe kir û soz da wan: ‘Eger kesek van gotinan şîrove bike, ezê wî bikim hukimdarê welêt ê sisêyan.’ Tu sêrbazekî nikaribû ev gotin şîrove bikirana. Piştre melîke hat û got: ‘Zilamekî bi navê Danîêl heye. Wî xewnên Nebûkadnetsar şîrove dikirin. Ew dikare van gotinan ji te re şîrove bike.’
Danîêl hat cem padîşah. Belşatsar ji wî re got: ‘Eger tu van gotinan bixwînî û şîrove bikî, ezê gerdeniyeke zêrîn bikim stûyê te û te bikim hukimdarê welêt ê sisêyan.’ Danîêl got: ‘Ez diyariyên te naxwazim, lê ezê ji te re bêjim ku maneya van gotinan çi ye. Bavê te Nebûkadnetsar yekî qure bû û Yehowa dersek da wî. Tu her tiştê ku hat serê wî dizanî. Lê dîsa jî te qedrê Yehowa negirt. Te şerab ji tasên zêrîn ên ji îbadetgeha wî vexwar. Loma Xwedê ev gotin nivîsandin: Menê, Menê, Teqel û Parsîn. Ev gotin tên maneya ku Med û Faris wê Babîlê ji destê te bistînin û êdî tuyê ne padîşah bî.’
Babîl bajarekî pir xurt bû. Li dora bajêr sûrên xurt û çemekî kûr hebûn. Bindestkirina bajarekî ew qas xurt ne mumkin xuya dikir. Lê wê şevê Med û Farisan êrîşî Babîlê kir. Padîşahê Farisan Koreş berê çem guhert. Bi vî awayî ava çem daket û eskeran dikaribû heta dergehên bajêr bimeşin. Dema ku ew gihîştin wir, dergeh vekirî bûn! Esker ketin hundir, bajar bindest kir û padîşah kuşt. Koreş bû hukimdarê Babîlê.
Di sala pêşîn de Koreş got: ‘Yehowa emir da min ku ez Mala wî ya li Orşelîmê ji nû ve ava bikim. Ji nav xelkê wî kî bixwaze alîkariyê bike dikare here wir.’ Loma wek ku Yehowa soz dabû, 70 salan piştî wêranbûna Orşelîmê, gelek Cihû vegeriyan malên xwe. Koreş tasên zîvîn û zêrîn û tiştên ku Nebûkadnetsar ji îbadetgehê biribûn dîsa şandin Orşelîmê. Te dît ku Yehowa çawa bi destê Koreş alî xizmetkarên xwe kir?
“Hilweşiya! Babîla mezin hilweşiya! Bû cih û warê cinan” (Peyxam 18:2, Mizgînî).
-