KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Danîêl di Çala Şêran de
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Zilamên hesûd dibînin ku Danîêl li ber pencereya vekirî dua dike

      DERS 64

      Danîêl di Çala Şêran de

      Daryûsê Med padîşahekî din ê Babîlê bû. Daryûs dît ku Danîêl mirovekî baş bû. Wî Danîêl danî ser zilamên herî muhîm ên welêt. Van zilaman hesûdiya Danîêl dikir û dixwest ji wî xelas bibin. Wan dizanibû ku Danîêl rojê sê caran ji Yehowa re dua dikir, loma wan ji Daryûs re got: ‘Ya padîşah, ji bo ku her kes tenê ji te re dua bike, qanûnekê derxe. Her kesê ku guh nede vê qanûnê gerek bê avêtin nav çala şêran.’ Daryûs ji vê fikrê hez kir û qanûn îmze kir.

      Dema ku Danîêl ev qanûna nû bihîst, ew çû mala xwe. Wek her car Danîêl li ber pencereya vekirî çû ser çokan û ji Yehowa re dua kir. Ew zilamên hesûd ji nişka ve ketin mala wî û wan dît ku Danîêl dua dike. Ew di cih de çûn cem Daryûs û wan got: ‘Danîêl bi ya te nake. Ew rojê sê caran ji Xwedayê xwe re dua dike.’ Daryûs ji Danîêl hez dikir û nedixwest ku ew bimire. Daryûs ji sibê heta êvarê li çareyekê digeriya ku Danîêl xelas bike. Lê padîşah jî nikaribû qanûneke ku wî êdî îmze kiribû betal bike. Loma ew mecbûr ma ku vî emrî bide zilamên xwe: ‘Danîêl bavêjin çala şêran.’

      Wê şevê Daryûs ji bo Danîêl ew qas xemgîn bû ku xew lê herimî. Serê sibê wî baz da cem çala şêran û bangî Danîêl kir: ‘Gelo Xwedayê te tu xelas kirî?’

      Daryûs dengek bihîst. Dengê Danîêl bû! Wî ji Daryûs re got: ‘Melekê Yehowa devê şêran girt. Şêran tiştek bi min nekir.’ Daryûs pir kêfxweş bû! Wî emir da zilamên xwe ku ew Danîêl ji çalê derxin. Birîn qet di canê wî de tune bû. Piştre padîşah emir da: ‘Wan zilamên ku Danîêl sûcdar kir bavêjin çalê.’ Zilam hê negihîştibûn binê çalê, şêran ew parçe parçe kirin.

      Daryûs ev ferman ji miletê xwe re şand: ‘Gerek her kes ji Xwedayê Danîêl bitirse. Wî Danîêl ji nav lepên şêran xelas kir.’

      Gelo tu jî wek Danîêl her roj ji Yehowa re dua dikî?

      Danîêl di çala şêran de

      Yehowa “dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike” (2. Petrûs 2:9, Mizgînî).

      Pirs: Danîêl rojê sê caran çi dikir? Yehowa çawa Danîêl xelas kir?

      Danîêl 6:1-28

  • Ester Xelkê Xwe Xelas Dike
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Melîke Ester derbasî hewşa Ahaşveroş Padîşah a ku tê parastin dibe

      DERS 65

      Ester Xelkê Xwe Xelas Dike

      Melîke Ester

      Ester keçeke Cihû bû. Ew li bajarê Farisan Şûşanê dijiya. Berî gelek salan Nebûkadnetsar malbata wê ji Orşelîmê biribû wir. Pismamê wê Mordekay ew mezin kiribû. Mordekay xizmetkarekî Padîşahê Farisan Ahaşveroş bû.

      Ahaşveroş Padîşah ji xwe re li melîkeyeke nû digeriya. Xulamên wî jinên herî xweşik ên welêt ji wî re anîn. Ester jî di nav wan de bû. Padîşah ji nav wan hemûyan Ester hilbijart ku bibe melîke. Mordekay ji Esterê re got: ‘Ji kesî re nebêje ku tu Cihû yî.’

      Zilamekî qure yê bi navê Haman serekê hemû mezinên milet bû. Wî dixwest ku her kes xwe li ber wî bitewîne. Lê Mordekay ev yek nedikir. Ji ber vê yekê, Haman pir qehirî û xwest Mordekay bikuje. Gava Haman pê hesiya ku Mordekay Cihû ye, wî planek hazir kir ku hemû Cihûyên li welêt bikuje. Wî ji padîşah re got: ‘Cihû mirovên bixeter in. Gerek em ji wan xelas bibin.’ Ahaşveroş got: ‘Tu çawa dixwazî wisa bike’ û wî îzin da Haman ku ew qanûnekê derxe. Haman qanûneke nû derxist. Wî emir da xelkê ku ew di 13ê meha Adarê de hemû Cihûyan bikujin. Yehowa her tişt didît.

      Haya Esterê ji vê qanûnê tune bû. Loma Mordekay kopyayeke wê jê re şand û got: ‘Rabe here bi padîşah re bipeyive.’ Esterê got: ‘Her kesê ku nehatibe gazîkirin û biçe ba padîşah wê bê kuştin. Ev sî roj in ku padîşah gazî min nekiriye! Lê ezê biçim. Eger ew gopalê xwe dirêj bike, ezê bijîm û eger ew dirêj neke, ezê bimirim.’

      Ester rabû çû hewşa padîşah. Dema ku padîşah ew dît, wî gopalê xwe dirêj kir. Ester çû cem padîşah û wî jê pirsî: ‘Ester, ez dikarim ji bo te çi bikim?’ Wê got: ‘Ez dixwazim te û Haman dawetî ziyafetekê bikim.’ Di dema ziyafetê de Esterê ew dawetî ziyafeteke din jî kirin. Îcar di dema ziyafeta diduyan de padîşah dîsa jê pirsî: ‘Ez dikarim ji bo te çi bikim?’ Wê got: ‘Kesek dixwaze min û xelkê min bikuje. Ji kerema xwe re me xelas bike.’ Padîşah pirsî: ‘Kî dixwaze we bikuje?’ Wê got: ‘Ev zilamê xerab Haman.’ Ahaşveroş ew qas qehirî ku wî di cih de fermana kuştina Haman da.

      Lê padîşah jî nikaribû qanûna Haman betal bikira. Loma padîşah Mordekay kir serekê mezinên milet û heqê derxistina qanûneke nû da wî. Qanûna ku Mordekay derxist îzin dida Cihûyan ku eger kesên din êrîşî wan bikin, ew dikarin xwe biparêzin. Cihûyan di roja 13ê Adarê de zora dijminên xwe bir. Ji wê rojê pê ve her sal wan ev serkeftin pîroz dikir.

      “Ji ber min, ewê we bidin destê walî û padîşahan, da ku ew û miletên din di heqê baweriya we de bibihîzin” (Meta 10:18).

      Pirs: Plana Haman a li dijî Cihûyan çi bû? Esterê çawa îmana xwe ya bi Yehowa nîşan da?

      Ester 2:5-20; 3:1–5:8; 7:1–8:14; 9:1-28

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne