KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Esra Qanûna Xwedê Dielimand
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Esra li meydana resmî pesnê Yehowa dide û mirov ji ber ku razî ne destên xwe bilind dikin

      DERS 66

      Esra Qanûna Xwedê Dielimand

      Îsraîlî berî teqrîben 70 salan vegeriyan Orşelîmê, lê hinek ji wan hê jî li derên din ên Împaratoriya Farisan dijiyan. Yek ji wan kahînekî bi navê Esra bû. Wî Qanûna Yehowa dielimand. Esra pê hesiya ku xelkê Orşelîmê li gor Qanûnê nedijiya. Loma wî xwest ku biçe wê derê û alî wan bike. Padîşahê Farisan Artahşasta ji wî re got: ‘Xwedê hîkmet daye te ku tu Qanûna wî bielimînî. Rabe here û her kesê ku dixwaze bi xwe re bibe.’ Esra û hemû kesên ku dixwest vegerin Orşelîmê li hev kom bûn. Wan dua kir û ji Yehowa xwest ku ew wan di vê rêwîtiya dirêj de biparêze. Piştre ew bi rê ketin.

      Piştî çar mehan ew gihîştin Orşelîmê. Li wir mezinên xelkê ji Esra re got: ‘Îsraîliyan guh neda Yehowa û ew bi jinên pûtperest re zewicîn.’ Gelo Esra çi kir? Esra li ber çavê xelkê çû ser çokan û dua kir: ‘Ya Yehowa, te gelek tişt ji bo me kirine, lê me li hemberî te guneh kir.’ Îcar xelkê tobe kir, lê wan hê jî tiştên şaş dikirin. Esra rîspî û hakim hilbijartin ku bi van meseleyan re eleqedar bibin. Di nav sê mehan de wan hemû kesên ku ji Yehowa re îbadet nedikir ji wir şandin.

      Dozdeh sal derbas bûn. Sûrên Orşelîmê êdî ji nû ve hatibûn avakirin. Loma Esra xelk li meydanê kom kir ku Qanûna Xwedê ji wan re bixwîne. Wexta ku Esra kitêb vekir, xelk rabû ser xwe. Wî pesnê Yehowa da û xelkê destên xwe bilind kirin û wisa razîbûna xwe nîşan da. Piştre Esra Qanûn xwend û zelal kir û xelkê baş guhdarî kir. Wan fehm kir ku ew dîsa ji Yehowa dûr ketine û ew giriyan. Roja din Esra hê bêtir ji Qanûnê ji wan re xwend. Xelkê fehm kir ku gerek ew di wexteke nêzîk de Cejna Holikan pîroz bikin. Di cih de wan dest bi haziriya cejnê kir.

      Xelkê ev cejn heft rojan bi kêfxweşî pîroz kir û ji bo zeviyên ku ber didin ji Yehowa re şikir kir. Ji dema Yêşû ve cejneke wisa çênebûbû. Piştî cejnê xelk li hev kom bû û dua kir: ‘Yehowa, te em ji koletiyê xelas kirin, te li çolê xwarin da ma, û te ev erdê bibereket da me. Lê me gelek caran bi ya te nekir. Ji bo ku tu me hişyar bikî, te pêxember şandin, lê me guh neda wan. Dîsa jî te li me sebir dikir. Te soza ku dabû Birahîm anî cih. Niha em soz didin ku emê guh bidin te.’ Wan soza xwe nivîsand û mezinên xelkê, Lêwî û kahînan mora xwe lê xist.

      “Hê dilxweştir in kesên ku guh didin gotinên Xwedê û li gor wan dijîn!” (Lûqa 11:28).

      Pirs: Esra Îsraîliyên ku li Orşelîmê kom dibûn dielimandin çi? Xelkê soz da ku ewê çi bike?

      Esra 7:1-28; 8:21-23, 31, 32; 9:1–10:19; Nehemya 8:1-18; 9:1-38

  • Sûrên Orşelîmê
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Nehemya rêberiya avakirina sûrên Orşelîmê û danîna nobedaran dike

      DERS 67

      Sûrên Orşelîmê

      Di dema Esra de li bajarê Farisan Şûşanê Îsraîliyekî bi navê Nehemya hebû. Ew xizmetkarekî Artahşasta Padîşah bû. Birayê Nehemya ji Cihûdayê hat û xebereke nebaş anî. Wî got: ‘Kesên ku vegeriyane Orşelîmê ne di emniyetê de ne. Sûr û dergehên bajêr ên ku Babîliyan hilweşandibûn tu carî ji nû ve nehatine avakirin.’ Nehemya pir xemgîn bû. Ji bo ku ew alîkariyê bike, wî dixwest biçe Orşelîmê. Wî dua kir ku padîşah îzna çûyînê bide wî.

      Piştre padîşah dît ku Nehemya xemgîn xuya dike. Wî got: ‘Tu çima ew qas xemgîn î?’ Nehemya got: ‘Bajarê min Orşelîm wêran bûye, ma ezê çawa xemgîn nebim?’ Padîşah pirsî: ‘Ez dikarim ji bo te çi bikim?’ Di cih de Nehemya di dilê xwe de dua kir. Paşê wî got: ‘Ji kerema xwe re îznê bide min ku ez biçim Orşelîmê û sûrên bajêr ji nû ve ava bikim.’ Artahşasta Padîşah îzin da wî ku ew biçe Orşelîmê û alî wî kir ku ew di vê rêwîtiya dirêj de bi saxî û selametî bigihîje wir. Wekî din, wî Nehemya kir waliyê Cihûdayê û ji bo çêkirina dergehên bajêr dar dan wî.

      Gava Nehemya gihîşt Orşelîmê, wî li rewşa sûrên bajêr nêrî. Piştre wî kahîn û hukimdar li hev kom kirin û ji wan re got: ‘Em di halekî pir xerab de ne. Gerek em dest bi kar bikin.’ Xelkê qebûl kir û dest pê kir ku sûrên bajêr dîsa ava bike.

      Lê hinek dijminên Îsraîliyan henekên xwe bi wan kirin û gotin: ‘Eger roviyek hilkişe ser sûrê ku hûn ava dikin, wê bê hilweşandin.’ Xebatkaran bala xwe nedida gotinên wan û karê avakirinê dewam dikir. Sûr bilindtir û saxlemtir bû.

      Dijminan qerar da ku ji aliyên cuda ve bên û ji nişka ve êrîşî Orşelîmê bikin. Gava Cihû bi vê planê hesiyan, ew pir tirsiyan. Lê Nehemya got: ‘Netirsin. Yehowa bi me re ye.’ Wî ji bo parastina xebatkaran nobedar danîn. Ji ber vê yekê, dijminan nikaribû êrîşî wan bikin.

      Sûr û dergehên bajêr di 52 rojan de temam bûn. Nehemya ji bo pîrozkirina vê yekê hemû Lêwî anîn Orşelîmê. Wî ew wek du komên stranbêjan ji hev veqetandin. Ew li cem Dergehê Kaniyê li ser derenceyan hilkişiyan ser sûr. Piştre her komek ji aliyekî din ve li dora bajêr meşiya. Gava ew dimeşiyan, wan li borî, zîl û çengê dixist û stran ji Yehowa re digotin. Esra bi komekê re çû û Nehemya bi koma din re çû. Di dawiyê de ew li cem îbadetgehê rastî hev hatin. Hemû jin, mêr û zarokan şahî pîroz kir û ji Yehowa re qurban pêşkêş kirin. Dengê dilxweşiya wan ji dûr ve dihat bihîstin.

      “Tu çekeke ku li dijî te bê çêkirin wê bi kêr neyê” (Îşaya 54:17).

      Pirs: Nehemya çima çû Orşelîmê? Ji nû ve avakirina sûrên Orşelîmê çi qas wext girt?

      Nehemya 1:1-11; 2:1-20; 4:1-23; 5:14; 6:1-19; 12:27-43

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne