KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Zarokekî Êlîzabêtê Çêbû
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Zekerya ji heval û merivên xwe re dibêje ku navê kurê wî wê Yehya be

      DERS 68

      Zarokekî Êlîzabêtê Çêbû

      Piştî ku sûrên Orşelîmê ji nû ve hatin avakirin zêdeyî 400 sal derbas bûn. Kahînekî bi navê Zekerya û jina wî Êlîzabêt li nêzîkî bajêr dijiyan. Ew gelek salan bi hev re zewicî bûn, lê zarokên wan tune bûn. Rojekê dema ku Zekerya di îbadetgehê de li cihê pîroz bixûr dişewitand, melek Cibrayîl lê xuya bû. Zekerya pir tirsiya, lê Cibrayîl got: ‘Netirse. Yehowa ez şandime ku ez vê xebera xweş ji te re bêjim. Jina te Êlîzabêt wê kurekî bîne. Navê wî bike Yehya. Yehowa Yehya ji bo karekî muhîm hilbijartiye.’ Zekerya pirsî: ‘Ez çawa dikarim ji te bawer bikim? Ez û jina xwe kal û pîr bûne. Ma di vî emrê mezin de emê çawa zarokekî bînin?’ Cibrayîl got: ‘Xwedê ez şandime ku vê mizgîniyê bidim te. Lê ji ber ku te ji min bawer nekir, heta ku kurik ji dayik bibe tuyê lal bimînî û xeber nedî.’

      Zekerya vê carê di cihê pîroz de dereng ma. Dema ku ew di dawiyê de derket, xelkê ku li derve li benda wî sekinî bû xwest bizane ka çi çêbûye. Zekerya nikaribû xeber bide. Wî dikaribû tenê bi destên xwe îşaretan bike. Loma xelkê fehm kir ku Zekerya xeberek ji Xwedê standiye.

      Bi zeman re wek ku melek gotibû Êlîzabêt bizaro bû û kurek anî dinyayê. Heval û merivên wê hatin ku bebek bibînin. Ew bi Êlîzabêtê re pir kêfxweş bûn. Êlîzabêtê got: ‘Navê wî wê Yehya be.’ Wan got: ‘Di nav malbata we de kesekî bi navê Yehya tune ye. Navê bavê wî Zekerya lê bikin.’ Lê Zekerya ev gotin nivîsandin: ‘Navî wî Yehya ye.’ Wê gavê Zekerya dîsa dest bi xeberdanê kir! Xeberên li ser bebek li her dera Cihûstanê belav bûn û mirovan meraq dikir: ‘Gava ev zarok mezin bibe, ewê bibe çi?’

      Piştre Zekerya di bin tesîra ruhê pîroz de wisa got: ‘Şikir ji Yehowa re. Wî soz dabû Birahîm ku ewê xelaskarekî, yanî Mesîh ji me re bişîne. Yehya wê bibe pêxember û ewê ji bo hatina Mesîh rê hazir bike.’

      Tiştekî pir xweş hat serê Meryema ku meriva Êlîzabêtê bû. Emê vê yekê di beşa din de bielimin.

      “Ji bo mirovan ev yek nemumkin e, lê ji bo Xwedê her tişt mumkin e” (Meta 19:26).

      Pirs: Cibrayîl ji Zekerya re çi got? Yehya wê kîjan karê muhîm bike?

      Meta 11:7-14; Lûqa 1:5-25, 57-79; Îşaya 40:3; Maleyaxî 3:1

  • Cibrayîl bi Meryemê re Dipeyive
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Melek Cibrayîl li Meryemê xuya bû

      DERS 69

      Cibrayîl bi Meryemê re Dipeyive

      Melekek di xewnê de li Ûsiv xuya dibe

      Meriveke Êlîzabêtê ya bi navê Meryemê hebû. Meryem li bajarê Nasiraya Celîleyê dijiya. Ew bi Ûsivê xerat re bi nîşanî bû. Gava Êlîzabêt şeş mehî bihemle bû, melek Cibrayîl li Meryemê xuya bû. Wî got: ‘Merheba Meryem. Bereketa Yehowa li ser te ye.’ Wê maneya gotinên Cibrayîl fehm nekir. Piştre melek ji wê re got: ‘Tuyê bihemle bibî û kurekî bînî dinyayê. Navê wî bike Îsa. Ewê bibe Padîşah û Hukimdariya wî wê her tim hebe.’

      Meryemê got: ‘Lê ez ne zewicî me. Ezê çawa zarokekî bînim?’ Cibrayîl got: ‘Ji bo Yehowa tiştekî nemumkin tune ye. Ruhê pîroz wê bê ser te û kurekî te wê çêbe. Meriva te Êlîzabêt jî bizaro ye.’ Piştre Meryemê got: ‘Ez xulama Yehowa me. Wek ku tu dibêjî bila wisa bibe.’

      Ûsiv bi Meryema ducanî re dizewice

      Meryem ji bo serdana Êlîzabêtê çû bajarê ku ew lê dima. Gava ew ket hundirê malê û silav da Êlîzabêtê, bebeka di zikê Êlîzabêtê de xwe livand. Di bin tesîra ruhê pîroz de, wê got: ‘Meryem, bereketa Yehowa li ser te ye. Çi şerefeke mezin e ku diya Mesîh hatiye cem min.’ Meryemê got: ‘Ez bi hemû dilê xwe pesnê Yehowa didim.’ Meryem sê mehan li cem Êlîzabêtê ma. Piştre ew vegeriya mala xwe ya li Nasirayê.

      Gava Ûsiv pê hesiya ku Meryem bizaro ye, wî xwest ku nîşaniya xwe xera bike. Lê melekek di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: ‘Netirse ku tu bi Meryemê re bizewicî. Wê tiştekî şaş nekiriye.’ Loma Ûsiv bi Meryemê re zewicî û ew bir mala xwe.

      “Li erdê û li ezman … Xudan her daxwaza xwe bi cih tîne” (Zebûr 135:6).

      Pirs: Cibrayîl ji Meryemê re li ser kurikê wê çi got? Êlîzabêt û Meryem li ser tiştên ku bi wan re çêbûn çi difikirîn?

      Meta 1:18-25; Lûqa 1:26-56; Îşaya 7:14; 9:7; Danîêl 2:44; Galatî 4:4

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne