KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Melek Xebera Bûyîna Îsa Belav Dikin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Melek ji şivanan re dibêjin ku Îsa ji dayik bûye

      DERS 70

      Melek Xebera Bûyîna Îsa Belav Dikin

      Împaratorê Romayê Qeyser Augustus emir da ku hemû Cihû vegerin bajarên xwe û navên xwe bidin nivîsandin. Loma Ûsiv û Meryem rabûn çûn Beytlehemê. Malbata Ûsiv ji wê derê bû. Wext hatibû ku Meryem bebeka xwe bîne dinyayê.

      Gava ew gihîştin Beytlehemê, wan ji xwe re cihekî ku lê bimînin nedît. Ji ber vê yekê, ew di axurekê de man. Meryemê kurê xwe Îsa li wir anî dinyayê. Wê ew bi paçikên nerm pêçand û di afirekî de danî.

      Li nêzîkî Beytlehemê bi şev çend şivan li derve li ber keriyên pezên xwe bûn. Ji nişka ve melekek li ber wan xuya bû û rûmeta Yehowa dora wan kir ronahî. Şivan pir tirsiyan, lê melek got: ‘Netirsin. Xebereke pir xweş heye. Mesîh îro li Beytlehemê ji dayik bûye.’ Wê gavê gelek melekên din jî li ezmanan xuya bûn û gotin: ‘Rûmet ji Xwedayê li ezmanan re û aştî ji mirovan re.’ Piştre melek ji ber çavê wan winda bûn. Gelo şivanan çi kir?

      Şivanan ji hevdû re gotin: ‘Rabin em herin Beytlehemê.’ Ew zû çûn wir û wan zarokê nûçêbûyî bi Ûsiv û Meryemê re di axurê de dît.

      Her kesê ku bihîst ku melekan ji şivanan re çi gotibû şaş ma. Meryem li ser gotinên melek kûr fikirî û ew qet ji bîr nekirin. Îcar şivan vegeriyan ber keriyên pezên xwe. Wan ji bo hemû tiştên ku wan dîtin û bihîstin ji Yehowa re şikir kir.

      “Ez ji ba Xwedê hatime û bi navgîniya wî ez li vir im. Ez ji ber xwe nehatime, lê wî ez şandime” (Yûhena 8:42).

      Pirs: Melekan çawa ji şivanan re gotin ku Îsa ji dayik bûye? Şivanan li Beytlehemê kî dîtin?

      Lûqa 2:1-20; Îşaya 9:6

  • Yehowa Îsa Parast
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Meryem û Îsayê zarok kerekê dajon û Ûsiv li kêleka wan dimeşe

      DERS 71

      Yehowa Îsa Parast

      Li welatekî li aliyê rojhilatê Îsraîlê mirovan bawer dikir ku stêr dikarin rê nîşanî wan bidin. Şevekê çend zilamên ji wir li ezmanan tiştekî ku wek stêrekê dibiriqî dît. Ev “stêr” li pêşiya wan çû û ew li dû wê çûn. Wê “stêrê” ew birin Orşelîmê. Zilaman ji xelkê pirsî: ‘Zarokê ku wê bibe padîşahê Cihûyan li ku derê ye? Em hatin ku xwe li ber wî bitewînin.’

      Gava padîşahê Orşelîmê Hêrodes bihîst ku padîşahekî nû tê, ew tirsiya. Wî ji serokên kahînan pirsî: ‘Ev padîşah wê li ku derê ji dayik bibe?’ Wan ji wî re got: ‘Pêxemberan gotibû ku ewê li Beytlehemê ji dayik bibe.’ Loma Hêrodes gazî zilamên ji Rojhilat kir û ji wan re got: ‘Rabin herin Beytlehemê û vî zarokî bibînin. Piştre vegerin cem min û ji min re bêjin ku ew li ku derê ye. Ez jî dixwazim xwe li ber wî bitewînim.’ Lê ev yek derew bû.

      Ew “stêr” dîsa li pêşiya wan çû. Zilam heta Beytlehemê li dû wê çûn. “Stêr” li ser malekê sekinî. Gava zilam ketin hundirê wê malê, wan Îsa li cem diya wî Meryemê dît. Wan xwe li ber zarok tewandin erdê û zêr, bixûr û rûnê bêhnxweş diyarî wî kirin. Gelo Yehowa bi rastî ev zilam şandin ku Îsa bibînin? Na.

      Wê şevê Yehowa di xewnekê de ji Ûsiv re got: ‘Hêrodes dixwaze Îsa bikuje. Zarok û diya wî bi xwe re bibe û birevin Misrê û li wir bimînin. Wexta ku ez ji te re bêjim ku xeter derbas bûye, wê çaxê hûn dikarin vegerin.’ Di cih de Ûsiv û malbata xwe rabûn çûn Misrê.

      Yehowa ji wan zilamên ji Rojhilat re got ku gerek ew venegerin cem Hêrodes. Gava Hêrodes fehm kir ku ew venegeriyane, ew pir qehirî. Ji ber ku Îsa nehat dîtin, wî emir da ku hemû zarokên biçûk ên di emrê Îsa de li Beytlehemê bên kuştin. Lê Îsa ji ber ku li Misrê bû ji xeterê pir dûr bû.

      Bi zeman re Hêrodes mir. Yehowa ji Ûsiv re got: ‘Ji ber ku xeter derbas bûye, hûn dikarin vegerin.’ Ûsiv, Meryem û Îsa rabûn vegeriyan Îsraîlê. Ew êdî li bajarê Nasirayê dijiyan.

      “Wê peyva ji devê min derdikeve jî wisa be … û di karê ku min dayê de bi ser bikeve” (Îşaya 55:11).

      Pirs: Jiyana Îsa çima di xeterê de bû? Yehowa çawa ew parast?

      Meta 2:1-23; Mîka 5:2

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne