KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Îsa Dibe Mesîh
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Piştî ku Îsa ji aliyê Yehya ve tê vaftîzkirin, ruhê pîroz wek kevokekê tê ser wî

      DERS 74

      Îsa Dibe Mesîh

      Yehya gotibû ku kesekî ku ji wî mezintir e tê. Gava Îsa teqrîben 30 salî bû, ew ji Celîleyê çû Çemê Urdunê. Li wir Yehya mirov vaftîz dikirin. Îsa dixwest ku Yehya wî vaftîz bike, lê Yehya got: ‘Gerek ez te vaftîz nekim. Gerek tu min vaftîz bikî.’ Îsa ji Yehya re got: ‘Yehowa dixwaze ku tu min vaftîz bikî.’ Loma ew ketin Çemê Urdunê û Yehya Îsa bi temamî xist bin avê û derxist.

      Piştî ku Îsa ji avê derket, wî dua kir. Wê gavê ezman vebû û ruhê pîroz wek kevokekê daket ser wî. Yehowa ji ezmanan got: ‘Tu Kurê min ê delal î. Ez ji te razî me.’

      Gava ruhê Yehowa daket ser Îsa, ew bû Mesîh. Êdî wî dikaribû dest bi karê ku Yehowa dabû wî bike. Ew ji bo vê yekê hatibû dinyayê.

      Piştî ku Îsa hat vaftîzkirin, ew çû çolê û 40 rojan li wir ma. Dema ku vegeriya, çû cem Yehya. Gava Yehya dît ku Îsa tê cem wî, Yehya got: ‘Va ye, Berxê Xwedê yê ku wê gunehên dinyayê ji holê rake!’ Bi van gotinan, Yehya nîşanî xelkê da ku Îsa “Mesîh” e. Gava Îsa li çolê bû, gelo tu dizanî çi hat serê wî? Ka em binêrin.

      “Dengek ji ezmanan hat: ‘Tu yî Kurê min ê delal, ez ji te razî me’” (Marqos 1:11).

      Pirs: Îsa çima vaftîz bû? Yehya çima got ku Îsa Berxê Xwedê ye?

      Meta 3:13-17; Marqos 1:9-11; Lûqa 3:21-23; Yûhena 1:29-34; Îşaya 42:1; Îbranî 10:7-9

  • Îblîs Îsa Diceribîne
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Îsa red dike ku xwe ji ser îbadetgehê bavêje erdê

      DERS 75

      Îblîs Îsa Diceribîne

      Îsa red dike ku keviran bike nan

      Piştî ku Îsa hat vaftîzkirin, ew bi rêberiya ruhê pîroz çû çolê. Wî 40 rojan tiştek nexwar û pir birçî bû. Îblîs hat ku Îsa biceribîne û ji wî re got: ‘Eger tu bi rastî Kurê Xwedê yî, ji van keviran re bêje ku ew bibin nan.’ Lê Îsa cewab da ku di Nivîsarên Pîroz de wisa hatiye nivîsandin: ’Ji bo ku em bijîn, xwarin tenê ne bes e. Lazim e ku em guh bidin her gotina ku Yehowa dibêje.’

      Piştre Şeytan xwest ku Îsa bi van gotinan bixapîne: ‘Eger tu bi rastî Kurê Xwedê yî, xwe ji cihê herî bilind ê îbadetgehê bavêje erdê. Çimkî hatiye nivîsandin ku Xwedê wê melekên xwe bişîne ku te bigirin.’ Lê Îsa dîsa ji Nivîsarên Pîroz cewab da û got: ‘Hatiye nivîsandin ku gerek hûn Yehowa neceribînin.’

      Îsa padîşahiyên dinyayê yên ku Şeytan jê re pêşkêş dike red dike

      Piştre Şeytan hemû padîşahiyên dinyayê, dewlemendî û rûmeta wan nîşanî Îsa dan û got: ‘Eger tu tenê carekê ji min re îbadetê bikî, ez ê van hemû tiştan bidim te.’ Lê Îsa cewab da: ‘Ji min dûr bikeve, Şeytan! Hatiye nivîsandin ku gerek em tenê ji Yehowa re îbadetê bikin.’

      Piştî vê yekê Îblîs çû û melek hatin cem Îsa û xwarin da wî. Ji wê rojê ve Îsa mizgîniya Padîşahiyê belav dikir. Xwedê ew ji bo vî karî şandibû dinyayê. Mirovan ji gotinên Îsa hez dikir û li her derê li pey wî diçûn.

      “Gava ew [Îblîs] derewan dike, ew li gor şexsiyeta xwe dike, ji ber ku ew derewkar e û bavê derewan e” (Yûhena 8:44).

      Pirs: Îsa çawa sê caran hat ceribandin? Îsa çawa cewaba Îblîs da?

      Meta 4:1-11; Marqos 1:12, 13; Lûqa 4:1-15; 5. Mûsa 6:13, 16; 8:3; Aqûb 4:7

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne