KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Îsa Îbadetgehê ji Ticaran Paqij Dike
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Îsa bi qamçiyekê heywanan ji îbadetgehê derdixe û maseyên kesên ku pereyan diguherin davêje erdê

      DERS 76

      Îsa Îbadetgehê ji Ticaran Paqij Dike

      Di sala 30yî de gava bihar bû, Îsa çû Orşelîmê. Gelek kes ji bo pîrozkirina Cejna Derbasbûnê hatibûn bajêr. Wek ku di cejnê de dihat kirin, wan li îbadetgehê qurban pêşkêş dikirin. Hinek kesan heywanên xwe bi xwe re anîn, lê hinekan jî ew li Orşelîmê kirîn.

      Gava Îsa ket îbadetgehê, wî dît ku mirov heywanan difiroşin. Li şûna ku wan li wir îbadet bikira, wan ji xwe re pere qezenc dikirin! Gelo Îsa çi kir? Wî ji benikan qamçiyek çêkir û pez û dewar ji îbadetgehê derxistin. Wî maseyên kesên ku pere diguhertin avêtin erdê û pereyên wan li ser erdê rijandin. Îsa ji kevokfiroşan re got: ‘Van tiştan ji vir derxin! Mala Bavê min nekin cihê ticaretê!’

      Kesên ku di îbadetgehê de bûn ji ber tiştên ku Îsa kirin ecêb man. Şagirtên wî ev gotinên li ser Mesîh anîn bîra xwe: ‘Hezkirineke mezin ji bo mala Yehowa di dilê min de heye.’

      Îcar di sala 33yan de, Îsa îbadetgeh cara diduyan paqij kir. Gava kesekî hurmet nedida mala Bavê wî, wî ev yek tehemul nedikir.

      “Hûn nikarin hem xulamên Xwedê hem jî xulamên dewlemendiyê bin” (Lûqa 16:13).

      Pirs: Gava Îsa dît ku mirov li îbadetgehê heywanan difiroşin, wî çi kir? Îsa çima ev yek kir?

      Meta 21:12, 13; Marqos 11:15-17; Lûqa 19:45, 46; Yûhena 2:13-17; Zebûr 69:9

  • Jinika li ber Bîrê
    Dersên ji Kitêba Pîroz
    • Îsa li ser bîra Aqûb bi jineke Samerî re dipeyive

      DERS 77

      Jinika li ber Bîrê

      Piştî Cejna Derbasbûnê, Îsa û şagirtên wî ji bo ku vegerin Celîleyê ketin rê. Ew di Sameriyayê re derbas bûn. Li nêzîkî bajarê Sîxarê, Îsa li cihekî bi navê bîra Aqûb sekinî. Li wir dema ku wî xwe rehet dikir, şagirtên wî ji bo ku xwarinê bikirin çûn bajêr.

      Jinikek hat ku avê ji bîrê bikişîne. Îsa ji wê re got: ‘Avê bide min ku ez vexwim.’ Wê got: ‘Tu çima bi min re xeber didî? Ez jineke Samerî me. Cihû û Samerî bi hev re xeber nadin.’ Îsa ji wê re got: ‘Eger te bizaniya ku ez kî me, teyê av ji min bixwesta û minê ava jiyanê bidaya te.’ Jinikê pirsî: ‘Ma tu dixwazî çi bêjî? Tiştekî ku tu pê avê bikişînî li cem te tune ye.’ Îsa got: ‘Her kesê ku ji ava ku ez bidim wî vexwe wê tu carî tî nebe.’ Jinikê got: ‘Efendiyê min, vê avê bide min.’

      Îsa ji wê re got: ‘Here zilamê xwe bîne.’ Wê got: ‘Zilamê min tune ye.’ Wî got: ‘Tu rastiyê dibêjî. Tu pênc caran zewicî bûyî û yê ku tu niha pê re dijî, ne zilamê te ye.’ Jinikê got: ‘Ez dibînim ku tu pêxember î. Xelkê min bawer dike ku em dikarin li ser vî çiyayî ji Xwedê re îbadetê bikin, lê Cihû dibêjin ku gerek em tenê li Orşelîmê îbadetê bikin. Ez bawer dikim ku gava Mesîh were, ewê me bielimîne ku em çawa îbadetê bikin.’ Piştre Îsa got: ‘Ez Mesîh im.’ Heta niha wî ev yek ji tu kesî re negotibû.

      Îsa bi jineke Samerî re dipeyive

      Jinik bi lez çû bajarê xwe û ji Sameriyan re got: ‘Ez bawer dikim ku min Mesîh dît. Ew li ser min her tiştî dizane. Werin û bibînin!’ Ew bi wê re çûn ser bîrê û li tiştên ku Îsa dielimandin guhdarî dikir.

      Sameriyan ji Îsa xwest ku ew li cem wan bimîne. Îsa du rojan li wir ma û ew elimandin. Gelek kesan îmana xwe bi wî anî. Wan ji jinika Samerî re got: ‘Piştî ku me gotinên vî zilamî bihîstin, me fehm kir ku ew bi rastî jî xelaskarê dinyayê ye.’

      “‘Were!’ Û yê tî bûye bila bê; yê dixwaze bila belaş ava jiyanê bistîne” (Peyxam 22:17, Mizgînî).

      Pirs: Jinika Samerî çima şaş ma ku Îsa pê re xeber da? Îsa ji wê re çi got?

      Yûhena 4:1-42

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne