-
Îsa Mizgîniya Padîşahiyê Belav DikeDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 78
Îsa Mizgîniya Padîşahiyê Belav Dike
Wexteke kin pişt vaftîzbûna xwe, Îsa dest bi belavkirina vê mizgîniyê kir: “Hukimdariya Xwedê nêzîk bûye.” Wexta ku ew li Celîle û Cihûstanê digeriya, şagirtên wî pê re diçûn. Gava Îsa vegeriya bajarê xwe Nasirayê, ew çû sînagogê, wî destnivîsa Îşaya vekir û bi dengekî bilind wisa xwend: ‘Yehowa ruhê pîroz daye min ku ez bikarim mizgîniyê belav bikim.’ Maneya vê yekê çi bû? Mirovan dixwest bi çavên xwe bibînin ku Îsa çawa mucîzeyan çêdike. Lê sebebê sereke ku wî ruhê pîroz standibû ew bû ku mizgîniyê belav bike. Paşê wî ji guhdarên xwe re got: ‘Îro ev gotin hatin cih.’
Piştre Îsa çû Behra Celîleyê. Li wir wî çar şagirtên xwe dîtin. Wan masî digirtin. Navên wan Petrûs, Andreas, Aqûb û Yûhena bûn. Îsa ji wan re got: ‘Bi min re werin û ezê we bikim masîgirên mirovan.’ Di cih de wan dev ji karê girtina masiyan berda û pê re çûn. Ew bi hev re li her dera Celîleyê digeriyan û mizgîniya li ser Hukimdariya Yehowa belav dikir. Wan li bazar û kolanan û di sînagogan de mizgînî belav dikir. Gelek kes li pey wan diçûn her cihê ku ew diçûnê. Xeberên li ser Îsa li her derê heta li Sûriyeyê jî dihatin bihîstin.
Piştî demekê Îsa qudret da hinek şagirtên xwe ku ew mirovan qenc bikin û cinan ji wan derxin. Gava wî gund bi gund û bajar bi bajar mizgînî belav dikir, hinek şagirtên wî bi wî re diçûn. Hinek jinên bawermend jî bala xwe dida hewcedariyên Îsa û şagirtên wî. Di nav wan de Meryema Mejdelanî, Yohana û Sûsana jî hebûn.
Piştî ku Îsa şagirtên xwe perwerde kirin, wî ew şandin ku mizgîniyê belav bikin. Gava wan li Celîleyê mizgînî belav dikir, gelek kesên din bûn şagirtên Îsa û vaftîz bûn. Ji ber ku gelek kesan dixwest bibin şagirtên Îsa, wî ew şibandin zeviyeke ku ji bo çinandinê hazir bû. Wî got: ‘Bi duayan ji Yehowa rica bikin ku ew bêtir paleyan bişîne şixulê çinandinê.’ Piştre wî 70 şagirtên xwe hilbijartin. Ji bo ku ew mizgîniyê li her dera Cihûstanê belav bikin, Îsa ew dido dido şandin. Wan ji her kesî re behsa Hukimdariya Xwedê dikir. Gava şagirt vegeriyan, wan bi kêfxweşî ji Îsa re behsa xizmeta xwe kir. Piştî vê yekê, êdî ne mumkin bû ku Şeytan karê belavkirina mizgîniyê bisekinîne.
Berî ku Îsa vegeriya ezmanan, wî ji şagirtên xwe xwest ku ew vî karê muhîm dewam bikin. Wî ji wan re got: ‘Mizgîniyê li her dera dinyayê belav bikin. Mirovan di heqê Peyva Xwedê de bielimînin û wan vaftîz bikin.’
“Gerek ez mizgîniya Hukimdariya Xwedê li bajarên din jî belav bikim, çimkî ji bo vê ez hatime şandin” (Lûqa 4:43).
-
-
Îsa Gelek Mucîzeyan ÇêdikeDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 79
Îsa Gelek Mucîzeyan Çêdike
Îsa hat dinyayê ku mizgîniya Padîşahiya Xwedê belav bike. Yehowa ruhê pîroz da wî ku ew mucîzeyan çêke. Bi vî awayî Îsa nîşan dida ku gava ew bibe Padîşah ewê çi bike. Wî dikaribû her nexweşiyê qenc bike. Li her derê kesên nexweş dihatin cem wî û wî ew hemû qenc dikirin. Kesên kor dikaribû bibînin, kesên ker dikaribû bibihîzin, kesên felcbûyî dikaribû bimeşin û kesên din jî ji tesîra cinan xelas bûn. Her kesê ku destê xwe dida rîşiyên kincê Îsa rehet dibû. Gava Îsa diçû derekê, mirov li dû wî diçûn. Heta gava Îsa dixwest bi tena serê xwe bimîne jî, wî dîsa jî tu kes nedişand, lê alî wan dikir.
Carekê mirovan zilamekî felcbûyî anî mala ku Îsa lê bû. Lê ji ber ku gelek mirov li wir bûn, wan nikaribû derbasî hundir bibin. Loma wan di baniyê xênî de qulikek çêkir û ew zilam ji wir daxist cem Îsa. Îsa ji wî zilamî re got: ‘Rabe û bimeşe.’ Gava zilam rabû û meşiya, her kes lê ecêbmayî ma.
Careke din gava Îsa diket gundekî, deh zilamên bicuzam ên ku ji wî dûr sekinî bûn bang kir: ‘Îsa, alî me bike!’ Di wê demê de îzna mirovên bicuzam tune bû ku ew nêzîkî kesên din bibin. Îsa ji wan zilaman re got ku gerek ew herin îbadetgehê. Li gor Qanûna Yehowa, kesên ku ji cuzamê qenc dibûn lazim bû ku herin wir. Li ser rêya îbadetgehê, ew qenc bûn. Gava yekî ji wan fehm kir ku ew qenc bûye, ew vegeriya cem Îsa, ji wî re spas kir û pesnê Xwedê da. Ji van deh zilaman tenê yekî ji Îsa re spas kir.
Jinikek 12 salan nexweş bû û pir dixwest ku qenc bibe. Di nav qelebalixê de ew ji pişt ve nêzîkî Îsa bû û dest da rîşiyên xiftanê wî. Di cih de ew qenc bû. Îsa pirsî: ‘Kê destê xwe da kincê min?’ Jinik pir tirsiya, lê ew derket pêş û rastî ji wî re got. Îsa bi van gotinan dilê wê rehet kir: ‘Keça min, bi selametî here.’
Serokekî sînagogê yê bi navê Yaîros ji Îsa re got: ‘Keçika min a biçûk pir nexweş e. Ji kerema xwe re were mala min!’ Lê berî ku Îsa bigihîje mala Yaîros, keçik mir. Gava Îsa hat, wî dît ku gelek kes bi malbata wê re şînê digirin. Îsa ji wan re got: ‘Negirîn! Ew tenê raketî ye.’ Piştre wî destê keçikê girt û got: “Keçikê, rabe!” Di cih de ew rabû û Îsa ji dê û bavê wê re got ku gerek ew xwarinê bidin wê. Ka bîne ber çavê xwe ku dê û bavê wê çi qas kêfxweş bûn!
‘Xwedê Îsa bi ruhê pîroz hilbijart û qudret da wî. Îsa li welêt digeriya, tiştên qenc dikirin û kesên ku di bin tesîra Îblîs de êş dikişand qenc dikirin, çimkî Xwedê bi wî re bû’ (Karên Şandiyan 10:38).
-