-
Îsa 12 Şandiyan HildibijêreDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 80
Îsa 12 Şandiyan Hildibijêre
Îsa teqrîben sal û nîvekê mizgînî belav dikir. Êdî lazim bû ku ew qerareke muhîm bide. Gelo Îsa kî hilbijartin ku pê re xizmetê bikin? Gelo wî ji bo rêberiya civata şagirtên xwe kî perwerde kirin? Îsa ji bo ku vê qerarê bide ji Yehowa alîkarî xwest. Loma ew bi tena serê xwe çû ser çiyê û li wir temamiya şevê dua kir. Serê sibê Îsa gazî hinek şagirtên xwe kir û ji nav wan 12 şandiyên xwe hilbijartin. Gelo tu navê wan dizanî? Navên wan Petrûs, Andreas, Aqûb, Yûhena, Filîpos, Bartolomeyos, Tomas, Meta, Aqûbê kurê Alfayos, Tadeyos, Şîmûn û Cihûdayê Îsxeryot bûn.
Andreas, Petrûs, Filîpos, Aqûb
Hemû 12 şandî bi Îsa re digeriyan. Piştî ku wî şandiyên xwe perwerde kirin, wî ew şandin ku mizgîniyê belav bikin. Yehowa qewet da wan ku ew cinan ji mirovan derxin û nexweşan qenc bikin.
Yûhena, Meta, Bartolomeyos, Tomas
Îsa 12 şandiyên xwe wek dostên xwe didîtin û wî baweriya xwe bi wan dianî. Fêrisî difikirîn ku şandiyên Îsa kesên normal û nexwendî ne. Lê Îsa şandiyên xwe perwerde kirin. Gava Îsa di jiyana xwe de rojên herî muhîm derbas dikirin, şandiyên wî li cem wî bûn, mesela berî mirina wî û piştî rabûna wî ya ji mirinê. Gelek ji 12 şandiyan wek Îsa ji Celîleyê bûn. Hinek ji wan zewicî bûn.
Aqûbê kurê Alfayos, Cihûdayê Îsxeryot, Tadeyos, Şîmûn
Şandî mirovên biqisûr bûn û wan jî xeletî dikirin. Carinan wan bêyî ku bifikirin xeber dida û qerarên nebaş didan. Carinan jî sebra wan tune bû. Heta wan minaqeşe dikir ku di nav wan de yê herî mezin kî ye. Lê ew mirovên baş bûn û wan ji Yehowa hez dikir. Piştî ku Îsa çû ezmanan, şandiyên wî bûn bingeha civata Mesîhiyên rast.
“Ez ji we re dibêjim dostên min, çimkî her tiştê ku min ji Bavê xwe bihîstiye, min ji we re gotiye” (Yûhena 15:15).
-
-
Gotara li ser ÇiyêDersên ji Kitêba Pîroz
-
-
DERS 81
Gotara li ser Çiyê
Piştî ku Îsa 12 şandiyên xwe hilbijartin, ew ji çiyê daket. Gelek mirov li benda wî bûn. Mirov ji Celîle, Cihûstan, Sûr, Sayda, Sûriye û aliyê din ê Urdunê hatibûn. Wan kesên nexweş û kesên ku bi cinan ketibûn bi xwe re anîbûn. Îsa ew hemû qenc kirin. Piştre Îsa li cihekî rûnişt û dest bi xeberdanê kir. Wî zelal kir ku em çawa dikarin bibin dostên Xwedê. Ji bo vê yekê, gerek em fehm bikin ku em hewceyî Yehowa ne û bielimin ku ji wî hez bikin. Lê eger em ji mirovên din hez nekin, em nikarin ji Xwedê hez bikin. Gerek em ji her kesî re heta ji dijminên xwe re jî qenc û dilrehm bin.
Îsa got: ‘Ne bes e ku hûn tenê ji hevalên xwe hez bikin. Gerek hûn ji dijminên xwe jî hez bikin û mirovan ji dil efû bikin. Eger kesek we aciz bike, zû herin cem wî û li hev werin. Her tiştê ku hûn dixwazin kesên din ji we re bikin, gerek hûn jî ji wan re eynî wisa bikin.’
Wekî din, Îsa li ser tiştên madî jî şîreteke baş da xelkê. Wî got: ‘Dostaniya bi Yehowa re ji gelek pereyan muhîmtir e. Diz dikare pereyên we bidizin, lê tu kes nikare dostaniya we ya bi Yehowa re ji we bistîne. Ji bo tiştên ku hûnê bixwin, vexwin an li xwe bikin xeman nexwin. Ka li çivîkan binêrin. Xwedê her tim wan têr dike. Xemxwarin emrê we rojekê jî dirêj nake. Ji bîr nekin ku Yehowa dizane ku çi ji we re lazim e.’
Xelkê qet nebihîstibû ku tu kes wek Îsa xeber dide. Alimên wan ên dînî tiştên wisa ji wan re nedigotin. Îsa çima mamosteyekî ew qas baş bû? Ji ber ku her tiştê ku wî dielimand ji Yehowa dihat.
“Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez dilnerm û dilnizm im, û hûnê ji bo canê xwe rihetiyê bistînin” (Meta 11:29).
-