KILAM 101
Yekîtiyê Biparêze
- 1. Gava em ji vê dinyayê - hatin nav civata Xwedê, - em bûn para malbata wî, - hizûr ket vî dilî. - Yekîtî şîrîn e, - pir biqîmet e. - Eger em guh bidin Xwedê, - biparêzin yekîtiyê, - emê dilê wî xweş bikin - û serkeftî bibin. 
- 2. Bimîne di aştiyê de, - nazik be ji her kesî re. - Dilovan û aştîhez be - û qenciyê bike. - Hevkarî pir xweş e, - me dilşad dike. - Bi saya hezkirina me, - aştiya me wê daîm be. - Biparêze yekîtiyê - heta bi hetayê! 
(Li van ayetan jî binêre: Mîka 2:12; Tsf. 3:9; 1. Kor. 1:10)