KILAM 130
Hevdû Efû Bikin
(Zebûr 86:5)
- 1. Bavê me Yehowa - hazir e ku sûcên me - bi temamî bibexşîne - û jiyanê bide me. - Eger em efû bixwazin - û ji dil tobe bikin, - bi saya fîdyeya Îsa - emê bên efûkirin. 
- 2. Madem ku sûcên me - wisa tên efûkirin, - ma ne lazim e ku em jî - sûcên hev efû bikin? - Gerek em bi dilovanî - efûkar û hevdil bin - û xîret bikin ku her tim - qedrê hevdû bigirin. 
- 3. Rêya hezkirinê, - rêya herî bilind e. - Hezkirin qet cih nahêle - ji kîn û nefretê re. - Eger em jî wek Yehowa - mirovan efû bikin, - Xwedê wê ji me razî be, - emê nêzîkî wî bin. 
(Li van ayetan jî binêre: Met. 6:12; Ef. 4:32; Kol. 3:13)