KILAM 134
Zarok Emaneteke ji Xwedê ne
(Zebûr 127:3-5)
- 1. Eger zarokên we hene, - we keremeke mezin standiye. - Zarok emaneta Xwedê ne, - ne tenê aîdî we ne. - Bi destê Peyva xwe ya pîroz, - ew dide rêberî û şîretê, - da ku hûn wana mezin bikin - li rêya hîkmet û jiyanê. - (DÎSGOTIN) - Ev emanet pir biqîmet e, - zarokên we xezîne ne. - Rêya Xwedê hînî wan bikin, - ev e mesûliyeta we. 
- 2. Hemû gotinên Yehowa - binivîsînin li ser dilê xwe. - Van gotinan her tim bibêjin - ji qîz û lawikên xwe re. - Wana bibin ber bi Xwedê ve, - wana bibin ber bi jiyanê ve. - Ewê bereketên bêdawî - bistînin bi saya keda we. - (DÎSGOTIN) - Ev emanet pir biqîmet e, - zarokên we xezîne ne. - Rêya Xwedê hînî wan bikin, - ev e mesûliyeta we. 
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 6:6, 7; Ef. 6:4; 1. Tîm. 4:16)