KILAM 127
Gerek Ez Bibim Yekî Çawa?
- 1. Ez çawa dikarim spasdariya xwe - nîşanî te bidim, ji bo qenciya te? - Eşkere dike Peyva te, ey Yehowa, - ku lazim e ku ez bibim yekî çawa. - (PIR) - Xwedê, min soz daye, min sond xwariye, - ezê guh bidim te bi hemû dilê xwe. - Tu qîmetê didî kesên wefadar, - ji wan re tu tim dibî dost û yar. - Ji kerema xwe re, alî min bike, - bila jiyana min dilê te şa bike. - Yehowa, ezê li rêya te bimeşim - û peymana xwe tu caran xera nekim. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 18:25; 116:12; Mtl. 11:20)