KILAM 144
Xelata ku Xwedê wê Bide Me
- 1. Em bi bawerî li bendê ne - ku Xwedê sozên xwe pêk bîne. - Ker û lal wê dîsa qenc bibin - û çavên kor wê bibînin. - Hemû kul û derd wê winda bin, - ên mirî jî wê bên rakirin. - (DÎSGOTIN) - Emê vê xelatê bistînin - eger em dilsoz bimînin! 
- 2. Gur û berx wê bibin brayên hev - û biçêrin li kêleka hev. - Di nav însan û heywanan de - êdî selamet wê hebe. - Êş û jan wê bên jibîrkirin, - xemên îro wê derbas bibin. - (DÎSGOTIN) - Emê vê xelatê bistînin - eger em dilsoz bimînin! 
(Li van ayetan jî binêre: Îşa. 11:6-9; 35:5-7; Yûh. 11:24)