KILAM 65
Tu Caran Nesekine!
- 1. Li rêya rastiyê berdewam bike, - xwe bispêre Xwedê, ewê alî te bike. - Xizmeta Yehowa tim bi pêş bixe, - xebera xêrê bide. - Îşê me gelekî muhîm e, - Îsa ev wezîfe daye me. - Bi saya desteka ku Xwedê dide, - tu caran nesekine! 
- 2. Bi dewamî mizgînê belav bike, - li însanên hêja û diltemîz bigere. - Behsa nav û armanca Xwedê bike, - pesnê Yehowa bide. - Gava ku tengasî çêdibe, - dev ji îşê Xwedê bernede. - Bi dilsozî xizmeta pîroz bike, - tu caran nesekine! 
- 3. Gav bi gav hunerên xwe bi pêş bixe, - rastiyê hîn bike, - bi xîret xizmet bike. - Karê me car caran qet hêsan nîne, - dîsa jî sebat bike. - Ji mirovên dilpak hez bike, - rêya rast nîşanî wan bide. - Vî îşî bi dilxweşî bi cih bîne, - tu caran nesekine! 
(Li van ayetan jî binêre: Flp. 1:27; 3:16; Îbr. 10:39)