KILAM 109
Ji Dil Hez Bike
- 1. Hezkirina pak û rastîn - dilê Yehowa şa dike. - Xwedê bi xwe hezkirin e, - gerek em wek wî bin. - Dilsozî û dilovanî - dostaniyan xurttir dikin. - Bi rastî jî muhîm e ku - em ji dil hez bikin. - Eger dostek muhtac be, - emê alîkariyê bidin. - Eger derdên wî hebin, - emê wî destek bikin. - Ji bo me emsal e Îsa, - wî hezkirin eyan dikir. - Em jî dixwazin mîna wî - hem dilrehm û dilgerm bin, - hem jî ji dil hez bikin. 
(Li van ayetan jî binêre: 1. Ptr. 2:17; 3:8; 4:8; 1. Yûh. 3:11)