KILAM 145
Ceneta Sozdayî
- 1. Bi bawerî, em xwe dispêrin - hemû soz û wehdên Xwedê. - Hindik maye, emê bibînin - dawiya her xerabiyê. - (DÎSGOTIN) - Îsa Mesîh wê pêk bîne - hemû sozên Xwedayê me. - Ewê erdê bike cenet, - pir nêzîk e ev bereket! 
- 2. Kesên mirî wê dîsa rabin - ji bo jiyana herheyî. - Ewê çi qas kêfê bistînin - li dinyaya paqijkirî! - (DÎSGOTIN) - Îsa Mesîh wê pêk bîne - hemû sozên Xwedayê me. - Ewê erdê bike cenet, - pir nêzîk e ev bereket! 
- 3. Padîşahî wê van nîmetan - bibe serî, em emîn in. - Em spas dikin ji Yehowa re, - em pesnê navê wî didin. - (DÎSGOTIN) - Îsa Mesîh wê pêk bîne - hemû sozên Xwedayê me. - Ewê erdê bike cenet, - pir nêzîk e ev bereket! 
(Li van ayetan jî binêre: Met. 5:5; 6:10; Yûh. 5:28, 29)