KILAM 108
Hezkirin û Dilsoziya Xwedê
(Îşaya 55:1-3)
- 1. Yehowa dilsoz e, - ew ji dil xema me dixwe. - Wî Îsa Mesîh şandiye - ku ji bo me bibe fîdye. - Êdî vekirî ye derî - ji bo jiyana bêdawî. - (DÎSGOTIN) - Hemû kesên tî, werin! - Ava jiyanê vexwin. - Belê, kesên tî, werin! - Keremê bistînin. 
- 2. Yehowa dilsoz e, - ew armanca xwe pêk tîne. - Wî text daye Îsa Mesîh - ku daxwaza xwe bîne cih. - Karên Xwedê nîşan dikin - hezkirina wî ya mezin. - (DÎSGOTIN) - Hemû kesên tî, werin! - Ava jiyanê vexwin. - Belê, kesên tî, werin! - Keremê bistînin. 
- 3. Yehowa dilsoz e, - hezkirina wî kamil e. - Gerek em jî bi dilsozî - mizgînê bidin her kesî. - Em behsa Yehowa dikin, - da ku mirov wî nas bikin. - (DÎSGOTIN) - Hemû kesên tî, werin! - Ava jiyanê vexwin. - Belê, kesên tî, werin! - Keremê bistînin. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 33:5; 57:10; Ef. 1:7)