KILAM 124
Tim Dilsoz Be
(Zebûr 18:25)
- 1. Tim dilsoz be ji Xwedê re, - ji wî qet dûr nekeve. - Bi dilnizmî guh bide wî, - li rêya wî bimeşe. - Şîretên wî pir hêja ne - ji bona jiyana me. - Ew dilsoz e, pêbawer e, - tim li ba wî bimîne. 
- 2. Li van rojan, pir muhîm e - ku em alî hev bikin. - Em qîmetê didin hevdû, - em ji hev re dilsoz in. - Malbata me bêemsal e, - em qedrê hev digirin. - Di civata Yehowa de, - em bi rastî dilşad in. 
- 3. Eger em tim bi dilsozî - cihê xwe bizanibin, - rêya me wê vekirî be, - emê xêrê bibînin. - Eger em bi nefsbiçûkî - guh bidin şivanên xwe, - Yehowa wê bereketan - li ser me bibarîne. 
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 149:1; 1. Tîm. 2:8; Îbr. 13:17)