KILAM 100
Mêvanperwer Be
- 1. Yehowa yekî pir mêvanperwer e, - cihêtiyê nake, xema me dixwe. - Ew destvekirî ye, - şewqa tavê dide, - dibarîne berf û baranê. - Wexta ku em ji dil qenciyê dikin - em çav didin emsala herî mezin. - Mêvanheziya me, - qencî û xêra me - qet narevin ji çavê Xwedê. 
- 2. Eger kesek bikeve tengasiyê - û em bi dilxwazî destek bidinê, - Xwedê wê şa bibe, - çimkî ew dibîne - hemû kesên ku xêrê dikin. - Bi sedsalan berê, Lîdya wisa bû, - ew hem comerd hem jî mêvanperwer bû. - Bila em mîna wê - mêvanperweriyê - ji her kesî re nîşan bidin. 
(Li van ayetan jî binêre: Kar. 16:14, 15; Rom. 12:13; 1. Tîm. 3:2; Îbr. 13:2; 1. Ptr. 4:9)