KILAM 107
Hezkirina Xwedê ji Me re Emsal e
- 1. Yehowa Xwedê ji me re emsal e, - mîna wî kes tune. - Hezkirina wî dilê me digire - û rêya rast nîşan dide. - Wî Kurê xwe da ji bo me wek fîdye, - wî gunehên me gişt efû kirine. - Em rind dizanin, Xwedê dilovan e, - ew dilgerm e, ew hezkirin e. 
- 2. Madem ku Xwedê dixwaze ku em jî - nazik û dilgerm bin, - ma ne lazim e ku em guh bidin wî - û hez bikin ji hevûdin? - Xwişk û brayên me ji bo me ezîz in, - em qisûrên wan ji dil efû dikin. - Em xîret dikin ku nêzîkî hev bin - bi hezkirin, tim bi hezkirin. 
- 3. Hezkirina pak sifetekî xweş e, - ji bo me elzem e. - Îsa Mesîh got ku hezkirina me - nîşan dide ku em kî ne. - Belê, gerek em ji hevdû hez bikin, - yekîtiya xwe her tim biparêzin - û li ser rêya mihbetê bimînin, - çimkî ev rê, rêya Xwedê ye. 
(Li van ayetan jî binêre: Rom. 12:10; Ef. 4:3; 2. Ptr. 1:7)