KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 70 rûp. 166-rûp. 167 abz. 2
  • Melek Bûyîna Îsa Elam Dikin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Melek Bûyîna Îsa Elam Dikin
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Îsa Di Tewlêda Hate Bûyînê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Pirsên Xwendevana
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 70 rûp. 166-rûp. 167 abz. 2
Melek şivanara elam dikin derheqa bûyîna Îsa

DERSA 70

Melek Bûyîna Îsa Elam Dikin

Serwêrê Împêrya Romê, Awgûstoyê Qeyser, ferman da, wekî her Cihû vegere erdê kal-bavê xwe, seva bê navnivîsarê. Lema jî Ûsiv û Meryem rêketin, wekî herine Beytlehmê, ser erdê kal-bavê xwe. Wede gihîştibû, wekî Meryemêra zar bibe.

Gava ewana gihîştine Beytlehmê, ciyê seva ku bimînin tune bû, lema jî ewana tewlêda cîwar bûn. Hema wêderê Îsa Meryemêra bû. Meryemê Îsa nazik pêça û kire afir.

Wê şevê nêzîkî Beytlehmê, hine şivan deştêda ber pezên xwe bûn. Nişkêva melekê Xwedê wanva xuya bû û rûmeta Xwedê dora wan şewq da. Ewana tirsiyan, lê melek wanra got: “Netirsin, elametîke şa bal min heye. Îro Mesîh Beytlehmêda hate bûyînê”. Wê demê gelek melek ji ezmana xuya bûn, wana digot: “Bira Xwedayê ezmên rûmet be, edilayî ser erdê be”. Û nişkêva melek unda bûn. Gelo paşî wê yekê şivana çi kirin?

Şivana gotine hev: “Werên em hema niha herin Beytlehmê”. Ewana pêra-pêra hatine wî cî, kîderê Ûsiv û Meryem tevî zara xweye tezebûyî bûn.

Her kes kê derheqa wê yekê bihîst, çi ku melek gote şivana, ecêbmayî diman. Meryemê nikaribû bîr kira derheqa wê yekê, çi ku melek gote şivana, û ew kûr ser wê yekê difikirî. Şivan paşda vegeriyane ber kerên pezê xwe û seva wê yekê çi ku dîtin û bihîstin, pesin didane Yehowa.

“Ez ji cem Xwedê rabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê ewî ez şandime” (Yûhenna 8:42).

Pirs: Çawa meleka derheqa bûyîna Îsa elam kirin? Şivan çûne Beytlehmêda, wekî kê bivînin?

(Lûqa 2:1-20; Îşaya 9:6).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin