KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 85
  • Îsa Di Tewlêda Hate Bûyînê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa Di Tewlêda Hate Bûyînê
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Melek Bûyîna Îsa Elam Dikin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Îsa Timê Guhdar bû
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Milyaket Hate Cem Meryem
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 85

Serhatî 85

Îsa Di Tewlêda Hate Bûyînê

ZANÎ ev zara biçûk kî ye? Belê, ev Îsa ye. Binihêre, ew di tewlêda hate bûyînê, û Meryem wî pêçekêda pêça û danî afirê. Zanî ku di tewlêda meriv heywana xwey dikin, lê di afirêda seva çêleka û heywanêd dinê gîha datînin, ku ewana bixwin. Lê gelo çira Ûsiv û Meryem hatine vir? Ne ev cî seva bûyîna zar baş nîne, rast e?

Belê, rast e. Lê wekî usa ne were em pêbihesin bi rastiyê çi qewimîbû. Serkarê Romê Awgûstoyê Qeyser ferman da, wekî her kes bê navnivîsarê di wê şeherêda, kîderê hatibû bûyînê. Ûsiv li Beytlehmê hatibû bûyînê lema jî ewana çûne li wir. Çaxê ewana gihîştine şeher, wana otax xwera nedît seva ku bimînin, lema jî hatine tewlê tevî heywana. Hema vê şevê jî Meryemra Îsa hate bûyînê! Lê şikir Xwedêra, ew sax-silamet e.

Niha dîna xwe bide şivana. Ewana şevê di çolêda miqatî pezêd xwe dibûn, û nişkêva dora wan şewq hate xuyanê. Ev milyaket bû! Şivan gelek tirsiyan. Lê milyaket gote wan: “Netirsin! Ez hatim mizgîniya şabûneke mezin bidime we. Îro li Beytlehmê wera Mesîh Xudan hate bûyînê. Ew wê bibe Xilazkarê meriya! Hûnê vê zarokê pêçekêda pêçayî afirda bibînin”. Paşê nişkêva gele milyaket kivş bûn û destpêkirin Xwedê rûmet kin. Şivan jî lez ketin ku Îsa bivînin, û zara tezebûyî di tewlêda dîtin.

Lê zanî çira Îsa merîkî usa girîng e? Zanî bi rastiyê ew kî ye? Tê bîra te, di serhatiya pêşinda em derheqa kurê Xwedêye pêşin pêhesiyan. Kurê Xwedê wedê çêkirina hemû tiştî ser ezmana û ser erdê, alî bavê xwe dikir. Ahan kî ye bi rastiyê ew Îsa, yê ku hêja hate bûyînê!

Belê, Yahowa emirê kurê xweyî pêşin ji ezmana derbazî zikê Meryem kir. Rast e Îsa mîna zarêd dinê li zikê diya xweda mezin dibû, lê bi rastiyê ew ne mîna zarêd din bû, çimkî ew kurê Xwedê bû. Xilaziyê, ça em îda pêhesiyan, Îsa di tewlêda li Beytlehmê hate bûyînê. Niha dibek jî tera hê femdarî ye, çira milyaket usa şa dibûn gava meriyara elametî dikirin, derheqa bûyîna Îsa.

Lûqa 2:1-20.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin