Çile
Led, 1 Çile
Ew tiştêd ku te . . . ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin (2 Tîmt. 2:2).
Berpirsiyarên mihalê texmîn kirin, wekî gelek rûspiyara lazim e êpêce wede xerc kin, seva ku birên cahil û emirda mezin hîn kin, wekî ewana alî civatê bikin. Lê ew yek dikare gelek çetin be. Çira? Hergê tu rûspî yî, tu zanî wekî ferz e wede xerc kî seva ku bira hîn kî. Tu zanî, wekî gelek bira lazim in ku alî civata bikin, seva qewî bimînin û usa jî paşê alî civatên teze bikin (Îşa. 60:22). Kitêba Pîroz dibêje, ku tu gerekê yên “din hîn” kî. Lê dikare çetin be, wekî wede bivînî ku ewê yekê bikî. Çimkî tu gerekê bixebitî û hewcên malbeta xwe razî kî. Tu usa jî xem dikî derheqa hewcên civatê û derheqa tiştên ferze din. Rast e gelek tişt heye wekî bikin, lê ew yek wê alî hemû bira bike ku fem bikin, wekî wanra lazim e hîn bin, seva ku civatêda hê zêde bikin. Çaxê gelek birên cêribandî hene ku alî civatê bikin, civatêda her kes wê karê bistîne. w15 1/4 1:2, 3
Duşem, 2 Çile
Tîmotêyo . . . lawê [minî] delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rê-dirbêd min . . . bike bîra we (1 Korn. 4:17).
Çaxê birê teze civatêda hê zêde cabdariyê distîne, ew gerekê dişirmîş nebe, ku tiştekî lap cûrekî din bike, dêmek ne ku ça berê dihate kirinê. Mena guhastina ew heye yan hewcetiya civatê yan jî rêberiya ji teşkîleta Yehowa. Bira gerekê guhastina neke, seva wê yekê çimkî ew usa dixwaze. Hergê tu birê cabdar î, tu gerekê bidî xebatê mêtoda ser hîmê Kitêba Pîroz, çimkî usa tuyê nîşan kî qedir hindava rûspiyên cêribandî, û xûşk birên te jî wê îtbariya xwe te bînin. Çaxê tu hê zêde cêribandî bî, tuyê bidî xebatê wan guhastina, kîjan ku wê alî civatê bikin wekî pey teşkîleta Yehowa herin, ku timê pêşda diçe. Axiriyêda, Yehowa dikare alî te jî bike, wekî tu ji hînkarê xwe zêdetir şixulê girîng bikî (Yûhn. 14:12). w15 1/4 2:17
Sêşem, 3 Çile
Ezê te aqil û serwaxt kim û rîya ku têda herî ber te vekim, çevê minê li ser te be, te şîret kim (Zeb. 32:8).
Dibek dereca te haqas çetin e ku tu xwe mîna Pawlos texmîn dikî û lazim e wekî ji “devê şêr” xilaz bî (2 Tîmt. 4:17). Wedê wê çetinayê, gelek ferz e wekî îtbariya xwe Yehowa bînî. Mesele, dibek tu miqatî neferê xweyî nexweş dibî. Te Yehowara dua kiriye bona alî te bike wekî safîkirina rast bikî û qewî bî. Paşî wê yekê, tu dilrihetiyê texmîn dikî çaxê zanî ku Yehowa te divîne û halê te fem dike. Û ew wê alî te bike wekî sebir kî û amin bimînî. Cara dibeke nayê kifşê wekî Yehowa alî te dike. Dibek tu û hekîm tiştekîda hevra nerazî ne. Yan gumana te ser kê ye ku wê ber dilê teda bên, dewsê ewana şixulê te hê xirab dikin. Timê îtbariya xwe Yehowa bîne, ku wê qewatê bide te. Nêzîkî wî be (1 Sam. 30:3, 6). Axiriyê, çaxê tu bivînî ku Yehowa ça alî te kir, heleqetiya te wê tevî wî qewî be. w15 1/4 4:10, 11
Çarşem, 4 Çile
Miqabilî [Şeytan] rabin (1 Pet.5:9).
Çawa cimeta Yehowa, em xapiyayî nînin, ku Mîrê-cin tune ye. Em zanin ku Mîrê-cin kesê rêalî ye. Lê em ji ku zanin? Kitêba Pîroz mera gilî dike, ku Şeytan bi mer tevî Hêwayê xeberda (Destp. 3:1-5). Ewî tevî Yehowa xeberdida, derheqa Îbo (Îbo 1:9-12). Şeytan dixwest wekî Îsa bicêribîne (Met. 4:1-10). Çaxê Îsa sala 1914 bû Padşa, paşî wê yekê Şeytan destpêkir “şerê xwe” tevî rûnkiriyên ser erdê (Eyan. 12:17). Ew şer berdewan dibe, çimkî Mîrê-cina dixebite wekî baweriya rûnkiriya û “pezêd din” kuta ke. Seva em di vî şerîda serkevin, gerekê em miqabilî Şeytan herin û timê baweriya xwe qewî xwey kin. Şeytan gelek qure û babax e. Ew hela hê netirsiya jî bike bin şikê îzina Xwedê ku serwêrtiyê bike. Û ew dixebitî ku usa bike wekî yên din wî bihebînin dewsa Yehowa. Lema jî Şeytan mesela mezin e qurebûn û babaxbûnêda. Çaxê em xwe ji babaxiyê û qurebûnê dûr digirin û şkestî ne, bi wî cûreyî em miqabilî Şeytan derdikevin (1 Pet. 5:5.). w15 1/5 2:3, 4
Pêşem, 5 Çile
Yehowa wê hemû hêstira paqij ke (Îşa. 25:8, DT).
Yehowa mera axiriya baş soz daye. Çaxê em dişirmîş dibin derheqa wê axiriyê, em xwe bextewar texmîn dikin û mêrxasiyê distînin, çi ku mera lazim e wekî berdewan kin Xwedêra qulix kin. Tu dikarî bidî ber çevê xwe ku emirê te wê çi cûreyî be çaxê sozên Yehowa bêne sêrî, firqî tune ser ezmana bijîyî yan ser erdê. Hergê tu hîviya jîyîna heta-hetayê yî ser erdê, bide ber çevê xwe ku çawa tu tevî hevalên xwe erdê dikî cinet. Û ewên ku rêberiyê wî şixulî dikin bona te xem dikin. Çawa tu Yehowa hiz dikî, usa jî her kesê der dorê te. Sihet-qewata te heye, usa jî derheqa tu tiştî xem nakî. Tu bextewar î, çimkî tu dikarî talant û feresetên xwe xerc kî bona alîkariyê bidî yên mayîn û Yehowa rûmet kî. Yan jî tu alî merivên ku sax bûne dikî, wekî Yehowa nas kin (Yûhn. 17:3; Kar. Şand. 24:15). Çaxê tu wan tişta didî ber çevê xwe, bizanibe ew çîrok nînin. Ew hemû tişt wê bêne sêrî, çimkî Xebera Xwedê usa dibêje derheqa axiriyê (Îşa. 11:9; 33:24; 35:5-7; 65:22). w15 1/5 3:15
Înî, 6 Çile
Serdewatî ji wê ava ku bibû şerav tem kir (Yûhn. 2:9).
Îsa bi keremet av kire şerava baş, kîjan ku tera gelek meriva kir (Yûhn. 2:6). Belê, Îsa tu car bona xirabiyê qewata xwe nedida xebatê. Bînin bîra xwe, ku çi qewimî çaxê Şeytan Îsa cêriband wekî kevir bike nan. Îsa qayîl nebû wekî qewata xwe bona kara xwe bide xebatê (Met. 4:2-4). Lê ew hazir bû qewata xwe bide xebatê seva ku alî meriva bike. Lê ça em dikarin çev bidine Îsa? Ewî got ku em gerekê destvekirî bin (Lûqa 6:38). Mesele em dikarin meriva teglîfî mala xwe kin ser nanxwarinê. Em usa jî dikarin paşî civatê wede xerc kin, seva ku alî kesekî bikin, mesele çaxê bira gotara xwe hazir ke, guh bidinê. Yan jî em dikarin alîkariyê bidine wan, kê dannasînkirinêda necêribandî ye. Çaxê em alî meriva dikin, em çev didine merdaniya Îsa. w15 1/6 1:3, 4, 6
Şemî, 7 Çile
Tu binelî wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşa. 33:24, DT).
Hergê em Xwedêra amin bimînin, emê bikaribin keremeteke ku tu car neqewimiye bivînin. Ew keremet ew e, ku em dikarin wedê tengasiya mezin xilaz bin! Û paşî Harmegedonê jî, emê hê gelek keremeta bivînin. Hingê hemû meriv wê sihet-qewata kamil bistînin (Îşa. 35:5, 6; Eyan. 21:4). Meriv wê aza bin ji berçevka, gopala, kursiyên seqeta û ji hacetên bona bihîstinê. Yên ku ji Harmegedonê xilaz bin, ewana gelek şixul wê bikin. Ewana planêta meye bedew, dêmek Erdê, wê bi temamî bikine cinet (Zeb. 115:16). Îro qulixkarên Xwedê çaxê dixûnin, ku çawa Îsa nexweş qenc dikirin, gelek dilgerm dibin. Ew keremetên Îsa, gumana me qewî dikin ku emê axiriyêda bi temamî sihet-qewat bin (Eyan. 7:9). Ew usa jî mera eyan dikin ku çawa Kurê Xwedêyî pêşin însanetê hiz dike (Yûhn. 10:11; 15:12, 13). Û dilşewatiya Îsaye girîng, mera dide kifşê, ku Yehowa her qulixkarekî xwe çiqas zef hiz dike (Yûhn. 5:19). w15 1/6 2:16, 17
Led, 8 Çile
Wey li erdê û li berê, çimkî Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne (Eyan. 12:12).
Sala 1914, di Ewropayêda şer destpêbû, û ew şer nava temamiya dinyayêda bela bû. Ji bo wî şerî, xelaya giran destpêbû. Û sala 1918 çaxê ew şer îda xilaz dibû, nexweşîke giran bela bû, û diha zef meriv mirin ji wê nexweşiyê, ne ku wedê şer. Ew hemû tişt pareke “nîşana” Îsa bû. Ewê nîşanê îzbat kir ku Îsa sala 1914, li ezmana bû Padşa (Met. 24:3-8; Lûqa 21:10, 11). Vê salê, Îsa “çawa egît çû, wekî serkeve” (Eyan. 6:2). Ewî ji ezmana berî Şeytan û cinên wî da, û avîte ser erdê. Îro meriv eyan divînin ku ew pêxembertî kîjan ku vê rêza rojêda tê gotinê, ça tê sêrî. w15 1/6 4:13
Duşem, 9 Çile
Ezê niha derbazî ser wan dîtin û eyantiya bim, yêd ku Xudan nîşanî min dane (2 Korn. 12:1).
Sed sala kêmtir paşî sazkirina civata Mesîhîtî, raberîbûn bela bû, çawa ku hatibû pêxembertîkirinê (Kar. Şand. 20:28-30; 2 Têsln. 2:3, 4). Lema jî, wî çaxî hê zêde çetin bû, ku qulixkarên Xwedêyî rast nas kin. Bi seda sal derbaz bûn, û paşê Yehowa bi Îsa eyan kir, ku di paristgeha Xwedêda bi rastiyê kê bûn qulixkarên rast. Berbi sala 1919 eyan bû, ku Xwedê kê qebûl dike û kê di paristgeha wîye ruhanîda qulix dike. Ewên ku paristgeha Xwedêye ruhanîda qulix dikirin guhastinê usa kirin, ku qulixkirin û hebandina wan hê Yehowa xweş bê (Îşa. 4:2, 3; Malx. 3:1-4). Bi wê yekê, dîtinoka ku Pawlosê şandî seda sala pêşda dîtibû, destpêbû bê sêrî. Dîtinoka Pawlos hatiye gilîkirinê di 2 Korintî 12:2-4-da. Di vê dîtinokêda, Yehowa Pawlosra eyan kir, ku axiriyêda çi gerekê biqewime. w15 1/7 1:6-8
Sêşem, 10 Çile
Hingê merivêd rast wê Padşatiya Bavê xweda mîna tevê şewq bidin (Met. 13:43).
Gelek Mesîhiyên vê dinyayê bawer dikin, ku ewana wê herin li ezmana, bi bedena merivî. Ewana usa jî difikirin, ku ewana wê bi çevê xwe bivînin, ku ça Îsa vedigere ser erdê seva ku serwêrtiyê bike. Lê Kitêba Pîroz eyan nîşan dike, ku hatina Îsa wê neyê dîtinê, çimkî “nîşana Kurê Însan wê li ezmên xuya be”, û ku Îsa wê “li ser ewrêd ezmên” bê (Met. 24:30). Hin jî Kitêba Pîroz dibêje, ku “xûn û goşt li Padşatiya Xwedê nikarin war bin”. Dêmek, ewên ku wê herine li ezman, pêşiyê gerekê “bêne guhastinê, nişkêva, çawa çevê xwe bigirî-vekî, dema boriya axiriyê bê lêdanê” (1 Korn. 15:50-53). Ji wê yekê em divînin ku rûnkiriyên amin, kîjan ku hê ser erdê ne, wê derbêra bêne civandinê. w15 1/7 2:14, 15
Çarşem, 11 Çile
Ezê . . . nava civînêda pesinê te bidim (Zeb. 22:22).
Oda Civata ew cî ye, kîderê ku cimet top dibe, seva ku Yehowara qulix ke. Civat ew heye pêşkêşa ji Xwedê, û ew civat alî me dikin seva ku heleqetiya xwe tevî Xwedê qewî kin. Ser civatên me, teşkîleta wî rêberiyê dide me û me qewî dike. Rastî jî çiqas qedirekî mezin e bona me ku Yehowa û Kurê wî, me teglîf dikin ku her heftî “ji sifra” Yehowa bixwin (1 Korn. 10:21). Em gerekê tu car bîr nekin, ku ew teglîfkirin çiqas mexsûs e. Yehowa dibêje, ku ew dixwaze em bêne civatê, seva ku wîra qulix kin û usa jî hevdu qewî kin (Îbrn. 10:24, 25). Em Yehowa qîmet dikin û qedirê wî digirin, lema jî em civatên xwe bernadin, hergê hewcetî tune ku berdin. Em razîbûna xwe bona civatê didine kifşê bi wê yekê, çaxê hazir dibin û usa jî şixulkariyê dikin wedê civatê. w15 1/7 4:3, 4
Pêşem, 12 Çile
Hişyar bimînin (Met. 24:42).
Ew temî alî me dike wekî em berdewam kin hîviya roja xilaziyê bin. Usa jî teşkîleta Yehowa timê tîne bîra me ku em “hîviya Roja Xwedê bin û hatina wî lez xin”, û hiş-aqilê xwe bidine ser sozê Yehowa derheqa dinya teze (2 Pet. 3:11-13). Wekî peyçûyên Îsara qirna yekêda lazim bû ku berdewam kin hîviya roja Yehowa bin, lê îro îlahî mera hê ferz e berdewam kin hîviyê bin. Çira? Çimkî nîşana ku Îsa got îzbat dike, ku ji sala 1914 ew bû Padşa di Padşatiya Xwedêda, û ku em dijîn rojên xilaziyêda, dêmek “axiriya vê dinyayê”. Mesele, çawa ku Îsa pêxembertî kir, halê vê dinyayê hê xirab dibe û mizgîniya xêrê derheqa Padşatiyê nava temamiya dinyayê tê dannasînkirinê (Met. 24:3, 7-14). Îsa ne got, ku ew rojên axiriyê wê çiqas bikişînin, û lema jî em gerekê hazir bin bona xilaziyê, kîjan ku wê nişkêva bê. w15 1/8 2:4, 5
Înî, 13 Çile
Bira Xudan şabûna te be (Zeb. 37:4).
Dinya tezeda şabûneke meye lape mezin wê ew be, ku heleqetiya meye nêzîk wê tevî Yehowa hebe (Met. 5:3). Emê bi qulixkirina xweye Yehowara, mijûl bin, û ji wê yekê emê şabûneke mezin bistînin. Çaxê Yehowa îda niha emirê meda ciyê pêşiyê digire, bi wê yekê em hazir dibin bona jîyîna dinya tezeda (Met. 6:19-21). Em ça dikarin hê zêde şabûnê bivînin ji qulixkirina xweye Yehowara? Gavek ew e, ku nêta daynin pêşiya xwe. Hergê tu cahil î, bifikire ku ça dikarî usa bijî ku hê zêde Yehowara qulix kî? Tu dikarî di edebyetên meda lêkolîn bikî derheqa cûre-cûre qulixkirina hertim. Û nêtê bide pêşiya xwe, ku ji wan cûrê qulixkirinê, yekê pêk bînî. Xeberde tevî wan, yên ku gelek sala Yehowara qulix kirine çawa qulixkarên hertim. Hergê tu emirê xwe qulixkirinêda derbaz kî, tuyê hê cêribandî û hînkirî bî. Ew yek wê alîkariyê bide te bona qulixkirina te dinya tezeda. w15 1/8 3:13, 14
Şemî, 14 Çile
Lê berê ruh ev heye, hizkirin (Galt. 5:22, DT).
Milûktî, sebirkirin, û xwegirtin jî ferz in (Galt. 5:23). Ew hunur alî Mesîhiyê gihîştî dikin, ku derecên çetinda teyax ke û berxwenekeve, usa jî gumana xwe unda nake çaxê ji bo tiştekî dilteng dibe. Mesîhiyê gihîştî di hînbûna xweye şexsîda prînsîpên Kitêba Pîroz digere, kîjan ku alî wî dikin bizanibe çi ye rast û çi ye nerast. Paşê, çaxê îsafa wî bi Kitêba Pîroz hînkirî be, ewê bikaribe safîkirina bi bîlanî bike. Mesîhiyê gihîştî şkestî ye, û lema ew bawer dike, ku rêberî û prînsîpên Yehowa timê hê baş in, ne ku yên wî. Ew mizgîniya xêrê bi xîret dannasîn dike û çiqas dikare alîkariyê dide, seva ku civat yektiyêda bimîne. Firqî tune em çiqas wext Yehowara qulix dikin, her kes ji me dikare pirsê bide xwe: “Gelo ez dikarim tiştekî biguhêzim, seva ku hê rind çev bidime Îsa? Gelo ez çida dikarim pêşda herim?” w15 1/9 1:6, 7
Led, 15 Çile
Kêmbawero! Çima tu dudilî bûyî? (Met. 14:31).
Hine şagirt Îsa dîtin, kîjan ku ser gola Celîlê peya diçû. Petrûs li Îsa kire gazî û hîvî kir, ku ew jî dixwaze ser golêra peya here cem wî. Çaxê Îsa got, ku ew bê bal wî, Petrûs ji qeyikê peya bû û destpêkir ser avêra here cem Îsa. Lê paşê, Petrûs nuqî avê dibû. Gelo çira? Çimkî ewî ser firtonê û pêlê avê nihêrî, û tirs kete dilê wî. Petrûs li Îsa kire gazî, ku ew alî wî bike û Îsa derbêra destê xwe dirêjî wî kir û giliyê jorê wîra got (Met. 14:24-32). Baweriya Petrûs qewî bû. Lê çira em dikarin usa bêjin? Çaxê Îsa gazî Petrûs kir, Petrûs derbêra ji qeyikê peya bû û ser golêra peya çû. Ew bawer bû, ku Xwedê feresetê usa wê bide wî, ça ku dabû Îsa. Usa jî çaxê Îsa em teglîf kirin, ku pey wî herin, me xwe tesmîlî Yehowa kir û hatine nixumandinê. Çira me ew yek kir? Çimkî baweriya me hindava Yehowa û Îsa em hêlan kirin, û me îtbariya xwe wan dianî, ku wê alî me bikin (Yûhn. 14:1; 1 Pet. 2:21). w15 1/9 3:1, 3
Duşem, 16 Çile
Canên dilsozên xwe ew diparêze ew wan aza dike ji destên xirab (Zeb. 97:10, ÎM).
Bavê hizkirî malbeta xwe ji qeziya xwey dike. Usa jî Yehowa ça Bavê hizkirî me xwey dike. Çawa ku tu çevê xwe xwey dikî çimkî qîmet dikî, usa jî Yehowa cimeta xwe xwey dike, çimkî wana gelek qîmet dike (Zeker. 2:8). Hilbet hine ji qulixkarê Yehowa, mesele Steyfan û yên mayîn mirin, çimkî amin bûn. Yehowa her gav her qulixkarekî xwe xwey nake, ku ew yek neyê serê wan, lê ew bi temamî cimeta xwe xwey dike bi wê yekê, ku pêşda wanra dibêje derheqa telikên Şeytan (Efes. 6:10-12). Derheqa wan telika em pêdihesin ji Kitêba Pîroz û usa jî ji edebyetên, ku teşkîleta Yehowa dide me. Mesele, em pêdihesin derheqa xofiya întêrnêtê, perehiziyê, usa jî fîlm, kitêb û lîstikên, ku bi bênamûsiyê û zorbetiyê ne. Eyan e, ku Yehowa me hiz dike û dixwaze me xwey ke ji telikên Şeytan. w15 1/9 4:15, 17
Sêşem, 17 Çile
Destê Xudan kin nebûye ku, nikaribe xelas bike (Îşa. 59:1).
Yehowa alî cimeta xwe dike, seva ku bikaribin mizgîniya xêrê biparêzin û mafê me hebe mizgîniya xêrê bela kin (Fîlî. 1:7). Mesele, çaxê hine serwêra dixwestin şixulê meyî xizmetiyê bidine sekinandinê, me ber dîwanê xwe xwey dikir. Ji sala 2 000, nav temamiya dinyayêda, em dîwanada weke 268 cara serketin, ji wan serketina 24 car di Dîwana Ewropayêda bû, ya bona Mafê Meriva. Rastî jî eyan e, ku tu kes nikare destê Xwedê bide sekinandinê! (Îşa. 54:17) Belakirina mizgînê nav temamiya dinyayê, ew jî îzbatkirin e ku Xwedê alî me dike (Met. 24:14; Kar. Şand. 1:8). Û yektiya ku nava xizmetkarên Yehowada heye, yên ku ji hemû mileta ne, dikare tenê bi alîkariya Yehowa hebe. Ew yektî tek e! Hela hê ew merivên ku Yehowara xizmet nakin jî, dibêjin: “Rastî jî Xwedê nav weda ye” (1 Korn. 14:25). Îzbatkirinên me gelek in, ku Xwedê tevî cimeta xwe ye (Îşa. 66:14). w15 1/10 1:13, 14
Çarşem, 18 Çile
Hiz nekin . . . tiştêd ku dinyayêda ne (1 Yûhn. 2:15).
Kitêba Pîroz me şîret dike, ku em bi temamî tiştên vê dinyayê nedine xebatê. Ew usa jî tê hesabê ku gelek wedê xwe xerc nekin ser wan tişta, çi ku ev dinya dide me (1 Korn. 7:29-31). Rast e hine tiştên vê dinyayê ne xirab in, lê ew tişt dikarin gelek wede ji me bistînin. Mesele, dibeke me xweş tê tiştekîva mijûl bin, kitêba bixûnin, têlêvîsorê binihêrin, herine ciyê hewas, dikanada tişta bikirin, tişta pêbihesin derheqa têxnolojiyên teze yan tiştên din. Gelek jî, hiz dikin nemeka binivîsin di întêrnêtêda, yan nûçeya dinihêrin yan elametiyên derheqa sportê. Lê xof ew e ku hergê em wan tiştava bêne girêdanê. (Waîz 3:1, 6). Hergê em wedê xwe ser wan tişta çi ku ferz nînin zef xerc dikin, wedê me îda wê nemîne bona tiştê hê ferz, dêmek bona xizmetiyê Yehowara (Efes. 5:15-17). Şeytan hemû tiştî dike seva ku em tiştên vê dinyayêva mijûl bin û xizmetiya xwe Yehowara paş xin. Şeytan ew yek di qirna yekêda jî dikir, û ew roja îro hê zêde dike (2 Tîmt. 4:10). Lema em gerekê kûr xwe bicêribînin, û dîna xwe bidine rêza vê rojê. w15 1/10 3:7, 8
Pêşem, 19 Çile
Çi bikin, hînî me bike (Hakim. 13:8).
Çaxê Manoah ev elametî ji jina xwe pêhesiya ku wê jêra kur bibe, ew gelek şa bû. Lê Manoah usa jî kûr difikirî ku çaxê ew bibe bav, ew wê ber Xwedê cabdar be bona zarê. Gelo ewî û jina wî ça gerekê zara xwe hîn kirana, ku ewî Yehowa hiz bikira û jêra qulix kira? Çimkî wî çaxî Îsraêlêda gelek meriva tiştên xirab dikirin. Manoah ji Yehowa lava kir ku dîsa milyaketê xwe bişîne û got: “Ya Xudan, ez lava dikim, bila zilamê Xwedê, yê ku te şandibû dîsa were û ka emê bona lawikê ku bibe çi bikin, hînî me bike” (Hakim. 13:1-8). Hergê zarên we hene, dibeke hûn fem dikin ku Manoah çi difikirî. Çimkî cabdariya we jî ew e ku alî zarên xwe bikin, wekî ewana Yehowa nas kin û hiz kin (Metlk. 1:8). Wedê qulixkirina tevî malbetê, hûn dikarin alî zarên xwe bikin ku derheqa Yehowa û Kitêba Pîroz hê zêde pêbihesin. Hilbet, xêncî ku her heftî qulixkirina tevî malbetê tevî wan derbaz kin, dîsa hê zêde tişt lazim e ku bikin (Qan. Dcr. 6:6-9). Çi dîsa dikare alî we bike, ku zarên xwe hîn kin, wekî ewana Yehowa hiz kin û jêra xizmet kin? w15 1/11 1:1, 2
Înî, 20 Çile
Va ye îsraêlîkî heqî-helal ku dilê wîda mixenetî tune (Yûhn. 1:47).
Rast e hûn nikarin mîna Îsa dila bixûnin, lê hûn dikarin zarên xwe fem kin. Yehowa dikare alî we bike, ku hûn nava zarên xweda hunurên baş bivînin. Hergê zara we dilê we bêşîne jî, tu car nebêjin û hela hê nefikirin jî, ku ew yekî xirab e, yan jî ku ew tenê problêma tîne. Dewsê, bêjin ku hûn wîda hunurên baş divînin û bawer in, ku ew dixwaze tiştên rast bike. Dîna xwe bidinê ku ew çida pêşda çûye û payê wî bidin. Çaxê tê standin hê zêde cabdariya bidin wî, seva ku alî wî bikin ku ew hunurên baş nav xweda pêşda bîne. Îsa tevî şagirtên xwe hema usa dikir. Salek û nîv paşî rasthatina tevî Natanyêl, Îsa cabdarîke ferz da wî. Ewî Natanyêl kire şandiyê xwe, û Natanyêl bi aminî ew şixul kir, kîjan ku Îsa dabû wî (Lûqa 6:13, 14; Kar. Şand. 1:13, 14). Tu car zara xwera nebêjin, ku ew timê tişta ne haqas baş dike, dewsê payê wî bidin û wî qewî kin. Wîra bidine kifşê ku ew dikare we û Yehowa şa ke, û ku ew dikare feresetên xwe bide xebatê, bona xizmetkirina Yehowara. w15 1/11 2:15, 16
Şemî, 21 Çile
Ewe li ber textê Xwedê ne, . . . şev û ro wî dihebînin (Eyan. 7:15).
Ji destpêbûna rojên paşin sala 1914-da tenê çend hezar xizmetkarên Xwedê hebûn. Koma biçûk ya xûşk-birên rûnkirî ji hizkirina hindava meriva hêlan bûn, û usa jî ruhê Xwedêyî pîroz alî wan kir, ku wana mizgîna derheqa Padşatiyê bela dikirin û nenihêrîn ser çetinaya. Lê ewê yekê çi kar anî? Îro elaleteke mezin, gumana kîjanî jîyîna heta-hetayê ser erdê ye, tê topkirinê. Ser temamiya dinyayê weke 8 000 000 Şedên Yehowa di 115 400 civatada zêdetir hene, û ev hejmar çiqas diçe zêde dibin. Mesele 275 500 zêdetir meriv sala 2014-da hatine nixumandinê û bûne Şedên Yehowa. Ew tê hesabê ku her heftî weke 5 300 meriv hatine nixumandinê. Teşkîleta me hê mezin dibe, çimkî em Xwedê bawer dikin û bawer in ku Kitêba Pîroz Xebera wî ye (1 Têsln. 2:13). Rast e Şeytan pey me dikeve û me nefret dike, lê Yehowa me kerem dike! (2 Korn. 4:4). w15 1/11 4:12, 14, 16
Led, 22 Çile
Gotina Xwedayê me abadîn dimîne (Îşa. 40:8).
Êkspêrtên Kitêba Pîroz gelek kûr lêkolîn kirine bi hezara manûskrîpt, parên manûskrîpta û welgerandinên Kitêba Pîroz yên kevin. Û çaxê wana ew manûskrîpt û welgerandin himberî hev kirin, wana têderxistin ku tenê hine rêzada firqî heye, û hin jî ew firqî gelek biçûk in. Belê, elametiya Kitêba Pîroz ne hatiye guhastinê. Merivên diltemiz ku Kitêba Pîroz hîn dibin, ji bo lêkolînkirinên manûskrîpta bawer dikin ku ev kitêb kîjan cem wan îro heye, ji bîna ber Xwedê ye. Rast e gelek meriv miqabilî Kitêba Pîroz derdiketin, lê yeke ew hate welgerandinê ser 2 800 zimana zêdetir. Rast e gelek meriv Xwedê bawer nakin, lê yeke Xebera wî nava terîxiyêda kitêba lape belabûyî ye. Hine welgerandinên Kitêba Pîroz nehêsa ne bona xwendinê yan jî ne lap rast in, lê ji wana heçî zef elametiya femdarî didin derheqa gumanê û jîyîna heta-hetayê. w15 1/12 1:13, 14
Duşem, 23 Çile
Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin (Metlk. 12:18).
Ji bo giliyên me meriv dikarin yan xwe hê baş texmîn kin yan hê xirab. Gelek meriv dinya Şeytanda didine xebatê “gotinên tal”, kîjan ku wek “tîrên” yanê “wek şûr” in, seva ku dilê meriva bêşînin û ziyanê bidine wan (Zeb. 64:3, ÎM). Gelek meriv xeberdana usa hîn dibin ji fîlma yan ji têlêvîsyonê ku dinihêrin. Lê Mesîhî tu car gerekê nedine xebatê ew xeberê sert û ne layîq di xeberê xweda û ne jî di henekê xweda. Henek baş e, çimkî dikare xeberdana me hewas ke. Lê em tu car gerekê usa xebernedin, ku kesekî behurmet kin yan jî kesekî bidine xeydandinê seva xatrê vê yekê ku yên din bikenin. Kitêba Pîroz me hîn dike ku em xwe dûr bigirin ji xeberdana “kifirî-zifirî”. Û usa jî dibêje: “Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê, pêştirî tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan” (Efes. 4:29, 31). w15 1/12 3:10
Sêşem, 24 Çile
Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin (Karên Şandiya 15:29).
Koma rêberiyê nemek birara şand, seva ku wanra bêje wekî ewana ji hine tişta xwe dûr bigirin. ”. Di hine zimanada, giliyên xilaziyê ji wê rêzê hate welgerandinê bi wan xebera “sihet-qewata baş wera”, û usa jî ew gilî dikare bê hesabê “qewî bin”. Belê, ji wan giliya tê kifşê ku tebiyetî ye em gişk dixwazin, wekî sihet-qewata me baş be. Çimkî em gunekar in, em nikarin xwe ji hemû nexweşiya xwey kin. Û çaxê em nexweş dikevin, em ji Yehowa hîviyê nînin ku ew me bi keremet qenc ke. Lê em dikarin hîviya axiriya baş bin, çaxê Xwedê bi temamî me qenc ke. Di Eyantî 22:1, 2, Yûhennayê şandî derheqa “ava jîyînê” û “dara jîyînê” gilî dike, kîjan ku her kesa wê qenc ke. Ew nayêne hesabê hine derman ku dikarin îro yan dinya tezeda me qenc kin. Lê ew tê hesabê hemû tişt çi ku Yehowa û Îsa wê bikin, seva ku em heta-hetayê bijîn (Îşa. 35:5, 6). w15 1/12 4:17, 18
Çarşem, 25 Çile
Em bi wera herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi wera ye (Zeker. 8:23).
Yehowa derheqa wedê niha ku em dijîn, pêşda got: “Di wan rojanda ji her tewrê zimanên neteweyanda [cimetada] deh kes pê dawa kesekî Cihûdîva bigirin û wê bi gotina: ‘Em bi wera herin, ji ber, me bihîstin ku Xwedê bi wera ye!’” (Zeker. 8:23). Ew deh kes ku “dawa kesekî Cihûdîva” digirin, bi sîmbolîk têne hesabê meriv gumana kê jî jîyîna ser erdê ye. Û bona wan qedir e ku şixulkariyê dikin tevî rûnkiriya, dêmek “Îsraêla Xwedê”, çimkî zanin ku Yehowa wana kerem dike (Galt. 6:16). Çawa ku Zekerya pêxember, Îsa jî got ku nava cimeta Xwedêda wê yektî hebe. Îsa derheqa peyçûyên xwe got, ku ewana ji du koma ne, ew hene “keriyê pêzî biçûk” û “pezêd din”. Lê ewî got ku ewana wê “kerîk” bin û “şivanekî” wan wê hebe (Lûqa 12:32; Yûhn. 10:16). w16.01 4:1, 2
Pêşem, 26 Çile
Ser van tişta bifikirin (Fîlî. 4:8).
Em gerekê ruhaniya xwe xwey kin. Çimkî em dijîn vê dinyayêda ku bin hukumê Şeytanda ye, û hin jî em gunekar in, lema jî hêsa dikarin destpêkin nerast bifikirin û bijîn usa ça ev dinya. Em dikarin ruhê wê dinyayê beramberî çêm bikin, kîjan ku me dikişîne li wêderê, kîderê ku em naxwazin herin. Seva ku ava çêm me nebe alîkî din, em gerekê xwe avê xin miqabilî qewata avê. Bi wî cûreyî em gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku ruhê wê dinyayê me nebe alîkî din. Wedê xizmetiyê, em dîna xwe didin ser tiştên ruhanî ku kêrhatî ne, ne ku ser wan tişta kîjan ku dikarin baweriya me sist kin (Fîlî. 4:8). Belakirina mizgînê baweriya me hê qewî dike, û dike bîra me derheqa sozên Xwedê û prînsîpên wîyî bi hizkirin. Ew yek usa jî alî me dike ku hacetê xweye ruhanî xwey kin (Efes. 6:14-17). Hergê em di şixulên ruhanîda kar bikin, wî çaxî wê wedê me tune be xem kin derheqa problêmên xwe, û ew yek alî me dike ku em xwe xwey kin. w16.01 5:12, 13
Înî, 27 Çile
Wê gelê te bibe gelê min, û Xwedayê te bibe Xwedayê min (Rût 1:16).
Dîna xwe bidin li ser hizkirina Rût hindava Yehowa. Ew yek Boaz ecêbmayî kir, kîjanî ku paşê dua li Rût kir, çimkî ewê sitar bin perê Yehowa digeriya (Rût 2:12). Ew yek tîne bîra me ku ça cûcika çivîkê dikeve bin perê dê-bavê xwe seva bê xweykirinê (Zeb. 36:7; 91:1-4). Yehowa bona Rût hema bavekî usa bû. Yehowa ew kerem kir bona baweriya wê, û Rût tu car poşman nedibû bona safîkirina xwe. Îro gelek meriv derheqa Yehowa pêdihesin, lê hê safî nakin ku sitarê cem wî bigerin. Ewana paş dixin ku xwe tesmîlî wî kin, û bêne nixumandin. Hergê hûn jî paş dixin, û hê safî nakin ku xwe tesmîlî Yehowa kin, hela xwe bipirsin ku çira hûn paş dixin. Her kes xudanekîra yan kesên dinra xizmet dike (Yêşû 24:15). Lê wê bi bîlanî be hergê tenê Xwedêyê rastra xizmet kin, kîjan ku hêja ye, û cem wî sitarê bigerin. Çaxê hûn xwe tesmîlî Yehowa bikin, bi vê yekê hûnê bidine kifşê baweriya xwe hindava wî. Lê ew wê alî we bike ku hûn berdewam kin wîra xizmet kin, firqî tune hûn dibeke rastî kîjan çetinaya bên. Ew yek Yehowa bona Rût kir. w16.02 2:6, 7
Şemî, 28 Çile
Bihêle ku ez bi derbekê, bi rimê wî li erdêva bikutim û cara duwemîn ez li wî naxim (1 Sam. 26:8).
Çaxê Abîşe dixwest Şawûl bikuje, ewî bi vê yekê dixwest aminiya xwe hindava Dawid bide kifşê. Lê ew yek nerast bû, û lema Dawid wî da sekinandinê, çimkî zanibû ku îzin tune “destê xwe dirêjî mesîhiyê Xudan bike” (1 Sam. 26:9-11). Ji vê meselê em derseke ferz hîn dibin: Çaxê em gerekê safî kin ku pêşiyê kêra amin bimînin, em gerekê bifikirin derheqa prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku dereca meda dikarin alî me bikin. Aminî ji dil tê, lê dilê meriva xapînok e (Yêrem. 17:9). Lema ew merivê ku Xwedêra amin e, hêsa dikare aminiya xwe hindava hevalê nêzîk yan merivên nêzîk dayne ciyê pêşin, hela hê hergê jî ew meriv tiştên nerast dike. Em gerekê gelek fesal bin îlahî hingê, çaxê kesek merivê meyî nêzîk ji rastiyê derdikeve. Em gerekê bîra xweda xwey kin ku aminiya me Yehowara gerekê ser ciyê pêşin be (Met. 22:37). w16.02 4:5, 6
Led, 29 Çile
Îzbat bin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye (Rom. 12:2, DT).
Çira gerekê tu îzbat bî vê yekêda? Were em şêwir kin mesela Tîmotêyo. Tîmotêyo Nivîsar rind zanibû. Ew “ji zarotiyê” ji diya xwe û pîrika xwe hate hînkirinê. Lê yeke Pawlos wî şîret kir û gote wî: “Nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û çida îzbat bûyî” (2 Tîmt. 3:14, 15, DT). Tîmotêyo xwexa “îzbat” bû ku rastî dîtiye. Ewî rastî qebûl kir ne ji bo vê yekê, çimkî diya wî û pîrika wî wîra gotin ku qebûl ke, lê ew difikirî ser wan tişta çi ku pêdihesiya û wan tiştada îzbat dibû (Rom. 12:1). Anegorî wê yekê hergê tu kûr hînbûna xweye şexsî bikî, ew yek wê alî te bike, ku caba xwe bidî ser pirsa, hemû şikên dilê xweda kuta kî, û baweriya xwe qewî kî (Kar. Şand. 17:11). w16.03 2:3, 4, 7
Duşem, 30 Çile
[Ewana] her sal Cejina Derbazbûnêda diçûne Orşelîmê (Lûqa 2:41).
Bide ber çevê xwe Îsraêla wedê berê, çaxê cejina Orşelîmêda pesinê Yehowa didan paristgehêda. Wana hemû tişt çi ku lazim bû bona rêwîtiyê hazir kirin, paşê ewana tevayî rê ketin û alî hev dikirin. Paristgehêda wana tevayî pesinê Yehowa didan û jêra xizmet dikirin. Roja îroyîn çawa ku em hazir dibin bona jîyîna dinya teze, mera lazim e yektiyêda bin û hemû tiştî bikin çi ku dikarin, seva tevî hev hevkariyê bikin. Bifikirin derheqa keremên ku hîviya me ne! Em îda ji vê dinya bêtifaq dûr in. Em niha pê çevê xwe divînin ku ça pêxembertiya Îşaya û Mîxa têne sêrî. Bi rastiyê jî, cimeta Xwedê bi yektî hildikişine ser “çiyayê Xudan” (Îşa. 2:2-4; Mîx. 4:2-4). Rastî jî, xizmetkirina me Xwedêra wan “rojên xilaziyêda” gelek dilê wî şa dike, û ew ji me razî ye. Lê wedekî, wê çiqas xweş be çaxê em bextewar û şa bin, çimkî emê bijîn wî wedeyî ku hemû însanet edilayêda, yektiyêda û hevkariyêda Yehowara xizmet bikin! w16.03 3:16, 17
Sêşem, 31 Çile
Dema her tiştî . . . heye (Waîz 3:1).
Hine birara dikare çetin be wede xerc kin, wekî di civatêda birên din hîn kin. Hinek usa dikarin dişirmîş bin: “Di civatêda hene tiştên diha ferz, û gerekê lez bêne kirinê. Hergê ez niha birên din hîn ne kim, ew wê ser civatê hukum nebe”. Belê, bona tiştên din jî lazim e rûspî lez dîna xwe bide, lê hergê rûspî hînkirina bira paşxe, ew dikare bi rastiyê ziyanê bide civatê. Rûspî gerekê derheqa tiştên ferz zû xem bikin. Hergê rûspî egle dibe ku bira hîn ke, zû yan dereng civatêda wê tune bin birên hînbûyî, seva xem bikin derheqa hemû tiştên ku gerekê bêne kirinê. Dêmek tu car dişirmîş nebin, wekî yên din hîn kin ferz nîne. Rûspiyên ku xem dikin derheqa axiriya civatê û wede divînin seva ku yên din hîn kin, ewana bîlan in û gelek qîmet in bona xûşk birên xwe (1 Pet. 4:10). w15 1/4 1:4, 6, 7