Tebax
Sêşem, 1 Tebax
Nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke? (Destp. 18:25).
Çimkî Birahîm heta tiştên hûrda jî gura Yehowa dikir, bi wê yekê ewî dostiya xwe tevî Yehowa hê baş dikir û geş dikir. Wîra hêsa bû ku dilê xwe Yehowara veke. Çaxê ew bona tiştekî xemgîn dibû, ewî alîkarî ji Yehowa dixwest. Mesele çaxê Birahîm pêhesiya ku Yehowa dixwaze şeherên Sodom û Gomora kuta ke, ew xemgîn bû ku merivên rast wê tevî yên xirab bêne kutakirinê. Birahîm dibeke xemgîn dibû bona kurê birê xwe Lût û malbeta wî, çimkî ewana Sodomêda bûn. Birahîm bi milûktiya mezin pirs dida Yehowa û îtbariya xwe wî dianî, “Hakimê temamiya dinyayê”. Yehowa bi sebirkirinê Birahîm hîn dikir, ku ew çiqas dilrem e û dilê her kesî dixûne, û usa jî yên rast digere ku wana xilaz ke hela hê wedê dîwankirinê jî (Destp. 18:22-33). Bêşik, zanebûnê û îtbariyê alî Birahîm kirin, ku ewî dostiya nêzîk tevî Yehowa xwey kir. w16.02 1:11, 12
Çarşem, 2 Tebax
[Bila] nava min û teda û di nava nîjada te û nîjada minda . . . abadîn Xudan hebe (1 Sam. 20:42).
Aminî hindava meriva gişk qîmet dikin. Lê hergê em tenê dîna xwe bidine ser aminiya Yonatan hindava Dawid, em dikarin derseke qîmet berdin. Ew heye aminiya wî hindava Xwedê. Bifikirin, ku çira Yonatan Dawid hesab dikir ça heval, ne ku ça neyarê xwe. Dilê Yonatanda aminiya hindava Xwedê ciyê pêşin digirt. Bi rastiyê, ewî dixwest Yehowara amin bimîne, lema jî Dawidra amin bû. Û ewana herdu jî bi aminî li gora vî sozê xwe dijîtin. Çawa Mesîhî, em jî gerekê amin bin neferên mala xwera, hevalên xwera, û xûşk-birên xwera (1 Têsln. 2:10, 11). Lê gelo aminiya hindava kê gerekê ciyê pêşin bigire emirê meda? Ew heye aminî hindava Wî, yê ku emir daye me, dêmek Yehowa! (Eyan. 4:11). Çaxê em Yehowara amin dimînin, em bextewar û dilrihet dibin. Lê em gerekê hela hê wedê çetinayên giranda jî wîra amin bimînin. w16.02 3:3, 4
Pêşem, 3 Tebax
Daniyêl dilê xweda safî kir xwe heram neke (Dan. 1:8, DT).
Cahilê gihîştî baweriya xweda qewî ye. Dêmek merivê gihîştî durû nîne, mesele, ew usa nîne ku Oda Civatêda dostê Xwedê ye, lê mektebêda hevalê vê dinyayê. Dewsê, ew hela hê cêribandinên qayîmda jî Xwedêra amin dimîne (Efes. 4:14, 15). Belê, tu kes bêqisûr nîne. Cahil jî çawa yên mezin cara şaşiya dikin (Waîz 7:20). Lema hergê tu dixwazî bêyî nixumandinê, wê bi bîlanî be hergê bifikirî ku tu çiqas hazir î seva prînsîpên Yehowa bînî sêrî. Ji xwe bipirse: “Wan paşwextiya min prînsîpên Xwedê dianî sêrî?” Bifikire te çi kir çaxê baweriya te hate cêribandinê. Te daye kifşê ku dikarî rastî û nerastî ji hev derxî? Lê hergê kesek te hêlan dike çawa Daniyêl hêlan dikirin, ku vê dinya Şeytanda pêşdaçûyî bî, tuyê çi bikî? Gelo tu dikarî wedê cêribandinên wî cûreyîda têderxî “çi ye qirara” Yehowa? (Efes. 5:17). w16.03 1:7-9
Înî, 4 Tebax
Wan rojada wê tengasîke usa bibe, wekî ji roja ku Xwedê dinya efirandiye heta niha nebûye (Marq. 13:19).
Mesele, niha em dijîn “rojêd axiriyêda”, û îda gelek nêzîk in berbi tengasiya mezin, kîjan ku tu car tune bûya (2 Tîmt. 3:1). Hin jî, Şeytan û cinên wî ji ezmên jorda hatine avîtinê ser erdê. Lema jî însanet îro gelek diçerçire û kul-derda dikişîne (Eyan. 12:9, 12). Xêncî vê yekê, em temiya Îsa tînin sêrî, ku nav temamiya dinyayêda hemû merivara mizgînê bela dikin. Û tu car usa nîbûye ku ser haqas gelek zimana mizgîn bê belakirinê. Seva ku kerema Xwedê bistînin, em gerekê gura hemû rêberiya bikin ku bi saya civatê em distînin. Hergê em niha guh bidine wan rêberiya, ew yek wê alî me bike ku guh bidine rêberiyên wedê “tengasiya mezinda” jî. Wî çaxî Şeytan û ev dinya wê bêne kutakirinê (Met. 24:21). Û paşê, mera îda wê lazim bên rêberiyên teze, çimkî emê dinya tezeda bijîn. w16.03 4:16, 18
Şemî, 5 Tebax
Ji wê dû-dûxanê kulî derketin (Eyan. 9:3).
Qirna yekêda D.M., Yûhennayê şandî dîtinok dît derheqa heft milyaketa, ku ji wan her kesî dengê boriyê dihat. Çaxê milyaketê pênca boriyê xist, Yûhenna “steyrkek” dît ji ezmên ketî ser rûyê erdê. Bal wî steyrkî hebû kilîta derê geliyê hey-wayê. Ewî derê geliyê hey-wayê vekir, û dû-dûxan derket û ji wê dû-dûxanê kulî derketin. Ew kulîyên sîmbolîk, dewsa ku ziyanê bidine şînkayê, ewana ziyanê didine “wan merivêd ku mora Xwedê li ser eniya wan tuneye” (Eyan. 9:1-4). Bêşik, Yûhenna zanibû wekî kulî ziyana mezin dikarin bînin. Ne hêna Mûsada, wedê belakî, kuliya temamiya welatê Misirê girt (Derk. 10:12-15). Ew kuliyên sîmbolîk, kîjan ku Yûhenna dît, têne hesabê Mesîhiyên rûnkirî, yên ku rêlîgiyên qelpra elam dikin derheqa dîwana Yehowa. Mîlyona meriv baweriya kîjana heye ku bijîn li ser erdê, wî şixulîda tevî wan in. Tevî hev ewana xizmetkirinêda hevkariyê dikin. Û ew yek alî gelek meriva dike, ku rêlîgiya qelp bihêlin û xwe ji hukumê Şeytan xilaz kin! w16.03 3:3
Led, 6 Tebax
Li min veke tu van çeva, wan keremetêd hînkirina Xwera (Zeb. 119:18).
Ferz e, ku rûspî têderxe rastî ça hukum dibe ser hest û fikirên birê necêribandî. Rûspî dikare ji wî bipirse, ku ça tesmîlbûna wî Yehowara, hukum bû ser safîkirinên wî di emirda. Bi vê pirsê dikare xeberdan here derheqa wê yekê ku ew ça dikare Xwedêra qulix ke bi temamiya dilê xwe (Marq. 12:29, 30). Dibeke rûspî bixwaze dua jî bike tevî wî û ji Yehowa ruhê pîroz hîvî ke, kîjan ku lazim e wîra bona hînbûna wî. Şagirt çaxê duayê wî rûspî bibihê, ew wê hêlan be ku hê zêde bike! Çaxê rûspî cara pêşin destpêdike hîn ke, hê baş e derheqa meselên ji Kitêba Pîroz tevî wî şêwir ke, wekî ew fem ke çiqas ferz e komekdar be, kêrhatî be û milûk be (1 Padş. 19:19-21; Nehem. 7:2; 13:13; Kar. Şand. 18:24-26). Ew hunur haqas ferz in, çiqas tiştên kêrhatî bona xaliyê. Ew wê alî wî bikin wekî zû pêşda here û usa jî çevê wî vekin, seva ew bivîne tiştên baş ji Xebera Xwedê. w15 1/4 2:3, 4
Duşem, 7 Tebax
Xwe li Xwedê bigirin (Aqûb 4:8).
Hergê em dixwazin nêzîkî Yehowa bin, gelek ferz e ku timê tevî wî xeber din. Lê ça tu dikarî tevî Xwedê xeber dî? Tu tevî Yehowa xeber didî, çaxê timê wîra dua dikî (Zeb. 142:2). Û Yehowa jî tevî te xeber dide, çaxê tu timê Xebera wî dixûnî û difikirî ser (Îşa. 30:20, 21). Cabên ser duayên te ne hertim dikarin eyan bin. Lê çaxê tu duayên xweda derheqa tiştên konkrêt dua dikî, wî çaxî tuyê bikaribî cabên Yehowa hê eyan bivînî, û ew wê hê rêalî be bona te. Lê hergê tu di duayên xweda Yehowara derheqa hemû xemên xwe dilê xwe vedikî, wî çaxî ew nêzîkî te dibe. Em dikarin heta-hetayê berdewan kin nêzîkî Yehowa bin. Werên em berdewan kin wî bibihên bi lêkolînkirina Kitêba Pîroz, û usa jî berdewan kin xeberdin tevî wî duayên xweda. Hergê em usa bikin, heleqetiya me tevî Yehowa wê diha qewî be, û bi alîkariya wî emê bikaribin çetinaya teyax kin. w15 1/4 3:3, 14, 16
Sêşem, 8 Tebax
Mîrêcinê neyarê we mîna şêr mire-mira wî ye, digere ka kê hûfî xwe ke (1 Pet. 5:8).
Ew rêz ça rind eyan dike Şeytanê zulm û xirab! Şeytan hukum dike ser temamiya dinyayê, lê bi wê yekê têr nabe. Ew mîna şêrekî birçî ye, û dixwaze geleka hûfî xwe ke. Nêta Şeytan ew e, wekî cimeta Yehowa kuta ke. Peyketina mesîhiyên rast qirna yekêda heta niha, îzbat dike ku Şeytan çiqas zulm e. Çaxê şêr dixwaze bikuje qe rema wî tune ye, û paşî kuştinê jî qe poşman nabe. Lê Şeytan çi texmîn dikir çaxê didît ku Îsraêl ketine nava guna, bi bênamûsiyê û babaxiyê? Bide ber çevê xwe, Şeytan çiqas şa dibû çaxê ewî dît ji bo bênamûsiya Zîmrî û babaxiya Gehazî, axirî çiqas xirab bû (Jimar 25:6-8, 14, 15; 2 Padş. 5:20-27). w15 1/5 1:8, 9
Çarşem, 9 Tebax
Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve (Aqûb 4:7).
Ça em dikarin miqabilî Şeytan derên û serkevin? Îsa got: “Bi sebira xwe hûnê ruhê xwe xilaz kin” (Lûqa 21:19). Hemû tiştên ku meriv dikarin bi wan ziyanê bidine me, wedelû ne. Tu kes nikare heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke, hergê em xwexa xirab nekin (Rom. 8:38, 39). Çaxê kesek ji qulixkarê Yehowa dimire, ew nayê hesabê wekî Şeytan serket. Çimkî Yehowa wê wana sax ke (Yûhn. 5:28, 29). Lê axiriya Şeytan boş-betal e. Paşî kutabûna vê dinya zulm, ew wê ser 1 000 sala bê avîtinê li geliyê hey-wayê (Eyan. 20:1-3). Xilaziya Hezarsaliya Padşatiya Îsa, Şeytan wê “ji zindana xwe bê berdanê” û bixebite wekî cara paşin merivên qedandî bixapîne. Paşî vê yekê ew wê bê kutakirinê (Eyan. 20:7-10). Rast e axiriya Şeytan boş-betal e, lê ya te na! Berdewan ke miqabilî Mîrê-cin derê û baweriya xwe qewî xwey ke (1 Pet. 5:9). Bawer be, ku tu dikarî miqabilî Şeytan derêy û serkevî! w15 1/5 2:1, 18
Pêşem, 10 Tebax
Yê aqil xirabiyê ku dibîne hevza xwe dike, lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne (Metlk. 22:3).
Merivê bîlan fikirên xwe kontrol dike. Çawa ku agir dikare yan karê bide me yan jî zîyanê, usa jî fikirên me dikarin yan alî me bikin, yan jî zîyanê bidine me. Çaxê em agir fesal didine xebatê, em dikarin karê bistînin, mesele xwarinê çêkin. Lê hergê em fesal nînin, agir dikare mala me bişewitîne û me bikuje jî. Usa jî fikirên me. Çaxê em difikirin derheqa wan tişta çi ku em ji Yehowa hîn dibin, ew yek gelek kar e bona me. Lê hergê em derheqa bênamûsiyê difikirin, û didine ber çevê xwe ku em tiştên xirab dikin, axiriyêda emê ewan tişta usa bixwazin ku nikaribin nekin. Û usa em dikarin heleqetiya xwe tevî Yehowa unda kin (Aqûb 1:14, 15). Kitêba Pîroz zelal mera eyan dike, wekî em gerekê nedine ber çevê xwe tiştên bênamûsî. Îsa got: “Kî bi temê xirab jinekê binihêre, ewî dilê xweda îdî tevî wê zinêkarî kir” (Met. 5:28). w15 1/5 4:11, 12, 14
Înî, 11 Tebax
Eşqa min ewledêd însên bû (Metlk. 8:31).
Xêncî dannasînkirinê, Îsa gelek keremet dikirin. Ewan keremeta eyan dikir, ku ew bona hemû meriva xem dike. Carekê, Îsa rastî mêrekî kotî hat. Nexweşiya wî gelek giran bû (Marq. 1:39, 40). Ew meriv halekî usa giranda bû, ku Lûqayê hekîm derheqa wî nivîsî “serdapêda kotî” (Lûqa 5:12). Kitêba Pîroz dibêje ku ewî merivî çaxê Îsa dît, “xwe deverûya avît jê lava kir û got: ‘Xudan! Heger bixwazî, tu dikarî min paqij kî’”. Ewî merivî zanibû, ku qewata Îsa heye wekî wî qenc ke. Lê ewî dixwast bizanibe hela Îsa dixwaze wî qenc ke. Gelo ça Îsa xwe kifş kir hindava wî merivê serdapêda kotî? Tu kes gerekê nêzîkî wî merivî nebûya, lê Îsa destê xwe da wî. Ewî bi remtî û dilgermî got: “Ez dixwazim. Paqij be!” Û “kotîbûn jê çû” (Lûqa 5:13). Belê, bi vê yekê Îsa nîşan kir, ku ew çiqas zef meriya hiz dike (Lûqa 5:17). w15 1/6 2:3-5
Şemî, 12 Tebax
Yê ji xwe razî . . . miqabilî her şêwir û qirarê ye (Metlk. 18:1).
Hergê tu divînî ku tera çetin dibe xwestinên nerast nav xweda bitemirînî, wê baş be ku tevî kesekî ji civatê xeberdî, yê ku îda gelek sal e Yehowara qulix dike. Dêmek xeberde wî merivîra, yê ku dikare şîreta baş ji Xebera Xwedê bide te. Dibeke seva te wê hêsa nîbe derheqa problêmên xweye şexsî tevî yên dinêna xeberdî, lê gelek ferz e ku alîkariyê bixwazî (Îbrn. 3:12, 13). Mesîhiyên cêribandî dikarin alî te bikin, ku bivînî çi guhastin tera lazim in. Paşê îda evan guhastina bike, ku bikaribî dostiya xwe tevî Yehowa xwey kî. Rûspî îlahî alîkariya mezin dikarin bikin (Aqûb 5:13-15). Hergê tera bûye xeyset pornografîayê binihêrî, tu gerekê bê eglekirin alîkariyê bixwazî. Çiqas hê zêde tu xwe egle kî, haqas hê zû diqewime tu bikevî telika bênamûsiyê. Bi vê yekê tu dikarî ziyanê bidî yên dinêna, û hin jî merivên dor-ber we destpêkin derheqa Yehowa xirab xeber din. Gelek xûşk-bira, ji rûspiya alîkarî xwestin, û şîreta wan jî qebûl kirin, seva ku dilê Yehowa şa kin û civatêda bimînin (Aqûb 1:15; Zeb. 141:5; Îbrn. 12:5, 6). w15 1/6 3:15-17
Led, 13 Tebax
Wê rojê usa bibe ku, pêxember şerm bikin, dema pêxembertiyê bike, wê her kes xewn û xeyala xwe şerm bike û bona ku bixapîne qeftanê ji mû li xwe neke (Zeker. 13:4).
Gelo hemû endemên rêlîgiyên qelp wê bêne qirkirinê, wedê kutakirina Babîlona mezin? Na. Çimkî hine serwêrên rêlîgiya jî wê înkar kin, ku ewana bawermend in û ku nava rêlîgiyên qelpda bûn (Zeker. 13:5, 6). Lê hingê wê çi biqewime tevî cimeta Xwedê? Îsa got: “Heger ew roj kin nebûna, tu kes xilaz nedibû, lê bona xatirê bijartiya ew rojê kin bin” (Met. 24:22). Di qirna yekêda tengasiya Orşelîmêda “kin” bû. Evê yekê mecal da “bijartiya”, dêmek Mesîhiyên rûnkirî, ku birevin. Usa jî axiriyêda, para pêşine tengasiya mezin, wê “kin” be bona “bijartiya”. Yên polîtîk, dêmek “dehe stirûyêd” cenewir, wê nikaribin cimeta Xwedê kuta kin (Eyan. 17:16). Lê dewsê, paşî para pêşine tengasiya mezin wê bibe edilayî, lê wedêkî kin. w15 1/7 2:5, 6
Duşem, 14 Tebax
Yê ku dicêribîne nêzîkî wî bû (Met. 4:3).
Em xwexa dikarin bijbêrin, dêmek safî kin, bikevine telika Şeytan yan na. (Met. 6:13; Aqûb 1:13-15). Çaxê Şeytan Îsa dicêriband, Îsa derbêra ji Xebera Xwedê caba wî dida. Îsa amin bû Xwedêra. Lê yeke Şeytan destê xwe peya nekir. Ew “demekê ji wî dûr ket”, dêmek hîviya mecaleke din bû ku dîsa Îsa bicêribîne (Lûqa 4:13). Lê Şeytan çi jî dikir, Îsa timê gura Yehowada bû. Lê xêncî Îsa, Şeytan dixwaze peyçûyên wî bicêribîne, dêmek te jî, wekî gura Yehowa nekî. Cabên ser pirsên derheqa serwêrtiya Yehowa, gerekê hê dîsa bêne dayînê. Niha Yehowa hê dihêle, ku Şeytan me bicêribîne. Lê Yehowa xwexa tu car wê “me nebe cêribandinê”. Çimkî, ew bi rastiyê jî bawer e, ku em dikarin wîra amin bimînin, û hin jî ew dixwaze alî me bike. Ew zorê nake ser me, wekî em tiştên rast bikin. Ew qedirê jibartina me digire. Dêmek, ew mera îzinê dide ku em xwexa safî kin, wîra amin bimînin yan na. Heger em dixwazin nekevine cêribandina, mera du tişt lazim in, xwe li Yehowa bigirin û timê dua bikin wekî ew alî me bike. w15 1/6 5:13, 14
Sêşem, 15 Tebax
Em dikin tu tiştîda nebine bayîsê ketina tu kesî, wekî qulixê me neyê lomekarkirinê (2 Korn. 6:3).
Em gerekê nihêrandina xwe biguhêzin û mera lazim e îsafa xwe hîn kin, seva ku hemû dereceda tevnebûyînê xwey kin (Rom. 14:19). Mesele, Mêrîêta hate bûyînê di welatê, ku berê nav dikirin Yûgoslavya. Kîderê ku ew mezin bibû, meriva miletê Sêrbî nefret dikirin. Lê çaxê Mêrîêta derheqa Yehowa pêhesiya ewê fem kir, ku Yehowa firqiyê nake orta mileta û ku Şeytan dixwaze wekî meriv hevdu nefret kin. Lema jî ew gelek dixebitî, seva ku nihêrandina xwe biguhêze. Lê çaxê kîderê ku Mêrîêtayê dijît şer destpêbû orta miletada, ewê dîsa destpêkir nerast binihêre ser merivên Sêrbî. Mêrîêtayê hela hê nedixwast jî wanra dannasîn ke. Ewê zanibû, ku ew yek nerast e, lema jî ji Yehowa hîvî dikir ku alî wê bike, seva ew nihêrandina xwe biguhêze. Mêrîêta gilî dike: “Min têderxist ku alîkariya lape baş ew e, çaxê meriv hiş-aqilê xwe dide ser dannasînkirinê. Wedê dannasînkirinê ez dixebitîm, ku çev bidime Yehowa yê ku hizkirin e, û min texmîn kir ku çawa nihêrandina mine nerast kuta bû”. w15 1/7 3:11-13
Çarşem, 16 Tebax
Çevên Yehowa ser temamiya erdê ne, seva ku qewata xwe wanra nîşan ke, yên ku bi temamiya dilê xwe tevî wî ne (2 Dîr. 16:9, DT).
Werin em binihêrin meselekê, ku çawa Yehowa tiştên baş nava padşayê Cihûda Yehoşefatda dît. Yehoşefat safîkirina nerast kir çaxê tevî Ahab padşayê Îsraêlê bû yek. Rast e 400 pêxemberên qelp digotine Ahabê zulm, ku wî şerîda ew wê serkeve, lê pêxemberê Yehowayî rast Mîkaya gote Yehoşefat û Ahab, ku hergê ewana herin şer bikin, wê bidine der. Hema usa jî qewimî. Wî şerîda Ahab hate kuştinê, lê Yehoşefat ancax xilaz bû. Paşî wî şerî, Yehowa Yehû da xebatê ku Yehoşefat hilê û şîret ke ji bo şaşiya wî. Lê usa jî Yehû gote Yehoşefat: “Teda tiştên qenc hatin dîtin” (2 Dîr. 18:4, 5, 18-22, 33, 34; 19:1-3). Rast e Yehoşefat safîkirina nerast kir, lê Yehowa kirinên wîye baş kîjan ku ewî berê kiribû, bîr nekir (2 Dîr. 17:3-10). Ev mesele me gelek dilgerm dike, çimkî cara em jî şaşiya berdidin. Lê hergê em bi dil û can Yehowara qulix dikin, ew wê berdewam ke me hiz bike, û wê bîr neke wan tiştên baş ku me bona wî kiriye. w15 1/8 1:8, 9
Pêşem, 17 Tebax
Bira qenciya bikin . . . wekî wê jîyîna ku rastî jîyîn e qazinc kin (1 Tîmt. 6:18, 19).
Çawa em dikarin xwe hazir kin bona jîyîna dinya tezeda? Hergê em dixwazin herin welatekî din û wêderê bijîn, femdarî ye emê hine tişt bikin, seva ku hazir bin bijîn di vî welatîda. Mesele, em dikarin destpêkin ziman û erfedetên wî welatî hîn bin. Dibeke em hine xwarinên wan jî tem kin. Usa jî bona jîyîna dinya tezeda, em îda niha dikarin xwe hazir kin û usa bijîn, yançi em îda wêderê ne. Gelek difikirin, ku ferz e kesekîva girêdayî nîbin û ku nelazim e gura Xwedê bikin. Lê axiriya wê yekê çi ye? Ewana gelek kul-derda divînin û bextewar nînin (Yêrem. 10:23). Lê Yehowa Serwêrê bi hizkirin e. Wê çiqas jîyîneke xweş be dinya tezeda, çaxê her kes gura Xwedê bike! w15 1/8 3:4, 5
Înî, 18 Tebax
Tevî nebawera nekevine binê nîrekî (2 Korn. 6:14).
Mesîhiyên azepra, yên ku dixwazin bizewicin yan jî mêr kin, lazim e fesal xwera hevala bijbêrin. Kitêba Pîroz qulixkarên Xwedêra eyan dibêje, ku ewana gerekê bizewicin tenê tevî “bawermendê Xudan”, dêmek bizewicin tevî wî yan wê yê ku xwe tesmîlî Xwedê kiriye û nixumandî ye, û usa jî yê ku dijî bi prînsîpên Yehowa (1 Korn. 7:39). Çaxê tu bizewicî tevî wê yan jî mêr kî tevî wî kê ku Yehowa hiz dike, ew wê tera ew heval be, kîjan ku alî te bike Xwedêra amin bimînî. Yehowa zane ku mera çi hê baş e, û temiya wî ku bizewicin tenê tevî “bawermendê Xudan”, tiştekî teze nîne. Mesele, werên em bînin bîra xwe, ku Yehowa çi gote Îsraêliya derheqa wan meriva, yên ku wîra qulix nedikirin. Yehowa bi Mûsa, temî da wan: “Pismamtîyê wanra neke . . . çimkî ewê kurêd te ji min bixalfînin û wê pûtêd başqera qulix kin” (Qan. Dcr. 7:3, 4). w15 1/8 4:12, 13
Şemî, 19 Tebax
Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin. Hingê hûnê Roja hatina Mesîhda şîrhelal û bêleke bin (Fîlî. 1:10).
Gelo em ça dikarin îsafa xwe hîn kin? Em gerekê Kitêba Pîroz timê lêkolîn bikin, û çi dixûnin ser bifikirin, û usa jî ji Yehowa alîkariyê bixwazin, seva ku em çi pêhesiyan bidine xebatê. Çaxê em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, nêta me ew e, ku Yehowa hê rind nas kin. Em pêdihesin, ku ew yekî ça ne û ew çi hiz dike, û çi hiz nake. Çaxê em derheqa Yehowa hê zêde pêdihesin, axiriyê îsafa me wê derbêra têderxe, ku Yehowa çi hesab dike rastî û çi nerast. Çiqas zef em îsafa xwe hîn dikin, haqas zef emê usa bifikirin çawa Yehowa. Cara em fem nakin, ku çira xûşk yan bira pirseke xweye şexsî wî cûreyî safî dike. Lê em gerekê derbêra wî merivî sûcdar nekin, yan jî zorê nekin ser wî, ku ew fikirê xwe biguhêze. Çimkî dibeke ew gerekê hê zêde îsafa xwe hîn ke, yan jî dibeke îsafa wî gelek sist e (1 Korn. 8:11, 12). w15 1/9 2:4, 8, 10
Led, 20 Tebax
Erd Wî da merivayê (Zeb. 115:16).
Yehowa ne ku tenê hemû tişt daye me seva ku em sax bimînin, lê ewî erd usa baş û bedew çêkiriye, ku em dikarin emirê xwera şa bin û ça bêjî maleke bêxofda bin (Îşa. 45:18). Çaxê em difikirin derheqa evê malê, ku Bavê me Yehowa daye me, em rastî jî texmîn dikin, ku ew me çiqas zef hiz dike (Îb. 38:4, 7; Zeb. 8:3-5). Hizkirina Yehowa hindava me eyan dibe dîsa bi wê yekê, ku ewî em bi feresetê usa efirandine, ku em dikarin çev bidine wî (Destp. 1:27). Ew tê hesabê, ku em dikarin hizkirina wî hindava xwe texmîn kin, û paşê em jî hizkirina xwe hindava wî eyan kin. Ew zane, ku ew yek bi rastiyê me bextewar dike. Zar bextewar in çaxê texmîn dikin, ku dê-bavê wan wana hiz dikin. Û bike bîra xwe, ku Îsa got wekî emê bextewar bin, hergê em tevî Bavê xwe Yehowa nêzîk bin (Met. 5:3). Ew hemû tiştî dide me “wekî em miraz pê bikin”. Eyan e, ku Yehowa gelek merd e û me gelek hiz dike (1 Tîmt. 6:17; Zeb. 145:16). w15 1/9 4:6, 7
Duşem, 21 Tebax
Rê heye ku mêrivra rast xuya dike, lê xilaziya wê riya mirinê ye (Metlk. 14:12).
Zebûrbêj kîjan ku qayîm Yehowa hiz dikir û îtbariya xwe wî dianî, giliyê usa nivîsî: “Hêviya xwe bi Xwedêva girêde. Ezê dîsa jêra spas bikin; çimkî ew e rizgarkar [xilazkar] û Xwedayê min. Dilê min xemgîn e . . . Loma, te bibîr tîne” (Zeb. 42:5, 6, ÎM). Gelo tu jî derheqa Yehowa usa difikirî? Tu tevî wî nêzîk î û îtbariya xwe wî tînî? Tu dikarî hê zêde hîn bî îtbariya xwe wî bînî. Kitêba Pîroz dibêje: “Bi hemûya dilê xwe, bi Xudanva ewle bibe û pişta xwe nespêre aqilê xwe. Di her karê tu dikîda, wî nas bike û ew jî rêya te derxe rastiyê” (Metlk. 3:5, 6). Pêşiyê Yehowa em hiz kirin, û bi wê yekê ewî em hîn kirin, ku em çawa wî hiz kin. De were em timê bifikirin ku Yehowa çiqas gelek tişt bona me kiriye û çiqas zef me hiz dike. Û werên em wîra nîşan kin ku em wî bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe hiz dikin (Marq. 12:30). w15 1/9 5:17-19
Sêşem, 22 Tebax
Ez û maliyên xwe, emê ji Xudanra qûlitiyê bikin (Yêşû 24:15).
Em usa jî baweriya xwe qewî dikin, çaxê mizgînê bela dikin û meriva Kitêba Pîroz hîn dikin. Em jî mîna Mesîhiyên pêşin, hîn dibin ku îtbariya xwe Yehowa bînin, û her derecêda bi mêrxasî xizmet dikin (Kar. Şand. 4:17-20; 13:46). Baweriya me hindava Yehowa hê zêde dibe, çaxê em divînin ku ça ew alî me dike û caba duayên me dide. Ew yek Kaleb û Yêşû dîtine. Wana baweriya xwe hindava Yehowa eyan kirine, çaxê çûne ku teseliya Erdê Sozdayî bikin. Çaxê wede derbaz bû, baweriya wan hê qewî dibû, çimkî wana timê didît ku Yehowa ça alî wan dike. Lema Yêşû dikaribû bi bawerî bigota Îsraêliya: “Yek jî ji gotinên ku Xwedayê we Xudan daye me, vala derneket û gişk jî hatin cîh”. Paşê ewî got: “Û niha ji Xudan bitirsin, ji dil û dilsoziyê qûlitiyê [xizmetiyê] wîra bikin”. (Yêşû 23:14; 24:14). Çaxê em îtbariya xwe Yehowa tînin û divînin, ku ew çawa xût alî me dike, baweriya me hê qewî dibe (Zeb. 34:8). w15 1/10 2:10, 11
Çarşem, 23 Tebax
Ezra dilê xwe hazir kiribû (Ezr. 7:10, DT).
Ser çi em dikarin bifikirin? Mesele, hergê civatêda yan jî civatên mezinda, wedê gotar têne gotinê tu xwera fikira dinivîsî, wede bivîne ku ewan fikira bixûnî û bînî bîra xwe. Çaxê tu usa bikî, pirsê bide xwe: “Ez çi pêhesiyam ji Xebera Xwedê û ji teşkîleta wî?” Tu usa jî dikarî bifikirî ser gotarên ji jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”, û ser edebyetên teze ku wedê civata mezin em distînin. Çaxê tu dixûnî kitêba “Hersalî”, paşî xwendina meselekê, bisekine û bifikire, seva ku bigihîje dilê te. Çaxê tu edebyetên me dixûnî, tu dikarî ewan fikirên sereke kifş kî, yan jî fikirên xwe binivîsî ser ciyên aza. Ew yek wê alî te bike çaxê tu hazir dibî bona serlêdana dubare, şivantiyê, yan jî bona hazirkirina gotarê. Çaxê tu disekinî û difikirî ser vê yekê ku çi dixûnî, hingê tu mecalê didî, seva ku ew înformasiya bigihîje dilê te û tuyê bixwazî dua kî Yehowara ku tu razî yî bona wan tiştên baş, çi ku tu pêhesiyayî. w15 1/10 4:9, 10
Pêşem, 24 Tebax
Îsa bi serwaxtî û bejinê pêşda diçû û bi merîfetî li ber Xwedê û li ber meriva mezin dibû (Lûqa 2:52).
Yek ji qewimandinên lapî baş di jîyîna dê-bavada ew e, çaxê zarên wan têne nixumandinê. Çar zarên Bêrênîs hene, û gişk jî pêşiya ku bibûna 14 salî hatine nixumandinê. Ew gilî dike: “Ew qewimandin bona me lap êmosîalî bû. Hilbet em gelek razî bûn, ku zarên me dixwazin Yehowara qulix kin. Lê me usa jî zanibû ku çawa cahil, ewana wê rastî gelek çetinaya bên”. Êkspêrtê psîkolojiya zara got, ku salên cahiltiyêda dikare çawa dê-bavara usa jî cahilara çetin be, lê dê-bav gerekê ser zarên xwe usa nefikirin ku ewana hişsivik in yan hê biçûk in. Êkspêrt zêde kir û got ku yên cahil dikarin tiştên baş ber xwe derxin, êmosiyên wane kûr hene, û ewana hewce ne ku tevî hevalên xwe wede derbaz kin. Dê-bavno, zarên we dikarin tevî Yehowa nêzîk bin, çawa ku Îsa çaxê cahil bû. Ewana dikarin di xizmetiyêda feresetên xwe hê baş kin, û xwestina wane qayîm jî dikare hebe, ku hê zêde xizmet kin Yehowara. Hin jî ewana dikarin tişta xwexa safî kin, mesele, xwe tesmîlî Yehowa kin û gura wî bikin. w15 1/11 2:1, 2
Înî, 25 Tebax
Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê (Met. 6:10).
Serwêrtiya Xwedê, dêmek Padşatiya Mesîhîtî, îzbat dike hizkirina Yehowa hindava meriva. Lê çawa? Yehowa îda Serwêr kifş kiriye kîjan ku meriva hiz dike, û hatiye hînkirinê ku ça padşatiyê bike. Ew padşa heye Îsa Mesîh (Metlk. 8:31). Hin jî, Yehowa 144 000 meriv bijart in, ku li ezmana serwêrtiyê bikin tevî Îsa Mesîh. Ça baş e ku ewana wê halê meriva rind bizanibin (Eyan. 14:1). Çaxê Îsa li ser erdê bû, nêta wîye sereke ew bû, ku meriva derheqa Padşatiyê hîn ke. Ewî usa jî şagirtên xwe hîn dikir, ku dua bikin bona Padşatiya Xwedê, kîjanî ku merivara wê kerema bîne. Kitêba Pîroz eyan dike ku Padşatiya Xwedê destpêkir serwêrtiyê bike sala 1914-da. Hingêda destpêbû topkirina wan, yên ku wê li ezmana tevî Îsa serwêrtiyê bikin, dêmek yên rûnkirî, û usa jî topkirina “elaleteke . . . mezin”, dêmek ew meriv yên ku wê xilaz bin ji kutakirina vê dinyayê û bikevine dinya teze (Eyan. 7:9, 13, 14). w15 1/11 3:16, 18
Şemî, 26 Tebax
Ez lava dikim, min guhdarî bike ku ez bibêji, (Îb. 42:4).
Pêşiyê Yehowa ew efirand, kîjan ku Yûhennayê şandî ser wî got “Xeber” (Yûhn. 1:1; Eyan. 3:14). Yehowa tevî vî efrînê xweyî pêşin, dêmek tevî Îsa, xeberdida û fikirên xwe û hestên xwe wîra gilî dikir (Yûhn. 1:14, 17; Kols. 1:15). Pawlosê şandî dibêje ku milyaket jî xeberdidin û zimanê wan jî heye, kîjan ku gelek cude ye ji zimanê meriva (1 Korn. 13:1). Yehowa derheqa mîlîarda milyaket û merivên ku ewî efirandiye hemû tiştî zane. Ew dikare carekêra duayên bi mîlyona meriva bibihê û fem bike, û wîra firqî tune ser kîjan zimanî ewana xeberdidin. Yehowa çaxê duayên hemû meriva dibihê, wî çaxî ew usa jî tevî milyaketa xeberdide û rêberiyê wan dike. Xwedê wekî haqas tişt dike, femdarî ye ku fikirên wî û zimanê wî ji yên meriva gelek zêdetir e (Îşa. 55:8, 9). Lema çaxê ew tevî meriva xeberdide, ew gotina xwe hêsa dike, seva ku em wî fem kin. w15 1/12 1:1, 2
Led, 27 Tebax
Çawa av behrê digirin, wê dinya jî bi zanîna Xudan ve tijî bibe (Îşa. 11:9).
Di gelek welatada Kitêba Pîroz gelek biha ye yan jî gelek çetin destdikeve. Û standina Kitêba Pîroz keremeke mezin e! Di elametiya ji welatê Rwandayêda usa hate gotinê: “Gelek meriv, tevî kîjana birên me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikirin, gelek wext ruhanîda pêşda nediçûn, çimkî Kitêba Pîroz ya wan tune bû. Haqas perê wan tune bû ku Kitêba Pîroz ya dêrê bikirin. Û gelek car wana nikaribûn rêz rind fem kirana, û lema ewana hêdî-hêdî pêşda diçûn”. Lê çaxê “Welgerandina Dinya Teze” ser zimanê wan derket, malbeteke Rwandî kîjanêda çar zarên cahil hene, gotin: “Em bi rastiyê gelek ji Yehowa û ji xulamê amin razî ne ku ew Kitêba Pîroz dane me. Em gelek kesîb in û perê me tune ye ku Kitêba Pîroz di malbetêda bona hemûya bikirin. Lê niha malbeta meda Kitêba Pîroz cem her kesî heye. Seva ku razîbûna xwe Yehowara eyan kin, malbetêda em gişk jî her roj Kitêba Pîroz dixûnin”. w15 1/12 2:15, 16
Duşem, 28 Tebax
Ya Xudan, min were remê, nefsa min qenc ke, çimkî min ber te gune kir (Zeb. 41:4).
Dawid dibeke wan gilîya nivîsî çaxê kurê wî Abşalom dixwest dewsa wî bibûya padşa. Û Dawid usa zef nexweş bû, ku nikaribû kurê xwe bide sekinandinê. Ewî zanibû ku ji bo vî guneyî ku tevî Bat-Şebayê kir, malbeta wîda problêm hene (2 Sam. 12:7-14) Dawid zanibû ku Yehowa gunê wî baxşandê, û ewî îtbariya xwe Yehowa dianî ku ew wê alî wî bike wedê nexweşiya wî. Dawid hîviyê nîbû ku Yehowa bi keremet wî qenc ke. Dewsê, ew hîviyê bû ku Xwedê hindava wîda jî usa be, çawa hindava merivê ku alî belengaza dike (Zeb. 41:3). Heleqetiya Dawid tevî Xwedê gelek nêzîk bû, û lema ewî karibû ji Yehowa hîvî ke ku wî dilbîniyê bide wî û wî xwey ke wedê nexweşiya wî. Ewî usa jî hîvî kir ku Yehowa alî wî bike wekî ew bi qewata bedena xwe qenc be. Em jî usa dikarin alîkariyê ji Yehowa bixwazin (Zeb. 103:3). w15 1/12 4:8, 9
Sêşem, 29 Tebax
Ew Ruh standiye, yê ku we dike zarêd Xwedê, bi kîjanî gazî wî dikin: “Abba!” awa gotî “Bavo!” (Rom. 8:15).
Ewên ku evê teglîfkirinê ji Xwedê distînin, hewce nînin ku kesek wanra îzbat ke ku ewana hatine bijartinê. Çimkî Yehowa wana dide bawerkirinê, seva ku ewana hiş û dilê xweda dudilî nîbin. Yûhennayê şandî rûnkiriyara usa got: “We ji Mesîhê Pîroz ruh pêşkêş standiye û hûn hemû jî rastiyê zanin”. Paşê ewî zêde kir: “Lê çi derheqa weda ye, ew ruhê ku we ji Mesîh standiye, nava weda dimîne. Îdî ne hewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî ruh bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rast e, ne derew e. Çawa ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin” (1 Yûhn. 2:20, 27). Çawa her kes, rûnkirî jî hewce ne ku ji Yehowa bêne hînkirinê. Lê ewana ne hewce ne ku kesek wanra îzbat ke ku ewana rûnkirî ne. Çimkî qewata lape mezin, dêmek ruhê Yehowayî pîroz, wanra îzbat dike ku ewana bijartî ne! w16.01 3:9, 10
Çarşem, 30 Tebax
Destêd weda çiqas heye, razî bin (Îbrn. 13:5).
Çaxê em îtbariya xwe Yehowa tînin em razî ne. Ew yek alî me dike ku rast binihêrin ser hebûnê û pera (1 Tîmt. 6:6-8). Hin jî, ew alî me dike ku em fem kin, ku heleqetiya me tevî Yehowa û xûşk-birên me hê ferz e, ne ku tiştekî ku dikarin pê pera bikirin. Merivê ku razî ye, ofe-of nake, ne jî kesekî gunekar dike seva halê xwe. Ew meriv ne çevnebariyê dike û ne jî tima ye, çimkî ew hunur dikarin hizkirina hindava xûşk-bira bitemirînin. Dewsê, ew meriv ku razî ye merdaniyê dide kifşê (1 Tîmt. 6:17-19). Usa jî îtbarî hindava Yehowa mêrxasiyê dide me, seva ku em ber çetinayên giran teyax kin (Îbrn. 13:6). Ew mêrxasî alî me dike ku nihêrandina me pozîtîv be û hevdu bişidînin û dilgerm kin (1 Têsln. 5:14, 15). Hela hê wedê tengasiya mezin jî, emê bikaribin bi mêrxasî “rabin serê xwe bilind kin”, çimkî emê bizanibin ku azabûna me nêzîk e (Lûqa 21:25-28). w16.01 1:16, 17
Pêşem, 31 Tebax
Xudan, yên xwe nas dike (2 Tîmt. 2:19, ÎM).
Nava gelek salada, ewên ku ser Bîranînê sîmbol dixwarin hinek bûn. Lê di wan paşwextiyada, her sal hejmara wan hê zêde dibe. Gelo gerekê em ji bo vê yekê berxwe kevin? Na. Were em pêbihesin çira. Birên ku ser Bîranînê hesab dikin çiqas meriv sîmbola dixwin, sed selefî nikarin bêjin ku kê ye bi rastiyê ji wan rûnkirî. Hinek ji wan sîmbola dixwin, çimkî difikirin ku rûnkirî ne. Hinek jî wedekî destpêkirin sîmbola bixwin, paşê îda sîmbol nedixwarin. Cem hineka jî dibeke problêmên hişda û êmosîalî heye, û lema ewana difikirin ku herine li ezmên tevî Îsa serwêrtiyê bikin. Lema jî, hejmara yên ku sîmbola dixwin, rast eyan nake hejmara rûnkiriya ku ser erdê mane. Lê yeke, Kitêba Pîroz nabêje ku wedê destpêbûna tengasiya mezin, çiqas rûnkirî ser erdê bin. w16.01 4:12-14