KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es18 rûp. 7-17
  • Çile

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çile
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
  • Binserî
  • Duşem, 1 Çile
  • Sêşem, 2 Çile
  • Çarşem, 3 Çile
  • Pêşem, 4 Çile
  • Înî, 5 Çile
  • Şemî, 6 Çile
  • Led, 7 Çile
  • Duşem, 8 Çile
  • Sêşem, 9 Çile
  • Çarşem, 10 Çile
  • Pêşem, 11 Çile
  • Înî, 12 Çile
  • Şemî, 13 Çile
  • Led, 14 Çile
  • Duşem, 15 Çile
  • Sêşem, 16 Çile
  • Çarşem, 17 Çile
  • Pêşem, 18 Çile
  • Înî, 19 Çile
  • Şemî, 20 Çile
  • Led, 21 Çile
  • Duşem, 22 Çile
  • Sêşem, 23 Çile
  • Çarşem, 24 Çile
  • Pêşem, 25 Çile
  • Înî, 26 Çile
  • Şemî, 27 Çile
  • Led, 28 Çile
  • Duşem, 29 Çile
  • Sêşem, 30 Çile
  • Çarşem, 31 Çile
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
es18 rûp. 7-17

Çile

Duşem, 1 Çile

Bona wê baweriy[ê] . . . şerê xwe bikin (Cihûd. 3).

Meniya xemgîniyê îda tune. Niha dilê wê rihet e, çimkî ewê dît ku bavê wê Yeftah sax-silamet ji şer vegeriya. Ew qîzik diçe pêşiya bavê xwe û ji şabûnê destpêdike bireqise û bistirê. Lê bavê wê dewsa ku tevî wê şa be, kinca ser xwe diqelişîne û dike qarîn: “Hey wax qîza min, te pişta min xwar kir”. Paşê ew qîza xwera giliyê usa dibêje, kîjan ku emirê wê diguhêzin, û nêt û xwestinên wê hildişînin. Lê yeke, qîzik bavê xwe hêlan dike ku ewî ça soz daye Yehowa, bira usa jî bike. Giliyên wê eyan dikin baweriya wêye qewî. Ewê îtbariya xwe Yehowa dianî, wekî ew çi jî ji wê bixwaze bona wê here baş e (Hakim. 11:34-37). Bavê wê Yeftah wêra firnaq dibe, çimkî ew zane qîza wî hazir e piştgiriya sonda wî bike, û ew yek wê Yehowa xweş bê. Yeftah û qîza wî, hemû tiştîda îtbariya xwe Yehowa dianîn, hela hê çaxê wanra çetin bû jî. Ewana sed selefî bawer bûn ku qebûlkirina Xwedê ji her qurbanê qîmettir e. w16.04 1:1, 2

Sêşem, 2 Çile

We bona sebira Îbo bihîstiye û we dît, Xudan axiriya wî çawa xêr kir (Aqûb 5:11).

Cara diqewime em dilteng dibin, çimkî merivên meyî nêzîk dilê me dêşînin. Yan, dibeke nexweşiya meye giran heye, yan jî kesek ji merivên meyî nêzîk miriye. Çi jî hebe, em dikarin dilbîniyê bistînin ji mesela Îbo merivê amin (Îb. 1:18, 19; 2:7, 9; 19:1-3). Rast e ewî nizanibû çira haqas tengasiyên wî hene, yeke ewî qewata xwe unda nekir. Lê gelo çi alî wî kir ku sebir ke? Ew “ji Xwedê ditirsiya” û wî hiz dikir (Îb. 1:1). Ewî xwera qewî safî kir ku timê dilê Yehowa şa ke, ça wedê başda usa jî wedê çetinaya. Yehowa alî Îbo kir wekî ew bifikire ser tiştên hewas ku Yehowa bi saya ruhê xweyî pîroz kiribû. Çaxê Îbo fikirî ser wan tişta, ew îda sed selefî bawer bû, ku Yehowa wê wedê lazimda xilaziya tengasiya wî bîne (Îb. 42:1, 2). Û ew yek bi rastiyê jî qewimî. Yehowa “sirgûna wî vergerand û . . . du qat zêde malê wî yê berê da wî”. Îbo kalbûnêda “bi rojanva têrbûyî mir” (Îb. 42:10, 17). w16.04 2:11, 13

Çarşem, 3 Çile

Mîna mera serwaxt bin û mîna kevotka dilsax (Met. 10:16).

Em serwaxtiyê didine kifşê, çaxê pêşda difikirin derheqa çetinaya ku dikarin rastî me bên. Em gerekê serwaxtiyê bidine kifşê û fesal bin, çaxê meriv derheqa problêmên polîtîkayê xeberdidin. Mesele, çaxê em mizgîna Padşatiyê merivara gilî dikin, xeberdanêda em paya nadine serwêrekî yan partyake polîtîkê, û ne jî wana neheq dikin. Em dîna meriva didine ser meniya problêma, ne ku ser vê yekê ku polîtîk ça dixwazin problêmên meriva safî kin. Em gerekê ji Kitêba Pîroz nîşan kin, ku çawa Serwêrtiya Xwedê wê hemû problêmên meriva bi temamî bide hildanê ser heta-hetayê. Hergê kesek dikeve dewê derheqa têma zarberkirinê yan jî zewaca jin tevî jin yan mêr tevî mêr, em gerekê wanra gilî kin prînsîpên Xwedê derheqa vê yekê. Hin jî, em gerekê şirovekin ku em ça wan prînsîpa jîyîna xweda didine xebatê. Wedê xeberdana derheqa vê têmê, tevnebûyînê xwey kin û şêwir nekin ku nihêrandina hukumeta yan serwêra çawa ne derheqa vê têmê. Hergê kesek dibêje ku lazim e qanûnekê bidine hildanê, yan gerekê qanûneke teze derxin, yan jî biguhêzin, em nakevine nava xeberdana usa û piştgiriyê nakin. Û em usa jî zorê wî merivî nakin ku fikirên xwe biguhêze. w16.04 4:8, 9

Pêşem, 4 Çile

Herin hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).

Em gerekê meriva bikine şagirt, wana binixumînin, û hîn kin, lê pêşiya wê yekê em gerekê çi bikin? Îsa got: “Herin”! Derheqa vê temiyê, zandarekî Kitêba Pîroz giliyên usa got: “‘Herin’ ew heye cabdariya her bawermenda, firqî tune herin kûçêra derbaz bin yan herin okêanêva derbaz bin” (Met. 10:7; Lûqa 10:3). Gelo Îsa dixwest bigota ku peyçûyên wî her kes başqe xizmet ke? Yan ewî dixwest ku ewana tevayî bi organîze mizgînê bela kin? Femdarî ye, merivek nikaribû biçûya cem “hemû mileta”. Dêmek, bona wî şixulî lazim bûn gelek meriv. Ew yek ji giliyên Îsa hate kifşê, çaxê ewî şagirtên xwe teglîf kir ku bibine “nêçîrvanêd meriva” (Met. 4:18-22). Îsa nedigot derheqa nêçîrvaniya bi çengelê, dêmek çaxê nêçîrvan rûdinê û hîviyê ye, heta ku mesîk bê bikeve çengelê. Lê ewî digot derheqa nêçîrvaniya bi tora. Ew xebateke giran bû, kîjanîra lazim bû qewata geleka û yektî (Lûqa 5:1-11). w16.05 2:3, 4

Înî, 5 Çile

Bi hemûya dilê xwe, bi Xudanva ewle bibe û pişta xwe nesipêre aqilê xwe. Di her karê ku tu dikî, wî nas bike û ew jî riya te derxe rastiyê (Metlk. 3:5, 6).

Em ça dikarin nihêrandina Yehowa bizanibin? Gelek ferz e ku Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Çaxê em evê yekê dikin, wê baş be em pirsên usa bidine xwe: “Ew înformasiya derheqa Yehowa, riyên wî, û nihêrandina wî min çi hîn dike?” Em gerekê çev bidine Dawidê zebûrbêj, yê ku nivîsî: “Ya Xudan, tu hînî min bike riyên xwe, nîşanî min bide aliyên xwe. Bi rastiya xwera nîşanî min bide, ji bo min bibe hîndar. Çimkî tu yî ji bo min Xwedayê rizgarkar [xilazkar]. Hêviya min hergav tu yî” (Zeb. 25:4, 5, ÎM). Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em gerekê bifikirin ku em kîderê dikarin bidine xebatê çi ku me xwend. Pirsên usa bidine xwe: “Ez ça dikarim evê înformasyayê bidime xebatê malbetêda, mektebêda, û xizmetiyêda?” Çaxê emê safî kin ku kîderê em dikarin evê înformasyayê bidine xebatê, hingê mera wê diha hêsa be fem bikin ku çawa bidine xebatê. w16.05 3:9, 11

Şemî, 6 Çile

Serwêr gerekê bêqusûr be (1 Tîmt. 3:2).

Yehowa Kitêba Pîrozda kifş kir, ku rûspî gerekê çi cûreyî bin (1 Tîmt. 3:2-7). Dêmek Yehowa ji wan bira, yên ku bona civatê xem dikin, hê zêde dewa dike. Ew ji wan hîviyê ye ku ewana mesela baş bin. Xêncî vê yekê, ewana cabdar in ber Yehowa bona civatê, kîjan ku ewî “bi xûna Kurê xwe” qazanc kiriye. Ji vê yekê em divînin, ku bona Yehowa civat gelek qîmet e (Kar. Şand. 20:28). Yehowa dixwaze ku bi saya xemkirina rûspiya, em xwe xweykirî texmîn kin (Îşa. 32:1, 2). Çaxê em Kitêba Pîrozda dixûnin dewakirinên seva rûspiya, em divînin ku Yehowa çiqas zef bona me xem dike. Lê ji wan dewakirina, her Mesîhî dikare karê bistîne û hîn be. Çimkî Yehowa ji me her kesî hîviyê ye ku em berbihêr bin û aqilda giran bin (Fîlî. 4:5; 1 Pet. 4:7). Çaxê rûspî “nexşê qenc” in, em dikarin ji wana hîn bin û “çev bidine baweriya wan” (1 Pet. 5:3; Îbrn. 13:7). w16.05 5:8-10

Led, 7 Çile

Berê her tiştî jî dilê xwe biparêze [xwey ke] (Metlk. 4:23).

Ji kîjan tişta em gerekê dilê xwe xwey kin? Mesele, qurebûna nerast, gunekirin, û kêmasiya baweriyê. Ew tişt dikarin nehêlin ku em gura Xwedê bikin (Dan. 5:1, 20; Îbrn. 3:13, 18, 19). Şêwir kin derheqa Ûzîya Padşa, kîjan ku paşê qure bû (2 Dîr. 26:3-5, 16-21). Pêşiyê Ûzîya “çevê Xudanda” tiştên rast dikir, û ewî Xwedê “digeriya”. Lê paşê, “dilê wî . . . bilind bû”, çimkî qewata wî mezin bû, lê ew qewat Xwedê da wî! Ewî hela hê jî dixwest bixûrê bişewitîne. Wî nediket evê yekê bike, çimkî tenê îzina kahînên ji rikinyata Harûn hebû. Paşê, çaxê kahîna wî sûcdar kirin, ku bixûrê neşewitîne, Ûzîyayê qure ser wan hêrs ket! Axiriya vê yekê çi bû? Xwedê Ûzîya nimiz kir, û paşê ew bi kotîbûnê mir (Metlk. 16:18). Hergê em ji qurebûnê dûr nîbin, em dikarin destpêkin bifikirin ku em ji yên din baştir in. Usa jî dikare biqewime ku em înkar kin şîretên ku ser hîmê Kitêba Pîroz mera didin (Rom. 12:3; Metlk. 29:1). w16.06 2:3, 4

Duşem, 8 Çile

Hizkirinêda li ber hev daxin (Efes. 4:2).

Tu ça dinihêrî ser wan xûşk û bira, yên ku kûltûra wan cude dibe ji ya te? Zimanê wana, stîla kincxwekirina wana, xeysetên wana û xwarinên wan, dikarin gelek ji yê te cude bin. Lê tu ça nî hindava wan, tu xwe ji wan dûr digirî, û tenê tevî miletê xwe hevaltiyê dikî? Yan, tu ça nî hindava berpirsiyarê civata xwe, yan berpirsiyarê mihalê yan fîlîalê, yê ku cahil e û ne ji miletê te û kûltûra te ye? Hergê em fesal nîbin, ew cudebûn dikare ziyanê bide yektiya ku nava cimeta Yehowada ne. Lê ça em dikarin xwe xwey kin ji vê yekê? Pawlos hine şîret da Mesîhiyên ku Efesîda dijîtin. Ew şeher dewletî bû û li wêderê cûre-cûre milet dijîtin (Efes. 4:1-3). Pêşiyê Pawlos derheqa hine hunura xeberda. Ewî digot derheqa milûktiyê, şkestiyê, sebirê, û hizkirinê. Ew hunur mîna stûnên qewî ne, kîjan ku qewî digirin malê. Lê xêncî stûnên qewî, usa jî lazim e timê malê xwey kin, seva ku ziyan malê nekeve. Pawlos Mesîhiyên Efesîda şîret kir, ku giran bixebitin seva “yektiya ruh” xwey kin. w16.06 3:17, 18

Sêşem, 9 Çile

Haş ji xwe hebin û hevza xwe ji timayê bikin (Lûqa 12:15).

Şeytan dixwaze ku em xulamtiyê Hebûkêra bikin, dewsa ku Xwedêra (Met. 6:24). Merivên ku qewata xwe xerc dikin seva hebûkê top kin, bi rastiyê bextewar nînin. Jîyîna wan derbaz dibe bi wê yekê, ku tenê xwestinên xwe bînin sêrî. Lê hê xirab ew e, ku ewana ruhanîda vala ne, û jîyîna wan bi kul-derda tije ye (1 Tîmt. 6:9, 10; Eyan. 3:17). Ev mîna vê yekê ye, çawa ku Îsa metelokêda derheqa “toximreş” gilî kir. Îsa got ku çaxê mizgîniya derheqa Padşatiyê “nava stiriyada” tê çandinê, “xwestina tiştêd din dikevine navê û xeberê dixeniqînin, ew bê ber dimînin” (Marq. 4:14, 18, 19). Em niha nêzîkî xilaziya wê dinyayê dibin, lema jî niha wedê wê yekê nîne, ku em hebûkê xwera top kin. Em gerekê hîviyê nîbin ku hebûka me, çiqas jî ew qîmet be, wê tevî me xilaz be tengasiya mezinda (Metlk. 11:4; Met. 24:21, 22). w16.07 1:5, 6

Çarşem, 10 Çile

Me hemûya ji têr-tijiya wî kerem ser keremêda stand (Yûhn. 1:16).

Şebeqê xweyê rezê tiriya çû bazarê, seva ku xebatçiya bivîne bona rezê tiriyên xwe. Ewî çend meriv dît, yên ku qayîl bûn bixebitin bi wî heqî çiqas ku ewî gote wan, û wana destpêkir bixebitin. Lê xweyê rezê tiriyara hê zêde xebatçî lazim bûn, lema ew dîsa çû bazarê û temamiya rojê hê zêde û zêde xebatçî dît. Ewî wanra hema ew heq soz da, çiqas ku soz dabû xebatçiyên ku şebeqda xebat destpêkiribûn. Çaxê îda bû êvar, ewî gazî hemû xebatçiya kir, û hemûşkara heq mîna hev da. Firqî tunebû ewana temamiya rojê xebitîn yan sihetekê, ewî merdanî da kifşê û hemûşkara heq mîna hev da. Çaxê ewên ku temamiya rojê dixebitîn ew yek dîtin, wana destpêkir bikine kute-kut. Lê xweyê rezê tiriya caba wan da: Ne hûn qayîl bûn tevî heqê ku min wera got? Çima îzina min tune, ku haqasî bidim xebatçiyên xwe, çiqasî ez dixwazim? Hûn hevsûdiyê dikin, ku ez merd im? (Met. 20:1-15). Ew serhatiya Îsa derseke ferz dide me derheqa hunurekî Yehowa. Kitêba Pîrozda ew hunur gelek car tê xebitandinê. Ew hunur heye qenciya nehêja (2 Korn. 6:1). w16.07 3:1, 2

Pêşem, 11 Çile

Va ez her tiştî nû çêdikim. . . . Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in (Eyan. 21:5).

Xilazî gelek nêzîk e. Lema îlahî niha gelek ferz e ku em mizgîniya Padşatiyê bela kin! (Marq. 13:10). Ev mizgînî eyan dike qenciya nehêja ji Yehowa, û ewê yekê em gerekê bîra xweda xwey kin. Çaxê em mizgîniyê bela dikin, nêta me ew e ku Yehowa rûmet û hurmet kin. Em evê yekê dikarin bikin, çaxê merivara gilî dikin derheqa hemû keremên Yehowa, kîjan ku dinya tezeda ew wê ser merivada bibarîne. Em gerekê merivara bêjin ku Xwedê ji bo qenciya xweye mezin wê wan hemû soza bîne sêrî. Çaxê em merivara şedetiyê didin, em dikarin wanra şirovekin ku bin serwêrtiya Mesîh, însanet wê bi temamî karê bistîne ji kirînê. Em gerekê şirovekin ku bi saya vê kirînê axiriyêda hemû meriv wê bibine bêqisûr. Kitêba Pîroz dibêje: “Efirînê xwexa jî ji wê xulamtiya pûç aza bin û tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21). Ew yek wê tenê bi saya qenciya Yehowaye mezin bê standin. w16.07 4:17-19

Înî, 12 Çile

Mêr bira deynê jinê bidê, jin jî deynê mêr (1 Korn. 7:3).

Kitêba Pîroz sînora danayne û nabêje ku pêşiya heleqetiya sêksûalî yan jî paşê, çi îzin e bikin û çi na. Lê Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa kifşkirina hizkirinê û nazikayê (Str. Slm. 1:2; 2:6). Mêr û jin wê yekêda gerekê bi nermî bin hindava hevda. Hizkirina qewî hindava Xwedê û usa jî hindava hevdu, alî mêr û jin dike ku heleqetiya xweye baş unda nekin. Hine zewacada heleqetiya mêr û jin xirab bû û hinekada jî lap hate hilşandinê, ji bo nihêrandina pornografiyê. Heger xwestina usa pêşda tê gerekê zû ji xwe dûr xin. Dêmek heger xwestina we pêşda tê ku hewcên xweye sêksûalî razî kin ne ku zewacêda lê ji zewacê der, hûn gerekê zû xwe xilaz kin ji wê xwestinê. Nerast e tevî kesekî din flîrtê bikin, lema jî em gerekê xwe ji vê yekê xwey kin. Em gerekê timê bîra xweda xwey kin, ku Xwedê her fikirê me û her kirên me divîne. Ew yek wê alî we bike timê dilê Yehowa şa kin û wîra amin bimînin (Met. 5:27, 28; Îbrn. 4:13). w16.08 2:7-9

Şemî, 13 Çile

Me dest ji dua û hîvîkirinê nekişandiye, wekî hûn zanebûna emirê Xwedêda gihîştî bin (Kols. 1:9).

Bi wê zanebûna rast, Mesîhiyên Kolosî gerekê her aliyava li Xwedê xweş bihatana “çawa layîqî Xudan e”. Ewê yekê gerekê alî wan bikira ku “her qencîkirinêda xweyîber bin”, îlahî belakirina mizgîniyêda (Kols. 1:10). Belê, xizmetkarên Yehowa, gerekê timê Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin, seva xizmetiyêda hê pêşda herin. Usa jî em gerekê alî wan bikin tevî kê em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, dêmek xwendekarên Kitêba Pîroz, ku ewana jî timê Xebera Xwedê bixûnin û lêkolîn kin. Em xwexa gerekê îzbat bin ku çiqas ferz e ew yek. Bi rastiyê, mera gerekê bibe xeyset, ku Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn bikin. Em dikarin pirsên usa bidine xwe: “Çaxê xweyê malê fikirên usa dibêje, kîjan ne li gora Kitêba Pîroz e yan pirsên çetin didine min, gelo ez dikarim cabên ser hîmê Kitêba Pîroz bidime wî? Hergê em meriyara gilî dikin ku em çiqas karê distînin ji hînbûna Kitêba Pîroze şexsî, em dikarin wana hêlan kin, ku ewana jî ji xwendina û lêkolînkirina Kitêba Pîroz karê bistînin. w16.08 4:3, 4

Led, 14 Çile

Şerê me . . . miqabilî ordiyêd ruhaniye xirabe li diyarê ezmana ne (Efes. 6:12).

Gelek ferz e wekî em xwe ji tiştên vê dinyayê xwey kin. Ew dinya tije ye bi hînkirinên qelp, fîlosofiyê û tiştên xirab, mesele bênamûsî, kişandina cixarê, zêde vexwarina îçkê û xebitandina narkotîkayê. Xêncî wê yekê, em gerekê berdewam kin miqabilî qisûrên xwe şer kin û şabûnê unda nekin (2 Korn. 10:3-6; Kols. 3:5-9). Dijminên me qewî ne. Lê gelo em dikarin wana alt kin? Belê em dikarin, lê ev yek nehêsa ye. Pawlos xwe beramberî wî merivî kir, ku bi kulma şer dike. Ewî derheqa xwe got: “Ji bo vê yekê ez bêarmanc nabezim, ez badîhewa kulma xwe navêjim hewayê” (1 Korn. 9:26, ÎM). Çawa merivê ku xwe ji dijmin xwey dike bi kulma, usa jî em gerekê şer kin miqabilî dijminên xwe. Vê yekêda Yehowa alî me dike. Ew me hîn dike ku ça dijminên xwe alt kin. Xebera xweda ew rêberiya dide me, kîjan ku dikarin emirê me xilaz kin. Xêncî wê yekê, Yehowa bi edebyetên ku em distînin, bi civata û civatên mezin alî me dike û me şîret dike. Belê, em gerekê guh bidine hemû şîret û rêberiyên Yehowa. w16.09 2:2, 3

Duşem, 15 Çile

Mesîh jî ne ku li xwe xweş hat (Rom. 15:3).

Îsa dewsa ku kara xwe bigeriya, berê ewlin alîkarî dida meriva. Çimkî bi wê yekê, ewî qirara Xwedê dianî sêrî. Em jî gerekê dûr bin ji kinc û xemilandina usa, kîjan dibeke me xweş tê, lê dikare bibe kevirê likumandinê bona wan, kêra em mizgîniyê bela dikin (Rom. 15:2). Dê-bavên Mesîhî borcdar in zarên xwe hîn kin, wekî ewana prînsîpên ji Kitêba Pîroz bînin sêrî. Ew tê hesabê wekî ewana gerekê bawer bin, ku zarên wan dixwazin dilê Xwedê şa kin bi kinc û xemilandina xwe (Metlk. 22:6; 27:11). Dê-bav dikarin bi rabûn-rûniştina xwe zarên xwera bibine mesele. Û usa jî bi hizkirin wana hîn kin, ku Xwedê rûmet kin. Ça baş e, çaxê dê-bav zarên xwe hîn dikin ku kîderê û ça kincê layîq destxin! Ew tê hesabê ku ewana gerekê ne ku tenê bijbêrin wan kinca kîjan wan xweş tê, lê usa jî wan, kîjan ku wê wana eyan kin ça xizmetkarên Yehowa Xwedê. w16.09 3:13, 14

Sêşem, 16 Çile

Şagirt ji dersdarê xwe ne mestir e, lê ewê ku xwendina xwe rind pêk tîne, dikare mîna dersdarê xwe be (Lûqa 6:40).

Îsa çawa dersdar, giliyên xwe digihyande dilê meriva, çimkî ewî Yehowa, Xebera wî û meriv hiz dikir (Lûqa 24:32; Yûhn. 7:46). Seva ku giliyên we dilê zarên we bigire, hûn jî gerekê usa bi hizkirin bin û Yehowa hiz bikin, çawa Îsa (Qan. Dcr. 6:5-8; Lûqa 6:45). Lema dê-bavno, timê bixûnin û lêkolîn bikin Kitêba Pîroz û edebyetên meyî din, seva hê zêde pêbihesin derheqa efrînên Yehowa (Met. 6:26, 28). Usa, hûnê zanebûna xwe zêde kin û Yehowa hê qîmet kin. Û paşê, hûnê îda bikaribin derheqa Yehowa zarên xwe hê rind hîn kin. Dê-bavno çaxê hûn hê zêde derheqa Yehowa pêdihesin, hûnê bixwazin malbeta xwera jî gilî kin. Lê ese nîne derheqa vê yekê xeberdin tenê wedê hazirbûna bona civatê, yan wedê qulixkirina tevî malbetê. Hûn dikarin wedê aza jî xeberdin tevî wan. Lê zorê nekin ku tevî zara xeberdin. Ew xeberdan gerekê ofîsîalî nîbe, lê ça xeberdana her rojî. w16.09 5:6, 7

Çarşem, 17 Çile

[Wana] nikaribûn . . . zimanê Cihûdî bibêjin (Nehem. 13:24).

Çaxê em ser zimanê xerîb nikarin Kitêba Pîroz kûr fem kin, ew yek dikare ziyanê bide ruhaniya me. Qirna pêncada B.D.M., çaxê Nehemiya hate Orşelîmê, ewî dît wekî hine zarên Cihû yên ku ji dîltiya Babîlonê vegeriyane, zimanê Îbranî nizanin û ew berxwe ket. Ewan zara nikaribûn Xebera Xwedê fem kin, lema heleqetiya wan tevî Yehowa sist bû (Nehem. 8:2, 8). Hine dê-bav ku Mesîhî ne û xizmet dikin li deşta zimanê din, têderxistin wekî zarên wan ruhanîda hinekî sist bûne. Çira? Çaxê em ser zimanê xerîb dixûnin, dibeke ev yek haqas dilê me negire, çiqas ku me ser zimanê xwe bixwanda. Xêncî vê yekê, çaxê mera çetin e xeberdin ser wî zimanî, em dikarin eciz bin û ruhanîda sist bin. Lema çaxê em deşta zimanekî dinda xizmet dikin, em gerekê miqatî xwe bin wekî ruhanîda nekevin û heleqetiya xwe tevî Yehowa unda nekin (Met. 4:4). w16.10 2:4-6

Pêşem, 18 Çile

Bawerî . . . îzbatiya wan tişta ye, yên ku hene, lê nayêne dîtin (Îbrn. 11:1, DT).

Bawerî, hunurekî gelek qîmet e, û ew hunur ne bal hemû meriva heye (2 Têsln. 3:2). Lê Yehowa bawerî daye hemû xizmetkarên xwe (Rom. 12:3; Galt. 5:22). Em gişk gerekê ji Yehowa razî bin, ku ewî bawerî daye me. Îsa got wekî Bavê wîyî ezmana, bi saya wî meriva nêzîkî xwe dike (Yûhn. 6:44, 65). Çaxê em baweriya xwe Îsa tînin, em dikarin bona gunê xwe baxşandinê bistînin. Û ev yek rê vedike ku em dikarin bibine dostên Yehowa û axiriyêda jîyîna heta-hetayê bistînin (Rom. 6:23). Lê me çi kiriye ku keremên usa baş bistînin? Bi rastiyê, em hêja nînin ku wan kerema bistînin, çimkî em gunekar in û hêjayî mirinê ne (Zeb. 103:10). Lê yeke Yehowa nav meda tiştên baş dîtiye, û lema bi qenciya xweye ku em hêja nînin, dilê me vekir wekî em mizgîniyê qebûl kin. Û me baweriya xwe Îsa û qurbana wî anî, lema em dikarin hîviya jîyîna heta-hetayê bin (1 Yûhn. 4:9, 10). w16.10 4:1, 2

Înî, 19 Çile

[Pawlos] bi gelek gotina dil dane wan (Kar. Şand. 20:2).

Pawlosê şandî nemên xweda derheqa bira baş xeberdida. Tevî hineka ewî bi sala rêwîtî dikir, û dikarin bêjin wekî ewî kêmasiyên wan jî zanibû. Lê ewî timê derheqa wan giliyên şîrin digot û payê wan dida. Mesele, Pawlos Tîmotêyo hesab dikir ça “lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin”. Pawlos îtbariya xwe Tîmotêyo danî ku ew wê bona Mesîhiyên din xem bike (1 Korn. 4:17; Fîlî. 2:19, 20). Pawlosê şandî derheqa Tîto civata Korîntîra nivîsî: “Ew heval û xebatkarê tevî min e bona we” (2 Korn. 8:23). Belê, giliyên Pawlos gelek dilgerm kirin Tîmotêyo û Tîto. Pawlos seva bira qewî ke, gelek car diçû wan ciya, kîderê ku emirê wî dikete bin qeziyayê. Mesele, Pawlos û Barnabas Lîstrayêda rastî peyketina hatin, lê yeke dîsa jî vegeriyane wêderê seva ku şagirtên teze bişidînin û dil bidine wan, wekî ewana baweriyêda bimînin (Kar. Şand. 14:19-22). Paşê wê yekê çaxê Efesîda elaleteke mezin pey Pawlos ket, ewî wêderê dil da xûşk-bira (Kar. Şand. 20:1). w16.11 1:10, 11

Şemî, 20 Çile

Hemû jî bi hevra bin û ser nêt-meremekî bin (1 Korn. 1:10).

Yehowa rêberiya para teşkîleta xweye ser erdê dike. Ew me hîn dike û şîret dike bi alîkariya “xulamê amin û serwaxt”, kîjan ku bin rêberiya “serê civînê” Îsa Mesîhda ne (Met. 24:45-47; Efes. 5:23). Ew xulamê amin, mîna koma rêberiyê ya qirna yekê, Xebera Xwedê gelek qîmet dike. Kitêba Pîroz temiyê dide, wekî em timê bêne civatê (Îbrn. 10:24, 25). Ew usa jî temiyê dide wekî femkirina me hindava hînkirinên Kitêba Pîroz yek be. Xebera Xwedê me şîret dike, ku em gerekê Padşatiya Xwedê emirê xweda daynin ciyê pêşiyê (Met. 6:33). Xêncî vê yekê, Xebera Xwedê mera dibêje wekî em gerekê mal bi mal û wan ciya ku gelek meriv in, mizgîniyê bela kin (Met. 28:19, 20; Kar. Şand. 5:42; 17:17; 20:20). Xebera Xwedê usa jî rûspiya şîret dike, wekî ewana miqat bin ku civat ruhanîda temiz bimînin (1 Korn. 5:1-5, 13; 1 Tîmt. 5:19-21). Û usa jî Yehowa me hemûya şîret dike wekî em xwe fîzîkî û ruhanîda temiz xwey kin (2 Korn. 7:1). w16.11 3:7, 8

Led, 21 Çile

Ji nava wê derkevin, cimeta min (Eyan. 18:4).

Gelek sala pêşiya Şerê Hemdinyayê ya I, Çarlz Têîz Rassêl û hevalên wî têderxistin, wekî Mesîhiyên vê dinyayê rastiya Kitêba Pîroz hîn nakin. Lema wana safî kir wekî tu tiştîda tevî rêlîgiya qelp nîbin. “Birca Qerewiliyê ya Siyonê”, sala 1879-da giliyên qewî hatine gotinê derheqa nihêrandina wan: “Her dêr, kîjan ku xwe hesab dike ça qîzeke bikir û bûka Mesîh, lê bi rastiyê ew tevî vê dinyayê (cenewirê) yektiyêda ne û piştgiriyê vê dike, bi gotina Kitêba Pîroz ew tê hesabê dêra qav”, dêmek pareke Babîlona Mezin (Eyan. 17:1, 2). Ew jin û mêrên amin rind zanibûn, wekî ewana gerekê ça bin hindava rêlîgiya qelp. Wana fem kir ku hergê ewana berdewam kin nava rêlîgiya qelpda bin, Xwedê wê kerema xwe nede wan. Lema gelek Lêkolînkarên Kitêba Pîroz neme nivîsîbûn wekî ewana ji dêra diçin. w16.11 5:2, 3

Duşem, 22 Çile

Yêd li gora ruh dijîn, ew ser tiştêd ruh difikirin (Rom. 8:5).

Dibeke we roja Êvara Bîranîna mirina Îsa, rêzên Romayî 8:15-17-da xwendiye wekî Mesîhiyên bi ruhê pîroz kifşkirî ça têderdixin, ku ewana hatine bijartinê bona jîyîna li ezmana. Wan rêzada tê şirovekirinê wekî ruhê pîroz xwexa tevî ruhê wan şedetiyê dide. Ew serî, berê ewlin seva Mesîhiyên bijartî ye. Ewana distînin “ruh”, û hîviyê ne wekî bibine zarên Xwedê û “bigihîjine azayîya qalibê [bedena] xwe” (Rom. 8:23). Belê, axiriya wan ew e, ku ewana ser ezmana bibine kurên Xwedê. Xwedê ser hîmê qurbana Îsa gunên wan baxşand, û wana rast hesab kir seva ewana bibine kurên wîyî ruhanî (Rom. 3:23-26; 4:25; 8:30). Romayî serê 8, usa jî kêrhatî ye bona wan, yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne. Xwedê wan meriva jî hesab dike ça merivên rast. Lema ewana jî dikarin karê bistînin ji Romayî serê 8. w16.12 2:1-3

Sêşem, 23 Çile

Îdî . . . xema nekin (Met. 6:34).

Bi wan giliya Îsa gelo çi dixwest bigota? Ewî ne got wekî çetinayî û xemên me wê tune bin. Dewsê, Îsa dixwest şagirtên xwera bigota wekî bêfeyde ye gelek xema bikin û gelek berxwe kevin, çimkî ew yek çetinaya safî nake. Xemên meyî rojê besî me ne, lema em gerekê xwera derda zêde nekin, û derheqa berê yan axiriyê gelek nefikirin. Cara em dibeke gelek xema bikin, derheqa çetinaya, ku em difikirin wekî axiriyêda wê rastî me bên. Lê nelazim e wekî hûn gelek berxwe kevin seva vê yekê, çi ku hûn nizanin wê bibe yan na. Lê çira? Çimkî ew tişt dikarin ne jî biqewimin û usa xirab nîbin ça em difikirin. Xêncî vê yekê, em gerekê bîr nekin wekî hemû tişt destê Xwedêda ye, û ku em dikarin hemû xemên xwe bavêjin ser wî. Hûn gerekê dudilî nebin ku Xwedê dikare kerema xwe bide yên amin, û alî wan bike, wekî xema nekin seva tiştên berê, roja îroyîn û seva axiriyê. w16.12 3:13, 16

Çarşem, 24 Çile

Serwaxtî tevî şkestiya ye (Metlk. 11:2).

Çaxê Şawûl bû padşa, ew merivekî şkestî bû (1 Sam. 9:1, 2, 21; 10:20-24). Lê hine wede şûnda, ew bû yekî xwerazî û kubar. Mesele, carekê Fîlîpî miqabilî Îsraêliya derketin. Bona vê yekê, pêxemberê Xwedê Samûyêl gote Şawûl, wekî wê bê Gîlgalê û Yehowara qurbanê bide. Şawûl hîviya wî bû, lê ew derengî diket. Hin jî Îsraêliya Şawûl hîştin, lema Şawûl tevhev bû. Diqewime ew fikirî: “Ez gerekê tiştekî bikim, û hin jî zû”. Şawûl hîviya Samûyêl nesekinî, û xwexa Yehowara qurban da. Lê îzina wî tune bû ew yek bikira, û lema Yehowa ser wî hêrs ket (1 Sam. 13:5-9). Çaxê Samûyêl hate Gîlgalê, ew li Şawûl hilat. Şawûl xwe heq derdixist, lê yên mayîn neheq kir. Ewî ne jî hesab dikir wekî ewî şaşîke mezin kir (1 Sam. 13:10-14). Ji wî wedeyî destpêkirî, Şawûl dîsa gelek kirên nerast kir, û lema axiriyêda ewî padşatiya xwe unda kir, û hê xirab, ewî qebûlkirina Yehowa unda kir (1 Sam. 15:22, 23). Destpêkêda emirê Şawûl baş bû, lê axiriya wî gelek xirab xilaz bû (1 Sam. 31:1-6). w17.01 3:1, 2

Pêşem, 25 Çile

Min Dawidê . . . merîk dilê xwera dît (Kar. Şand. 13:22).

Dawid merivekî amin bû, lê hela hê ewî jî carekê gunê giran kir. Ewî tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir (2 Sam. 11:1-21). Dawid çi ku kiribû, îda nikaribû şaşiya xwe rast kira. Ewî usa jî nikaribû xwe xilaz kira ji berên şaşiyên xwe. Ji bo şaşiyên xwe, Dawid temamiya emirê xweda cefa dikişand (2 Sam. 12:10-12, 14). Lema Dawidra gelek lazim bû bawerî. Ewî gerekê îtbariya xwe Yehowa bianiya, wekî ew wê bibaxşîne wî, hergê ew gunê xwe bîne rûyê xwe. Usa jî ewî gerekê bawer kira ku Xwedê wê alî wî bike seva ew teyax ke ber wan tengasiya, ku ji bo gunên wî pêşda hatin. Em gişk gunekar in lema jî guna dikin. Hine şaşiyên me mezin in, hine jî biçûk in. Cara em nikarin şaşiyên xwe rast kin, û bona vê yekê kul-derda dikişînin (Galt. 6:7). Lê em îtbariya xwe sozê Xwedê tînin, ku hergê em bi dil û can gunê xwe bînin rûyê xwe, Yehowa wê wedê çetinaya alî me bike. Ew hela hê wan çetinayada jî wê alî me bike, kîjanada em xwexa neheq in (Îşa. 1:18, 19; Kar. Şand. 3:19). w17.01 1:10-12

Înî, 26 Çile

Mirov nikare karê di bin rojêda tête kirin bivîne û derxîne; ji ber ku bona lêgerîna wê, mirov çiqas kedê bikişîne, dîsa jî nikare wê bivîne û derxîne û zilamê bi zaniyarî jî bona femkariyê bifikire, dîsa nikare wê bivîne û derxîne (Waîz 8:17).

Milûktî usa jî dikare alî me bike, wekî em safîkirinên rast bikin, hela hê hingê jî, çaxê em nizanin dereca me paşê wê çawa be. Mesele, dibeke em destpêkin xizmet kin ça xizmetkarên hertim, lê hergê em nexweş kevin, kê wê miqatî me be? Yan emê çi bikin hergê dê-bavê mera ku emirda mezin in, alîkarî lazim be? Yan emê ça xwe xwey kin çaxê kal yan pîr bin? Caba wan pirsa em nikarin bistînin, hergê jî dua bikin yan gelek bifikirin. Lê hergê em îtbariya xwe Yehowa bînin, emê fem bikin wekî çi destê me tê û çi destê me nayê. Em gerekê lêkolîn bikin, şîretê bixwazin ji merivên din, û dua bikin wekî Xwedê rêberiya me bike. Paşê em gerekê pey rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz herin (Waîz 11:4-6). Paşê, Yehowa dikare safîkirina me kerem ke, yan jî alî me bike, wekî em nêtên xwe biguhêzin (Metlk. 16:3, 9). w17.01 4:14

Şemî, 27 Çile

Ji dar[ê] . . . nexwe (Destp. 2:17).

Adem û Hêwa ber bijartinê bûn, wana gerekê yan gura Yehowa bikirana yan jî mer bawer kirana. Lê yazix, wana gura Xwedê nekir (Destp. 3:6-13). Çaxê Adem û Hêwa himberî Yehowa rabûn, ewana bûne gunekar. Xêncî vê yekê, wana heleqetiya xwe tevî Yehowa unda kir, çimkî ew Xwedêyê pîroz e û xirabî ber çevê wî reş e (Hebq. 1:13). Hergê Yehowa ser gunê Adem û Hêwayê çevê xwe bigirta, axiriya hemû efrîna wê xirab bûya. Xêncî vê yekê, hergê Yehowa usa bikira, wî çaxî ew wê bihata hesabê wekî ew xweyê giliyên xwe nîne. Lê Yehowa qanûnên xwe xwey dike û timê giliyên xwe tîne sêrî (Zeb. 119:142). Rast e azaya Adem û Hêwayê hebû bona bijartinê, lê ew nedihate hesabê wekî îzina wan hebû qanûna Xwedê biteribînin. Û çimkî ewana himberî Yehowa rabûn, lema axiriya wan mirin bû, ewana vegeriyane axê ji çi jî hatibûn çêkirinê (Destp. 3:19). w17.02 1:8, 10, 11

Led, 28 Çile

Însan tenê bi nên najî, lê bi her xebera ku ji devê Xwedê derdikeve (Met. 4:4).

Îsa ji destpêka xizmetiya xwe, bi rêberiya Nivîsara dijît. Hela hê ber mirinê jî, ewî pêxembertiyên derheqa Mesîh ji Xebera Xwedê wekiland (Met. 27:46; Lûqa 23:46). Lê serwêrên rêlîgiya ku wî çaxî hebûn, ji Îsa gelek cude dibûn. Çaxê wanra dest nedida, wana Xebera Xwedê nedianî sêrî. Îsa, giliyên Yehowa derheqa wan wekiland, kîjan ku Îşaya nivîsiye: “Eva cimeta bi zarê xwe qedirê min digire, lê dilê wan ji min dûr e. Badîhewa min dihebînin, temiyêd meriva çawa qanûnêd min cimetê hîn dikin” (Met. 15:7-9). Îsa ne ku tenê bi kirên xwe dida kifşê ku pey rêberiya Xebera Xwedê diçe, lê usa jî bi wê yekê çaxê cimet hîn dikir. Çaxê serwêrên rêlîgiya Îsa dicêribandin, ewî pê aqilê xwe caba wan nedida û ne jî dida kifşê wekî ew ji wana bilindtir e. Lê ewî timê ser hîmê Nivîsara xeber dida (Met. 22:33-40). w17.02 3:18, 19

Duşem, 29 Çile

Qedirê hemûya bigirin . . . qedirê padşê bigirin (1 Pet. 2:17).

Şedên Yehowa bi qedir in hindava merivên dewletê. Lê belê, qeydê qedirgirtinê hindava merivên dewletê hemû welatada ne mîna hev e. Çaxê ewana tiştekî ji me dewa dikin, em gura wan dikin hergê ew yek miqabilî qanûna Xwedê nîne. Em nikarin bona xatirê wan gura Xwedê nekin, mesele bikevine nav şixulê polîtîkê (1 Pet. 2:13-16). Em dikarin ji xizmetkarên Yehowayî berê hîn bin, ku çawa qedirê serwêrên dewletê bigirin. Mesele, çaxê Qeyserê Împêratoriya Romayê ferman da wekî meriv welatda bêne navnivîsarê, Ûsiv û Meryemê hema usa jî kirin. Ewana çûn Beytlehmê seva navê xwe bidine nivîsarê. Wî çaxî Meryem giran bû, zûtirekê wê zara pêşiyê jêra bibûya (Lûqa 2:1-5). Pawlos jî mera meseleke baş hîşt. Çaxê ew bêmenî neheq kirin yançi ewî qanûn teribandiye, ewî bi qedir-hurmetê ber Hêrodes Egrîpa Padşa û Fêstorê serwêr, xwe xwey dikir (Kar. Şand. 25:1-12; 26:1-3). w17.03 1:9, 10

Sêşem, 30 Çile

Ev hemû tişt . . . çawa şîret hatine nivîsarê (1 Korn. 10:11).

Gava Îsraêliya gune dikirin ku çev didane Kenaniya, wana qebûlkirina Yehowa û xweykirina wî unda kirin (Hakim. 2:1-3, 11-15; Zeb. 106:40-43). Bi rastiyê, wedê wan salên çetin, çiqas çetin bû ku Îsraêliyên xwedêxof amin bimana Yehowara! Lê Kitêba Pîroz gilî dike, ku wî wedeyîda hebûn merivên amin, mesele Yeftah, Elkana, Hanna, û Samûyêl. Wana gişka dixwest qebûlkirina Xwedê bistînin (1 Sam. 1:20-28; 2:26). Em dijîn vê dinyayêda, kîderê ku meriv mîna wan Kenaniya difikirin û dikin. Çawa berê, îro jî meriv tenê derheqa sêksê, zorbetiyê, û hebûnê difikirin. Lê Yehowa temî û şîreta dide me, çawa dida Îsraêliya, seva ku em xwe ji wan tişta xwey kin. Em gerekê ji şaşiyên Îsraêliya xwera dersê hildin (1 Korn. 10:6-10). Em gerekê xwe dûr bigirin ji wan fikir û kirên vê dinyayê xirab (Rom. 12:2). Lê em bona vê yekê çi dikin? w16.04 1:4-6

Çarşem, 31 Çile

Yê bîlan hê rê-dirba ji hev derxe (Metlk. 1:5).

Çaxê em gerekê safîkirinên mezin bikin, gelek ferz e şîretên ji Kitêba Pîroz bigerin û duada ji Yehowa hîvî kin wekî rêberiyê bide me. Yehowa usa jî dikare hunurên usa bide me, wekî safîkirinên rast bikin. Ferz e timê pirsên usa bidine xwe: Gelo ev safîkirin wê bide kifşê ku ez Yehowa hiz dikim? Gelo ew wê şabûnê û edilayê bike malbeta min? Û gelo bi vê safîkirinê wê bê kifşê ku sebira min heye û ku ez qenc im? Yehowa zorê me nake, wekî wî hiz bikin û jêra xizmet kin. Azaya bijartinê Yehowa daye me. Ew qedirê bijartina me digire û lema dixwaze ku em xwexa safî kin wîra xizmet kin yan na (Yêşû 24:15; Waîz 5:4). Lê Yehowa dixwaze wekî em pê rêberiya wî safîkirina bikin. Hergê em îtbariya xwe rêberiya wî bînin û prînsîpên wî bînin sêrî, emê safîkirina bi bîlanî bikin û hemû gavên xweda qewî bisekinin (Aqûb 1:5-8; 4:8). w17.03 2:17, 18

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin