KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es19 rûp. 17-26
  • Sibat

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sibat
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
  • Binserî
  • Înî, 1 Sibat
  • Şemî, 2 Sibat
  • Led, 3 Sibat
  • Duşem, 4 Sibat
  • Sêşem, 5 Sibat
  • Çarşem, 6 Sibat
  • Pêşem, 7 Sibat
  • Înî, 8 Sibat
  • Şemî, 9 Sibat
  • Led, 10 Sibat
  • Duşem, 11 Sibat
  • Sêşem, 12 Sibat
  • Çarşem, 13 Sibat
  • Pêşem, 14 Sibat
  • Înî, 15 Sibat
  • Şemî, 16 Sibat
  • Led, 17 Sibat
  • Duşem, 18 Sibat
  • Sêşem, 19 Sibat
  • Çarşem, 20 Sibat
  • Pêşem, 21 Sibat
  • Înî, 22 Sibat
  • Şemî, 23 Sibat
  • Led, 24 Sibat
  • Duşem, 25 Sibat
  • Sêşem, 26 Sibat
  • Çarşem, 27 Sibat
  • Pêşem, 28 Sibat
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
es19 rûp. 17-26

Sibat

Înî, 1 Sibat

Nuh her tişt kir, Xwedê çawa temî dabû wî, ewî usa jî kir (Destp. 6:22).

Nuh tu car gemî ava nekiribû. Lê ewî bi temamî îtbariya xwe Yehowa anî, û “usa jî kir” çawa Yehowa jêra got. Axirî çi bû? Ewî gemî rind ava kir çawa Yehowa jêra got, û ew neferên xweva xilaz bûn. Nuh usa jî bavekî baş bû, çimkî ewî îtbariya xwe serwaxtiya Xwedê dianî. Pêşiya sêlavê wedekî gelek xirab bû, lê ewî zarên xwe rind mezin kir û mesela baş bû bona wan (Destp. 6:5). Dê-bavno, lê hûn ça dikarin “usa jî” bikin ça Xwedê dixwaze? Guh bidine Yehowa. Bihêlin wekî ew mezinkirina zarada alî we bike bi saya Xebera xwe û rêberiyê, ku em ji teşkîleta wî distînin. Lê cara dê-bav çi jî dikin, yeke hine zar Yehowa dihêlin. Îsafa wan dê-bava temiz e, yên ku aliyê xweda her tişt kirine seva rastiyê bikine dilê zara xwe. Ewana usa jî dikarin bawer bin wekî rojekê zara wan wê vegere bal Yehowa. w18.03 30 ¶10-11

Şemî, 2 Sibat

Hindava hevda mêvanhiz bin (1 Pet. 4:9).

Diqewime we gelek dixwest mêvana teglîf kin, lê difikirîn wekî hûn nikarin vê yekê bikin. Mesele, hinek şerm dikin û ditirsin wekî mêvanara wê hewas nîbe. Hinek jî berxwe dikevin, çimkî destê wanda tune û difikirin wekî wê nikaribin haqas tişt bikin çiqas yên din civatêda dikin. Ferz nîne ku mal gelek bedew û dewletî be, lê ferz ew e ku cîwar û temiz be, usa jî em mêvanhiz bin. Çaxê hizkirin we hêlan dike ku mêvanhiziyê nîşan kin, derheqa tiştên din îda berxwe nekevin. Ew yek baş e çaxê em derheqa mêvanên xwe difikirin, ku ça wana şa kin (Fîlî. 2:4). Geleka xweş tê xeber din derheqa qewimandinên xwe emirda û em dikarin wan qewimandina bibihên, hergê tevayî top bin. Rûspîkî nivîsî: “Çaxê ez hevalên ji civatê teglîfî mala xwe dikim, ew yek alî min dike ku wana hê rind fem kim û nas kim, îlahî pêbihesim ku ewana ça hatine ser riya rast”. Hergê hûn bona mêvanên xwe xem bikin, ewana wê gelek şa bin û wê hewasa wan bê. w18.03 17 ¶15-17

Led, 3 Sibat

Îdî çima derengî dêxî? Rabe were nixumandinê (Kar. Şand. 22:16).

Dê-bavên ku Mesîhî ne, dixwazin alî zarên xwe bikin, wekî ewana safîkirinên bîlanî bikin. Lê hergê bê meniya ferz nixumandinê derengî xin, ew yek wê xirab hukum be ser ruhaniya zara (Aqûb 4:17). Lê yeke dê-bav dixwazin wekî zara wan pêşiya nixumandinê bi rastî hazir be seva borcdariya Mesîhîtî hilde ser xwe. Hine berpirsiyarên mihalê dîna xwe dan wekî gelek cahil, yên ku rastiyêda mezin bûne, nixumandî nînin. Gelek ji wan cahila têne ser civata, xizmet dikin, û xwe hesab dikin ça Şedên Yehowa. Lê yeke hene menî ku ewana xwe digirin ku xwe tesmîlî Yehowa bikin û bêne nixumandinê. Lê gelo ew çi menî ne? Cara dê-bav xwexa wana derengî dixin. w18.03 8 ¶1-2

Duşem, 4 Sibat

Ser nêtekê bin, weke nexş-terzê Mesîh Îsa (Rom. 15:5).

Seva ku em bibine wek Îsa, em gerekê bizanibin ku nêt-fikirên wî çi bûn û ew ça difikirî, û derheqa xeyset-hunurên wî jî pêbihesin. Paşê em gerekê pêgeha wîda herin. Îsa hiş-aqilê xwe dabû ser heleqetiya xwe tevî Xwedê. Lema jî hergê em bibine mîna Îsa, emê hê zef çev bidine Yehowa. Ji vê yekê tê kifşê, wekî çiqas ferz e em hîn bin mîna Îsa bifikirin. Lê ça em dikarin vê yekê bikin? Şagirtên Îsa keremetên wî didîtin, guh didan hînkirinên wî, dîna xwe didan ku ew ça bû hindava hemû cûre meriva, û didîtin ku ewî çawa prînsîpên Xwedê dianî sêrî (Kar. Şand. 10:39). Rast e em nikarin Îsa bivînin, lê Yehowa ji hizkirinê mizgînî daye nivîsarê, kîderê em derheqa Îsa dixûnin û dikarin xeyset-hunurên wî bivînin. Çaxê em bixûnin û bifikirin ser kitêba Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna, wê nêt-fikira Mesîh serê meda be. Wî cûreyî em dikarin “pêgeha wîda herin” û “bi wê nêt-fikirê sîlihkirî bin” çawa Mesîh (1 Pet. 2:21; 4:1). w18.02 22 ¶15-16

Sêşem, 5 Sibat

Bawerî ji bihîstinê tê (Rom. 10:17).

Destpêka terîxiya meriva, meriv derheqa Xwedê dikaribûn bi saya sê tiştên sereke pêbihesiyana: bi vê yekê ku dîna xwe didane ser efirînên Xwedê, bi gilîkirina merivên xwedêxof, û bi keremên Xwedê ku wana distand çaxê pê prînsîpên wî dijîtin (Îşa. 48:18). Çaxê Nuh ser efirîna dinihêrî, ewî dikaribû eşkere bidîta wekî Xwedê heye, û usa jî dikaribû hunurên Xwedê bidîta, mesele “qudreta wîye heta-hetayê û Xwedêtiya wî” (Rom. 1:20). Bi saya wan tişta, Nuh ne ku tenê bawer kir wekî Xwedê heye, lê ewî baweriya qewî hindava wîda pêşda anî. Derheqa Yehowa dikarin bêjin Nuh heçî zef ji merivên xweyî nêzîk pêhesiya. Besa xeberê, bavê wî Lamex merivekî bi baweriya qewî bû, yê ku dijît çaxê Adem hê sax bû. Dibeke ewî usa jî ji kalikê xwe Metûşela û ji kalikê kalikê xwe Yarêd pêhesiyabû, yê ku paşî bûyîna Nuh 366 sala jît (Lûqa 3:36, 37). Çi jî hebe, eşkere ye wekî Nuh çi ku pêhesiya dilê wî girt, û ewê yekê wî hêlan kir ku Xwedêra xizmet ke (Destp. 6:9). w18.02 9 ¶4-5

Çarşem, 6 Sibat

Bira ro ser hêrsa wera neçe ava (Efes. 4:26).

Çaxê xûşk yan birak pê gilî yan kirê xwe dilê me diêşîne, bi vê yekê ça bêjî şûr dilê me dixin. Hergê em nikarin xeydê bîr kin, gelo emê bihêlin wekî ew xeyîd bi sala dilê meda bimîne? Yan emê şîreta Kitêba Pîroz bidine xebatê û zû evê çetinayê safî kin? Çiqas dirêj ev problêm nesafîkirî bimîne, haqas wê mera çetin be edilayê çêkin tevî xûşk yan bira ku em dane xeyîdandinê. Hûn çi dikarin bikin seva edilayê çêkin? Ya pêşiyê, Yehowara dua bikin. Alîkarî ji wî hîvî kin wekî tevî xûşk yan jî birê xwe bi nermî xeber din. Bîr nekin, ku ew jî dostê Yehowa ye (Zeb. 25:14). Ew tevî dostên xwe qenc e, û dixwaze ku em jî usa bin (Metlk. 15:23; Met. 7:12; Kols. 4:6). Paşê, bifikirin ku hûn çi dixwazin jêra bêjin. Nefikirin ku ew hemdê xwe dilê we êşand. Helal bin û bînin ser xwe ku diqewime we tiştekî nerast fem kir, lema çetinayî pêşda hat. w18.01 10 ¶15-16

Pêşem, 7 Sibat

Çawa ku min hûn hiz kirin, hûn jî usa hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:34).

Rast e vê dinyayêda kêmasiya hizkirinê heye, lê xizmetkarên Yehowa bi hizkirina helal eyan in. Ew yek timê usa bû. Îsa got wekî Qanûna Mûsada temiya pêşin û here mezin ew heye ku Xwedê hiz bikin, û temiya duda meriva hiz bikin (Met. 22:38, 39). Îsa usa jî got wekî Mesîhiyên rast wê bi hizkirinê hindava hevdu eyan bin (Yûhn. 13:35). Mesîhî hela hê jî wê eyan bûna bi wê yekê ku dijminê xwe hiz bikin (Met. 5:43, 44). Îsa xwexa jî hizkirina mezin da kifşê hindava meriva. Ewî şeher pey şeher diçû merivara mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê gilî dikir. Ewî kora, seqeta, kotiya, û ker-lala qenc dikir. Ewî miriya jî radikir (Lûqa 7:22). Îsa hela hê jî emirê xwe da bona temamiya însanetê. Ewî bi temamî eyan kir hizkirina Bavê xwe. Nav temamiya dinyayêda, Şedên Yehowa çev didine Xwedê û Îsa, û hindava meriva hizkirin didin kifşê. w18.01 29-30 ¶11-12

Înî, 8 Sibat

Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide (Fîlî. 4:13).

Tu dikarî bêy nuxumandinê wedê saliyên xweye cahilda jî. Lê tu nikarî timê pêşda bizanibî ku axiriyêda rastî kîjan çetinaya bêy. Seva ku her derecada amin bimînî Yehowara, tu gerekê bîr nekî, wekî sozê ku te daye Yehowa, nayê guhastinê. Ev tê hesabê ku te Kesê Herî bilindra got, wekî tuyê timê jêra xizmet kî, hergê jî heval yan jî dê-bavê te xizmetiya xwe bihêlin (Zeb. 27:10). Hemû derecada tu dikarî alîkariyê ji Yehowa bistînî, wekî bijî li gora tesmîlbûyîna xwe (Fîlî. 4:11, 12). Yehowa dixwaze tu bibî dostê wî. Lê lazim e evê dostiyê xwey kî û bixebitî bona xilazbûna xwe. Fîlîpî 2:12-da tê gotinê: “Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin”. Lema jî bifikire, ku çawa dostiya xwe û aminiya xwe Yehowara xwey kî wedê çetinaya. Lê tu gerekê xweda bawer nîbî, wekî dikarî pê qewata xwe vê yekê bikî. Hela hê xizmetkarên cêribandî jî ji riya rast derketine. w17.12 24 ¶4, 6-7

Şemî, 9 Sibat

Min hemûyan wan tiştan . . . bi dilê xwe pêşkêş kir (1 Dîr. 29:17).

Yehowa mecal û qedirekî mezin da me, ku em dikarin piştgiriya şixulê wî bikin. Ew soz dide me ku hergê em piştgiriya Padşatiya wî bikin, ew wê ese me kerem ke (Malx. 3:10). Yehowa usa jî soz dide wekî merivê merd, wê pêşda here (Metlk. 11:24, 25). Çaxê em merd in em bextewar dibin, çimkî Kitêba Pîroz dibêje “xwezî li dayîya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35). Pê xeberdan û kirên xwe, em usa jî dikarin zarên xwe û yên ku teze hatine nava rastiyê hîn kin, wekî şixulê Xwedêda merd bin û gelek kerema bistînin. Her tişt çi ku bal me heye, ji Yehowa ye. Û çaxê em paşda wan tişta didine wî, bi vê yekê em didine kifşê ku wî hiz dikin û qîmet dikin her tişt ku ew bona me dike. Çaxê Îsraêlî qurban anîn seva avakirina paristgehê, ewana çi jî “bi dilê xweva pêşkêşî kirin kêfxweş bûn” (1 Dîr. 29:9). De werên em jî bi dil şa bin û lezetê bistînin ku Yehowara, dêmek xweyê her tiştîra, wan tişta bidin kîjan ku ji destê wî tên. w18.01 21 ¶18-19

Led, 10 Sibat

Her kes dora xweda: Pêşiyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd para Mesîh, wextê hatina wîda (1 Korn. 15:23).

Rabûna ji mirinê ya pêşiyê, dêmek ya bona jîyîna ser ezmana, destpêbû hine wede şûnda paşî hatina Mesîh. Mesîhiyên bijartî yên ku wedê tengasiya mezin sax bimînin, wê “ewrava bêne rahiştinê” (1 Têsln. 4:13-17; Met. 24:31). Ewana wê “bêne guhastinê, nişkêva, çawa çevê xwe bigirî-vekî dema boriya axiriyê bê lêdanê” (1 Korn. 15:51, 52). Îro heçî zef Mesîhî bijartî nînin seva tevî Mesîh serwêrtiyê bikin. Ewana hîviya roja Yehowa ne, çaxê ew qira vê dinya zulm bîne. Tu kes nizane ev roj kengê wê bê, lê her tişt dide kifşê ku ev roj gelek nêzîk e (1 Têsln. 5:1-3). Çaxê dinya teze bê, rabûna miriya wê hebe, lê cûrê din. Ewên ku ji mirinê rabin, wê bona jîyîna ser erdê rabin û bikaribin bibine bêqisûr û tu car îda mirinê nevînin. w17.12 11 ¶15; 12 ¶18-19

Duşem, 11 Sibat

Kîderê hevsûdî û çevnebarî hene, li wir bêterbetî û her kirinêd xirab jî hene (Aqûb 3:16).

Hergê em bi rastiyê bi hizkirin in û qenc in, wê mera hêsa be xwe ji hevsûdiyê xwey kin. Xebera Xwedê dibêje: “Hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, hizkirin hevsûdiyê nake” (1 Korn. 13:4). Seva ku hevsûdî dilê meda şîn nebe, em gerekê ser tişta pê çevê Xwedê binihêrin, û xûşk-bira hesab kin ça endemên bedenekê, dêmek civatê. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava endemek tê pesindayînê, hemû endem tevî wê şa dibin” (1 Korn. 12:16-18, 26). Belê, çaxê xûşk-bira pêşda diçin û kerema distînin, emê ne ku hevsûdiyê wana bikin, lê tevî wan şa bin. Dîna xwe bidine mesela kurê Şawûl Padşa, Yonatan. Çaxê Dawid dewsa wî hate kifşkirinê ça padşa, Yonatan hevsûdî wî nekir, lê dewsê piştgiriya wî kir û dil da wî (1 Sam. 23:16-18). Lê gelo em jî çev didine Yonatan? w17.11 27 ¶10-11

Sêşem, 12 Sibat

Ew wê tenê li gora dîtina çevên xwe dîwanê neke, û tenê li gora bihîstina guhên xwe şîret neke. Ew wê bi heqiyê dîwana belengaza bike, û pê rastiyê şîret ke (Îşa. 11:3, 4, DT).

Yehowa peymana Qanûnê Xebera xweda xwey kir bona me. Ew naxwaze wekî em Qanûnêda dîna xwe bidine tiştên hûr, lê dixwaze em “tiştêd . . . pêş” fem kin, dêmek prînsîpên ferz wan temiyada (Met. 23:23). Qanûna Mûsa “zanebûnê û rastiyê” eyan dikir derheqa Yehowa û prînsîpên wî (Rom. 2:20). Mesele, şeherên sitarbûnê rûspiya hîn dikin ku çawa bi heqiyê şixulê dîwankirinê bikin, û me hemûşka hîn dikin ku çawa “hindava hevdu bi hizkirina amin û bi remtî bin” (Zeker. 7:9, DT). Rast e em bin Qanûna Mûsada nînin, lê yeke Yehowa nayê guhastinê û bona wî îro jî heqî û remtî gelek ferz in. Qedirekî çiqas mezin e wekî Xwedêkî usa bihebînin, bi cûrê kîjanî em hatine efirandinê, û dikarin çev bidine wî û bin perê wîda bêne xweykirinê! w17.11 13-14, ¶2-3; 17 ¶18-19

Çarşem, 13 Sibat

Xwezî li wî merivî ku serwaxtîyê dibîne û li wî merivî ku bîlanîyê distîne (Metlk. 3:13).

Birên ku civatêda gotara dixûnin gerekê bawer bin, wekî gotarên wanda Kitêba Pîroz ciyê lapî ferz digire (Yûhn. 7:16). Ew çi tê hesabê? Wedê gotarê hûn gerekê fesal bin wekî dîna meriva ne ku hê zêde here ser meselên we yan jî cûrê xeberdana we, lê ser rêzên ji Kitêba Pîroz. Usa jî bîr nekin, wekî hînkirina ji Kitêba Pîroz nayê hesabê tenê gelek rêza bixûnin. Bi rastî, çaxê gelek rêza dixûnin, heçî zef meriv bîr dikin wan rêza. Lema jî wê diha baş be, hergê hûn rêzên sereke rind bijbêrin, bixûnin, şirovekin, meselê bînin û kara rêzê nîşan kin (Nehem. 8:8). Hûn gerekê rind fem bikin, hela ça fikirên ji gotarê girêdayîne tevî rêza. Xêncî wan hemû tişta, Yehowara dua bikin, wekî alî we bike seva hûn fikirên qîmet ji Xebera wî merivara eyan kin (Ezr. 7:10). w17.09 26 ¶11-12

Pêşem, 14 Sibat

Ji minra vegerin . . . , ezê jî vegerim we (Zeker. 1:3).

Îsraêlî 70 sala dîltiya Babîlonêda bûn û sala 537 B.D.M., hatine azakirinê. Ew sal bona cimeta Yehowa sala şabûnê bû. Ewana bi dil û eşq vegeriyane Orşelîmê seva ku destpêkin paristgeh tezeda ava kin, wekî wêderê Yehowara xizmet kin. Salek şûnda wana îda hîmê paristgehê danîn. Nava 16 salada avakirina paristgeha Yehowa hê xilaz nebibû. Kesekî gerekê bianiya bîra cimeta Xwedê, wekî lazim e ewana vegerin bal Yehowa û nekevine heyra xwestinên xwe. Sala 520 B.D.M., Xwedê Zekerya pêxember şande bal cimeta xwe, wekî bîne bîra wan, ku çira Ewî ewana ji dîltiya Babîlonê aza kirin. Navê Zekerya ku tê hesabê “Yehowa Anî Bîra Xwe”, rastiyê dide kifşê derheqa Yehowa. Rast e Îsraêliya bîr kirin ku Yehowa çi bona wan kir, lê yeke ewana dîsa bîra Yehowada bûn (Zeker. 1:3, 4). Ewî ji hizkirinê soz da wan, ku wê alî wan bike ewana hebandina rast vegerînin. Ewî usa jî ewana pêşda şîret kirin, ku hergê ewana bi temamiya dilê xwe jêra xizmet nekin, ew wê xizmetiya wan qebûl neke. w17.10 21-22 ¶2-3

Înî, 15 Sibat

Hevra şîrin û dilşewat bin (Efes. 4:32).

Êkspêrtên psîxolojiyê dibêjin, ku çaxê meriv dilşewatiyê dide kifşê, sihet-qewata wî hê baş dibe û heleqetiya wî tevî meriva hê baş e. Belê, çaxê hûn ber dilê merivada tên, hûn hê bextewar dibin, şabûna we zêde dibe, tenêbûnê texmîn nakin û hê kêm fikirên nebaş têne hişê we. Belê, dilşewatî wê karê wera bîne. Mesîhiyên ku bona halxweşiya merivên din xem dikin û alîkariyê didin, bawer in ku ewana li gora prînsîpên Xwedê evê yekê dikin û îsafa wan jî temiz e. Hergê em dilşewat in, emê bibin dê-bavê baş, mêr yan jina baş, û hevalê baş. Xêncî vê yekê, çaxê meriv dilşewat e, gava jêra alîkarî lazim e, yên din jî alî wî dikin (Met. 5:7; Lûqa 6:38). Belê, dilşewatî mera karê tîne, lê ew gerekê meniya sereke nîbe wekî dilşewat bin. Menî ku çira em gerekê dilşewat bin, ew e ku çev bidine Yehowa Xwedê û wî hurmet kin, yê ku Kaniya hizkirinê û dilşewatiyê ye (Metlk. 14:31). w17.09 12 ¶16-17

Şemî, 16 Sibat

Wê rûnê û wê li ser textê xwe serweriye bajo û wê li ser texta wî kahîn hebe (Zeker. 6:13).

Xêncî şixulê padşatiyê û serekkahîntiyê, Îsa usa jî cabdarî stand ku “paristgeha Xudan ava bike”. Sala 1919-da ewî îda destpêkir wî şixulî bike. Ewî cimeta Xwedê ji Babîlona Mezin aza kir û civata Mesîhî tezeda saz kir. Ewî usa jî “xulamê amin û serwaxt” kifş kir, seva ku ser erdê rêberiya hebandina rast bike (Met. 24:45). Îsa usa jî cimeta Xwedê paqij dike û alî wan dike, wekî hebandina wan temiz be (Malx. 3:1-3). Ew Wedê Hezarsaliya Padşatiya xwe, tevî 144 000 padşa û kahîna, merivên amin wê bikine bêqisûr. Gava ew yek bê sêrî, ser erdê wê tenê xizmetkarên rast bimînin. Axiriyêda wê bi temamî hebandina rast be! w17.10 29 ¶15-16

Led, 17 Sibat

Bira ew li [bajarê sitarbûnêda] heta mirina serekkahînê . . . , bimîne (Jimar 35:25).

Merivê ku bê hemdê xwe kesek kuştibû, seva ku baxşandin bistanda, gerekê bireviya şeherê sitargehê (Yêşû 20:4). Seva emirê xwe xilaz kira, ew gerekê zû bireviya wî şeherî û wêderê bima. Ew yek bona wî hêsa nîbû, çimkî ewî gerekê gele tişt ji xwe kêm kira. Besa xeberê, ewî gerekê xebata xwe û mal-halê xwe bihîşta. Ew usa jî heta mirina serekkahîn wê nikaribûya kuda bixwaze here. Lê çi jî ewî ji xwe kêm dikir, hêja bû. Îro jî ewê ku gunê xwe tîne rûyê xwe, gerekê tiştekî bike seva rema Xwedê bistîne. Ew gerekê bihêle riya nerast, û ji her tiştî xwe dûr bigire çi ku dikare wî berbi gunên giran bive. Çaxê em her tiştî dikin seva îda gune nekin, em nîşan dikin wekî em xwerazî nînin, lê poşman dibin, û em rema Xwedê hindava xwe qîmet dikin (2 Korn. 7:10, 11). w17.11 10-11 ¶10-11

Duşem, 18 Sibat

Hindava hevda mêvanhiz bin, bîna xwe teng nekin (1 Pet. 4:9).

Yehowa temî daye me ku hindava xûşk-birada destvekirî bin (1 Yûhn. 3:17). Lê evê yekê em gerekê pê nêta rast bikin. Pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez tenê hindava hevalên xwe mêvanhiz im, yan jî hindava wan kîjana hesab dikim ku civatêda navê wan heye? Gelo ez tenê wan mêvana teglîfî mala xwe dikim, destê kîjanada heye û kê dikare minra qenciyê bike? Yan jî ez gazî wan xûşk-bira dikim, destê kîjanada tune?” (Lûqa 14:12-14). Bidine ber çevê xwe ku xûşk yan birakîra alîkarî lazim e, çimkî ewî tiştekîda şaşî berdaye, yan jî hergê kesek naşêkirîne ku em wî teglîfî mala xwe dikin. Derecên usada, em gerekê evê temiyê bînin sêrî ku rêza vê rojêda nivîsar e. Hergê hûn evê şîretê timê bînin sêrî, hûnê bextewar bin çimkî bi dil û eşq merd in (Kar. Şand. 20:35). w17.10 9 ¶12

Sêşem, 19 Sibat

Ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim? (Destp. 39:9).

Jina Potîfar çev berda Ûsiv, çimkî ew “bejin û balêda yekî berbiçev û bedew bû”. Ewê zorê Ûsiv dikir seva tevî wê razê. Çaxê ew derece îda lap xirab bû, ew ji wê revî. Serhatiya Ûsiv çi me hîn dike? Çaxê em têne cêribandinê ku qanûna Yehowa biteribînin, em derbêra gerekê birevin ji vê cêribandinê û nekevine telikê (Metlk. 1:10). Hinek pêşiya ku bûne Şedên Yehowa, xwarinêva, vexwarinêva, cixarekişandinêva, narkotîkêva, bênamûsiyêva û tiştên dinva girêdayî bûn. Lê hela hê paşî nixumandinê jî cara ewana wan tiştada dîsa jî têne cêribandinê. Hergê dereca we jî usa ye û hûn divînin ku dikarin qanûna Yehowa biteribînin, bisekinin û bifikirin ku ev yek wê çi axirî bîne. Mesele, hergê hûn xwe negirin heleqetiya we tevî Yehowa dikare xirab be. Pêşda bifikirin ku kîjan derecada hûn dikarin bêne cêribandinê û ça hûn dikarin xwe ji wan dereca xwey kin (Zeb. 26:4, 5; Metlk. 22:3). Gava hûn bikevine derecê usada, ji Yehowa hîvî kin ku serwaxtiyê û qewatê bide we, seva xwe bigirin û gune nekin. w17.09 4-5 ¶8-9

Çarşem, 20 Sibat

Hûn bi hebûka nerast hevala xwera dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konê heta-hetayêda qebûl kin (Lûqa 16:9).

Em usa jî dikarin bibine dostên Yehowa, hergê em kêm bikevine nava komêrsya vê dinyayê û hebûka “rast” bigerin. Vê yekêda Birahîm meseleke baş mera hîştiye. Ewî gura Yehowa kir, û welatê dewletî Ûr hîşt çû seva çadirada bijî. Belê, ewî usa kir çimkî dixwest bibe dostê Yehowa (Îbrn. 11:8-10). Birahîm tu car nedikete pey hebûkê, çimkî bi temamî îtbariya xwe Xwedê dianî (Destp. 14:22, 23). Îsa şagirtên xwe hêlan dikir, wekî baweriya wan jî usa qayîm be. Carekê, ewî merivê dewletîra got: “Heger tu dixwazî kamil bî, here hebûka xwe bifiroşe bide feqîra, hingê xizna te wê li ezmana hebe. Û pey min were” (Met. 19:21). Yazix, baweriya wî mêrikî kêm bû, lê hebûn meriv ku îtbariya xwe bi temamî Xwedê dianîn. w17.07 10 ¶12

Pêşem, 21 Sibat

[Yehowa] soz da ku vî welatî çawa milk bide [Birahîm] û pey wîra jî bide zureta wî, gava ku hê zarêd wî tunebûn (Kar. Şand. 7:5).

Paşî 430 sala çaxê Birahîm Çemê Feratra derbaz bû, rikinyata wî bû milet, kîjan ku gerekê wî erdî war bûya (Derk. 12:40-42; Galt. 3:17). Birahîm bi dil hîviyê bû û sebir dikir, çimkî baweriya xwe Yehowa û sozê wî dianî (Îbrn. 11:8-12). Rast e Birahîm bi temamî pê çevê xwe nedît ev soz ça hate sêrî, yeke ew bi şabûnê sebir dikir. Lê bidine ber çevê xwe çaxê Birahîm dinya tezeda ji mirinê rabe, ew wê çiqas şa be. Ew wê ecêbmayî bimîne ku Kitêba Pîrozda serhatiya wî û rikinyata wî gelek ciyada hatiye nivîsarê. Bidin ber çevê xwe, ew wê ça zendegirtî bimîne gava pêbihese, ku ewî roleke çiqas mezin lîstiye qirara Xwedêda derheqa Mesîh! Bêşik, ew wê bivîne ku çiqas hêja bû, wekî haqas wext sebir kir û hîviyê ma. w17.08 5-6 ¶10-11

Înî, 22 Sibat

Xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: . . . heramiyê (Kols. 3:5).

Xebera orîjînal ku hate welgerandinê ça “heramî”, tenê bênamûsî nayê hesabê. Mesele, dikarin bêjin ku cixarekişandin û henekên necayîz jî dikevine nava vê yekê (2 Korn. 7:1; Efes. 5:3, 4). Heramî usa jî ew e, çaxê meriv tiştên nerast dizîva dike, mesele xwendina kitêbên derheqa bênamûsiyê, nihêrandina pornografyayê, kîjan ku dibe berbi xeysetê heram, dêmek mastûrbasiyayê. Merivên ku timê pornografyayê dinihêrin, nav xweda “temê xirab” pêşda tînin, û paşê sêks bona wan dibe çawa narkotîk. Bi lêkolînkirinekê hate kifşê, ku merivên usara hê çetin e terka vê yekê bidin, ne ku terka narkotîkayê yan alkogolîzmê. Belê, nihêrandina pornografyayê axiriya xirab tîne, mesele şermî, xebatêda sist, malbetêda bêbext, hevqetandin, û xwekuştin. w17.08 19 ¶8-9

Şemî, 23 Sibat

Ew zerzêd dergehêd te dişidîne û nava teda dua zarêd te dike. Ew edilayê dide sînorêd te (Zeb. 147:13, 14).

Çaxê zebûrbêj difikirî ku çawa Îsraêlî pê qewata Xwedê vegeriyane Orşelîmê, ewî kilamêda wan giliyên ji rêza îroyîn got. Belê, zebûrbêj gelek dilrihet bû, çimkî zanibû ku Xwedê wê dergehên şeherê wan qewî ke û xizmetkarên xwe xwey ke! Wedê çetinaya çaxê hûn berxwe dikevin û nizanin çi bikin, Yehowa dikare serwaxtiyê bide we seva evê çetinayê safî kin. Zebûrbêj got ku Xwedê “emirê Xwe dişîne ser dinê û xebera Wî zû bela dibe”. Ew zebûra xweda gilî dike ku Xwedê berfê dişîne, qişê direşîne, û bûzê dike teyrok. Paşî van giliya ew pirsê dide: “Kî dikare li ber serma Wî teyax ke?” Zebûrbêj caba vê pirsê dide ku Yehowa “xebera xwe dişîne wan dihelîne” (Zeb. 147:15-18). Belê, Xwedêyê herî bîlan û herî zor, kîjan ku hukum dike ser teyrok û berfê, dikare alî we bike her tengasiyada teyax kin. w17.07 20 ¶14-15

Led, 24 Sibat

Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin (Eyan. 4:11).

Yehowa serwêrê rast e û hukumetiya wî herî baş e. Lema jî ew hêja ye ku em bi dil û can piştgiriya serwêrtiya wî bikin. Çira? Çimkî Yehowa her tişt efirandin, û lema bi temamî tenê îzina wî heye ça ser erdê, usa jî ser ezmana ser hemûya serwêrtiyê bike. Şeytan tu tişt neefirandiye, lema jî îzina wî tune serwêrtiyê dinyayê bike. Lê ew û merivên pêşin xwerazî bûn, lema ewana miqabilî serwêrtiya Yehowa rabûn (Yêrem. 10:23). Rast e azaya wan hebû bijbêrin ku gura Xwedêda bin yan na, lê gelo ew bijartin rast bû? Na. Azaya bijartinê merivara îzinê dide ku xwexa bijartina û safîkirina bikin, lê ew nayê hesabê wekî gerekê miqabilî Efirandarê xwe derên, kîjan ku emir daye wan. Dêmek, kê ku miqabilî Xwedê dertê, ew azaya xwe nerast dide xebatê. Bi rastiyê hemû meriv gerekê bin serwêrtiya Yehowada bin. w17.06 27-28 ¶2-4

Duşem, 25 Sibat

Tenê dikim bigihîjime meremê xwe û . . . qulixa [xwe] . . . bînime sêrî (Kar. Şand. 20:24).

Hergê em xizmetiya xwe qîmet dikin, emê mîna Pawlos wedê peyketina jî xizmet bikin (Kar. Şand. 14:19-22). Ji sala 1930 heta weke sala 1944, xûşk-birên Dewletên Yekbûyîda qayîm dihatine zêrandinê. Lê ewana mîna Pawlos qewî disekinîn û xizmetiya xwe nedidane sekinandinê. Seva ku dewlet îzinê bide wekî em aza mizgîniyê bela kin, bira ew şixul didane dîwanê û gelek car ewana ser ketin. Sala 1943-da, birên me Dîwana Here Mezinda ya Dewletên Yekbûyîda ser ketin, û Nêytan Nor derheqa vê yekê mizgînvanara usa got: “Ew serketin bi saya xîreta we ye. . . . Ew serketin ya cimeta Xudan e, kîjan ku qewî disekine û lema ser dikeve”. Belê, hergê em xizmetiyê hiz dikin, tu tişt rê me nagire ku berdewam kin xizmet kin. Hergê em xizmetiya xwe qîmet dikin, emê tu car pey “siheta” nekevin. Dewsê, emê her tiştî bikin çi destê meva tê, seva xizmetiya xwe bînin sêrî (2 Tîmt. 4:5). w17.06 11-12 ¶11-12

Sêşem, 26 Sibat

Xudan Xwedêyê xwe hiz bike bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe û bi temamiya hişê xwe (Met. 22:37).

Çaxê em qayîm Xwedê hiz dikin, ew yek alî me dike gura temiyên wî bikin, qewî bimînin û xirabiyê nefret kin (Zeb. 97:10). Lê Şeytan û dinya wî her tiştî dikin seva hizkirina me hindava Xwedê kuta kin. Ew dinya, hizkirinê nerast dide kifşê. Meriv ne ku Efirandar hiz dikin, lê xwe hiz dikin (2 Tîmt. 3:2). Ewana “dilhavijî, çevhavijî û kubar-babaxî” didine kifşê (1 Yûhn. 2:16). Pawlosê şandî Mesîhî pêşda şîret kirin, wekî nekevine bin bayê xwestina bedenê. Ewî gote wan: “Axiriya fikira binyata merivayê mirin e . . . Çimkî fikira binyata merivayê dijminê Xwedê ye” (Rom. 8:6, 7). Merivên ku emirê xweda tenê pey hebûkê yan jî xwestinên sêksûalî dikevin, axiriyêda rastî gelek kul-derda tên û bextewar nînin (1 Korn. 6:18; 1 Tîmt. 6:9, 10). w17.05 18 ¶5-6

Çarşem, 27 Sibat

Kî naxwaze bixebite, bira nexwe jî (2 Têsln. 3:10).

Çaxê xûşk-birên revî dewa nakin wekî alî wan bikin û razî ne seva vê yekê, ew xûşk-birên ku alîkariyê didine wan, şa dibin. Lê ferz e wekî xûşk-birên revî axiriyêda xwexa bona hewcên xwe xem bikin. Ew yek wê alî wan bike, wekî qedirê xwe bizanibin û heleqetiya baş xwey kin tevî xûşk-birên xwe (2 Têsln. 3:7-9). Lê yeke em gerekê dîsa jî alî wan bikin. Eseyî nîne gelek perê me hebe seva alîkariyê bidine reviya. Ewana diha zef hewce ne ku kêleka wan bin û hizkirina xwe wanra bidine kifşê. Mesele, hûn dikarin wanra nîşan kin, ku çawa dikarin şeherda herin-bên û pê çi, kîderê xwarina baş û erzan bikirin. Yan jî hûn dikarin alî wan bikin, ku haceta xwera destxin, seva pêşekî hîn bin û perê nanê xwe çêkin. Lê ya lape ferz ew e, ku alî wan bikin seva ewana hînî civata teze bin. Hergê dikarin wana tevî xwe bivin civatê. Usa jî wanra bêjin ku ewana ça dikarin mihala weda mizgîniyê bela kin, û tevî wan xizmet kin. w17.05 5 ¶11-12

Pêşem, 28 Sibat

Heyra şîrê sipiyî ruhanîda bin, ku hûn bi wî xilazbûnêra mezin bin (1 Pet. 2:2).

Gelek meriv hiş-aqilê xwe usa zef didine ser xwestinên dilê xwe, ku wanra çetin dibe rast ser hebûkê binihêrin. Gelo çira? Çimkî ewana îda têdernaxin ku ber çevê Xwedê çi qîmet e (1 Korn. 2:14). Hiş-aqilê wan tê dadan, lema wanra çetin dibe qencî û xirabiyê ji hev derxin (Îbrn. 5:11-14). Axiriyêda, ewana îda nikarin xwe bigirin, û hê zef û zef tişta dixwazin û têr nabin (Waîz 5:10). Lê çare heye ku em ça dikarin xwe ji vê yekê xwey kin. Em gerekê timê Xebera Xwedê, dêmek Kitêba Pîroz bixûnin, seva nekevine telika hebûkê. Îsa timê difikirî ser rastiya û prînsîpên Xwedê, û ewê yekê alî wî kir ku wedê cêribandinê amin bimîne. Îro jî hergê em naxwazin bikevine telika hebûkê, em gerekê jîyîna xweda prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê (Met. 4:8-10). Bi vê yekê emê nîşan kin ku em hê zêde Îsa hiz dikin ne ku hebûkê. w17.05 26 ¶17

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin