Elametiya Zêde
1. Çi tê Hesabê “Babîlona Mezin”?
Em ji ku zanin wekî “Babîlona Mezin” tê hesabê hemû rêlîgiyên qelp? (Eyantî 17:5). Dîna xwe bide van şirovekirina:
Hukumê wê ser temamiya dinyayê heye. Derheqa Babîlona Mezin tê gotinê, ku ew ser cimet û elaleta “rûniştiye”. Ew “padşatiyê li ser padşên dinyayê dike” (Eyantî 17:15, 18).
Ew teşkîleta polîtîkî û alişvêrşiyê nîne. “Babîlona Mezin” wê bê kutakirinê, lê “padşên” û “bazirganên” dinyayê, wê xilaz bin (Eyantî 18:9, 15).
Ew nerast Xwedê dide kifşê. Ew tê navkirinê qav, çimkî tevî serwêrên dewleta şixulkariyê dike, seva ku pera û qebûlkirina wan qazanc ke (Eyantî 17:1, 2). Ew hemû mileta dixalifîne. Û ew usa jî bûye sebebê mirina geleka (Eyantî 18:23, 24).
Dîna xwe bidin dersa 13 abzasa 6
2. Mesîh Çiçax Gerekê Eyan Bûya?
Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, wekî 69 hefte gerekê derbaz bûya, û Mesîh eyan bûya (Bixûne Daniyêl 9:25.)
Kengê 69 hefte destpêbûn? Ew wede sala 455 B.D.M. destpêbû. Wî wedeyî Nehemiya çûbû Orşelîmê, seva ku Orşelîm tezeda “bê avakirin” (Daniyêl 9:25; Nehemiya 2:1, 5-8).
69 hefte çiqas wede bû? Hine pêxembertiyên Kitêba Pîrozda, roj tê hesabê sal (Jimar 14:34; Hezeqêl 4:6). Her hefte tê hesabê 7 sal. Hergê em hesab kin 7 cara 69, wê bike 483 sal, dêmek vê pêxembertiyêda 69 hefte 483 sal in.
Kengê 69 hefte xilaz bûn? Hergê em ji sala 455 B.D.M., bijmêrin 483 sala, emê bigihîjine sala 29 D.M.a Hema vê salê Îsa hate nixumandinê û bû Mesîh! (Lûqa 3:1, 2, 21, 22).
Dîna xwe bidin dersa 15 abzasa 5
3. Xebitandina Xûnê Mêdîsînayêda
Hene mêtodên qenckirinêye usa, ku xûnê didine xebatê. Hine ji van mêtoda bona Mesîhiya qedexekirî ne. Mesele, hine meriv xûna xwe didin bona qenckirina meriva. Yan jî xûna xwe didine xweykirinê, wekî wedê opêrasiyayê dîsa berî wî din (Qanûna Ducarî 15:23).
Lê mêtodên usa jî hene, kîjan ku Mesîhî dikarin bidine xebatê. Hine ji wan mêtoda ev in: analîza xûnê, hêmodîalîz, hêmodîlûsiya, yan jî xebitandina aparata usa, ya ku sîrkûlasiya xûnê dike. Her Mesîhî gerekê xwexa safî ke, ku xûna wî ça bê xebitandinê, mesele wedê opêrasiyayê, lêkolîna xûnê, yan jî bona mêtodeke qenckirinêye din. Her hekîmek dikare van mêtoda bi cûrê xwe bide xebatê, lema jî pêşiya ku Mesîhî hine mêtodara qayîl be, ew gerekê pêbihese, ku xûna wî wê ça bê xebitandinê. Lema jî lazim e ser van pirsên jêrê bifikirî:
Hergê hine xûna min ji bedena min derxin û sîrkûlasiya vê xûnê hine wede bê sekinandinê, wî çaxî îsafa min wê îzinê bide min, wekî ewê xûnê dîsa hesab kim parek ji bedena xwe, û mecbûr nebim ku “li ser erdê birêjim”? (Qanûna Ducarî 12:23, 24)
Hergê wedê prosêdûra hekîmtiyê parek ji xûna min bê hildanê, hine tişt bê guhastinê, û paşê paşda berî bedena min din, gelo îsafa min kîjan ku bi Kitêba Pîroz hatiye hînkirinê, wê min biçerçirîne, yan ez dikarim qayîl bim?
Dîna xwe bidin dersa 39 abzasa 3
4. Başqejîtin
Xebera Xwedê dibêje ku jin-mêr gerekê ji hev dûr nekevin. Lê hergê ewana dîsa jî safî kin başqe bijîn, hingê îzina wan tune ku tevî kesekî din bizewicin yan mêr kin (1 Korintî 7:10, 11). Jêrê hine derece hatine dayînê, ji bo kîjana jin-mêr safî dikin başqe bijîn.
Çaxê mêr naxwaze bona malbeta xwe xem bike: Mêr înkar dike, neferê xwe xwey ke, û ji bo wê yekê ebûra wan nabe (1 Tîmotêyo 5:8).
Ziyana fîzîkî: Çaxê jin yan mêr texmîn dike, wekî ji bo hevalzewac sihet-qewat û emirê wî (wê) ketiye bin qeziyê (Galatî 5:19-21).
Çaxê hevalzewac rê wî (wê) digire, wekî heleqetiya wî (wê) tevî Yehowa qewî be: Çaxê hevalzewac nahêle, ew Yehowara xizmet ke (Karên Şandiya 5:29).
5. Cejin
Mesîhî wan cejina derbaz nakin, kîjan ku Yehowa xweş nayên. Lê her kes gerekê pê îsafa xweye ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî safî ke, ku cûre-cûre derecada, kîjan ku cejinava girêdayî ne, ça xwe bide kifşê. Dîna xwe bide hine dereca.
Gava kesek te bimbarek dike. Vê derecêda tu dikarî bêjî “Zef razî me”. Hergê meriv dixwaze hê zêde pêbihese, tu dikarî şirovekî, ku çima evê cejinê derbaz nakî.
Çaxê jin yan mêrê te Şedê Yehowa nîne, û dixwaze ku wedê wan cejina hûn tevayî herin mala merivên xwe ser sifrê. Hergê îsafa te dihêle ku tu herî, tu dikarî pêşda hevalzewacê xwera bêjî, ku hergê pismam tiştên cejinêva girêdayî bikin, tuyê tevî wan vê yekê nekî.
Çaxê mezinê xebata te, wedê cejinê, perê zêde dide te. Gelo tu gerekê wan pera înkar kî yan na? Eseyî nîne. Hergê tu wan pera hildî, gelo mezinê xebatê wê hesab ke, ku tu jî tevî vê cejinê dibî, yan ew pê van pera dixwaze razîbûna xwe seva şixulê te bide kifşê?
Çaxê kesek wedê cejina, tiştekî pêşkêşî te dike. Ewê ku pêşkêşê dide te, dikare usa bêje: “Ez zanim tu evê cejinê derbaz nakî, lê ez dixwazim wekî ev pêşkêş ji min tera bimîne”. Dibeke ev meriv yekî heyf e û ji dil evê pêşkêşê dide te. Yan jî dibeke ew dixwaze baweriya te bicêribîne, û usa bike, wekî tu jî tevî vê cejinê bî. Wan tişta hilde hesab û paşê xwexa safî ke, evê pêşkêşê qebûl kî yan na. Çi jî em safî kin, ferz ew e, ku îsafa me temiz be û em bikaribin Yehowara amin bimînin (Karên Şandiya 23:1).
Dîna xwe bidin dersa 44 abzasa 1
6. Nexweşiyên Giran
Em meriya hiz dikin, lema jî em gelek fesal in û her tiştî dikin ku kesekî nexweş neêxin, îlahî hergê em zanin ku me nexweşiya hal standiye û ew dikare derbazî meriya be. Em fesal in çimkî Kitêba Pîroz temiyê dide: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Romayî 13:8-10).
Lê gelo merivê nexweş ça dikare evê temiyê bîne sêrî? Yê nexweş gerekê nêzîkî meriva nebe, destê xwe neke destê wan, wana hemêz neke û paç neke. Ew gerekê nexeyîde hergê meriv wî teglîfî mala xwe nakin, çimkî ewana dixwazin malbeta xwe biparêzin. Ew pêşiya ku bê nixumandinê, gerekê derheqa nexweşiya xwe koordînatorê koma rûspiyara bêje, seva ku ewana tiştekî bikin, wekî ewên ku tevî wî têne nixumandinê, nexweş nekevin. Hergê Mesîhî dudilî ye, ku nexweşiya wîye usa heye, wekî dikare derbazî meriya be, ew gerekê pêşiya ku destpêke tevî kesekî bibe nas seva hev bistînin, analîza xûnê bide. Usa ew dide kifşê, ku bona meriva xem dike û guh dide vê temiyê: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4).
Dîna xwe bidin dersa 56 abzasa 2
7. Pirsên Xebat û Qanûnêva Girêdayî
Em dikarin xwe ji gelek problêma dûr bigirin, çaxê tevî kesekî peymanê girêdidin derheqa xebatê yan pera. Em gerekê evê peymanê bi qanûnî ser kaxaz binivîsin, hergê jî ev kes Mesîhî ye (Yêremiya 32:9-12). Lê dîsa jî diqewime Mesîhî tiştên biçûkda hev fem nekin. Vê derecêda ewana van pirsa rû bi rû, bi edilayî derbêra safî dikin.
Lê em çi dikarin bêjin, hergê buxdana davêjine me û mera mixenetiyê dikin? (Bixûne Metta 18:15-17.) Îsa sê şîreta dide me:
Orta hevda problêmê safî kin. (Binihêre rêza 15.)
Lê hergê problêm dîsa jî safî nabe, hingê ji yek yan ji du Mesîhiyên ruhanîda gihîştî alîkariyê bixwaze, wekî tevî we evê problêmê safî kin. (Binihêre rêza 16.)
Hergê problêm dîsa jî nayê safîkirinê, hingê alîkariyê ji rûspiya bixwaze. (Binihêre rêza 17.)
Çi jî hebe em gerekê xûşk-birên xwe nedine dîwanê, çimkî ev yek dikare xirab hukum be ser nihêrandina meriva hindava Yehowa û civatê (1 Korintî 6:1-8). Lê hene derece kîjanada lazim e şixul bidine dîwanê, mesele çaxê jin û mêr hev diqetin, yan dixwazin îzinê bistînin seva xweyîtiyê zara bikin, alîmêntên zara bistînin, ji kampaniya bêxofiyê heqê xwe bistînin, çaxê bîznês ziyanê distîne, yan jî çaxê peymanê çêdikin, ku hebûn bigihîje kê. Hergê Mesîhî, van pirsada bi edilayî şixul dide dîwanê, ev nayê hesabê wekî ew prînsîpa Kitêba Pîroz diteribîne.
Hergê tiştên usa biqewimin, mesele, bênamûsiya bi destê zorê, zorbetî hindava zara, qaçaxtî, dizî, yan kuştin, Mesîhî dikare derheqa wan qewimandina elamî polîsa bike. Van derecada jî Mesîhî prînsîpa Kitêba Pîroz nateribîne.
a Ji sala 455 B.D.M. heta sala 1 B.D.M., 454 sal in. Ji sala 1 B.D.M. heta sala 1 D.M., salek e (sala 0 tune bû). Lê ji sala 1 D.M. heta sala 29 D.M., 28 sal in. Ev sê wede, dêmek (454+1+28) bi temamî 483 sal dertên.