Tebax
Led, 1 Tebaxê
Yê ku ez şandime tevî min e û wî ez tenê nehiştime (Yûhn. 8:29).
Gava pey Îsa diketin, ew hingê jî dilrihet dima, çimkî zanibû ku ew dilê Bavê xwe şa dike. Ew gura Bavê xweda dima, gava jêra çetin bû. Ewî Bavê xwe hiz dikir, û xizmetiya Yehowara emirê wîda ciyê pêşin digirt. Pêşiya ku ew bihata ser erdê, ew hosteyê Xwedê bû (Metlk. 8:30). Û çaxê ew ser erdê bû, ewî bi xîret meriv derheqa Bavê xwe hîn dikirin (Met. 6:9; Yûhn. 5:17). Ewî şixulî Îsara şabûneke lape mezin dianî (Yûhn. 4:34-36). Em çev didine Îsa, gava gura Yehowada dimînin û “her gav şixulê Xudanda” pêşda diçin (1 Korn. 15:58). Çaxê em “bi xîret” mizgîniyê bela dikin, em ser problêmên xwe diha sivik dinihêrin (Kar. Şand. 18:5). Xizmetiyêda em rastî merivên usa tên, problêmên kîjana ji yên me zêdetir û xirabtir in. Lê çaxê ewana hîn dibin Yehowa hiz bikin û şîretên wî bînin sêrî, emirê wan diha baş dibe û ewana diha bextewar dibin. Her car çaxê em ewê yekê divînin, baweriya me hê qewî dibe ku Yehowa wê tu car me nehêle û alî me bike. w19.04 10-11 ¶8-9
Duşem, 2 Tebaxê
Yêd sêrbaziyêva . . . ku mijûl dibûn, geleka kitêbêd xwe top dikirine cîkî û li ber hemûya dişewitandin (Kar. Şand. 19:19).
Ewan meriva aliyê xweda her tişt kirin, wekî miqabilî ruhên xirab bisekinin. Kitêbên wane sêrbaziyê gelek biha bûn, lê yeke wana ew kitêb ne kesekîra dan ne jî firotin, lê bi temamî kuta kirin. Wanra ferz nîbû ku bahê wan kitêba çiqas e, lê ferz bû wekî dilê Yehowa şa kin. Lê ça em dikarin çev bidine wan Mesîhiyên qirna yekê? Wê aqilayî be her tiştên ku sêrbaziyêva girêdayî ne, kuta kin. Mesele, telîsme, çevşînk, û tiştên mayîn ku meriv xwe dikin yan jî xwey dikin, seva ruhên xirab ziyanê nedine wan (1 Korn. 10:21). Wedederbazkirinê fesal bijbêrin. Pirsê bidine xwe: Gelo wedederbazkirina min tiştekî sêrbaziyêva girêdayî ye, mesele vampîr, zombî yan jî tiştên nemerivayîva? Çaxê hûn safî kin ku kîjan wedederbazkirina bijbêrin, yên usa bijbêrin, ku hûn dûr bin ji wan tişta, ku ber çevê Yehowa reş in. Em dixwazin wekî her tiştî bikin, seva ber Xwedê îsafa me rihet be (Kar. Şand. 24:16). w19.04 22-23 ¶10-12
Sêşem, 3 Tebaxê
Gazî berpirsiyarêd civînê ke (Aqûb 5:14).
Çaxê rûspî pêdihesin, ku kesekî gunê giran kiriye, ewana gerekê derheqa gelek tişta kûr bifikirin. Nêta wane lape ferz ew e, wekî Yehowa hurmet be û navê wî bê rûmetkirinê (Qan. Kah. 22:31, 32; Met. 6:9). Ewana usa jî xem dikin bona ruhaniya xûşk-birên civatê, û dixwazin alî wan bikin, hindava kîjanada gunê giran hatiye kirinê. Hin jî, hergê kesek, yê ku para civatê ye, gunê giran kiriye, rûspî gerekê têderxin hela ew bi rastî poşman bûye û tobe dike yan na. Hergê erê, rûspî hemû tiştî dikin, seva alî wî bikin, wekî ew heleqetiya xwe tevî Yehowa dîsa vegerîne (Aqûb 5:14, 15). Mesîhiyê ku pey xwestina xirab ketiye û gunê giran kiriye, ruhanîda nexweş e. Ew tê hesabê, wekî ewî heleqetiya xwe tevî Yehowa xirab kiriye. Rûspî çawa hekîmên ruhanî ne, lema ewana aliyê xweda hemû tiştî dikin, seva “yê nexweş”, dêmek yê ku gunê giran kiriye, qenc kin. Şîretên rûspiya ser hîmê Kitêba Pîroz, wê alî wî bikin, wekî heleqetiya xwe tevî Xwedê vegerîne, lê tenê hergê ew bi rastî gunê xwe tobe dike (Kar. Şand. 3:19; 2 Korn. 2:5-10). w19.05 10 ¶10-11
Çarşem, 4 Tebaxê
Xwedê nav weda dixebite, ku hin xwestinê dide we, hin jî qewatê, wekî hûn bikin (Fîlî. 2:13, DT).
Yehowa dikare xwestinê bike dilê me, seva filan şixulî bikin. Mesele, em pêhesiyane, wekî civatêda kesekîra yan jî şixulekîda alîkarî lazim e. Dibeke em pirsê didine xwe: “Ez çida dikarim alîkariyê bidim?” Yan jî dibeke mera şixulekî giran dane, lê em dudilî ne, emê bikaribin ewî şixulî rind bikin yan na. Yan jî paşî xwendina rêzên ji Xebera Xwedê, dibeke em xwera difikirin: “Çawa ez dikarim pê wan rêza alî meriva bikim?” Femdarî ye, Yehowa wê tu car zorê me neke tiştekî bikin. Lê çaxê Yehowa divîne ku em xwe dicêribînin, ew dikare xwestinê û qewatê bide me, wekî em bikin vê yekê, derheqa çi ku fikirîn. Yehowa dikare usa jî qewatê bide me, ku qirara wî bînin sêrî (Îşa. 40:29). Ew ruhê xweyî pîroz dide me, seva em feresetên xwe hê baş kin (Derk. 35:30-35). Yehowa bi saya teşkîleta xwe me hîn dike, ku çawa filan şixulîda hê pêşda herin û hê rind bikin. Hergê hûn şixulekî nizanin ça bikin, alîkariyê bixwazin. Usa jî hûn her gav dikarin ji Bavê meyî ezmana ku merd e, hîvî kin seva “zorayiya qewatê ji Xwedê” bistînin (2 Korn. 4:7; Lûqa 11:13). w19.10 21 ¶3-4
Pêşem, 5 Tebaxê
Merivê bibine xwehiz (2 Tîmt. 3:2).
Îro ew dinya meriva hêlan dike, ku xwehiz bin. Ensîklopêdiyakêda tê gotinê, wekî salên 1970-1979-da, kitêbên usa belabûyî bûn, kîjanada şîret dihatine dayînê, wekî çawa emirê xweda pêşdaçûyî bin. Hine kitêba, “xwendevan hêlan dikirin, wekî nelazim e bêne guhastinê, û nefikirin wekî tiştekî xirab nav wanda heye”. Mesele, dîna xwe bidinê, kitêbekêda çi dihate gotinê: “Xwe hiz bike, çimkî tu nava dinyayêda kesê lapî bedew, hêja û mexsûs î”. Vê kitêbêda usa jî dihate gotinê, wekî meriv gerekê xwexa safî ke, ku ça rabe-rûnê û vê yekê bike çi ku ew hesab dike rast e û ça jêra dest dide. Nihêrandina wî cûreyî dibeke wera nas e. Şeytan Hêwa hema berbi wê yekê hêlan kir. Ewî gote wê, ku ew dikare “mîna Xwedê, qencî û xirabîyê” ji hev derxe (Destp. 3:5). Îro gelek merî usa babax in, wekî hesab dikin ku tu kes, hela hê Xwedê jî, nikare wanra bêje çi rast e û çi xirab e. Mesele, nihêrandina wî cûreyî îlahî tê kifşê vê yekêda, ku meriv ça dinihêrin ser zewacê. w19.05 23 ¶10-11
Înî, 6 Tebaxê
Deverûya çûyî, qudûmketî, her roj bi dilê kul digerim (Zeb.38:6).
Cara derdên Dawid Padşa pir giran bûn. Bifikirin ew rastî çi kul-derda hat. Ew dineliya, çimkî gelek şaşî berdabû (Zeb. 40:12). Kurê wî Abşalom miqabilî wî rabû, ji bo çi jî axiriyêda mir (2 Sam. 15:13, 14; 18:33). Û hevalekî wîyî lapî nêzîk jî, nemamiya wî kir (2 Sam. 16:23–17:2; Zeb. 55:12-14). Gelek zebûrên ku Dawid nivîsî, didine kifşê ku ew çiqas dilşkestî bû, lê yeke bi temamî îtbariya xwe Yehowa dianî (Zeb. 38:5-10; 94:17-19). Wede şûnda, zebûrbêjekî destpêkir hevsûdiyê merivên xirab bike. Diqewime ew ji zuretê Asafê Lêwî bû, û “pîrozgeha Xwedêda” xizmet dikir. Ew êmosiyalîda kete strêsê, çi ku bû menî ku ewî hêdî-hêdî şabûna xwe unda kir û emirê xwera şa nedibû. Ew hela hê jî îda dudilî dibû, ku xizmetî kerema tîne (Zeb. 73:2-5, 7, 12-14, 16, 17, 21). w19.06 17 ¶12-13
Şemî, 7 Tebaxê
Em haş ji hunurêd [Şeytan] hene (2 Korn. 2:11).
Şeytan xwestinên merivaye tebiyetî dide xebatê. Mesele, xwestina meye tebiyetî heye, ku pêşe yan tiştên teze hîn bin, seva ku ebûra xwe û neferên xwe bikin (1 Tîmt. 5:8). Gelek car em wan pêşa yan fereseta qazanc dikin, çaxê mektebêda rind hîn dibin. Lê em gerekê vê yekêda fesal bin. Gelek welatada, mektebada û ûnîvêrsîtêtada xêncî pêşe, usa jî fîlosofiyayê hîn dikin, dêmek bîlaniya merivayî. Mektebada şikê dikine dilê şagirta, ku Xwedê tune ye, û qedirê Kitêba Pîroz dêxin. Wanra dibêjin, wekî hemû merivên aqil bawer dikin, ku emir pê êvolûsiyayê pêşda hatiye (Rom. 1:21-23). Lê ew hînkirin bi temamî miqabilî “serwaxtiya Xwedê” ne (1 Korn. 1:19-21; 3:18-20). Xwera qirar kin, wekî tu car nekevine ber bayê fîlosofiya û “xapandina pûç” ya vê dinya Şeytan (Kols. 2:8). Tu car nehêlin, wekî Şeytan we bixalifîne (1 Korn. 3:18). Tu car îzinê nedine wî, wekî usa bike, ku hûn Yehowa bîr kin. Pê prînsîpên Yehowa bijîn. Tu car îzinê nedin Şeytan, wekî we bike vê telikê, ku hûn şîretên Yehowa pişt guhê xweva bavêjin. w19.06 5 ¶13; 7 ¶17
Led, 8 Tebaxê
Wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin (Met. 28:20).
Firqî tune hûn çi têmayê bijbêrin, bifikirin derheqa wan meriva, yên ku wê guh bidine we. Bidine ber çevê xwe, ku çaxê ewana pêbihesin ku bi rastî Kitêba Pîroz çi hîn dike, wê kareke çiqas mezin bistînin. Çaxê hûn tevî wan xeber didin, gelek ferz e ku guh bidine wan û qedirê nihêrandina wan bigirin. Usa hûnê wana hê rind fem bikin, û ewana wê bixwazin hê zêde guh bidine we. Wera dibeke wede lazim be, seva serlêdana bikin, heta meriv qayîl be Kitêba Pîroz hîn be. Lê çira? Çimkî meriv dibeke malda nînin çaxê em diçine mala wan. Usa jî dibeke lazim be çend cara serlêdana bikin, seva ku xweyê malê tevî me xwe hêsa texmîn ke û hînbûna Kitêba Pîroz qebûl ke. Bîr nekin, şînkayî hingê mezin dibe, çaxê her gav avdidin. Mîna vê yekê, hizkirina meriva jî hindava Yehowa û Îsa Mesîh hingê mezin dibe, çaxê her gav derheqa Xebera Xwedê tevî wan şêwir dikin. w19.07 14 ¶1; 15-16 ¶7-8
Duşem, 9 Tebaxê
Xwezî li we, gava hûn bona Kurê Însan ber çevê meriya reş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin (Lûqa 6:22).
Îsa çi dixwast bigota? Ewî ne got, wekî Mesîhî wê şa bin ku ber çevê meriva reş bin. Lê ewî pêşda got, ku çi dikare bê serê me. Em ne para vê dinyayê ne. Em dijîn li gora hînkirinên Îsa û wê mizgîniyê bela dikin, kîjan ku ewî bela dikir. Lema jî em ber çevê vê dinyayê reş in (Yûhn. 15:18-21). Em dixwazin dilê Yehowa şa kin. Hergê meriv me nefret dikin ji bo vê yekê, ku em Bavê xwe hiz dikin, ev problêma wan e. Çaxê meriv qedirê me digirin, me xweş tê, lê çaxê me hiz nakin, ew nayê hesabê, wekî em merivne hêsîr in û nehêja ne. Em nizanin emê kengê rastî zêrandinê bên, yan jî kengê şixulê me wê bê qedexekirinê. Lê em zanin, ku em dikarin îda niha heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin, mêrxas bin, û hîn bin sebir kin çaxê me nefret kin. Ew hazirbûn wê alî me bike axiriyêda berdewam kin Yehowara xizmet kin. w19.07 6 ¶17-18; 7 ¶21
Sêşem, 10 Tebaxê
Ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye (Îbrn. 11:6).
Çaxê em hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin tevî merivên nebawer, em gerekê timê baweriya wan mezin kin vê yekêda ku Xwedê heye. Û em gerekê alî wan bikin, wekî ewana baweriya xwe Kitêba Pîroz bînin. Dibeke bona vê yekê em çend cara merivara tiştekî biwekilînin. Wedê her hînbûnê, em dikarin tevî wan îzbatkirinekê şêwir kin, ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye û nîşan kin ku çawa ew pêxembertî hatine sêrî, usa jî ça Kitêba Pîroz aliyê zandariyêda û terîxiyêda rast e, û ça şîretên ji wê, jîyîna herrojîda kêrî me tên. Çaxê em hindava meriva hizkirinê didine kifşê, bi vê yekê em alî wan dikin, wekî bibine şagirtên Mesîh, firqî tune ewana bawermend in yan na (1 Korn. 13:1). Wedê hînkirinê nêta me ew e, ku bidine kifşê, wekî Xwedê me hiz dike û dixwaze em jî wî hiz bikin. Her sal, bi hezara merivên ku berê tu rêlîgiyada nîbûn, têne nixumandinê, çimkî wana Xwedê hiz kir. Lema jî pozîtîv bin, bikevine heyra hemû cûre meriva û wana hiz bikin. Guh bidine wana, û hal û nihêrandina wan fem bikin. Pê mesela xwe wana hîn kin, ku bibine şagirtên Mesîh. w19.07 24 ¶16-17
Çarşem, 11 Tebaxê
Qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên (Îbrn. 13:16).
Qîzên Şallûm nava wan merivada bûn, yên ku Yehowa ew dane xebatê, seva dîwarên Orşelîmê teze kin (Nehem. 2:20; 3:12). Rast e bavê wan serwêr bû, yeke qîzên Şallûm hazir bûn ew şixulê giran û xof bikin (Nehem. 4:15-18). Îro jî, xûşkên xîret şabûnê distînin çaxê xizmetiya mexsûsda şixul dikin, ew heye avakirin û tezekirina wan avaya, kîjan ku tesmîlî Yehowa kirine. Seva ew şixul pêşda here, mera xûşkên usa xîret, zên û amin lazim in. Yehowa Tabîta hêlan kir, wekî “qencî û xêrkirinada” merd be, îlahî hindava jinebiyada (Kar. Şand. 9:36). Ew meriveke gelek destvekirî û heyf bû, lema çaxê ew mir, geleka şîna vê dikirin. Lê gava Petrûs ew ji mirinê rakir, şabûna nigê wan erd nedigirt (Kar. Şand. 9:39-41). Em ji Tabîtayê çi hîn dibin? Firqî tune em cahil yan mezin in, mêr yan jin in, em gişk jî dikarin tiştekîda alîkariyê bidine xûşk-bira. w19.10 23 ¶11-12
Pêşem, 12 Tebaxê
Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin. Hingê hûnê Roja hatina Mesîhda şîrhelal û bêleke bin (Fîlî. 1:10).
Em ça dikarin kesekî bilikumînin? Bidine ber çevê xwe vê derecê. Merivekî ku berê gelek îçke vedixwar, lê paşê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, axiriyêda ancax terika îçkê da. Ew fem dike, wekî gerekê îda tu car îçkê venexwe. Ewî emirê xweda gelek guhastin kir û hate nixumandinê. Wede derbaz dibe, birakî ku xûşk-bira teglîfî mala xwe dike, seva tevayî wede derbaz kin, wan giliya jêra dibêje: “Hergê xwegirtina te heye, tu dikarî îçkê hinekî vexwî”. Bidine ber çevê xwe, axirî wê çiqas xirab be, hergê ew birê teze guh bide şîreta wîye nerast û dîsa pey îçkê keve! Civatên me alî me dikin, wekî şîretên ji rêza îroyîn bidine xebatê. Wêderê em hîn dibin ku bona Yehowa çi ye lape ferz û ça wan tişta kîjan ku em pêdihesin, bidine xebatê seva şîrhelal bin, dêmek bêkêmasî bin. Civat usa jî me hêlan dikin, wekî em hizkirina xwe hindava Xwedê û xûşk-birên me, hê mezin kin. Hergê em qayîm Xwedê û xûşk-bira hiz dikin, emê tu car nehêlin, wekî kesek seva me bilikume. w19.08 10 ¶9; 11 ¶13-14
Înî, 13 Tebaxê
Ez ji şandiya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand (1 Korn. 15:9).
Hene merivên ku xweda bawer in, yan jî ser xwe ne, lê ew nayê hesabê, ku ewana qure ne (Yûhn. 1:46, 47). Lema jî, firqî tune em merivne şermoke ne yan ser xwe ne, em gişk jî gerekê ser xwe bixebitin, wekî dilê xweda milûk bin. Dîna xwe bidine mesela Pawlos. Yehowa bi saya Pawlos gelek şeherada civatên teze saz kir. Hela hê jî diqewime Pawlos xizmetiyêda ji şandiyên Îsa zêdetir kiribû. Lê yeke ew nedifikirî, wekî ew ji bira çêtir e û ewî xwe ser wanra nedigirt. Ewî got wekî heleqetiya wî tevî Yehowa baş e, ne ji bo hunurên wîyî baş yan jî şixulên wî, lê bi saya qenciya Xwedêye mezin (1 Korn. 15:10). Pawlos bi nema xweye Korintiyara, milûktiyêda mesela baş hîşt. Rast e hinekên wê civatêda xwe ser wîra digirtin, lê yeke ewî payê xwe nedida (2 Korn. 10:10). w19.09 3 ¶5-6
Şemî, 14 Tebaxê
Hê çiqas zêde gerekê em gura Bavê . . . xweda bin (Îbrn. 12:9).
Menîk ku çira mera nehêsa ye gura Yehowa bikin, ew e ku em gunekar in. Lema cara em naxwazin gura wî bikin. Paşî vê yekê ku Adem û Hêwa miqabilî Xwedê rabûn û berê darê xwarin, wana îda xwexa safî dikir çi qenc e û çi xirab e (Destp. 3:22). Îro jî heçî zef meriv naxwazin gura Yehowa bikin, û xwexa xwera safî dikin çi rast e û çi xirab e. Hela hê wanra jî, yên ku Yehowa nas dikin û hiz dikin, dikare cara çetin be bi temamî gura wî bikin. Pawlosê şandî jî ew yek ser xwe texmîn dikir (Rom. 7:21-23). Mîna Pawlos em dixwazin ber çevê Yehowa tiştên rast bikin. Lê em gerekê her gav miqabilî xwestinên xweye nerast şer bikin, wekî tiştên nerast nekin. Meniya din ku çira mera dikare çetin be gura Yehowada bin, ew e, ku ser me hukum dibin edet û kûltûra wî cîyî, kîderê em mezin bûne. Gelek nihêrandinên meriva miqabilî nihêrandina Yehowa ne, û mera lazim e timê ser xwe bixebitin, seva nekevine ber bayê wan nihêrandina. w19.09 15 ¶4-6
Led, 15 Tebaxê
Here çî te heye bifiroşe, belayî feqîra ke, . . . Û pey min were (Marq. 10:21).
Em gişk gerekê fem bikin ku qewata me bi sînor e. Lema jî em gerekê miqatî xwe bin û serwaxt bin, hela em wede û qewata xwe ser çi xerc dikin. Mesele, em dikarin qewata xwe xerc kin ser topkirina hebûkê. Dîna xwe bidinê, Îsa çi gote mêrekî dewletî, yê ku ji wî pirsî: “Ez çi bikim, wekî jiyîna heta-hetayê war bim?” Ça tê kifşê ew merivekî heyf bû, çimkî kitêba Marqosda tê gotinê ku Îsa “ew hiz kir”. Îsa ew serwêrê cahil teglîf kir bi wan giliyên jorê. Ewî mêrikî dixwest pey Îsa biçûya, lê “gelek hebûka” wî hebû û ça tê kifşê ewî hebûka xwe nikaribû ji destê xwe berda (Marq. 10:17-22). Ewî qebûl nekir ku nîrê Îsa hilde û berdewam kir “Hebûkêra” xulamtiyê bike (Met. 6:24). Lê weyê çi bijbarta? Car-cara lazim e em xwe bicêribînin hela emirê meda çi ciyê pêşin digire. Lê çira? Çimkî usa emê bizanibin hela em qewata xwe bi bîlanî xerc dikin yan na. w19.09 24 ¶17-18
Duşem, 16 Tebaxê
Gerekê pêşiyê Mizgînî hemû miletara bê dayînê (Marq. 13:10).
Belakirina mizgîniyê wê xilaz nebe heta ku Yehowa nevêje xilaz. Lê çiqas wede maye, wekî meriv derheqa Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh pêbihesin? (Yûhn. 17:3) Em vê yekê nizanin. Lê em zanin, wekî heta ku tengasiya mezin destpêbe, her merivê dilsax dikare mizgîniyê qebûl ke û safî ke Yehowara xizmet ke (Kar. Şand. 13:48). Heta ku dereng nîne, em ça dikarin alî wan meriva bikin? Yehowa bi saya teşkîleta xwe hemû tiştî dide me, çi ku mera lazim e seva meriva rastiyê hîn kin. Mesele, her heftî em ser bernama civînê hîn dibin, ku ça meriva hîn kin. Ew civîn alî me dike, ku ça xeberdanê destpêkin û ça serlêdana dubare bikin. Û hergê merivekî guh da we çaxê we jêra şedetî da, û we belavok yan jûrnalek da wî, ewê bikaribe hê zêde tişt bixûne, heta ku tevî wî têklî bin. Em her kes borcdar in her meh çiqas dikarin şixulê belakirina mizgîniyêda kar bikin. w19.10 9 ¶7; 10 ¶9-10
Sêşem, 17 Tebaxê
Qencî û alîhevkirinê bîr nekin, çimkî qurbanêd usa li Xwedê xweş tên (Îbrn. 13:16).
Yehowa soz da Şimhûnê kalemêr ji Orşelîmê, yê ku amin bû, wekî heta ew Mesîh pê çevê xwe nevîne, wê nemire. Ew soz wê gelek Şimhûn bişidanda, çimkî ew îda gelek sala hîviya Mesîh bû. Bawerî û sebira wî hate keremkirinê. Rojekê, “ew bi rêberiya ruh” hate paristgehê. Wêderê ewî Îsayê biçûk dît, û Yehowa Şimhûn da xebatê seva derheqa vê zarê pêxembertiyê bike, yê ku wê bibe Mesîh (Lûqa 2:25-35). Rast e dibeke Şimhûn pêra negihîşt ku xizmetiya Îsaye ser erdê bivîne, lê ew gelek razî bû seva wî qedirê mezin, ku Yehowa wî da xebatê. Lê dîsa hê zêde kerem hîviya Şimhûn in! Dinya tezeda, ew mêrê amin wê serwêrtiya Îsa bivîne, kîjan ku wê hemûyên ser erdêra kerema bîne (Destp. 22:18). Em jî dikarin bona her cûre şixul ji Yehowa razî bin, wekî ew me dide xebatê. w19.10 22 ¶7; 23 ¶12
Çarşem, 18 Tebaxê
Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be (Metlk. 4:23).
Firqî tune perê me gelek e yan jî hindik e, yeke em gişk gerekê dilê xwe xwey kin. Çi cûreyî? Em gerekê nehêlin dilê meda hizkirin hindava perada pêşda bê. Û nehêlin wekî xebata me ji xizmetiya Yehowara ferztir be. Lê ça hûn dikarin têderxin, wekî hûn ketine telikeke usa? Hine pirsa bidine xwe: “Çaxê ez civatêda me yan jî xizmet dikim, ez timê derheqa xebata xwe difikirim? Dibe ez timê ditirsim, ku axiriyêda aliyê perada çetinayî bal min pêşda bên? Min û zewaca minra pere û hebûk problêma pêşda tînin? Ez hazir im xebateke usa bikim, ku ber çevê meriva nimiz e, hergê ew xebat wê alî min bike hê zêde Yehowara xizmet kim?” (1 Tîmt. 6:9-12) Çaxê em derheqa wan pirsa difikirin, were em bîr nekin, ku Yehowa me hiz dike û sozekî usa dide wan, yên ku wî hiz dikin: “Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim”. Lema jî Pawlosê şandî nivîsî: “Perehizî bira nava jîyîna weda cî negire” (Îbrn. 13:5, 6). w19.10 29 ¶10
Pêşem, 19 Tebaxê
Çawa hesin bi hesin tê tûjkirinê, usa jî meriv hesinê hevalê xwe ye (Metlk. 27:17).
Çaxê em jî tevî xûşk-bira xizmet dikin û xeyset-hunurên wanî baş divînin, em ji wana gelek tişta hîn dibin û diha nêzîkî wan dibin. Mesele, hûn çi texmîn dikin çaxê tevî hevalê xwe dertên xizmetiyê û divînin ça ew bi mêrxasî baweriya xwe diparêze, yan jî çaxê bêdudilîbûn derheqa Yehowa û qirara wî bi dil û can xeber dide? Hemikî hizkirina we hindava wî hevalî, hê zêde dibe. Adêlîn ku 23 salî ye, gote hevaleke xwe, Kandîs, wekî tevî wê xizmet ke vê mihalêda, kîderê mizgînvan hindik in. Ew gilî dike: “Me dixwest hê bi xîret xizmet kin û hê zêde ji xizmetiyê şabûnê bistînin. Me herdura jî lazim bû dildayîn, wekî ya lape baş bidine Yehowa”. Lê wana çi kar stand ku tevayî xizmet dikirin? Adêlîn dibêje: “Xilaziya her rojê, me xeber dida ku wedê xizmetiyê me çi texmîn dikir, çi dilê me girt çaxê me tevî meriva xeber dida, û ça me rêberiya Yehowa didît. Me xweş dihat tevayî xeber din û usa me hê rind hev nas kir”. w19.11 5 ¶10-11
Înî, 20 Tebaxê
Baweriyê mîna mertalê bigirine xwe (Efes. 6:16).
Wedê berê, esker hergê bêy mertala xwe vegeriya mal, wê şermî bûya. Terîxzanê Romayî Tatsît nivîsî: “Hergê esker mertala xwe bihîşta, ew bêhurmetiya mezin bû”. Ew tenê menîk e, ku çira esker gerekê mertalên xwe qayîm bigirtana û xwey kirana. Em mertala xweye baweriyê qayîm digirin, çaxê her gav têne ser civata û derheqa navê Yehowa û Padşatiya wî merivara gilî dikin (Îbrn. 10:23-25). Xêncî vê yekê, em Xebera Xwedê her roj dixûnin, û dua dikin seva hemû şîretên têda, bînin sêrî (2 Tîmt. 3:16, 17). Hergê em usa bikin, tu çekê Şeytan, ku miqabilî me dide xebatê, wê ziyaneke usa nedine me, ku Xwedê nikaribe me xilaz ke (Îşa. 54:17). Mertala meye baweriyê wê me xwey ke. Emê qewî bin, û bi mêrxasî tevî xûşk-bira şixulê Xwedê bikin. Û emê hê zêde bikin, ne ku tenê her roj şerda serkevin, lê qedirekî meyî usa heye, ku aliyê Îsa bin çaxê ew şerê miqabilî Şeytan û piştgirên wî, alt ke (Eyan. 17:14; 20:10). w19.11 19 ¶18-19
Şemî, 21 Tebaxê
Çawa yêd bêmerem, yan jî bi kulma herime bê (1 Korn. 9:26).
Hergê hûn derheqa safîkirina xwe başqe xwera binivîsin ku ça bînin sêrî, hûnê bikaribin heta xilaziyê bînin sêrî (1 Korn. 14:40). Mesele, bona koma rûspiya rêberî heye, wekî rûspîkî kifş kin seva her safîkirina koma rûspiya binivîse, û usa jî ku kê gerekê ewî tiştî bike û kengê gerekê ew şixul xilaz be. Wan rûspiyara yên ku pey vê rêberiyê diçin, diha hêsa ye safîkirina xwe bînin sêrî. Hûn jî şixulê xwe dikarin usa bikin. Mesele, her roj binivîsin ku hûn çi gerekê bikin, û pêşiyê çi bikin. Ew yek wê alî we bike ne ku tenê şixulên xwe bînin sêrî, lê usa jî wedekî kinda hê zêde tişt bikin. Xîret bin, wekî nêtên xwe bînin sêrî. Mera qewat û wede lazim e, seva xwe li nêtên xwe bigirin, wekî heta xilaziyê bînin sêrî (Rom. 12:11). Pawlos gote Tîmotêyo, wekî xwe bide şixulê xwe û nava wan tiştada bimîne, seva bibe dersdarê baş. Ewê şîretê em gerekê hildin hesab, çaxê nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe (1 Tîmt. 4:13, 16). w19.11 29-30 ¶15-16
Led, 22 Tebaxê
Xudan rû bi rû tevî Mûsa xeber dida, çawa ku merivek tevî hevalê xwe xeber dide (Derk. 33:11).
Çaxê Mûsara hate gotinê, wekî cimeta Îsraêl ji dîltiya Misirê derxe, ew xweda dudilî dibû û çend cara gote Yehowa, wekî wê nikaribe ewî şixulî bîne sêrî. Lê Xwedê hindava wîda dilşewatî da kifşê û alî wî kir (Derk. 4:10-16). Ewê yekê mêrxasî da Mûsa, wekî dîwana mezin Firewinra elam ke. Paşê Mûsa dît ku Yehowa ça pê qewata xwe Îsraêliya xilaz kir, lê Firewin û ordiyên wî Bera Sorda qir kir (Derk. 14:26-31; Zeb. 136:15). Çaxê Mûsa Îsraêliya ji Misirê derxist, wana gelek car dikirine kote-kot. Hingê Mûsa sebira Yehowaye mezin dît hindava cimetê, kîjan ku Ewî ji dîltiyê derxist (Zeb. 78:40-43). Mûsa usa jî milûktiya Yehowa dît, çaxê Ewî paşî giliyên Mûsa fikirên xwe guhast (Derk. 32:9-14). Paşî derketina ji Misirê, heleqetiya Mûsa tevî Yehowa usa nêzîk bû, ku ça bêjî ewî Bavê xweyî ezmana didît (Îbrn. 11:27). w19.12 17 ¶7-9
Duşem, 23 Tebaxê
Ewê berî we here Celîlê. Li wir hûnê wî bibînin (Met. 28:7).
Heçî zef şagirtên Îsa ji Celîlê bûn. Lema aqilayî bû, wekî Îsa şagirtên xwe ne ku maleke Orşelîmêda top kir, lê ser çiyayê li Celîlê. Xêncî wê yekê, Îsa paşî saxkirinê îda tevî 11 şandiyên xwe başqe Orşelîmêda malekêda top bûn. Hergê Îsa bixwesta tenê şandiyên xwera temî bida, ku mizgîniyê bela kin û meriva bikine şagirt, ewî wê hingê Orşelîmêda bigota wan, dewsa ku wanra, wan jinara û şagirtên mayînra elam kira, wekî Celîlêda rastî wî bên (Lûqa 24:33, 36). Îsa ne tenê şagirtên xweyî qirna yekêra ew temî da, lê me hemûşkara. Em ji ku evê yekê zanin? Çaxê Îsa rêberî dida şagirtên xwe, xilaziyêda ewî got: “Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Met. 28:19, 20) Îro şixulê hazirkirina şagirta gelek pêşda diçe. Bifikirin, her sal 300 000 meriv ça Şedên Yehowa têne nixumandinê û dibine şagirtên Mesîh! w20.01 2 ¶1; 3 ¶5-6
Sêşem, 24 Tebaxê
Yê belengazîya meda me bîr tîne (Zeb. 136:23).
Tu cahil î bi nexweşiya ku hêdî-hêdî qidûm dixe. Yan emirda mezin dibî û nikarî xebatê bivînî. Kal-pîr dibî û sihet-qewata te hêdî-hêdî sist dibe û ça berê îda nikarî haqas Yehowara xizmet kî. Hergê tu rastî derecên usa hatî, dibeke tu bifikirî ku îda bêkêr î û kesekîra nelazim î. Ew derece dikarin şabûnê ji te bistînin, tu îda qîmetê xwe unda kî, û heleqetiya te orta meriva xirab be. Nihêrandina vê dinyayê ser emirê meriva, mîna ya Şeytan e. Şeytan timê hindava merivada usa ne, ku tê bêjî qîmeta wan qe tune û ewana bêkêr in. Ewî ji bêremtiya xwe gote Hêwayê ku ew dikare bêy Xwedê aza bijî, lê ewî rind zanibû, wekî ew neguhdarîkirin wê wana berbi mirinê bive. Sîstêma wê dinê timê jî destê Şeytanda bûn, lema jî em ecêbmayî namînin, wekî xema wan serwêrên dinyayê nîne ku meriv çi texmîn dikin. Lê Yehowa dixwaze em xwe qîmet kin, û ew alî me dike çaxê em ji bo hine dereca xwe bêkêr texmîn dikin (Rom. 12:3). w20.01 14 ¶1-4
Çarşem, 25 Tebaxê
Bi navê Xudan pêxembertiyê neke ku, tu bi destê me nemire! (Yêrem. 11:21).
Yêremya 40 sala yan hê zêde, nava cimeta neaminda dijît, usa jî şeherê wî Anatotêda cînarên wî û diqewime merivên wîyî nêzîk jî neamin bûn (Yêrem. 12:6). Lê yeke ewî xwe ji meriva başqe nedikir. Mesele, ewî dilê xwe alîkarçiyê xwe Barûkra vedikir, lê em jî zanin ewî çi texmîn dikir, çimkî ewî nivîsiye ku çi dilê wîda hebû (Yêrem. 8:21; 9:1; 20:14-18; 45:1). Bidine ber çevê xwe, ça Barûk derheqa emirê Yêremya dinivîsî, û wana ça hê zêde hev hiz kirin û qedirê hevdu digirtin (Yêrem. 20:1, 2; 26:7-11). Gelek sala, Yêremya bi mêrxasî Îsraêliyara elam dikir, wekî wê çi bê serê Orşelîmê (Yêrem. 25:3). Yehowa dîsa dixwest cimet hêlan kira, wekî gunê xwe bîne rûyê xwe, lema jî gote Yêremya, seva ew derheqa dîwana Wî ser kitêba gulometkkirî binivîse (Yêrem. 36:1-4). Çaxê Yêremya û Barûk tevayî ew şixulê Xwedê dikirin, kîjan ku diqewime çend meha kişand, xeberdana wane tevî hev bêşik baweriya wan gelek qewî kir. w19.11 2-3 ¶3-4
Pêşem, 26 Tebaxê
Kî ku xwe bilind ke, ewê nimiz be, lê kî ku xwe nimiz ke, ewê bilind be (Met. 23:12).
Em gerekê hindava xûşk-birên bijartîda ça bin? Wê nerast be wekî em kesekî gelek bilind kin, hergê jî ew bijartî ye (Met. 23:8-11). Kitêba Pîroz derheqa rûspiya me hêlan dike, wekî “çev bidine baweriya wan”, lê ew nabêjê, wekî meriv bikin rêberê xwe (Îbrn. 13:7). Kitêba Pîroz dibêje, wekî hinek “dubare hêjayî qedir” in, çimkî ewana “serwêriyê rind dikin” û “xeberdan û hînkirinêda dixebitin”, lê ne ji bo vê yekê ku ewana bijartî ne (1 Tîmt. 5:17). Hergê em yên bijartî gelek hurmet kin û bilind kin, em dikarin wana eciz kin. Yan hê xirab ew e, ku em dikarin bibine menî, ku ewana qure bin (Rom. 12:3). Tu kes ji me naxwaze, wekî tiştekî usa bike, çi ku wê wanra bibe menî evê şaşiya mezin bikin (Lûqa 17:2). w20.01 29 ¶8
Înî, 27 Tebaxê
Pêştirî tiştêd mayîn, xemêd hemû civînaye (2 Korn. 11:28).
Xemên Pawlos rastî jî gelek bûn. Mesele, ew bona problêmên xûşk-bira, berxwe diket (2 Korn. 2:4). Dijmina ew dikutan û dikirine kelê. Ew nava çetinayên mayînda jî xemgîn dibû, mesele çaxê “tunebûnêda” bû (Fîlî. 4:12). Xêncî vê yekê, bidine ber çevê xwe ewî çiqas xof kişand, çaxê lape kêm sê cara ji hûrdexweşîbûna gemiyê ancax xilaz bû (2 Korn. 11:23-27). Lê çi alî Pawlos dikir, ku nava wan tengasiyada kêm xemgîn be? Ewî gelek berxwe diket çaxê xûşk-birên wî tengasiyada bûn, lê ew yekî milûk bû û fem dikir, wekî xwexa wê nikaribe hemû problêmên wan safî ke. Lema jî ewî ji çend bira alîkarî xwest, wekî komekê bidine civatê, ewî birên bi îtbar Tîmotêyo û Tîto bona wî şixulî kifş kir. Ew komekdariya wan, bêşik xemên Pawlos kêm kirin (Fîlî. 2:19, 20; Tîto 1:1, 4, 5). w20.02 23 ¶11-12
Şemî, 28 Tebaxê
Zarno . . . gura dê û bavê xweda bin (Efes. 6:1).
Yehowa dixwaze, wekî em gura wîda bin. Ew hêja ye, wekî em gura wî bikin, çimkî ew Efirandarê me ye, dêmek Jîyîndarê me, û ew ji hemû dê-bava bîlantir e. Lê meniya sereke, ku çira em gura Yehowa dikin ew e, ku em wî hiz dikin (1 Yûhn. 5:3). Rast e gelek meniyên me hene, ku gura Yehowa bikin, lê ew tu car zorê me nake. Yehowa mera azaya bijartinê daye, lema jî ew şa dibe çaxê em ji hizkirinê xwexa safî dikin gura wî bikin. Dê-bav dixwazin, wekî zarên wan xweykirî bin, lema jî ewana rabûn-rûniştinêda wanra sînora datînin. Çaxê zar wan tiştada gura dê-bavê xwe dikin, ewana didin kifşê, wekî îtbariya xwe dê-bavê xwe tînin û qedirê wan digirin. Bidine hesabê xwe çiqas ferz e, ku em prînsîp û qanûnên Bavê xweyî ezmana bizanibin û anegorî wan bijîn. Çaxê em usa dikin, em Yehowara nîşan dikin, ku wî hiz dikin û qedirê wî digirin, û hin jî em karê distînin (Îşa. 48:17, 18). Lê ewên ku pişta xwe didine Yehowa û prînsîpên wî pişt guhê xweva davêjin, axiriyêda ziyanê didine xwe (Galt. 6:7, 8). w20.02 9-10 ¶8-9
Led, 29 Tebaxê
Ez xulam, sûcdar ez im, bi tenê ez sûcdar im. Destûrê bide ku xulama te ji tera bibêje. Li gotinên wê guhdarî bike (1 Sam. 25:24).
Em jî gerekê mîna Abîgaîlê mêrxas bin, wekî xwe ker nekin çaxê divînin ku kesek dikare şaşiya mezin bike (Zeb. 141:5). Em gerekê tevî wana bi qedir xeber din, lê bêtirs. Çaxê em bi hizkirin kesekîra şîretê didin, em îzbat dikin ku hevalê rast in (Metlk. 27:17). Îlahî mêrxasiya rûspiya gerekê hebe seva xeber din tevî wan xûşk-birên civatê, yên ku gaveke nerast davêjin (Galt. 6:1). Rûspî fem dikin wekî ewana xwexa jî gunekar in û cara wanra jî şîret lazim e. Lê ji bo vê yekê ewana xwe paş naxin, seva xûşk-bira şîret kin û rast kin (2 Tîmt. 4:2; Tîto 1:9). Besa xeberê, çaxê rûspî birakî şîret dikin, ewana pêşkêşa xeberdanê bi serwaxtî didine xebatê û bi sebir wî hîn dikin. Ewana birê xwe hiz dikin û hizkirina wan hindava wîda wana hêlan dike, ku alî wî bikin (Metlk. 13:24). Lê nêta wane sereke ew e, wekî hurmetê bidine Yehowa, dêmek prînsîpên wî hildin hesab û civatê ji ziyanê xwey kin (Kar. Şand. 20:28). w20.03 20 ¶8-9
Duşem, 30 Tebaxê
Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min (Fîlî. 4:13).
Yehowa Mûsa kire xilazkarê Îsraêliya. Lê kengê Yehowa wî da xebatê, çaxê Mûsa “temamiya serwaxtiya misiriya hîn bû”, hingê? (ʹKar. Şand. 7:22-25) Na, Yehowa Mûsa da xebatê tenê hingê, çaxê alî wî kir, ku bibe merivekî şkestî, nerm û bi sebir (Kar. Şand. 7:30, 34-36). Yehowa mêrxasî da Mûsa seva ber serwêrê Misirêyî qewî bisekine (Derk. 9:13-19). Ji vê yekê em divînin, ku Yehowa wan meriva dide xebatê, yên ku çev didine xeyset-hunurên wî û îtbariya xwe wî tînin ku qewatê ji wî dixwazin. Nava terîxiyêda, Yehowa xizmetkarên xwe cûre-cûre rolada dide xebatê. Lê gelo ew wê te ça bide xebatê? Diha zef teva girêdayî ye, ku tu çiqas xîret î û çiqas ser xwe dixebitî (Kols. 1:29). Hergê tu bihêlî, Yehowa dikare te bike mizgînvanê xîret, dersdarê baş, merivê berdiliyê, xebatêda hoste, hevalê baş, û her kesê ku jêra lazim e seva qirara xwe bîne sêrî. w19.10 21 ¶5; 25 ¶14
Sêşem, 31 Tebaxê
Min hûn dost hesab kirin (Yûhn. 15:15).
Hevalên baş wê alî me bikin Yehowara amin bimînin. Hergê em dixwazin ku hevalên meyî baş hebin, em xwexa gerekê hevalên baş bin (Met. 7:12). Mesele, Kitêba Pîroz mera dibêje, ku wede bivînin wekî îlahî alî wan bikin, yên ku sist in û çetinayada nin (Efes. 4:28). Gava em alîkariyê didine meriva, em diha bextewar dibin (Kar. Şand. 20:35). Çaxê em rastî çetinaya bên, hevalên me wê kêleka me bin û alî me bikin ku dilrihetiyê unda nekin. Ewana wê mîna Elîhûyê, ku guh dida Îbo çaxê ewî kula xwe jêra gilî dikir, bi sebir guh bidine me, gava em dilê xwe wanra vekin (Îb. 32:4). Lê em gerekê hîviyê nîbin, wekî hevalên me dewsa me safîkirina bikin. Wê bîlanî be em guh bidine şîretên wan, ku ser hîmê Kitêba Pîroz in (Metlk. 15:22). Çawa ku Dawid Padşa bi milûktî ji hevalên xwe alîkarî qebûl dikir, em jî wedê tengasiya gerekê qure nîbin û alîkariya hevalên xwe qebûl kin (2 Sam. 17:27-29). Bi rastî hevalên baş pêşkêş in ji Yehowa (Aqûb 1:17). w19.04 11 ¶12; 12 ¶14-15