KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es21
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
  • Binserî
  • Înî, 1 Cotmehê
  • Şemî, 2 Cotmehê
  • Led, 3 Cotmehê
  • Duşem, 4 Cotmehê
  • Sêşem, 5 Cotmehê
  • Çarşem, 6 Cotmehê
  • Pêşem, 7 Cotmehê
  • Înî, 8 Cotmehê
  • Şemî, 9 Cotmehê
  • Led, 10 Cotmehê
  • Duşem, 11 Cotmehê
  • Sêşem, 12 Cotmehê
  • Çarşem, 13 Cotmehê
  • Pêşem, 14 Cotmehê
  • Înî, 15 Cotmehê
  • Şemî, 16 Cotmehê
  • Led, 17 Cotmehê
  • Duşem, 18 Cotmehê
  • Sêşem, 19 Cotmehê
  • Çarşem, 20 Cotmehê
  • Pêşem, 21 Cotmehê
  • Înî, 22 Cotmehê
  • Şemî, 23 Cotmehê
  • Led, 24 Cotmehê
  • Duşem, 25 Cotmehê
  • Sêşem, 26 Cotmehê
  • Çarşem, 27 Cotmehê
  • Pêşem, 28 Cotmehê
  • Înî, 29 Cotmehê
  • Şemî, 30 Cotmehê
  • Led, 31 Cotmehê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
es21

Cotmeh

Înî, 1 Cotmehê

Çevên Yehowa ser temamiya dinyayê ne, seva ku qewata xwe bona kara wan nîşan ke, dilê kîjana bi temamî tevî wî ye (2 Dîr. 16:9, DT).

Em îro eşkere divînin ku Yehowa ça cimeta xwe xwey dike. Bifikirin derheqa vê yekê: Em nav temamiya dinyayêda mizgîniyê bela dikin û meriva rastiyê hîn dikin (Met. 28:19, 20). Bi saya vê yekê, em kirên Şeytane xirab eşkere dikin. Hergê destê Şeytan bihata, ewî ew şixulê me wê bida sekinandinê, lê ew nikare vê yekê bike. Lema em gerekê tu car ji ruhên xirab netirsin. Hergê em Yehowara amin in, cin wê nikaribin tu ziyanê bidine me. Lê yeke em gişk jî gerekê miqabilî ruhên xirab derên û xwe bispêrine Yehowa. Hergê em usa bikin, emê gelek kerema bistînin, û Şeytan wê nikaribe pê derewên xwe me bixapîne. Usa jî emê tu car ji cina netirsin û nelerizin, lê dostiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Aqûb giliyên usa nivîsî: “Miqabilî Mîrêcin bisekinin û ewê ji we bireve. Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:7, 8). w19.04 24 ¶15; 25 ¶18

Şemî, 2 Cotmehê

Ewled pêşkêşêd Xudan in (Zeb. 127:3).

“Berê zika dayîna” Yehowa ye, dêmek Yehowa zar pêşkêş dane we. Lema jî hûn cabdar in seva zarên xwe xwey kin. Lê çi hûn dikarin bikin, wekî zarên xwe ji zorbetiyê xwey kin? Ya pêşin, pêbihesin ku çi ye zorbetî. Bizanibin merivên ku zara xirab dikin çi cûreyî ne, û çi mêtoda didine xebatê seva zara bixapînin. Têderxin û fesal bin çi cûre meriv û kîjan derece dikarin xof bin (Metlk. 22:3; 24:3). Bîr nekin, wekî heçî zef ew meriv zorbetiyê zara dikin, kîjan wan zarara nas in û zar îtbariya xwe wana tînin. Ya duda, timê tevî zarên xwe bikevine xeberdanê, wekî ewana aza wera dilê xwe vekin (Qan. Dcr. 6:6, 7; Aqûb 1:19). Bîr nekin, bona wan zara, kîjan ku rastî zorbetiyê hatine, çetin e derheqa vê yekê xeber din. Ewana dibeke ditirsin ku wê tu kes wana bawer neke, yan jî ewê ku zorbetî wan kiriye, ew dane tirsandinê, ku kesekîra nebêjin. Hergê hûn texmîn dikin, wekî zar xwe cûrekî din digire, bi nermî pê pirsa wana bidine xeberdanê, û paşê bi sebir guh bidine wan. Ya sisiya, zarên xwe şîret kin. Wana hîn kin ça xeber din û ça xwe xwey kin, çaxê ewana rastî zorbetiyê bên. w19.05 13 ¶19-22

Led, 3 Cotmehê

Xudan ji hemû kubar-babaxa zivêr e (Metlk. 16:5).

Çira merivên babax ber çevê Yehowa reş in? Menîk ew e, ku ewên ku dibine xwehiz û babax, çev didine babaxiya Şeytan. Bidine hesabê xwe, Şeytan difikirî, wekî Îsa, bi saya kîjanî Xwedê hemû tişt efirand, gerekê serê xwe ber wî dayne û wî bihebîne! (Met. 4:8, 9; Kols. 1:15, 16) Merivên ku xwehiz û babax in, difikirin ku serwaxt û bîlan in, lê çevê Xwedêda ewana bêfem in (1 Korn. 3:19). Kitêba Pîroz me hîn dike, wekî em gerekê derheqa xwe ça bifikirin. Ew dibêje wekî vê yekêda xirabî tune, hergê em rast xwe hiz bikin. Îsa got “hevalê xwe weke xwe hiz bike”. Ew yek dide kifşê, wekî em gerekê bona xwe jî bifikirin (Met. 19:19). Lê Kitêba Pîroz hîn nake, wekî em gerekê xwe ser merivara bigirin. Dewsê ew dibêje: “Tiştekî bi hevri-kiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire” (Fîlî. 2:3; Rom. 12:3). w19.05 24 ¶13-14

Duşem, 4 Cotmehê

Nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê ser hişê xweda werin, nêt-fikirêd we bira nû bin (Rom. 12:2).

Bînin bîra xwe, çaxê hûn pêhesiyan ku Xebera Xwedê çi hîn dike û we safî kir Yehowara xizmet kin, we çi guhastin kir. Geleka ji me terka kirên xirab dan (1 Korn. 6:9-11). Em çiqas ji Yehowa razî ne, wekî ewî alî me kir wan tiştên xirab biterikînin! Lê yeke em tu car gerekê xwerazî nîbin û nefikirin, wekî mera îda tu tiştîda nelazim e bêne guhastinê. Rast e em îda gunên mezin nakin, kîjan me berê pêşiya nixumandinê dikir, lê yeke em gerekê ji her tiştî ku dikare me dîsa bive berbi wan şixula, dûr bin. Em du tişta gerekê bikin. Ya pêşin, em gerekê “nekevine kirasê bendê” vê dinyayê, dêmek nekevine ber bayê vê dinyayê. Ya duda, em gerekê hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê bêne “guhastin”. Guhastin nayê hesabê tenê rûva bêyî guhastinê, lê ew tê hesabê wekî em hemû aliyava xwe biguhêzin. Em gerekê hiş-aqilê xwe nû kin û bi temamî bêne guhastinê, dêmek nihêrandinên kîjan kûraya dilê meda hene, usa jî hest û xwestinên xwe biguhêzin. w19.06 9 ¶4-6

Sêşem, 5 Cotmehê

Tu hatî Xudan hewara min û ez baristan kirim (Zeb. 86:17).

Çaxê em dikevine strêsê, hingê jî em dikarin qewatê bistînin û geş bin hergê tên ser civata. Em ser civata, dîsa mecalê didin Yehowa, wekî bê “hewara” me û dilbîniyê bide me. Ser civatê ew pê ruhê xweyî pîroz, pê Xebera xwe û cimeta xwe me dişidîne. Civat mera mecala didin, wekî em “dil bidin ber hev” (Rom. 1:11, 12). Xûşkek navê kîjanê Sofya ye, got: “Yehowa û xûşk-bira alî min kirin ku sebir kim. Bona min lape ferz civatên me bûn. Min dît, wekî çiqas zêde ez diçime xizmetiyê û civatê, haqas strêsa min sivik dibe û ez kêm berxwe dikevim”. Çaxê em dilteng in, were bîr nekin wekî Yehowa soz dide, ku wê ne tenê axiriyêda strêsê bide hildanê, lê ew niha jî alî me dike, wekî em ber strêsa teyax kin. Ew hin xwestinê hin jî qewatê dide me, wekî em teyax kin çaxê dilteng in û difikirin ku bêçare ne (Fîlî. 2:13). w19.06 19 ¶17-18

Çarşem, 6 Cotmehê

Herin bêjine birêd min, ku ew herine Celîlê û li wir wê min bibînin (Met. 28:10).

Îsa paşî saxkirina xwe, ya pêşin ewê civînê saz dike bona şagirtên xwe. Eşkere ye, ser vê civînê ewî dixwest rêberiyên gelek ferz bida wan! Îsa ser vê civînê da kifşê, wekî çiqas ferz e ew şixulê ku şagirtên wî gerekê bikirana, dêmek ew şixul, ku em jî îro dikin. Îsa got: “Niha herin . . . wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin, wekî ew xwey kin” (Met. 28:19, 20). Îsa ew temî ne tenê 11 şandiyên xwera da, ew dixwaze, wekî hemû şagirtên wî mizgîniyê bela kin. Lê em ji ku vê yekê zanin? Çaxê Îsa ser çiyayê Celîlê ew temî da şagirtên xwe, wêderê tenê şandî nîbûn. Bînin bîra xwe wekî melek jinara got: “[Celîlêda] hûnê wî bibînin” (Met. 28:7). Dêmek, ça tê kifşê ew jinên amin jî çûne ser vê civînê. w20.01 2-3 ¶1-4

Pêşem, 7 Cotmehê

Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne para dinyayê ne, lema dinya dijene we (Yûhn. 15:19).

Îsa şirovekir, ku çira meriv wê miqabilî me derên. Ewî got, wekî emê ber çevê meriva reş bin, çimkî em ne para dinyayê ne. Çaxê em têne zêrandinê, ew nayê hesabê, wekî me kerema Yehowa unda kiriye, lê ew tê hesabê, wekî em vê yekê dikin çi ku rast e! Merivên miqabil nikarin hebandina Xwedêyê Himzorra, bi temamî bidine sekinandinê. Geleka xwestine vê yekê bikin, lê negihîştine nêta xwe. Dîna xwe bidinê, çi qewimî wedê Şerê Hemdinyayê ya II. Wî çaxî cimeta Xwedê gelek welatada, aliyê serwêrada qayîm dihate zêrandinê. Hingê şixulê Şedên Yehowa ne tenê aliyê partya Natsîsta Almanyayêda hate qedexekirinê, lê usa jî Avstralyayêda, Kanadayêda û welatên mayînda. Lê niha dîna xwe bidinê ku çi qewimî. Sala 1939-da çaxê şer destpêbû, hingê nav temamiya dinyayêda 72 475 mizgînvan hebûn. Lê xilaziya şer sala 1945-da, hesaba nîşan kirin, wekî îda 156 299 mizgînvan hebûn. Pê kerema Yehowa, hesabê mizgînvana du car zêdetir zêde bibû! w19.07 9 ¶4-5

Înî, 8 Cotmehê

Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:35).

Hergê hûn tevî tu kesî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz nakin, hûn cûrekî mayîn dikarin alîkariyê bidin. Mesele, hûn dikarin bi beşera xweş û bi dil û can silav kin wan meriva, yên ku teze têne civatê. Wî cûreyî hûn alî wan dikin, ku ewana bivînin, wekî hizkirin me ça Mesîhiyên rast eyan dike. Cabên ku hûn ser civata didin, hela hê cabên kin jî, dikarin wan merivên teze hîn kin, ku çawa bi dil û bi qedir baweriya xwe nîşan kin. Hûn usa jî dikarin tevî mizgînvanê teze derkevine xizmetiyê, û alî wî bikin ku rêzên ji Kitêba Pîroz bide xebatê, çaxê meriva hîn dike. Wî cûreyî, hûnê wî hîn kin, wekî çev bide Mesîh (Lûqa 10:25-28). Gelek Mesîhî îro betal nînin, çimkî cabdariyên wane ferz hene. Lê yeke ewana jî wede xwera başqe dikin, seva hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz kin, û şabûneke mezin bistînin. w19.07 17 ¶11, 13

Şemî, 9 Cotmehê

Ez tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim, xwe bavêjime yêd pêşiya xwe, dicedînim bigihîjime meremê xwe (Fîlî. 3:13, 14).

Pawlos nehîşt tu tişt hiş-aqilê wî birevîne, ne şaşî ne jî kirên wîyî berê. Ewî got “ez tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim”, wekî “xwe bavêjime yêd pêşiya xwe”, dêmek seva reva xweda bigihîje xilaziyê. Lê kîjan tişt dikaribûn hiş-aqilê Pawlos birevandana? Ya pêşin, ew pêşiya ku bibûya Mesîhî, nava Cihûyada navdar û pêşdaçûyî bû. Lê yeke ewî ew tişt çawa “gemar” hesab kir (Fîlî. 3:3-8). Ya duda, berê ewî Mesîhî dizêrandin, lê bona vê yekê ewî xwe her gav sûcdar nedikir, ji bo çi jî dikaribû xizmetiya xwe Yehowara bida sekinandinê. Û ya sisiya, ew nedifikirî, wekî ewî bona Yehowa êpêce tiştên baş kiriye û îda nelazim e zêde bike. Pawlos girtî bû jî, hate kutanê jî, wî dane ber kevira jî, çend cara gemiyên ku ew têda bû hûrdexweşî bûn, ewî usa jî kêmasiya xwarinê û kinca jî dît, lê yeke ewî xizmetiyêda gelek tişt kir û xîret ma (2 Korn. 11:23-27). Pawlos çi şixul jî kir û çi tengasî jî dît, yeke ewî zanibû ku gerekê xizmetiya xwe nede sekinandinê. Lazim e em jî çev bidine wî. w19.08 3 ¶5

Led, 10 Cotmehê

Ez we dişînim çawa pez nava gura (Met. 10:16).

Gelek xûşk-birên me wan welatada dijîn, kîderê nikarin aza xizmet kin, lema jî ewana digerin cûre-cûre mêtoda, ku çawa mizgîniyê bela kin (Met. 10:17-20). Welatekî usada, berpirsiyarekî mihalê şîret da mizgînvana, wekî ewana hîn bin şedetiyê bidin merivên xweyî nêzîk, cînar, hevalên mektebêda, hevalxebatçiya û merivên nas. Nava du salada, hejmara civata wê mihalêda gelek mezin bû. Em dibeke wî welatîda najîn, kîderê em nikarin eşkere mizgîniyê bela kin, lê yeke em dikarin derseke ferz hîn bin ji xûşk-birên serwaxt: Timê mecala bigerin, seva çiqas dikarin merivara şedetiyê bidin û dudilî nebin, ku Yehowa wê qewatê bide we, wekî hûn çetinayada jî jêra xizmet kin (Fîlî. 2:13). Niha wedekî usa ye, ku em gerekê emirê xweda tiştên ferz daynin ciyê pêşin, şîrhelal, dêmek bêkêmasî bin, tu kesîra nebine sebebê likumandinê, û berên heqiyê bidin. Hingê hizkirina me wê hê zêde be, û emê pesina bidine Bavê xweyî hizkirî, Yehowa! w19.08 13 ¶17-18

Duşem, 11 Cotmehê

Min dît ku kole li ser hespê, lê serokên wan wek koleyan peya rêva diçûn (Waîz 10:7, ÎM).

Tu kes ji me hiz nake tevî wan meriva nêzîk be, yên ku tenê ya xwe dikin û naxwazin şîreta qebûl kin. Lê me xweş tê tevî wan meriva bin, yên ku dilşewat in, meriva hiz dikin, rem û şkestî ne (1 Pet. 3:8). Çawa ku em dixwazin nêzîkî merivên usa bin, usa jî meriv wê bixwazin nêzîkî me bin, hergê em milûk bin. Milûktî usa jî emirê me diha hêsa dike. Mesele, cara emirê meda tiştên usa diqewimin, ku em difikirin wekî ew nerastî ye, gerekê usa nîbûya. Merivên ku gelek aqil in û feresetên wan hene, ne her gav paya û hurmetê distînin. Lê cara merivên ku ne berbiçev in û feresetên wan kêm hene, hê zêde qedir-hurmetê distînin. Lê yeke Silêman fem dikir, wekî bîlanî ye hergê merî bi rêalî binihêre ser emirê xwe, û berxwe nekeve derheqa tiştên ku emirê wîda diqewimin (Waîz 6:9). Hergê em milûk in, mera wê hêsa be emirê xweda qebûl kin wan tişta, çi ku em hesab dikin ku gerekê usa nîbûya. w19.09 4-5 ¶9-10

Sêşem, 12 Cotmehê

Bavno, zarêd xwe . . . bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin (Efes. 6:4).

Merivên xweyîhukum, mesele bav, dikarin karê bidin merivên din jî. Yehowa bav kifş kir ça serê malbetê û ji wan dewa dike, wekî zarên xwe hîn kin, şîret kin û rast kin (1 Korn. 11:3). Lê hukumê bava bi sînor e. Ewana nikarin ça dixwazin usa serwêrtiya malê bikin, çimkî sazkarê malbetê Yehowa ye, û ewana ber wî cabdar in (Efes. 3:14, 15). Bav didine kifşê ku gura Yehowada nin, çaxê hukumê xwe usa didine xebatê, ça Xwedê xweş tê. Hukum ku Yehowa daye we, aliyê nerastda nedine xebatê. Şaşiyên xwe bînin ser xwe û çaxê wera şîreta ser hîmê Kitêba Pîroz didin, qebûl kin. Hergê hûn usa bikin, malbeta we wê qedirê we bigire, bona milûktiya we. Çaxê hûn tevî neferên xwe dua dikin, dilê xwe Yehowara vekin, bira ewana bibihên, ku hûn alîkarî û rêberî ji Yehowa digerin. Lê ya lape ferz, bira xizmetiya Yehowara emirê weda ciyê pêşin bigire (Qan. Dcr. 6:6-9). Mesela weye baş, ew heye pêşkêşeke mezin, bona neferên we. w19.09 15 ¶8; 17 ¶14; 18 ¶16

Çarşem, 13 Cotmehê

Gava [Marqos] bê cem we, wî qebûl kin (Kols. 4:10).

Marqos şabûn distand ji vê yekê, ku xûşk-birara berdestî dikir. Ewî cûre-cûre wedada tevî Pawlos û Petrûsê şandî xizmet dikir, çaxê wana cabdariyên xwe dianîne sêrî. Mesele, ewî hewcên fîzîkîda berdestî wanra dikir (Kar. Şand. 13:2-5; 1 Pet. 5:13). Pawlos çaxê got “evana . . . bona Padşatiya Xwedê tevî şixulê min in”, ewî derheqa Marqos jî digot, yê ku bîna Pawlos wî derdiket (Kols. 4:11). Marqos bona Pawlos bû hevalê nêzîk. Mesele, çaxê Pawlos cara xilaziyê Romêda kelêda bû, nêzîkaya sala 65 D.M., ewî nema xweye duda Tîmotêyora nivîsî. Vê nemêda, Pawlos Tîmotêyora got, wekî bê Romê û Marqos jî tevî xwe bîne (2 Tîmt. 4:11). Bêşik Pawlos gelek qîmet dikir ew berdestîkirina Marqose berê, lema ewî xwest Marqos wî wedê ferz bê û kêleka wî be. Marqos cûre-cûre tiştada alî Pawlos kir, dibeke ewî xwarin jêra dianî, yan jî tiştên bona nivîskariyê. Ew komekdarî û dildayîn kîjan Pawlos stand, alî wî kir, wekî rojên xilaziya emirê xwe, teyax ke. w20.01 11 ¶12-13

Pêşem, 14 Cotmehê

Werine cem min (Met. 11:28).

Me emirekî usa bijart, ku em gelek tişt ji xwe kêm dikin û şixulê giran dikin. Îsa pêşda mera got, wekî emê bêne zêrandinê. Lê em gerekê bawer kin û bîr nekin, ku Yehowa wê qewatê bide me seva hemû tengasiyada sebir kin. Em çiqas zêde sebir dikin, haqas baweriya me wê hê qewî be û emê bişidin (Aqûb 1:2-4). Em usa jî bawer dikin, wekî Yehowa wê alî me bike gava em tiştekîda hewce bin, usa jî Îsa wê miqatî me be, û xûşk-birên me jî wê me bişidînin (Met. 6:31-33; Yûhn. 10:14; 1 Têsln. 5:11). Jinka ku Îsa lê qenc kir kîjan ku ser xûnê webibû, hema vê rojê rihetî stand û geş bû (Lûqa 8:43-48). Lê hergê ew bûye şagirta Mesîh, ewê heta-hetayê geş bimîne. Lê bi texmîna we ew pey Îsa çû? Hergê ewê bijartiye ku nîrê Îsa hilde ser xwe, bidine ber çevê xwe ku ewê xelateke çiqas mezin standiye, dêmek tevî Îsa ser ezmana ye! Her tişt çi ku ewê ji xwe kêm kiriye û qurban kiriye bona Îsa, nayê beramberîkirinê tevî vê keremê, çi ku ewê standiye! Firqî tune hêviya me jîyîna ser erdê yan ser ezmana ye, yeke emê gelek bextewar û razî bin, ku me qebûl kiriye ev teglîfkirina Îsa: “Werine cem min”! w19.09 25 ¶21-22

Înî, 15 Cotmehê

Bi serwaxtîyê mal tê çêkirinê û bîlantîyê tê qedîmkirinê (Metlk. 24:3).

Merivên Dawidra alîkarî lazim bû û ewana çûn bal Nabal, yê ku dewletî bû, û hine xwarin ji wî xwestin. Wana aza ew alîkarî ji wî xwestin, çimkî beriyêda keriyên wî xwey dikirin. Lê Nabal merivekî xwehiz bû û qayîl nebû tiştekî bide wan. Seva vê yekê Dawid gelek hêrs ket û safî kir Nabal û hemû mêrên mala wîda, bikuje (1 Sam. 25:3-13, 22). Lê Abîgaîla jina Nabal, xêncî ku bedew bû, usa jî yeke serwaxt bû. Ewê mêrxasî da kifşê ku çû bal Dawid. Ew kete ser çoka û hîvî wî kir, wekî gunê xûna kesek neke stûyê xwe. Ewê bi merîfetî Dawid şîret kir, wekî evê derecê bide destê Yehowa. Ew giliyên wêye bi milûktî û kirên wêye bi bîlanî, dilê Dawid girtin. Ewî têderxist, wekî Yehowa ew şandiye bal wî (1 Sam. 25:23-28, 32-34). Abîgaîlê xeyset-hunurên usa nav xweda pêşda anîbû, ku alî wê kirin destê Yehowada kêrhatî be. Îro jî xûşkên ku ser xwe dixebitin, wekî merîfet û serwaxt bin, Yehowa dikare wana bide xebatê, seva ewana neferên xwe û xûşk-birên civatêda bişidînin (Tîto 2:3-5). w19.10 23 ¶10

Şemî, 16 Cotmehê

Ji nava wê derkevin, cimeta min, wekî hûn nebine heval-parêd gunêd wê û ji belayêd wê parê nestînin (Eyan. 18:4).

Hemû Mesîhiyên rast gerekê ji Babîlona Mezin bi temamî başqe bin. Merivê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, dibeke pêşiya ku derheqa rastiyê pêbihesiya, endemê rêlîgiya qelp bû. Ew dibeke pey eyd-qeyd û şixulên vê rêlîgiyayê diçû, yan jî pere qurban dikir. Lema pêşiya ku kesek bibe xizmetkarê nenixumandî, ew gerekê îda tu tiştîda tevî rêlîgiya qelp girêdayî nîbe. Ew gerekê nemê binivîse yan jî cûrekî mayîn bi temamî ji vê dêrê yan teşkîletê biqete, ya ku tevî Babîlona Mezin girêdayî ye. Mesîhiyê rast gerekê bawer be, ku xebata wî tu tiştîda tevî Babîlona Mezin girêdayî nîne (2 Korn. 6:14-17). Lê çira em xwe usa dûr digirin ji rêlîgiya qelp? Çimkî em naxwazin tevî şixul û gunên wan rêlîgiya bin, kîjan ku ber çevê Xwedê heram in (Îşa. 52:11). w19.10 12 ¶16-17

Led, 17 Cotmehê

Dilşewat û rem e Xudan . . . Ew heta xilazîyê hêrs nakeve, heta-hetayê kînê najo (Zeb. 103:8, 9).

Yêremya nivîsî kitêba ku navê wî ser e, û diqewime ew usa jî kitêbên 1 û 2 Padşatî nivîsî. Nivîsandina wan kitêba bêşik alî wî kir ku fem ke, wekî Yehowa çiqas rem e hindava merivên gunekar. Mesele, ewî zanibû wekî çaxê Ahab Padşa bona kirên xweyî xirab gunê xwe anî rûyê xwe, Yehowa baxşande wî û got wekî rojên wîda wê bela neyne ser mala wî (1 Padş. 21:27-29). Yêremya usa jî zanibû, wekî Minaş ji Ahab xirabtir zulmî dikir û dilê Yehowa dêşand, lê çimkî Minaş gunê xwe anî rûyê xwe, Yehowa baxşande wî (2 Padş. 21:16, 17; 2 Dîr. 33:10-13). Ewan serhatiya alî Yêremya kirin, ku çev bide Xwedê sebirêda û remtiyêda. Dîna xwe bidinê, Yêremya ça bû hindava Barûk, çaxê dîna wî çû ser tiştê mayîn, ne ku ser şixulê wî. Yêremya tu car nedifikirî ku ew îda nikare tevî wî hevaltiyê bike, dewsê ewî alî Barûk kir, dêmek giliyên Xwedê pêra-pêra, lê bi nermî jêra got (Yêrem. 45:1-5). w19.11 6 ¶14-15

Duşem, 18 Cotmehê

Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike (Îbrn. 6:10).

Ji kitêba Qanûna Kahîntiyê, em pêdihesin, wekî Îsraêliya dikaribûn dîyarîya heleqetiyê bînin, dêmek qurban “bona razîdarîyê” (Qan. Kah. 7:11-13, 16-18). Wana ew qurban dianîn ne seva vê yekê ku dihate dewakirinê, lê çimkî wana xwexa dixwest. Mîna wan dîyariyên heleqetiyê, xizmetiya meye bi rezedilî jî dide kifşê, wekî em Yehowa hiz dikin. Em ya lape baş didin Yehowa, çimkî em bi temamiya dilê xwe wî hiz dikin. Yehowa çiqas şa dibe, çaxê bi mîlyona xizmetkara divîne, yên ku bi rezedilî wî dihebînin, çimkî wî û qanûnên wî hiz dikin. Dilê me jî şa dibe, ku Yehowa divîne û qîmet dike ne tenê vê yekê çi em bona wî dikin, lê usa jî ku em çira dikin. Mesele, hergê hûn emirda mezin in û îda nikarin haqas bikin çiqas dixwazin, dudilî nebin, wekî Yehowa halê we fem dike. Dibeke hûn difikirin, ku nikarin bona Yehowa gelek bikin, lê Yehowa dilê weda divîne hizkirina we hindava wî, kîjan ku we hêlan dike haqas bikin, çiqas dikarin. Ew bi dil û can qebûl dike çaxê em çiqas dikarin ya lape baş didin wî. w19.11 22 ¶9; 23 ¶11-12

Sêşem, 19 Cotmehê

De werin em tenê herine cîkî xewle û hinekî rihet bin (Marq. 6:31).

Gelek ferz e, nihêrandina me hindava xebatê rast be. Silêman Padşa pê rêberiya Xwedê nivîsî: “Wextê her . . . kirinê heye”. Mesele, ewî derheqa çandinê, avakirinê, girî, ken, reqasê û kirên mayîn digot (Waîz 3:1-8). Eyan e wekî emirê meda xebat û hêsabûn ferz in. Nihêrandina Îsa ser xebatê û hêsabûnê rast bû. Carekê şandî çaxê ji rêwîtiya xizmetiyê vegeriyan, wana haqas xizmet kir, wekî “mecal nedidît ku nanê xwe jî bixwarana”. Hingê Îsa giliyên ji rêza vê rojê wanra got (Marq. 6:30-34). Rast e ew û şagirtên wî her gav nikaribûn xwera usa rihet bûna ça wana dixwest, lê Îsa fem dikir wekî wan hemûyara hêsabûn lazim e. Cara mera lazim e hêsa bin yan jî grafîka xweda guhastina bikin. Evê yekê emê rind fem bikin, gava em şêwir kin derheqa Roja Şemiyê, ya ku Xwedê temî da Îsraêliya wekî xwey kin. Rast e em bin Qanûna Mûsada nînin, lê çaxê em derheqa roja Şemiyê şêwir kin, emê karê bistînin. w19.12 3 ¶6-7

Çarşem, 20 Cotmehê

Îdî xem nekin (Met. 6:31).

Yehowa soz da, wekî wê bona xizmetkarên xweyî amin xem bike, û ew xwe borcdar hesab dike, wekî ewî sozî bîne sêrî (Zeb. 31:1-3). Xêncî vê yekê, Yehowa zane wekî emê dilşkestî bin hergê ew bona me xem neke, çimkî em neferên malbeta wî ne. Ew soz dide, wekî ça matêryalîda usa jî ruhanîda wê alî me bike, û tu tişt nikare riya wî bigire, ku vî sozê xwe bîne sêrî (Met. 6:30-33; 24:45). Hergê em bîr nekin, ku çira Yehowa sozên xwe timê tîne sêrî, emê dudilî nebin, ku wedê problêmên aliyê pereda, ew wê alî me bike. Dîna xwe bidine mesela Mesîhiyên qirna yekê. Çaxê civata Orşelîmê rastî zêrandineke giran hat, “pêştirî şandiya hemûyêd bawermend” hev bela bûn (Kar. Şand. 8:1). Bifikirin, ewana ji bo vê yekê ketine çi tengasiyê. Ewana êkonomîkîda rastî çetinaya hatin. Ewan Mesîhiya diqewime mal û xebatên xwe unda kirin. Lê Yehowa ewana nehîştin, ne jî wana şabûna xwe unda kir (Kar. Şand. 8:4; Îbrn. 13:5, 6; Aqûb 1:2, 3). Yehowa alî wan Mesîhiyên amin dikir, û ew wê alî me jî bike (Zeb. 37:18, 19). w20.01 17-18 ¶14-15

Pêşem, 21 Cotmehê

Xudan . . . yêd nimize belengaz dibîne (Zeb. 138:6).

Çaxê Dawid pezên bavê xwe ji şêr û hirç xwey kir, ewî têderxist, wekî Yehowa alî wî kir, ku ewî karibû wan terewilên beyanî bikuje. Çaxê Dawid Golyatê terikî kuşt, Dawid eşkere dît, wekî Yehowa rêberî wî kir (1 Sam. 17:37). Û çaxê ew ji Şawûlê hevsûd reviya, ewî fem kir, wekî Yehowa wî xilaz kir (Zeb. 18, binserî). Hergê Dawid merivekî qure bûya, wê hesab kira, wekî ewî xwexa pê qewata xwe her tişt dikir. Lê ew yekî milûk bû, lema jî emirê xweda destê Yehowa didît. Em ji vê yekê çi dersê hîn dibin? Em gerekê ji Yehowa ne tenê alîkariyê bixwazin, lê usa jî gerekê têderxin kengê û ça ew alîkariyê dide me. Hergê em milûk in, emê fem kin, wekî em xwexa nikarin her tiştî bikin, lê Yehowa alî me dike. Û her car, çaxê em alîkariya Yehowa divînin, heleqetiya me tevî wî hê qewî dibe. w19.12 20 ¶18-19

Înî, 22 Cotmehê

Xudan hizkirîyê Xwe şîret dike, çawa bavek ku kurê xwe hiz dike (Metlk. 3:12).

Dîsa gelek menî hene, ku dudilî nebin wekî Yehowa me qîmet dike. Ewî em nêzîkî xwe kirin û dîna xwe dayê ku me ça xwe da kifşê, gava mizgînî bihîst (Yûhn. 6:44). Çaxê me destpêkir nêzîkî Yehowa bin, ew diha nêzîkî me bû (Aqûb 4:8). Yehowa usa jî wede û her mecala dide xebatê seva me hîn ke, û bi vê yekê dide kifşê ku me hiz dike. Ew zane em niha merivne çi cûreyî ne, û zane em ça aliyê başda dikarin bêne guhastinê. Û ew usa jî me şîret dike, çimkî me hiz dike. Ew îzbatkirineke qewî ye, ku Yehowa bi rastî me qîmet dike! Hineka Dawid Padşa ber tiştekî hesab nedikirin, lê ewî zanibû wekî Yehowa wî hiz dike û pişta wî digire. Evê yekê alî wî dikir tengasiyada nihêrandina rast xwey ke (2 Sam. 16:5-7). Çaxê em xwe bêkêr texmîn dikin û dilşkestî ne, yan jî problêmên me hene, Yehowa dikare alî me bike, wekî wan çetinayada zef dilteng nebin û usa jî alî me bike wan problêma hêsa derbaz kin (Zeb. 18:27-29). Çaxê Yehowa aliyê me ye, tu tişt nikare me bide sekinandinê, ku bi şabûnê wîra xizmet kin (Rom. 8:31). w20.01 15 ¶7-8

Şemî, 23 Cotmehê

Wan hemû temiyêd ku min dane we mileta hîn kin (Met. 28:20).

Çaxê hûn hînbûnê derbaz dikin, pê dua destpêkin. Wê gelek baş be, zû merivara şirovekin, wekî lazim e hînbûnê pê dua destpêkin û xilaz kin, mesele, hema heftiyên pêşiyêda usa derbaz kin. Ewana gerekê bizanibin, wekî em Xebera Xwedê tenê pê alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz dikarin fem kin. Hine xûşk-bira çaxê hînbûnê destpêdikin û dixwazin şirovekin, wekî çira pê dua gerekê destpêkin, merivara rêza ji Aqûb 1:5 dixûnin: “Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike”. Û paşê pirsê didine wan: “Çawa em dikarin ji Xwedê serwaxtiyê bixwazin?” Meriv dibeke qayîl be, wekî em gerekê Xwedêra dua bikin. Wana hîn kin ku çawa dua bikin. Wanra şirovekin, wekî Yehowa dixwaze duayên wanî bi dil bibihê. Wanra bêjin, wekî ewana dikarin duayên xweda dilê xwe Yehowara vekin. Usa jî wanra şirovekin, wekî ewana çi ku dibeke nikarin merivara bêjin, bira Yehowara gilî kin, çimkî ew îda fikirên wane kûr zane (Zeb. 139:2-4). w20.01 2 ¶3; 5 ¶11-12

Led, 24 Cotmehê

Ev yek îdî ne ji xwestin yan xîreta mêriv e, lê ji rema Xwedê ye (Rom. 9:16).

Yehowa xwexa safî dike, ku kengê meriva bi ruhê pîroz kifş ke (Rom. 8:28-30). Yehowa paşî saxkirina Îsa destpêkir wana bijbêre. Tê kifşê wekî qirna yekêda hemû Mesîhî bijartî bûn. Paşê îda çaxê qirne derbaz dibûn, heçî zef ku digotin, wekî ewana Mesîhî ne, bi rastî pey Mesîh nediçûn. Lê hela hê wan salada jî Yehowa hinek kifş kirin, yên ku Mesîhiyên rast bûn. Ewana mîna genim nava zîwanda mezin dibûn (Met. 13:24-30). Wedê rojên axiriyêda, Yehowa berdewam dike wan meriva bijbêre, yên ku wê bikevine nava 144 000. Lema hergê Xwedê safî dike, wekî ber şêmîka xilaziya dinyayê hineka kifş ke, em gerekê safîkirina wî nekine bin şikê (Rom. 9:11). Em gerekê fesal bin, wekî nebine mîna wan pala, derheqa kîjana Îsa metelokêda gilî kir. Wana dikire kute-kut, ku çira axa hindava wanda, yên ku xilaziya rojêda xebitîn, merdanî da kifşê (Met. 20:8-15). w20.01 30 ¶14

Duşem, 25 Cotmehê

Qûlên [xizmetkarên] min wê ji fireya dil bistirên (Îşa. 65:14).

Yehowa bavekî hizkirî ye, û lema ew dixwaze malbeta wî bextewar be. Gelek menî hene, ku çira em îda niha dikarin eşq û şa bin, hela hê jî çaxê rastî çetinaya tên. Mesele, em bawer in, wekî Bavê meyî ezmana me gelek hiz dike. Em rastiya ji Xebera Xwedê zanin (Yêrem. 15:16). Û em malbeteke usa mexsûsda nin, kîderê gişk Yehowa û qanûnên wî hiz dikin, û usa jî hevdu hiz dikin (Zeb. 106:4, 5). Em şabûna xwe unda nakin, çimkî hêviya me heye, ku emirê me axiriyêda wê diha xweş be. Em zanin wekî zûtirekê Yehowa wê hemû cûre xirabî bide hildanê û bin rêberiya Padşatiya xwe erdê bike Cinet. Xêncî vê yekê, hêviya me heye ku mirî wê rabin û emê dîsa kêleka merivên xweyî nêzîk bin (Yûhn. 5:28, 29). Ew rastî jî wê wedekî çiqas xweş be! Lê ya lape ferz ew e, ku zûtirekê her kes ça ser ezmana usa jî ser erdê, wê hurmet û pesina bidine Bavê meyî hizkirî û tenê wî bihebînin, çimkî tenê ew hêjayî vê yekê ye. w20.02 13 ¶15-16

Sêşem, 26 Cotmehê

Li ber Te, tenê himberî Te min gune kir (Zeb. 51:4).

Hergê te gunekî mezin kiriye, veneşêre, dewsê bi temamiya dilê xwe duada ber Yehowa gunê xwe bîne rûyê xwe. Hingê tuyê îda ji bo gunê xwe zef berxwe nekevî û dilê te wê hinekî hêsa be. Lê hergê tu dixwazî, wekî dostiya xwe tevî Yehowa vegerînî, xêncî dua, tu gerekê dîsa tiştekî bikî. Hûn gerekê şîretkirinê qebûl kin. Çaxê Yehowa Natan şand cem Dawid Padşa seva gunê wî tevî Bat-Şebayê bide rûyê wî, Dawid xwe heq dernedixist û gunê xwe sivik hesab nedikir. Ewî derbêra anî ser xwe, wekî ne ku tenê hindava mêrê Bat-Şebayê gune kiriye, lê îlahî hindava Yehowa. Dawid ceza û şîretkirina Yehowa qebûl kir û Yehowa baxşande wî (2 Sam. 12:10-14). Hergê me gunekî giran kiriye, em gerekê rûspiyara bêjin, çimkî Yehowa ewana kifş kirine ku şivantiyê me bikin (Aqûb 5:14, 15). Em usa jî gerekê xwe heq dernexin. Em çiqas zû şîretkirinê qebûl kin û bidine xebatê, haqas hê zû emê dilrihetiyê û şabûnê dîsa bistînin. w20.02 24-25 ¶17-18

Çarşem, 27 Cotmehê

Wan rojada deh meriv ji hemû zimanên mileta, wê xwe rîşiyê kincê Cihûkîva bigirin, û bêjin: “Em dixwazin tevî we bên, çimkî me bihîstiye Xwedê tevî we ye” (Zeker. 8:23, DT).

“Deh meriv” bi sîmbolîk ew in, hêviya kîjana jîyîna heta-hetayê ser erdê ye. Ewana zanin, wekî Yehowa ev koma bijartiya kerem dike, kîjan ku bi sîmbolîk “Cihû” ne, û hesab dikin, wekî bona wan qedir e ku tevî bijartiya Xwedê bihebînin. Rast e nayê standinê, wekî bizanibin navê her bijartiya, ku îro ser erdê ne, lê ewên ku hîviya jîyîna ser erdê ne, yeke dikarin bi sîmbolîk tevî bijartiya herin. Çawa? Rêza roja îroyîn caba wê pirsê dide. Dîna xwe bidinê, wekî vê rêzêda tê gotinê derheqa Cihûkî. Lê “deh” meriv dibêjin “we”, dêmek gelekanîda. Ew tê hesabê, wekî Cihû tenê merivek nîne, lê ew temamiya koma bijartiya ye. Ewên ku kifşkirî nînin, tevî yên bijartî Yehowara xizmet dikin. Lê ewana tu car wana ça rêberên xwe hesab nakin, çimkî ewana fem dikin, wekî Rêberê wan tenê Îsa ye (Met. 23:10). w20.01 26 ¶1-2

Pêşem, 28 Cotmehê

Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:35).

Îsa got ku gişkara wê eyan be, wekî ewana şagirtên wî ne, hergê usa meriva hiz bikin, çawa ewî wana hiz dikir. Ew giliyên Îsa çawa bona qirna yekê bûn, usa jî bona îro ne. Rastî jî çiqas ferz e hev hiz bikin hergê jî mera çetin e! Pirs bidine xwe: “Ez çi dikarim hîn bim ji wan xûşk-bira, kîjan ku berdewam dikin hizkirinê bidine kifşê, gava wanra çetin e jî?” Em gunekar in, lema jî cara mera çetin e hevdu qayîm hiz bikin. Lê yeke em gerekê çev bidine Îsa. Ewî hîn kir ku çiqas ferz e edilayê xwey kin tevî wî merivî, dilê kîjanî ji me maye (Met. 5:23, 24). Ewî da kifşê ku hergê em dixwazin li Xwedê xweş bên, em gerekê heleqetiya baş tevî meriva xwey kin. Yehowa şa dibe çaxê em her tiştî dikin, seva tevî xûşk-bira li hev bên. Yehowa wê xizmetiya me qebûl neke, hergê em xeydê dilê xweda xwey kin û îlahî nexwazin li hev bên (1 Yûhn. 4:20). w20.03 24 ¶1-4

Înî, 29 Cotmehê

Em ruhê rastiyê û ruhê nerastiyê ji hev derdixin (1 Yûhn. 4:6).

Şeytan, ku “bavê derewa” ye, ji destpêka terîxiya însanetê, meriva dixalifîne (Yûhn. 8:44). Mesele, ew hînkirinên qelp derheqa mirinê û jîyîna paşî mirinê bela dike. Ser hîmê wan hînkirinên qelp, gelek qeyd û edet pêşda hatine. Çira haqas meriv têne xapandinê? Şeytan zane, wekî meriv çi texmîn dikin derheqa mirinê, û ewê yekê dide xebatê seva me bixalifîne. Ew zane ku em naxwazin bimirin, çimkî em usa hatine efirandinê, ku hetahetayê bijîn (Waîz 3:11). Mirin dijminê me ye (1 Korn. 15:26). Şeytan çi jî dike, yeke rastiya derheqa mirinê veşartî nîne. Bi rastî îro gelek meriv hînkirinên Kitêba Pîroz derheqa miriya û hêviya bona miriya zanin û bela dikin. Ew rastiyên ji Kitêba Pîroz dilbîniyê didine me (Waîz 9:5, 10; Kar. Şand. 24:15). Em îda ji mirinê natirsin û berxwe nakevin ku çi diqewime paşî mirinê. w19.04 14 ¶1; 15 ¶5-6

Şemî, 30 Cotmehê

Barêd hevdu hildin û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin (Galt. 6:2).

Yehowa Xwedê xizmetkarên xwe gelek hiz dike. Ewî timê ewana hiz kirine û wê timê hiz bike. Ew usa jî heqiyê hiz dike (Zeb. 33:5). Lema em van du tiştada gerekê dudilî nebin: 1) Dilê Yehowa dêşe çaxê xizmetkarên wî rastî neheqiyê tên. 2) Ew soz dide, wekî neheqî wê bê hildanê, û ew wê dîwana wan bike, yên ku hindava cimeta wî neheqiyê dikin. Qanûn ku Xwedê bi saya Mûsa dabû cimeta Îsraêl, ser hîmê hizkirinê bû. Ewê Qanûnê hîn dikir, wekî ewana heq bin, îlahî hindava wanda, yên ku nikaribûn xwe xwey kirana (Qan. Dcr. 10:18). Ew Qanûn eyan dike, wekî Yehowa ça dikeve heyra xizmetkarên xwe û bona wan xem dike. Çaxê civata Mesîhîtî hate sazkirinê, sala 33 D.M., Qanûna Mûsa ji qewatê derket. Lê gelo Mesîhiyên hingê bê qanûn man, kîjan ku ser hîmê hizkirinê bû û heqî dianî? Na, çimkî Mesîhiyara qanûna teze hate dayînê, dêmek “qanûna Mesîh”. Îsa şagirtên xwera gelek qanûn nenivîsîn, ewî rêberî, temî û prînsîp da wan. Hemû tişt çi ku Îsa hîn dikir, dikeve nava “qanûna” Mesîhda. w19.05 2 ¶1-3

Led, 31 Cotmehê

Xwedêyê hemû berdiliyê . . . nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me (2 Korn. 1:3, 4).

Meriv usa hatine efirandinê ku hewcê berdiliyê ne û hin jî nav wanda jî heye ew fereset, ku ber dilê merivada bên. Besa xeberê, çaxê zara biçûk wedê lîstikê dikeve û çoka wî diherişe, ew digirî û direve bal dê yan bavê xwe. Dê-bav rast e nikarin birîna zarê qenc kin, lê ber dilê wîda tên. Ewana dipirsin ku çi qewimî, hêsirên wî temiz dikin, giliyên şîrin jêra dibêjin û wî hemêz dikin. Paşê ewana birîna wî îda derman dikin yan girêdidin. Zar îda hêsa dibe û nagirî, û dibeke dîsa berdewam dike bilîze. Wede derbaz dibe û birîna wî jî qenc dibe. Lê cara hine zar ziyana hê mezin distînin, mesele, çaxê rastî zorbetiya sêksûalî tên. Hine zar tenê carekê rastî vê yekê hatine, lê hinek jî bi sala rastî vê zorbetiyê tên. Firqî tune çiqas car ewana rastî vê yekê hatine, ew hemû zar ziyana psîxolojî distînin, dilê wan birîndar dibe û êşa dilê wan gelek wext derbaz nabe. Cara ewên ku zorbetî zara kirine, têne cezakirinê û dikevine kelê, cara jî usa tê kifşê, ku ewana ji cezakirinê xilaz bûne. Lê hergê jî ew meriv tê cezakirinê, yeke ziyana ku ewî daye zarê, ser zarê bi sala jî dikare bimîne. w19.05 14 ¶1-2

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin