Kanûna Pêşin
Çarşem, 1 Kanûna Pêşin
Dema . . . hişbûnê heye (Waîz 3:7).
Hergê em xeberdana xwe kontrol nekin, gelek problêm dikarin pêşda bên. Mesele, gava hûn rastî wî bên, yê ku welatê usada xizmet dike, kîderê şixulê me qedexekirî ye, hûn dibeke bixwazin, wekî ew hûr bi hûr wera gilî ke, hela wêderê şixulê me ça tê kirinê. Femdarî ye, hûnê bi dilê xweyî sax bipirsin. Em xûşk-bira hiz dikin û lema dixwazin bizanibin halê wan ça ne. Hin jî em bona wan dua dikin. Lê hema vê derecêda wextê hişbûnê ye, em gerekê xwe “zeft kin” ku pirsên zêde nedin. Lê hergê em usa dikin ku giliya ji wî derxin, wekî înformasiya konfêdênsyal mera bêje, ew nîşana vê yekê ye, ku hizkirina me kêm e hin hindava wîda, hin jî hindava wan xûşk-birada, yên ku îtbariya xwe wî tînin, ku ew wê gilî neke înformasiya derheqa şixulê wan. Bêşik, tu kes ji me naxwaze wan xûşk-birara, yên ku wan welatada dijîn, kîderê şixulê me qedexekirî ye, çetinaya zêde kin. Û xwexa ew xûşk-bira jî, yên ku wan welatada xizmet dikin, wê hûr bi hûr gilî nekin ku Şedên Yehowa wêderê ça xizmet dikin, yan jî tiştên din ku şixulên meva girêdayî ne. w20.03 21 ¶11-12
Pêşem, 2 Kanûna Pêşin
Na, hûn tu car namirin (Destp. 3:4).
Qirara Xwedê ew nîbû, wekî meriv bimirin. Lê seva ku heta-hetayê bijîtana, Adem û Hêwayê gerekê temiya Yehowa bianiyana sêrî, ew temî çetin nîbû. Ewî wanra got: “Ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe, çimkî wê roja gava tu ji wê bixwî, tê ese bimirî” (Destp. 2:16, 17). Û Şeytan destpêkir bi qelptiya xwe bikeve nava wî şixulî. Ewî pê mer xeber da, û gote Hêwayê giliyên ji rêza vê rojê (Destp. 3:6). Wî cûreyî gune û mirin derbazî hemû meriva bû (Rom. 5:12). Çawa ku Xwedê wanra pêşda gotibû, Adem û Hêwa mirin. Lê Şeytan dîsa jî berdewam dikir derheqa mirinê derewên din jî bela ke. Yek ji wan derewa ew heye hînkirin, ku bedena meriva dimire, lê ruhê wî berdewam dike dijî çawa kesê ruh. Derewên wî cûreyî îro bêhesab meriva dixalifînin (1 Tîmt. 4:1). w19.04 14-15 ¶3-4
Înî, 3 Kanûna Pêşin
Gava ez zar bûm, min mîna zara xeber dida, mîna zara difikirîm, mîna zara dida ber hesêb (1 Korn. 13:11).
Zar cêribandî nînin û nikarin xofê texmîn kin, yan jî têderxin. Lema jî merivên zorbe hêsa zara dixapînin. Ewana derewên xof zarara dibêjin. Mesele, dibêjin wekî vê zorbetiyêda zar neheq e, ew gerekê kesekîra nebêje, yan jî hergê ew bêje, wê wî bawer nekin. Hinek jî zara dixapînin, ku yançi ew yek tiştekî normal e, çimkî ew eyankirina hizkirinê ye. Zar bi gelek sala ewan derewa bawer dike û paşê fem dike, wekî ew hatiye xapandinê. Ew zar çaxê mezin dibe, dikare xwe hesab ke ku ew heram e, û nehêjayî hizkirinê û berdiliyê ye. Me dît wekî ziyana ji zorbetiya sêksûalî gelek wext dimîne. Em rojên axiriyêda dijîn, lema meriv “dilsar” in û “merivêd xirabe xweyîfêl” xirabiyêda pêşda diçin (2 Tîmt. 3:1-5, 13). w19.05 15 ¶7-8
Şemî, 4 Kanûna Pêşin
Bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh biqedînin (Galt. 6:2).
Îsa ça meriv hîn dikirin? Ya pêşin, ewî pê giliyên xwe hîn dikir. Giliyên wî qayîm ser meriva hukum dibûn, çimkî ewî derheqa rastiya Xwedê xeber dida, hîn dikir ku nêta emir çi ye, û eyan dikir, wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû kul-derdên însanetê bide hildanê (Lûqa 24:19). Îsa pê mesela xwe jî hîn dikir. Ewî bi jîyîna xwe şagirtên xwera nîşan dikir, ku ewana gerekê ça bijîn (Yûhn. 13:15). Îsa kengê hîn dikir? Ewî wedê xizmetiya xweye ser erdê hîn dikir (Met. 4:23). Îsa paşî saxbûna xwe jî şagirtên xwe hîn dikir. Mesele, ew 500 zêdetir şagirtên xweva xuya bû û temî da wan, wekî meriva bikin şagirt (Met. 28:19, 20; 1 Korn. 15:6). Îsa usa jî çaxê vegeriya ezmana, çawa serê civatê berdewam dikir rêberiyê şagirtên xwe bike. Mesele, nêzîkaya sala 96 D.M., Mesîh rêberî Yûhennayê şandî kir, seva ew dil bide Mesîhiyên bijartî û şîreta bide wan (Kols. 1:18; Eyan. 1:1). w19.05 3 ¶4-5
Led, 5 Kanûna Pêşin
Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin (Fîlî. 1:10).
Îro gelek meriv zef cefê dikişînin, seva ebûra xwe bikin. Gelek xûşk-birên me gelek siheta dixebitin, seva neferên xwe xwey kin. Gelek jî her rojeke xebatê çend siheta ser rê xerc dikin, seva bigihîjine xebata xwe û bêne malê. Gelek ji wana xebata giran dikin, seva perê nanê xwe çêkin. Xilaziya rojê, ew xûşk-birên ku usa dixebitin, îda hal dikevin! Bona vê yekê, qewata wan îda seva lêkolînkirina şexsî namîne. Lê yeke em gerekê xwera wede bivînin, seva Xebera Xwedê û edebyetên me lêkolîn bikin. Heleqetiya me tevî Yehowa û emirê meyî heta-hetayê vê yekêva girêdayî ye (1 Tîmt. 4:15). Hine xûşk-birên me, her roj şebeqê zû radibin lêkolîna dikin, çimkî şebeqa zû deng-his tune û hişê wan hêsabûyî ye. Hinek jî çend deqa xilaziya rojê xwera başqe dikin, wekî tu tişt dîna wana narevîne, seva tiştekî lêkolîn bikin û ser bifikirin. w19.05 26 ¶1-2
Duşem, 6 Kanûna Pêşin
Nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê ser hişê xweda werin, nêt-fikirêd we bira nû bin (Rom. 12:2).
Ew guhastin hema nişkêva û xwexa naqewimin. Em gerekê her aliyava xîret bin, ku gelek sala ser xwe bixebitin (2 Pet. 1:5). Em gerekê her tiştî bikin, seva kûraya dilê xweda bêne guhastinê. Gava pêşin ku em gerekê bikin, ew heye dua. Em gerekê mîna zebûrbêj dua bikin: “Xwedê, dilekî paqij nav minda biefirîne û ruhekî rast nav minda ser hevda bîne” (Zeb. 51:10). Em gerekê fem bikin, wekî mera ese lazim e cûrê fikirandina xwe biguhêzin û alîkariyê ji Yehowa hîvî kin. Gava duda, ew heye fikirandin. Çaxê em her roj Xebera Xwedê dixûnin, em gerekê wede başqe kin, wekî kûr ser bifikirin, seva têderxin ku lazim e çi nihêrandin û xeyset-hunura nav xweda biguhêzin (Zeb. 119:59; Îbrn. 4:12; Aqûb 1:25). Em gerekê têderxin hela çi fikir û nihêrandinên vê dinyayê ser me hukum bûne. Usa jî em gerekê helal kêmasiyên xwe bînin ser xwe û paşê ser xwe gelek bixebitin, seva wan kêmasiya kokêva derxin. w19.06 8 ¶1; 10 ¶10; 12 ¶11-12
Sêşem, 7 Kanûna Pêşin
Dest bidine ber wext (Efes. 5:16).
Çaxê tiştek safî dikin, xwera wede bijbêrin seva safîkirina xwe bînin sêrî û ewî wedeyî neguhêzin. Hîviya wedê lapî baş nîbin, çimkî dibeke ew wede ne jî wê bê (Waîz 11:4). Fesal bin wekî tiştên neferz wede û qewatê ji we nestînin, wekî hûn bikaribin tiştên hê ferz bikin (Fîlî. 1:10). Hergê tê standin, xwera wedekî usa başqe kin, ku kesek we aciz neke. Û usa bikin ku meriv bizanibin, wekî wî wedeyî hûn betal nînin û hiş-aqilê xwe bi temamî didin ser şixulê xwe. Wê baş be têla xwe vêsînin û wî wedeyî nekevine întêrnêtê ser malperên sosyal. Axiriya safîkirina we mîna xilaziya rêwîtiyê ye. Hergê hûn dixwazin bigihîjine cîkî, rê çiqas jî çetin be, hûnê riya xwe berdewam kin, û hergê jî lazim be hûnê riya xwe biguhêzin. Wî cûreyî, hergê em difikirin ser axiriya safîkirinên xwe, emê heta xilaziyê safîkirina xwe bînin sêrî, hergê jî rastî çetinaya bên (Galt. 6:9). w19.11 30 ¶17-18
Çarşem, 8 Kanûna Pêşin
Xebera Xwedê . . . nêt û fikirêd dila jî enene dike (Îbrn. 4:12).
Meniya weye sereke bona nixumandinê gerekê çi be? Hûn bi saya lêkolînkirina Kitêba Pîroz hê zêde pêhesiyane derheqa Yehowa, xeyset-hunurên wî û riyên wî. Hûn derheqa wî çi jî pêhesiyan dilê we girt, û we Yehowa hê zef hiz kir. Hizkirina we hindava Yehowa gerekê meniya sereke be ku bêne nixumandinê. Dîsa menîk ku çira we safî kiriye bêne nixumandinê ew e, ku we baweriya xwe hînkirinên Kitêba Pîroz aniye. Dîna xwe bidinê, Îsa çi got çaxê temî da, ku şagirta hazir kin (Met. 28:19, 20). Li gora giliyên Îsa, ewên ku têne nixumandinê gerekê “bi navê Bav, Kur û ruhê pîroz” bêne nixumandinê. Lê ew çi dihate hesabê? Hûn gerekê bi temamiya dilê xwe rastiyên derheqa Yehowa, Kurê wî Îsa û ruhê pîroz, bawer kin. Qewata wan rastiya mezin e û ew dikarin dilê we bigirin. w20.03 9 ¶8-9
Pêşem, 9 Kanûna Pêşin
Yêd bêpergale bêxîret şîret kin, . . . kêrî ketiya werin, hindava hemûyada sebira we hebe (1 Têsln. 5:14).
Yehowa melek şandin ne tenê seva vê yekê ku pêşda Lûtra elametiyê bêjin, lê usa jî seva alî wî bikin, ew ji xezeba Sodomê bireve (Destp. 19:12-14, 17). Em jî çaxê divînin, ku xûşk yan birak tiştekî usa dike, ku dikare problêma jêra bîne, wê baş be em wî yan wê pêşda şîret kin. Hergê jî ew derbêra şîreta ji Kitêba Pîroz nade xebatê, em gerekê bi sebir bin hindava wî. Çev bidine wan du meleka. Dewsa ku ewî birayî yan xûşkê înkar kin û ji wî dûr bin, wê baş be alî wî bikin (1 Yûhn. 3:18). Em dikarin ça bêjî destê xwe dirêjî wî kin, û alî wî bikin ku ew qebûl ke şîreta baş. Yehowa dikaribû dîna xwe bida kêmasiyên Lût, lê ewî usa nekir. Wede derbaz bû û Yehowa rêberî Petrûsê şandî kir, ku derheqa Lût binivîse, wekî ew merivekî rast bû (Zeb. 130:3). Lê em ça dikarin çev bidine Yehowa, ku ewî ça dinihêrî ser Lût? Hergê em dîna xwe bidine xeyset-hunurên baş yên xûşk-bira, emê hindava wan hê zêde bi sebir bin. Ewana jî wê diha hêsa alîkariya me qebûl kin. w19.06 21 ¶6-7
Înî, 10 Kanûna Pêşin
Her kesê xurca xwe hilgire (Galt. 6:5).
Hergê ew dewlet kîderê hûn dijîn, hebandina me qedexe dike, dibeke hûn bifikirin, gelo lazim e derbazî welatekî din bin, seva aza Yehowara xizmet kin. Ew yek safîkirina weye şexsî ye, û dewsa we tu kes nikare safî ke. Hinek dibeke pêşiya safîkirinê lêkolîn kin, ku Mesîhiyên qirna yekê çi kirin, gava rastî peyketina hatin. Şagirtên ji Orşelîmê, belayî Cihûstan û Sameryayê bûn, hela hê jî belayî Fînîkya, Kîprûs, û Entakyayê bûn (Met. 10:23; Kar. Şand. 8:1; 11:19). Lê wedê peyketineke din, Pawlosê şandî safî kir, ku neçe cîkî din û berdewam ke wî cîyîda xizmet ke (Kar. Şand. 4:19-23). Em ji wan serhatiya çi hîn dibin? Her malxêkî malê gerekê xwexa safî ke, derbazî welatekî din be yan na. Lê pêşiya safîkirinê, ew gerekê dua ke û kûr bifikire derheqa derecên neferên xwe, û derheqa wê yekê, ku bona wan wê çi baş be û çi na. Em gerekê meriva sûcdar nekin bona safîkirina wan. w19.07 10 ¶8-9
Şemî, 11 Kanûna Pêşin
Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye (Yûhn. 17:3).
Îsa gote şagirtên xwe, ku “herin û hemû mileta bikin şagirt” (Met. 28:19, ÎM). Xêncî vê yekê, seva meriva hîn kin ku Îsa çi ji şagirtên xwe dewa dike, em gerekê alî şagirta bikin ku ewana bizanibin Mesîhiyên rast gerekê çawa bijîn. Em gerekê bi sebir alî wan bikin ku prînsîpên Kitêba Pîroz emirê xweda bidine xebatê. Hinek dikarin nihêrandin û xeysetên xwe çend mehada biguhêzin, lê hinekara jî hê zêde wede lazim e. Mîsyonêrekî ku Pêrûyêda xizmet dike, qewimandinek gilî kir ku dide kifşê, wekî çiqas ferz e bi sebir bin. Ew dibêje: “Min tevî mêrekî bi navê Raûl, hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, me du kitêb derbaz kir, lê yeke dîsa jî çetinayên wîyî mezin hebûn. Malbeta wîda şer-dew hebûn, ewî çêr dikir, û zarên wî qedirê wî nedigirtin. Lê ew her gav dihate civatê, û min berdewam dikir teseliya wî bikim, seva alî wî û neferên wî bikim. Paşî sê sala zêdetir, axiriyêda ew hate nixumandinê”. w19.07 15 ¶3; 19 ¶15-17
Led, 12 Kanûna Pêşin
Bicedînin (Lûqa 13:24).
Dîna xwe bidinê, Pawlos çi halîda bû û çi dikir, gava ewî Fîlîpiyara neme dinivîsî. Ew Romêda girtiyê malda bû. Ew nikaribû derketa xizmetiyê. Lê yeke ewî wan merivara şedetî dida, yên ku teseliya wî dikirin, û usa jî ewî civatên dûrra neme dinivîsîn. Ewî zanibû wekî ew gerekê mîna Mesîh temamiya emirê xweda bicedîne, dêmek çi destê wî tê, bike. Lema Pawlos emirê Mesîhiya beramberî lecmeydanê kir (1 Korn. 9:24-27). Yê lecmeydanêda direve, hiş-aqilê xwe dide ser fînîşê û wedê revê nahêle tu tişt dîna wî birevîne. Mesele, îro hene lecmeydanên usa, der dorên kîjana hene dikan û tiştên mayîn. Ew tişt dikarin hişaqilê yên reviya bikişînin. Hûn dikarin bawer kin, ku yê direve, wedê revê wê bisekine û pencerên dikana binihêre? Hemikî na, çimkî ew dixwaze serkeve! Em jî gerekê lecmeydana bona jîyînêda nehêlin tu tişt hiş-aqilê me birevîne. Hergê dîna me ser nêta me be, û em mîna Pawlos xîret bin, emê xelatê bistînin! w19.08 3 ¶4; 4 ¶7
Duşem, 13 Kanûna Pêşin
Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe . . . Bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin (1 Tîmt. 4:16).
Çaxê me safî kir ku gura prînsîpên Xwedê bikin, me emirê xwe guhast, lê neferên mera çetin bû wan guhastina qebûl kin. Mesele, ewana divînin, wekî em îda tevî wan cejina derbaz nakin, û nakevine nava şixulên polîtîkayê. Sêrîda, hine neferên me dibeke ser me hêrs diketin (Met. 10:35, 36). Lê em gerekê nefikirin, ku ewana îda tu car nayêne guhastinê. Hergê em îda alî wan nekin, ku baweriya me fem bikin, usa dertê ku em wana sûcdar dikin, wekî ewana nehêja ne jîyîna heta-hetayê bistînin. Yehowa îzinê nade me, wekî em dîwana kesekî bikin, ewî ew şixul daye destê Îsa (Yûhn. 5:22). Hergê em bi sebir bin, axiriyêda neferên me dibeke bixwazin guh bidine mizgîniya me. Em gerekê nehêlin ku neferên me safîkirinên me biguhêzin, lê em gerekê wanra heyf û nerm bin, hergê jî ewana miqabilî me dertên (1 Korn. 4:12b). Wede lazim e seva merivên meyî nêzîk bi temamî fem kin, wekî bona me çiqas ferz e Yehowara xizmet kin. w19.08 17 ¶10, 13; 18 ¶14
Sêşem, 14 Kanûna Pêşin
Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min (Fîlî. 4:13).
“Çaxê ez difikirim ku ez çi tengasîra derbaz bûme, ez divînim wekî minê pê qewata xwe ber wê yekê teyax nekira”. Ew gilî me geleka gotiye. Dibeke we ev yek gotiye, çaxê ber problêmekê teyax kiriye, mesele çaxê rastî nexweşîke giran hatine, yan jî we merivê xweyî nêzîk unda kiriye. Gava hûn ewê çetinayê tînin bîra xwe, hûn fem dikin ku we her roj teyax dikir, çimkî Yehowa pê ruhê xweyî pîroz “zorayiya qewatê” dida we (2 Korn. 4:7-9). Mera usa jî alîkariya ruhê pîroz lazim e, seva nekevine ber bayê vê dinya xirab (1 Yûhn. 5:19). Xêncî vê yekê, mera usa jî qewat lazim e, wekî miqabilî “ordiyêd ruhaniye xirab” bisekinin (Efes. 6:12). Ruhê Yehowayî pîroz alî me dike bi wê yekê, ku qewatê dide me, wekî nava çetinayada jî cabdariyên xwe bînin sêrî. Pawlosê şandî fem dikir, wekî ewî berdewam dikir nava tengasiyada xizmet ke û xizmetiya xwe bîne sêrî, çimkî ewî îtbariya xwe “qewata Mesîh” dianî (2 Korn. 12:9). w19.11 8 ¶1-3
Çarşem, 15 Kanûna Pêşin
Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye (Yûhn. 14:9).
Tenê ji Kitêba Pîroz tu dikarî rastiyê pêbihesî, ku Îsa bona te çi kiriye. Îsa hiz bike, û hizkirina te hindava Yehowa wê mezin be. Çira? Çimkî Îsa bi temamî çev dida xeyset-hunurên Bavê xwe. Tu çiqas hê zêde Îsa nas kî, haqas tuyê diha rind Yehowa fem bikî û hiz bikî. Bifikire derheqa dilşewatiya Îsa hindava wan meriva, yên ku ber çevê hineka ne tu tişt bûn ji bo kesîbbûnê, nexweşiyê û hêsîrbûnê. Usa jî bifikire ser wan şîreta ku Îsa dide te, û ça jîyîna te hê baş dibe çaxê tu şîretên wî qebûl dikî (Met. 5:1-11; 7:24-27). Hizkirina te hindava Îsa wê hê qayîm be, çaxê tu kûr ser vê yekê bifikirî, ku ewî bona baxşandina gunên me, xwe kire qurban (Met. 20:28). Çaxê tu fem bikî, wekî Îsa bi rezedilî bona te emirê xwe da, tuyê hêlan bî gunê xwe bînî rûyê xwe û ji Yehowa baxşandinê bixwazî (Kar. Şand. 3:19, 20; 1 Yûhn. 1:9). Û tu çiqas zef Yehowa û Îsa hiz bikî, haqas tuyê bixwazî nava wan merivada bî, yên ku mîna te Yehowa û Îsa hiz dikin. w20.03 5-6 ¶10-12
Pêşem, 16 Kanûna Pêşin
Rast e Xudan bilind e, lê yêd nimize belengaz dibîne (Zeb. 138:6).
Mesîhî dikare bifikire ku civatêda ew e lapî baş, kê ku dikare filan şixulî yan jî cabdarî bîne sêrî. Yan jî kulfeta Mesîhî dikare bifikire: “Ewî şixulî mêrê min wê diha baş bike, ne ku ew bira!” Lê hergê em bi rastî milûk in, fikirên usa wê neyêne hişê me. Em dikarin ji Mûsa derseke ferz hîn bin, ku ewî ça xwe da kifşê, gava merivên din cabdarî standin. Mûsa rêberî cimeta Îsraêlê dikir, û ewî ev şixulê xwe qîmet dikir. Lê ewî ça xwe da kifşê, çaxê Yehowa îzin da ku merivên din tevî wî cabdarî bînin sêrî? Mûsa tu car hevsûdî wan nekir (Jimar 11:24-29). Ew yekî milûk bû û ji merivên mayîn alîkarî qebûl kir, ku tevî wî şixulê hakimtiyê bikin (Derk. 18:13-24). Bi saya vê yekê, nav Îsraêliyada îda gelek mêrên cabdar hebûn, yên ku dikaribûn hakimtiyê bikin. Ji vê yekê tê kifşê, ku Mûsa nedikete heyra navê xwe, lê dikete heyra cimetê, çimkî xem dikir bona wan. Rastî jî meseleke çiqas baş e bona me! Em gerekê bîr nekin, ku hergê em dixwazin bona Yehowa kêrhatî bin, diha ferz e milûk bin, ne ku gelek aqil bin. w19.09 5-6 ¶13-14
Înî, 17 Kanûna Pêşin
Xudan şîrhelala xwey dike (Zeb. 31:23).
Em nizanin ku serwêrên dinyayê wê çi meniya bêjin, ku ewana çira miqabilî Babîlona Mezin derdikevin. Dibeke ewana wê bêjin ku ji bo rêlîgiyên dinyayê edilayî tune û ku ewana her gav dikevine nava şixulê polîtîkayê. Yan jî ewana dibeke bêjin, ku ew teşkîletên rêlîgî gelek dewletî bûne û hebûka mezin xwera qazanc kirine (Eyan. 18:3, 7). Ça tê kifşê, kutakirina rêlîgiya qelp nayê hesabê, ku wê hemû endemên wê, bêne qirkirinê. Lê tê kifşê, wekî ew serwêrên dinyayê wê teşkîletên rêlîgî kuta kin. Gava hemû teşkîlet îda tune bin, endemên wan rêlîgiya wê fem kin, ku serwêrên rêlîgiyên wan, sozên xwe neanîne sêrî, û ewana dibeke bêjin ku îda tu tiştîda tevî wan rêlîgiya nabin. Kutakirina Babîlona Mezin wê wede kin bikişîne (Eyan. 18:10, 21). Yehowa soz dide, ku wê rojên tengasiya mezin “kin” ke, seva “bijartiyêd” wî û hebandina rast, bêne xweykirinê (Marq. 13:19, 20). w19.10 15 ¶4-5
Şemî, 18 Kanûna Pêşin
Jinêd cahil hîn kin, ku . . . zarêd xwe hiz bikin (Tîto 2:4).
Dayîkino, dibeke hûn usa hatine mezinkirinê, ku dê-bavê we zû hêrs diketin û gelek sert tevî we xeber didan. Bona we dikare normal be, wekî hûn jî tevî zarên xwe usa xeber din. Bona we dikare nehêsa be tevî zara usa bin, ça Yehowa dixwaze, dêmek hêrs nekevin û bi sebir bin tevî wan, îlahî gava ewana nesiya dikin çaxê hûn westiyayî ne (Efes. 4:31). Hingê wera hê zêde lazim e Yehowara dua bikin, wekî alî we bike xwe bigirin (Zeb. 37:5). Hine dayîkaranehêsa ye hizkirina xwe zarên xwera bidine kifşê. Dibek ewana malbeteke usada mezin bûne, ku dê-bavê wan tevî wan nêzîk nîbûne û hizkirina xwe wanra nedane kifşê. Hergê hûn usa hatine mezinkirinê, hûn gerekê mîna dê-bavê xwe wan şaşiya nekin. Dayîka ku gura Yehowada ne, gerekê hîn be zarên xwera hizkirinê bide kifşê. Ew guhastin wera dikare nehêsa be. Lê ew yek tê standinê, û wê hin wêra, hin jî neferên wêra karê bîne. w19.09 18-19 ¶19-20
Led, 19 Kanûna Pêşin
Tu kes nikare du axara xulamtiyê bike (Met. 6:24).
Merivê ku Yehowa dihebîne, û usa jî gelek wede û qewat xerc dike seva dewletî be, bi rastî dixwaze du axara xulamtiyê bike. Hizkirina wî hindava Yehowa wê bi temamî nîbe. Nêzîkî xilaziya qirna yekê, civata şeherê Lawdikyayê xwe qure dikir: “Ez dewletî me, wê yekêda gelek pêşda çûme, qet hewcê tu tiştî nîme”. Lê çevê Yehowa û Îsada ewana “merim, reben, belengaz, kor û tezî” bûn. Îsa ewana şîret kirin, ne seva vê yekê ku ewana dewletî bûn, lê çimkî hizkirina wane hindava hebûkê, heleqetiya wan tevî Yehowa xirab dikir (Eyan. 3:14-17). Hergê em têderxin ku em dilê xweda dixwazin pey hebûkê kevin, em gerekê derbêra nihêrandina xwe rast kin (1 Tîmt. 6:7, 8). Hergê em vê yekê nekin, dilê me wê paravebe, dêmek hizkirina me hindava Yehowa wê bi temamî nîbe, û Yehowa wê îda hebandina me qebûl neke. Yehowa dixwaze em wî “bi temamiya dilê xwe” hiz bikin (Marq. 12:30). w19.10 27 ¶5-6
Duşem, 20 Kanûna Pêşin
Meriva bi rêberiya ruhê pîroz ji Xwedêda xeber dane (2 Pet. 1:21).
Xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê ça “rêberî”, raste-rast tê hesabê “pey herin”. Ew giliyê Yûnanî usa jî nivîskarê Karên Şandiya Lûqa da xebatê, çaxê derheqa gemiyê got, kîjan ku ji ba hate “ajotinê” (Kar. Şand. 27:15). Lema jî çaxê Petrûsê şandî nivîsî, ku nivîskarên Kitêba Pîroz bi “rêberiya” ruhê pîroz dinivîsîn, li gora gotina zandarekî, ewî gilîkî usa da xebatê, ku girêdayî ye tevî ajotina gemiya. Petrûs ça bêjî got, wekî çawa gemî pê rêberiya ba diçe seva bigihîje cî, usa jî pêxember û nivîskarên Kitêba Pîroz pê rêberiya ruhê pîroz diçûn, seva şixulê xwe xilaz kin. Ewî zandarî got: “Ew nivîskar ça bêjî mîna gemiyên pê babirkên vekirî bûn”. Yehowa “ba”, dêmek ruhê xweyî pîroz dida nivîskarên Kitêba Pîroz, û ewana pey rêberiya ruhê pîroz diçûn. Mîna wî bayî, îro jî ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî tengasiyada jî berdewam kin, heta dinya teze Yehowara xizmet kin. w19.11 9 ¶7-9
Sêşem, 21 Kanûna Pêşin
Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î (Metlk. 24:10).
Rast e em nikarin problêmên xwe pişt guhê xweva bavêjin, lê yeke em gerekê nehêlin, wekî hiş-aqilê me pêda here ser problêmên me. Hergê em usa bikin, em dikarin hêviya baş ku Yehowa dide me, bîr kin (Eyan. 21:3, 4). Dilşkestîbûn dikare me usa sist ke, ku em xizmetiya xwe Yehowara bidine sekinandinê. Dîna xwe bidin mesela xûşkeke ji Amerîkayê ku ew ça baweriya xwe xwey dike, çaxê miqatî mêrê xweyî nexweş dibe. Ewê nivîsî: “Dereca me çetin e û cara me dilteng dike, lê hêviya me qewî ye. Ez gelek razî me bona şîretên Yehowa ku dide me, seva baweriya xwe qewî kin û dilbîniyê bistînin. Mera rastî lazim in ew şîret û dildayîn. Ew alî me dikin ku berdewam kin Yehowara xizmet kin û ber wan cêribandina teyax kin”. Em ji giliyên vê xûşkê pêdihesin, ku em dikarin diltengiyê alt kin. Çawa? Bîr nekin wekî ew cêribandinên we ji Şeytan in. Îtbariya xwe Yehowa bînin, çawa Kaniya dilbîniyê. Û bişêkirînin xwarina ruhanî ku ew dide me. w19.11 16 ¶9-10
Çarşem, 22 Kanûna Pêşin
Gilîgero surê eyan dike, lê şîrhelal wê yekê vedişêre (Metlk. 11:13).
Rûspî îlahî gerekê eva prînsîpa ji Kitêba Pîroz bîne sêrî. Ew fem dike, wekî gerekê “xeberdana konfêdênsyal” yên xûşk-birên civatê, bela neke. Hergê ew vê yekê neke, ewê navê xwe xirab ke û tu kes wê îtbariya xwe wî neyne. Birên ku cabdariya wan heye, gerekê “xeberdanêda durûtiyê nekin”, yanê derewîn nîbin (1 Tîmt. 3:8). Ew tê hesabê, wekî ewana gerekê nexapînin û gevestiyê nekin. Hergê rûspî jina xwe hiz dike, ew wê jina xwe bargiran neke pê înformasiyê, ku ew gerekê nizanibe. Jina ku zorê mêrê xwe nake, wekî jêra tiştên konfêdênsyal gilî ke, navê mêrê xwe xwey dike. Çaxê jin evê şîretê tîne sêrî, ew ne tenê alî mêrê xwe dike, lê usa jî qedirê wan xûşk-bira digire, yên ku îtbariya xwe wî anîne. Lê ya lape ferz ew e, ku jin dilê Yehowa şa dike, çimkî ew edilayê û yektiyê dike nava civatê (Rom. 14:19). w20.03 22 ¶13-14
Pêşem, 23 Kanûna Pêşin
Xudanê weva xuya be (Qan. Kah. 9:4).
Sala 1512 B.D.M., çaxê kon hate vegirtinê bin pala Çiyayê Sînayê, Harûn û kurên wî ça kahîn hatine kifşkirinê, û ev derece Mûsa derbaz dikir (Derk. 40:17; Qan. Kah. 9:1-5). Yehowa ça da kifşê, wekî koma kahînên teze qebûl kir? Çaxê Harûn û Mûsa dua li cimetê kirin, Yehowa jorda agir barand û bi temamî ew qurbana ser gorîgehê şewitand (Qan. Kah. 9:23, 24.) Lê ew kirê Xwedê çi da kifşê hindava kifşkirina serekkahîna? Yehowa pê vê yekê nîşan kir, wekî bi temamî piştgiriya Harûn û kurên wî dike, ku bibine kahîn. Çaxê Îsraêliya eşkere dîtin piştgiriya Yehowa hindava kahînada, wana fem kir ku ewana jî gerekê piştgiriya wan bikin. Lê ew yek mera çi eyan dike? Kahîntî ku Îsraêlêda hebû, siya kahîntiya hê mezin bû. 144 000 kahîn û padşa wê tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin (Îbrn. 4:14; 8:3-5; 10:1). Bêşik, Yehowa rêberiyê teşkîleta xwe dike û bi merdanî kerem dike. w19.11 23 ¶13; 24 ¶14, 16
Înî, 24 Kanûna Pêşin
Bi xûdana eniya xwe şev û roj dixebitîn, wekî ser we tu kesî nebine bargiranî (2 Têsln. 3:8).
Çaxê Pawlosê şandî Korintêda bû, mala Ekîla û Priskîlayêda dima û “tevî wan xebitî, çimkî pêşê wan yek bû, kon çêdikirin”. Lê çaxê Pawlos got, wekî ew “şev û roj” dixebite, ewî nedixwest bigota, wekî bêy hêsabûn dixebite. Ew hêsa jî dibû, mesele roja Şemiyê. Evê rojê mecal dida wî, wekî Cihûyara şedetiyê bide, yên ku mîna wî roja Şemiyê nedixebitîn (Kar. Şand. 13:14-16, 42-44; 16:13; 18:1-4). Pawlos hin dixebitî, hin jî her gav “Mizgînîdayîna Xwedêda” xizmetkarî dikir (Rom. 15:16; 2 Korn. 11:23). Ewî usa jî dil dida xûşk-bira, wekî wî şixulîda xîret bin. Ekîla û Priskîla “şixulê Mesîh Îsada”, “heval-xebatêd” Pawlos bûn (Rom. 12:11; 16:3). Pawlos dil dida Korintiya, wekî “şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korn. 15:58; 2 Korn. 9:8). Yehowa hela hê jî rêberiya Pawlos kir, wekî binivîse: “Kî naxwaze bixebite, bira nexwe jî” (2 Têsln. 3:10). w19.12 5 ¶12-13
Şemî, 25 Kanûna Pêşin
Ewled pêşkêşêd Xudan in (Zeb. 127:3).
Yehowa jin-mêrê pêşin pê xwestina zaranînê efirand. Lê kê safî dike zar hebin yan na, û kengê hebin? Nav hine miletada, nihêrandineke usa heye, ku jin-mêr ça hev distînin, gerekê zû zara bînin. Hela hê jî neferên wan û merivên din, her gav wanra dibêjin, ku gerekê zara wan hebe. Yêtro, birakî me ji Asyayê, dibêje: “Civatêda ewên ku zarên wan hene, jin-mêrên bêzar hêlan dikirin, wekî zara bînin”. Cêfrî, birakî mayîn ji Asyayê, dibêje: “Hinek dibêjine jin-mêrên ku zarên wan tunene, wekî çaxê ewana emirda mezin bin, wê kesek tunebe miqatî wan be”. Lê jin-mêr gerekê xwexa safî kin zarên wan hebin yan na. Ew îşê wan û cabdariya wan e (Galt. 6:5). Femdarî ye, wekî heval û neferên wan dixwazin yên ku teze zewicî ne, bextewar bin. Lê gişk gerekê bîr nekin, ku jin-mêr gerekê xwexa safî kin zarên wan hebin yan na (1 Têsln. 4:11). w19.12 22 ¶1-3
Led, 26 Kanûna Pêşin
Hûn aha dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be” (Met. 6:9).
Wera çetin e Xwedê hesab kin ça Bavê xwe? Hinek dibeke difikirin, wekî himberî Yehowa meriv usa biçûk in, ku ber çevê wî tiştek nînin. Lema ewana dudilî dibin, wekî Xwedêyê Himzor bona wan xem dike. Lê Bavê meyî bi hizkirin naxwaze em usa bifikirin. Ewî emir daye me û ew dixwaze, wekî heleqetiya me tevî wî hebe. Çaxê Pawlos derheqa vê rastiyê got, ewî Atînayêda guhdarvanên xwera şirovekir, ku Yehowa “ji me her kesî ne dûr e” (Kar. Şand. 17:24-29). Xwedê dixwaze wekî her kes ji me hindava wîda usa be, ça zar tevî bavê xweyî bi hizkirin û xemkêş xeber dide. Hinekara çetin e Xwedê hesab kin ça Bavê xwe, çimkî bavê wan wanra hindik hizkirin û dilgermî daye kifşê, yan jî qe nedaye kifşê. Xûşkeke me gilî dike: “Bavê min gelek car pê çêra û giliyên necayîz minra xeber dida. Lema jî çaxê min cara pêşin destpêkir Kitêba Pîroz hîn bim, minra çetin bû nêzîkî Bavê xweyî ezmana bim”. Lê hûn jî xwe usa texmîn dikin? Hergê erê, dilteng nebin. Hine wede şûnda, hûnê jî bikaribin ser xwe texmîn kin, wekî Yehowa Bavekî lapî baş e. w20.02 3 ¶4-5
Duşem, 27 Kanûna Pêşin
Qudûmnekirinêda min bernede (Zeb. 71:9).
Îsa hîn dikir, wekî firqî tune çi feresetên me hene yan jî çiqas hindik em dikin, ça em mezin dibin, Yehowa qîmet dike her tiştên ku çiqas destê me tê, em bona wî dikin (Zeb. 92:12-15; Lûqa 21:2-4). Lema jî hiş-aqilê xwe bidine ser vê yekê çi ku hûn dikarin bikin. Mesele, hûn dikarin merivara derheqa Yehowa xeber din, bona xûşk-bira dua bikin, û wana hêlan kin ku amin bimînin. Yehowa we hesab dike ça heval-xebatkarên xwe ne ji bo vê yekê, ku hûn çi dikarin bikin, lê çimkî hûn bi dil û can dixwazin gura wî bikin (1 Korn. 3:5-9). Em çiqas razî ne û bextewar in, wekî em Yehowa, dêmek Xwedêkî usa dihebînin, ku xizmetkarên xwe hiz dike û qîmet dike! Ewî em efirandine, wekî qirara wî bînin sêrî, û ew yek me bextewar dike (Eyan. 4:11). Rast e ew dinya dibeke me hesab dike ça netutişt, lê Yehowa tu car usa nafikire (Îbrn. 11:16, 38). Çaxê em ji bo nexweşiya xwe, ji bo çetinayên aliyê pereda, yan jî ji bo kal-pîrbûnê bînteng dibin, were em bîr nekin, wekî tu tişt tu car nikare me ji hizkirina Bavê meyî ezmana biqetîne (Rom. 8:38, 39). w20.01 18 ¶16; 19 ¶18-19
Sêşem, 28 Kanûna Pêşin
Xwedê, dilekî paqij nav minda biefirîne û ruhekî rast nav minda ser hevda bîne (Zeb. 51:10).
Hergê em milûk û şêkirdar bin, emê nehêlin, wekî hevsûdî dilê meda koka xwe bide. Çaxê dilê me bi wan xeyset-hunurên baş tijî ye, îda ciyê hevsûdiyê wê tune be. Milûktî wê alî me bike derheqa xwe zêde nefikirin û xwe ser merivara negirin. Merivê milûk tu car nafikire, wekî ew hêjayî hê zêde tişta ye, ne ku kesekî din (Galt. 6:3, 4). Merivê şêkirdar jî razî ye bona wan tişta, çi ku bal wî heye û ew xwe himberî tu kesî nake (1 Tîmt. 6:7, 8). Merivê milûk û razî, çaxê divîne ku kesek tiştên baş distîne, ew bona wî şa dibe. Hergê em dixwazin xwe ji hevsûdiyê xwey kin, milûk û şêkirdar bin, mera alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz lazim e (Galt. 5:16; Fîlî. 2:3, 4). Ruhê Yehowayî pîroz alî me dike, wekî dilê xweda nêt û fikirên xwe kûr bicêribînin. Pê alîkariya Xwedê em dikarin fikir û hunurê xof ji xwe dûr xin û dewsê yên baş pêşda bînin (Zeb. 26:2). w20.02 15 ¶8-9
Çarşem, 29 Kanûna Pêşin
Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe. Her gav nava wanda bimîne (1 Tîmt. 4:16).
Xwetesmîlkirin ew heye sond, û Yehowa dixwaze hûn xweyê sonda xwe bin. Lema jî xwe li civata xwe bigirin. Çaxê hûn têne nixumandinê, hûn îda dibine para biratiya hemdinyayê. Xûşk-birên weye civatê îda malbeta weye ruhanî ne. Heleqetiya we tevî wan wê diha nêzîk û qewî be, hergê hûn timê bêne ser civata. Her roj Xebera Xwedê bixûnin û ser bifikirin (Zeb. 1:1, 2). Wede xwera bivînin seva kûr bifikirin ser vê çi we xwend. Hingê îda ew gilî wê dilê we bigirin. Usa jî her gav dua bikin (Met. 26:41). Duayên weyî bi dil, wê we hê nêzîkî Yehowa kin. Berdewam kin “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin” (Met. 6:33). Vê yekê hûn dikarin bikin, hergê emirê xweda xizmetiyê daynin ciyê pêşiyê. Hergê hûn her gav xizmet kin, baweriya we wê qewî bimîne. Her cefê ku hûnê vê dinya kevinda bivînin, “dem-deme sivik” in (2 Korn. 4:17). Lê nixumandin û xwetesmîlkirin wê wera rê veke, wekî hûn îda îroda bextewar bijîn, û axiriyêda hûnê “jiyîna ku rastî jiyîn e” qazanc kin. Lê gelo ew yek hêja ye? Hemikî erê! (1 Tîmt. 6:19) w20.03 13 ¶19-21
Pêşem, 30 Kanûna Pêşin
Wext hindik maye (1 Korn. 7:29).
Hergê ewê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, emirê xweda guhastina nake, dibeke hûn pirsê bidine xwe: “Gelo lazim e ez hînbûnê bidime sekinandinê?” Seva evê safîkirinê bikin, ser wan pirsa bifikirin: “Gelo ew dereca xweda hema hine guhastina dike? Gelo ew çi ku pêdihese, îda destpêdike emirê xweda dide xebatê?” (Met. 28:20) Yazix, lê hine merivên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, mîna Îsraêliyên wedê Hezeqêl in. Derheqa wan Yehowa gote Hezeqêl: “Tu bona wan tê bêjî mîna kilameke hizkirinê yî, mîna merivekî ku bi dengê xweş distirê û bi hostetî sazê lêdixe. Ewana wê giliyên te bibihên, lê tu kes wê neyne sêrî” (Hezql. 33:32, DT). Belê, mera dibeke nehêsa ye wî merivîra bêjin, wekî emê tevî wî hînbûnê bidine sekinandinê. Lê “wext hindik maye”. Dewsa ku wede xerc kin ser wan, yên ku qe pêşda naçin, em gerekê wan meriva bivînin, dilê kîjana hazir e mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 13:48). w20.01 6 ¶17; 7 ¶20
Înî, 31 Kanûna Pêşin
Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê (Met. 6:10).
Mesîhiyên vê dinyayê meriva hîn nakin ev rastiya Kitêba Pîroz, ku yên gura Xwedê dikin, wê heta-hetayê ser erdê bijîn (2 Korn. 4:3, 4). Îro heçî zef Mesîhiyên vê dinyayê hîn dikin, wekî merivên qenc wê paşî mirinê herin ezmana. Lê ew yek cude dibû ji fikirên koma biçûke Lêkolînkarên Kitêba Pîroz, yên ku ji sala 1879 “Birca Qerewiliyê” derdixistin. Ewana fem dikirin, wekî Xwedê wê cineta ser erdê vegerîne, û ku bi mîlyona merivên guhdar wê bijîn ser erdê, ne ku ser ezmana. Lê yeke pêşiyê wanra wede lazim bû, seva zelal fem kin, ku kê ne ew meriv. Hemikî ew Lêkolînkarên Kitêba Pîroz usa jî fem dikirin, wekî hine meriv wê “ji dinyayê” bêne “kirînê”, seva tevî Îsa ser ezmana serwêrtiyê bikin (Eyan. 14:3). Ew koma wan meriva, wê 144 000 Mesîhiyên xîret bin û tesmîlbûyî bin, yên ku heta ser erdê bin, bi aminî Xwedêra xizmet kin. w19.09 27 ¶4-5